www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

Ibrahîm Seydo Aydogan
24.04.2004 - 10:35

HEYAMA NÛ
an jî dema kesên ku êgir bera bênderan didin
an jî serê têgihiştineke edebî ya nû (I)


Ibrahîm Seydo Aydogan - Rouen/Fransa
ibrahimseydo@hotmail.com

I- Medîtasyonek piçûk li ser rewşa berhem, nivîskar û weşangerên kurdî

Gava mirov bala xwe bide demên çapkirina berhemên kurdî, mirov ê bi hêsanî bibîne ku hejmara berhemên ku di van pênc salên dawîn de (1999-2004) hatine çapkirin, ji hejmara hemû berhemên ku berî wan hatine çapkirin, zêdetir e. Ji weşangerên ku hema çi tê ber destên wan çap dikin bigire heta bi weşangerên ku pereyên çapê ji nivîskaran werdigirin û bi yên ku berhemên nas û dostên xwe bi tenê çap dikin, ger mirov bala xwe bide weşanxane û saziyên kurd ên ku dîktatoryalên jihevketî tîne bîra mirovî, mirov dê baştir fahm bike bê ji bo çi ew qas ferq di navbera weşanan de heye.

Pirsa sereke ev e:
Ma di van pênc salên dawîn de çi hate guhertin, ku hejmara berhemên çapkirî ew qasî zêde bû?

Mirov dikare ji bo dîtina bersivekê lezgîn (û di heman katê de trajîk ji bo "intelligentsiya"ya kurdî) ji me re tavilê bibêje, ku di van pênc salên dawîn de li Tirkiyeyê di warê polîtîkaya pirsgirêka kurdî de gelek tişt ber bi başiyê ve hatine guhertin û ji lewre hejmara berhemên kurdî zêde bûne. Ev peyv van demên dawîn bi awayekî ecêb di devê kurdan de bûye benîşt. Weke gelek xwendevanên vê nivîsê, nivîskarê vê nivîsê jî dê bi bersivên bi vî rengî bikene (û biêşe jî).1 Ji ber ku ger mirov bala xwe bide navên nivîskarên ku berhemên wan çap bûne, mirov dê dîsa bi hêsanî bibîne ku piraniya van nivîskaran gelek berî sala 1999an dest bi nivîsandinê kiriye. Em hevdu nexapînin, ji ber ku di dema nû de êdî cih ji xapandinê re tuneye… çawa jihevketinên di warê polîtîk de ku kurdan serê sedsala bîstan û di sala 1980î de dîtin ew ber bi lixwepirsîn û jixwepirsîneke nû û ji wira jî ber bi nivîsandinê ve dehf dan, herweha jihevketina jenerasyona tevgera kurdî ya çekdarî jî heman rêyê li ber me datîne. 2

Divê mirov ji bîr neke, ku em di demeke weha de dijîn, ku ew qas pirtûkên kurdî li pey hev çap dibin, lê dîsa jî balkêş e ku hejmara firotina berheman qet zêde nabe. Di rewşeke weha de, ma ne divê mirov hin pirsên baş ji xwe bike?

Em tim ji xwe dipirsin bê ji bo çi berhemên kurdî nayên xwendin, lê gelekan ji nav me qet ji xwe nepirsiye bê ji bo çi kurd divê bi kurdî bixwînin. Heke em sedemên vê pirsê yên sosyo-polîtîk û hişmendiya neteweyî û pozîsyona xwendevên ya ku bi reaksiyona wî ya çêkirî ve têkildar e, ku teoriya sîmulasyonê 3 tîne bîra mirovî, deynin hêlêkê, tu dev ji xwendina wan berhemên kurdî berde, em ê tew li wan berheman neniherin jî. Bi xêra vê nivîsa ku em ê tê de behsa berhemekê bikin, ka em çend pirsên nû jî ji xwe bikin:

