|
16.01.2003 - 01:18
KESÊ XWE NAS NEKE, NIKANE XELKÊ JÎ NAS BIKE
Nameyek vekirî bo Suzan Samancî
Zinarê Xamo* - Stockholm
zinar@telia.com
Sûzan xanim, çendakî berê(18/12-02) di rojnameya Ozgur Polîtîka da min nivîseke(roman kahramanlari çevremi sarinca) te xwend. Te di nivîsa xwe da bi hawakî "edîbane" gotiye, gava tu bîna roja zivistanê digrî, tu paca xwe vedikî û tu wek "vantrilogekê"(ez baş nizanim "vantrilog" tê çi manê. Lê li gor te gotiye meriv ji pesn, bi hinikên din re dipeyive. Rast e ne rast e ez nizanim, xêr guneh li hustiyê te. Z.X) bi qehremanên romanan ra dipeyivî. Di rojeke zivistanê ya wiha germ da ku tu dîsa bûbûyî "vantrilog" û tu dîsa bi edîbên dinyayê ra dipeyivî, cîrana te di paca xwe ra deng li te dike û ji te ra dibêje: Tu ji serê sibehê ta êvarê wer li ber masê rûniştiyî û dixwînî, ma tu ji vê yekê aciz nabî? Bi rastî jî heyf e! Milet ji xwe ra digere û kêf dike, heyfa nûra çavên te ye!"
Gava cîrana te ya "nezan" ku bi qedir û qîmeta xwendinê nizane ji te ra wiha dibêje, ew qerekter û qehremanên di hafiza te da bi cî bûne ji nişka ve tên zimên, berê Mr. Bloom û dûra jî gelekên din bi te ra dipeyin û ji te ra dibêjin "tu çima dengê xwe nakî, bersîva wê bide!"
Û dûra tu dest pê dikî, navê gelek nivîskar û qehremanên roman û mîtoljiya hin miletên din bi rengekê bêmane û bêsebeb li dû hev rêz dikî. Bi vî hawî tu dixwazî nîşan bidî ku tu meriveke çiqas ronakbîr "entelektuel" e.
Nivîsa te bi tevayî 3290 tîp, 498 gotin û 49 rêz in. Di van 49 rêzan da te qala navê 23 qehremanên mîtolojîk, roman û nivîskarên biyanî kiriye û xwedêgiravê tu bi hemûyan ra yek bi yek peyivîye. Bi qalkirina van nimûne û navan jî te xwestiye nîşanî xwendevanên wek min bidî ku tu meriveke çiqas "zana", çiqas "entelektuel" û çiqas têgihiştî yî.
Helbet ev fikreke çewt e, qurretî û pozbilindiyeke pir bêmane ye. Di esasê xwe da ev pozbilindiya te nîşan dide ku tu meriveke gelkî nezan û cahil î û te ji xwendina xwe qet tiştek jî fêm nekiriye. Çimkî bi rastî jî heger tu meriveke zana bûya û ew nav û berhemên ku te navên wan li pey hev rêz kirine te tiştek ji wan fêm kiriba, te yê berî her tiştî qala yê xwe bikira, yanî te yê qala qehreman, nivîskar, helbestvan û mîtolojiya xwe bikira, ne yê Grekiyan û miletên din. Lê te bi yek gotinê jî qala dîrok, edebiyat û mîtolojiya xwe, qala şair û nivîskarekî kurd nekiriye. Çimkî tu nizanî. Eger te zanîbûya berî yên xelkê, divê te qala yên xwe bikira. Lê diyar e haya te ji vê nezaniya te tunye. Tu wisa bawer dikî ku bi ezberkirina çend navên ewropî, tu meriveke gelkî zana, bi kultur û têgihûştî yî. Lê ev fikreke ne rast e û ji binde çewt e.
