27.07.2004 - 01:46
BAGERA DENGÊ TE
Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com
 Sîrwan Hecî Berko
|
germahiya bayekî xurt li rûyê min dixîne,
çavên min ên xewrevîn
vedike..
lê bi wan nikare.
lingên min li pey min têne kişandin
û can ji bo peyamekê diqîre.
ne trêna derengmayî tê
û ne jî ew germa pêwîst
tenê raman bi çavin nîvvekirî
oxirê ji min dixwazin
û bi bayê xurt û şiyar re
dûûûr difirin...
difirin...
sînor û welatan derbas dikin
li te digerin
li te...
ey çiraya tarîşevan
li te...
ey kaniya avê di havîneke şewitî de
li te...
ey stêrka bitenê di ezmanekî tarî de
li te...
ey dosta hêja û delal
dermana birînên giyan û can
li te...
ey gula şêrîn
li te...
ey nêrgiza narîn.
li te digerin...
te dibînin...
bi bêdengî diqîrin
te hembêz dikin..
şewata agirê xwe hênik dikin
û.......
trên hat û çû..
tenê di wê tariya şevê de
bi çavin girtî
li te temaşe dikim..
li muzîka dengê te guhdar dikim..
di deryaya çavên te de winda dibim..
aaaaax yarê, ax!
gelo ezê te bibînim?
kînga?
kînga ezê bikaribim
25 salên xwe yên sar
bi dîtina te germ bikim?
jiyana xwe ya tarî
bi bejna te ronî bikim?
birînên xwe yên kûr û bê hejmar
bi bêhna te derman bikim?
qêrîna êşa dilê xwe
di hembêza te de bêdeng bikim?
bêje yarê.. bêje kînga!
12/2001
|
|
|