www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
18.06.2003 - 01:29

BERÎ KU...!!

Hoşeng Broka* - Bielefeld/Elmaniya

Berî ku
rawestgeh bigihin tirênan,
û ramûsan
biherikin qiblegeha lêvên xwe,
û li ser wan
hişîn bibin,
mîna nimêjekê
ji gîha
û beybûnên hesretê.

Berî ku
jêrzemîn bazbidî
baranê,
û xilxalê lingê xwe;
yê ji ava şehwetê,
li pêş xêlvaniyên bûka wê
bişikîn î.

Berî ku
Hêlînên çîvçîva nîvrê,
demsalên nîvrê,
oxira nîvrê,
dest
û destmalkên nîvrê,
xwe dalînin
hechecîkên
hembêzên xwe.

Berî ku
destên te
tî,
mîna panava navbera min û te
û wê stiranê,
ji çinîna baranê
veger in.

Berî ku
tu bibe xwezî
û xwezî bibe em
û jena dilê tembûra wê stiranê,
ez dê bibim
rêyeke dirêêêêêêj,
dûr
û dûr
û dûûûûûr,
daku wisa tî
mîna qûmistanê,
birçî mîna nan û xwêya navbera min û te
û wê êvarê,
fereh mîna mirinê,
aşiq mîna şeva hembêza te
û bi hesret,
mîna navê te,
ez
qista bejahiya
gavên te,
bikim,
g
   a
      v
         ê
            n
               te!!!!

---------------------------------------------------
* Helbestvan û lêkolîner e ji Başûrê-Rojavayî Kurdistanê

Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]