1- Nivîskar an jî weşanger ji bo çi vî karî dikin?
2- Me nivîskaran, me heta niha (ji bilî nivîsandina berheman) çi kiriye ji bo ku berhemên kurdî bêne xwendin? Gelo qîmetê berhemên me di qada edebiyata cîhanî de çi ye? An jî berhemên me çi qasî edebî û biserketî ne? An jî, bi awayekî eşkeretir, berhemên me çi qasî hêjayî xwendinê ne? Ma gelo hayê me ji me heye bê em çi û bi çi awayî dinivîsînin?
3- Mirov çi qasî dikare ji weşanxaneyên me re bibêje " weşanxane "? Ma berpirsiyariya weşanxaneyan bi çapkirin û belavkirina berheman ve bi sînor dibe? Gelo di têgeh, helwêst û quretiya (an jî bêvilbilindî) weşangerên me de tu pirsgirêk tune bin?
4- Ji bo çi ji dêleva berhemeke zimanekî din, xwendevan bila berhemên kurdî bixwînin?4
5- Gelo di têkîliya weşanger, nivîskar û xwendevanan de û di pêvajoya afirandina berhemeke kurdî de sîmulasyonek an jî di têkîliyên wan de hîpokrîziyek tunebe ? Gelo mirov çi qasî dikare di çarçoveya " processus de simulation "a Jean Baudrillardî re li pêvajoya afirandin û firotina berhemên kurdî binihere?
Ji ber ku heta niha kesekî wêrek derneketiye û (digel ku herkes pê dizane jî) bi awayekî eşkere behsa hin rastiyan nekiriye, em ê mixabin heta demeke din jî nikaribin bersivên van pirsan ji bo civata kurdî werbigirin. Ji ber ku heta niha " xwendin û nivîsandina kurdî pîroz e " hebû. Digel ku em vê pîrozbûyinê datînin ser ser û ser çavên xwe, divê em bizanin ku ji ber ku ji demekê û bi şûn de xewn û slogan nema têra mirovî dikin, pîrozbûyina vala jî mehkûmî jibîrbûyin û wendabûyinê ye. Dîroka Xwedayên jibîrkirî divê guwahya (şahid) vê teoriya hêsan bike.
Beyî ku em pirsan ji xwe bikin, mirov dikare demekê vê pîroziya peyvê bipejirîne, lê divê mirov bibîne jî!
Ev bîst û pênc sal in ku edebiyata kurdî du gavan jî bi pêş ve neketiye! Ev bîst û pênc sal in ku hejmara firotina berhemên kurdî bi ser du-sê hezaran neketiye!
Kesên ku weke afirînêrên edebiyata kurdî li kokteyl û resepsiyonên biyaniyan digerin, du qûç jî li qûçên berê zêde nekirine!5

Divê mirov li xwe mikur were û ji xurtbûna rastiyê netirse û hertiştî bi qedexebûna zimên (an jî zordestiya li ser zimên) ve girê nede. Em ji pirsan ditirsin, lê belê bersivên van pirsan dikarin rêyê li ber nivîskariya me jî û edebiyata me jî vekin û bikin ku xwendevanên kurd berê xwe ji bo sedemên xurttir bidin berhemên kurd. Lê di serî de, divê nivîskar û weşangerên kurd kumên xwe deynin ber xwe û bifikirin û weke camêran bersivên van pirsan bidin. Gelek weşanger û nivîskarên kurd dê ji ber vê hevokê aciz bibin (ji xwe ew ji zû ve ji ber nivîsên me aciz bûne û bila tahdeyê li xwe nekin, hayê me ji wan û reaksiyonên wan heye)6 , lê bila kesek dilê xwe ji rastiyê negiire, ji nav berhemên ku bi kurdî hatine çapkirin, hejmara berhemên ku bi rastî jî asteke edebî derbas dikin û hêjayî xwendinê ne, mixabin gelekî kêm e ku mirov fedî dike bibêje…
Bi we jî êdî dem nehatiye ku em paqijiyeke radîkal di nava xwe de bikin?

II- Buhêrk

Di beşê vê nivîsê yê mayî de, em ê behsa berhemeke ji wan berheman bikin, ên ku vê dawiyê çap bûne, û em ê bi awayekî eşkere diyar bikin bê me ji bo çi di serê nivîsê de bi giştî behsa rewşa nivîskarî û weşangeriya kurdî kir. Lê ji bo rêlibergirtina jihevbelavbûyina nivîsê, em ê wê bi du beşan bidin çapkirin.

