www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî
17.03.2003 - 11:40

DAMARÊN JI ÊGIR

Arşevê Oskan* - Qamişlo

Xewnên bi keser
Li rûbarê hêviyan diçêr in
Kevokên birçî
Bi nikilan
Li deriyê bîranînan did in
Û beyarên mirinê diqewrînin
Damarên ku
Bi êgir hatine pêçan
Nema bi qamçiyên demê digirîn
Serê kaniyên demê
Pêlên şolî diherikînin
Li mijankên kelogirî
Asîmanên xemgîn
Nema hêsiran dibarînin
Bi ser dêmên beyar de
Tenê bendewar in.
Ne sîdana zindanan
Ne veşartina daristanan
Ne koçkirina ji waran
Tev de qedexe ne xanim
Em rojekê şad nebûn
Bi awireke azad
Li bejna welatê rojê
Miradên çelînî
Ji dil guvaştin
Ez nema dikarim
Bi stêran re bikenim
Bi çiyan re biaxivim
Tenê dikarim ..
Di himêza zindanekê de
Razim û bimirim
Rûpelên hestê xwe
Ji dîrokê re bihêlim
Yan di ber bahozên
Xewnan de berdim.
Da ku palçimokên şevan
Li wan venerin.

---------------------------------------------------
* Helbestvan û nivîskar e ji Başûrê Rojavayî Kurdistanê

Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]