25.03.2003 - 01:25
GULÊ
Yasîn Hisên - Amûdê
yassinhousein@hotmail.com
Metirse...
Can nazikê
Ji vê şewata bê dûman
Ji ser hejandina keziyên deryan
Ji ber sûlavê
Nimêja pênc caran
Di bin lingê te de
Cilnivêjeke westiyayî raxistibû...
Metirse
Peyamberê
Ronahiyê ji birçîbûna me bû
Yezdan ji tirsa me bûn...
Tevî ku mistek
Ji wan sê rojên te
Zimanê min dişewitand,
Navê te derya bû
û bi dizî
vî bajarê bi dizî
tevî canê nazik
bi hewarê re
semaya valahiyek kevnar dikir..
---------------------------------------------------
* Helbestvan e ji Başûrê Rojavayî Kurdistanê
|
|
|