Berhema ku em behsa wê dikin, "Mexzena Xwînê"ya Rênas Jiyanî ye, ku ev berhem dibe dîwana wî ya duyem. Ji bo têgihîştina sedema beşê vê nivîsê yê yekem û têkîliya wî ya bi helbesta Rênas Jiyanî re, em ê ji aliyê nivîskariyê ve nêzîkî helbesta wî bibin û em ê di ber re hewil bidin, ku em bi vê pirtûkê pozîsyona nivîskêr a li hember mijarên wî û mijara ku me li jorê behsa wê kir, binirxînin.

Berdewam dibe..

------------------------------------------------------------------------
1Divê mirov ji bîr neke ku hê sala çûyî nivîskarên kurd ji ber xebatên xwe yên li ser zimên dihatin sirgûnkirin û hin ji wan hê jî li sirgûnê dijîn.
2Armanca niviskarê vê nivisê ne ew e, ku dersa dîroka polîtîkaya kurdî bide, lê hayê wî jê heye bê pêşketin û têkçûyinên polîtîkayê dikarin çi bandora li tevgerên kulturî û edebî jî bikin. Ji ber ku têgihiştina nivîsandina kurdî ne diyar e, carinan pêdivî ye ku mirov hin bûyeran bi bîr bîne. Ji ber wê, ji bo bibîranînê, em mecbûr in bibêjin: piştî gavên rewşenbîriya kurdan a li Stenbolê û di pey re jihevketina serê sedsala bîstan û têkçûyina serhildanên ku di herêman de asê man û nemaze jî jihevketina Xoybûnê, rewşenbîrên kurd ber bi " Hawar " û " Ronahî "yê ve ajotibû. Tevgerên kurdî yên berî salên heyştêyî jî piştî têkçûyina ku bi cûntaya 1980î ya leşkerî re hat, berê xwe dabû Ewropayê û li wira, nemaze jî li Swêdê, xwe bi edebiyat û nivîsandinê bilandibû. Piştî jihevketinên mikurnehatî yên dawiya salên nodî, êdî mirov dikeve wê baweriyê ku heçî kesê ku di polîtîkayê de têk diçe, dest diavêje zimên û edebiyatê…
3Ev peyv ji ber berhemên Jean Bodruillard (Simulacre et simulation, La société de consommation) hatiye wergirtin.
4Em ê li vê derê çîroka " ziman û hebûna neteweyekî " ku herkes pê dizane ji hevdu re nebêjin. Ji bo rêlibergirtina hin têgihiştinên ji derveyî mijarê, divê em bibêjin ku em li vira behsa etîk, estetîk û edebiyatê dikin. Mecbûriyeta vê daxuyaniyê ji xwe nîşan dike bê asta nîqaşên me yên edebî çi ye.
5Bi tenê wek agahî hêjayî gotinê ye, ku di nava sînorên Tirkiyeyê de 20-25 milyon kurd hene û piraniya berhemên kurdî jî Tirkiyeyê çap dibin. Ev bi xwe paradoksek e. Ji xwe ew derfet tuneye ku mirov hejmara kurdan a rastîn bi dest bixe.
6Ji name û reaksiyonên devkî, yên ku di derheqê nivîsên me de heta niha gihiştine me, me fahm kir ku bêhtir nivîskar û weşanger ji ber nivîsên me aciz in, lê belê xwendevan gelekî kêfxweş in. Ev agahî jî paradokseke me ya din derdixe holê: hayê nivîskar û weşangeran ji karê wan tuneye û ew nizanin bê xwendevan di derheqê wan de çi difikirin. Ango, nivîskar û weşanger li bin ezmanekî din û xwendevan li bin ezmanekî din dijîn…


Vegere rûpela destpêkê


ÊVAR BAŞ - ji projeyên Malpera Amûdê
 copyright © amude.com [ info@amude.com ]