www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
26.03.2003 - 00:40

CODÎ

Mihemed Hemo* - Silêmanî

Cîhan hişk di xewde bû
Ji sanciya dayika min
        Tovan rabû ... !
Ne guevguva bê bû
Qîreqîra wê bû!
Bîhin li ber çikya bû
        Hawara axê dikir ...!!

* * *

Codî ji tîrêjên rojê
şîrfiroyê jiyanê mêt
û berxwedana tofanê kir
Ta bi agirê jiyanê
        ji şîr vebû...
Di wî heyamî de
Keviran li ser pişta codî
        xunçe dan
Bûn guljiyan ... guljiyan
        ne çelmisîn...
Bê dengiya codî
        kerrbûna me bû ... !
Bi lalbûna lal ... !
        kevir peyivîn

* * *

Codî!
ji gemiya
ku, bi ser pêlên qêrîna
        Dayîka min ketî
        Ez peya bûm
û pê bi pê
min Zimanê latên te pîvan
Codî beramberî zimanê
        Nûh e !!
Loma
Cîhan tev lal dibe
Kevirên codî bi ziman
        dibin
Bi hemî zimanên cîhanê
Çêroka tofanê distirên
dizanin
Ta dûvê jiyanê tê guran
Kêlikên li ber serê me
wê heyîna me bipên
û tevrên gorkol rûreş
        reş bikin...!

Codî!
Roja te ji gemiyê hembêz kirime
Min hevdak ji riyên jiyanê
        hilqetand!
û di tevna heyînê de
        nîgarkir...!
Bi wê nîgarê re
Min giyayê Cilgamiş
Ji gewriya mar hilkişand
Pê nêza xwe kokir
û mirina navê xwe
        lîwan (1) kir ... !

* * *

Codî jînber e
Li benda sanciyeke nûh
        rûyê xwe kiriye rûpel
        û raxistiye
Ta ku dîsa
qorên tîpan
lê bihêwirin ...
û kelaya destaneke nûh
Lê avabe
Bi peyxem û sirûda
        nûhjiyanê ...!
pêşwaziya gemiya serdemî bike

14-3-2001

---------------------------------------------------
* Helbestvan e ji Başûrê Rojavayî Kurdistanê. Niha li Silêmaniyê dijî.

Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]