Ronakbîrên tirk heyranên Ewropiyan in û li hember wan xwe gelkî biçûk dibînin. Ev kompleksa wan ya xwebiçûkdîtinê di me Kurdan jî de geriya ye. Em ne bi alim, fîlozof, edîb û mîtolojiya xwe, lê ji wê bêtir bi ya Ewropiyan xwe qurre dikin. Em ji dîrok, edebiyat û mîtolojiya xwe bêtir ya Grekiyan dizanin. Lê Ewropî ne wiha ne, berî ku ew kultur, dîrok, ol, mîtolojî û edebiyata xelkê nas bikin, ew yên xwe nas dikin û yên xwe fêr dibin. Ev yek do jî wiha bû. Dema meriv bala xwe dide berhemên fîlozof û klasîkên Ewropiyan, meriv di wir da jî bi hêsanî dibîne ku camêran berî her tiştî qedir dane "yên xwe" û "yên xwe" bilind kirine. Yanî mêrikan dîroka xwe, kultura xwe, çîrokên xwe, muzîk, mîtolojî û felsefa xwe fêr bûne, parastine û fêrî zarokên xwe kirine. Ez dikanim bibêjim ji sedî yekê wan jî felsefe, edebiyat, dîrok û mîtolojiya me fêr nebûne û nedane fêrkirin. Û qet pênc qiruşên xwe jî tê de nadin.
Li her welatekî ewrûpa tenê çend kesên rojhilatnas (oryantalîst) û Îslamnas hene (mesela li welatên Îskandînavya ev yek wiha ye), bêyî wan hemû zana, hunermend û rewşenbîrên wan jî di nav de, kes alim, dîroknas, edîb, muzîkvan, resam, hunermend û fîlozofên miletên misilman, mîtolojî û klasîkên civatên Rojhilat nas nake û naxwaze nas jî bike. Ji bo Ewropiyan di warê çand, huner, edebiyat û muzîkê da hema hema civatên Asya û Afrîka tune ne. Çawa ku ji alî ekonomîk û sosyal ve civatên rojhilat û misilman paşverû û paşdamayî dibînin, ji alî kulturî û edebiyatê ve jî bi vî çavî li van civatan dinêrin û biçûk dibînin. Yanî Ewropî ne tenê demokrasiya xwe, her wisa kultur, norm, pîvan û edebiyata xwe jî ji ya me Kurdan, Tirkan, Ereban, Farisan û miletên din ên Rojhilat hêjatir û pêşdetir dibînin. Yanî ne tenê di warê pêşketina borî da, di warê pêşketina manewî û kulturî da jî Ewropî xwe di ser me ra dibînin û civata xwe jî bi vî hawî perwerde dikin. Mesele li Swêd salê bi hezaran pirtûk tên wergerandin, ji van pirtûkan sedî nodûnehên wan ji ingilîzî, fransî, elmanî, îtalî û ispanyolî tên wergerandin. Pirtûkên ji hemû zimanên din yên dinyayê tên wergerandin ez bawer dikim bi qasî ji sedî yekê zimanên Ewropiyan jî tunye. Yanî berhemên walatên paşdemayî û nîvpêşketî û bi taybetî jî yên welatên misilman ji bo Ewropiyan qet ne girîng û balkêş e.
Swêdî ne miletekî oldar e, lê her Swêdî ji melayekî me bêtir ola(dînê)xwe dizane. Ev pêvajoya zanînê ji du saliya zarokan (ji mala zarokan) dest pê dike, ta bi zanîngeha bilind dom dike. Her Swêdî dizane Hz. Îsa kînga, li ku û di axurekî çawan da hatiye dinê, dema hatiye dinê kîjan heywan, kî û çend kes li wir bûne. Her wisa her Swêdî dizane ku Hz. Îsa kînga û çawa miriye. Ji bo ku ev dîmenên (sahneyên) han di mejiyên însanan da cih bigrin, her tişt tê kirin. Ji bo ku zarok di warên manewî û kulturî da xurt bibin û dîroka xwe nas bikin bi sedan stranên zarokan hatine çêkirin, pirtûk hatine û tên nivîsîn, bi sedan fîlm hatine û tên çêkirin. Bi kurtasî ji bo ku însanên wan dîrok, ol (dîn) û kultura xwe nas bikin kesên deshilatdar, edîb û hunermend çi ji destên wan tê dikin. Loma jî mêrikan di her warî da xwe baş nas dikin. Ev yek jî rehetî û xurtiyekê dide wan. Lê yê me berovaciyê vê ye, em xwe nas nakin. Û ya hîn jî xirab, ev cahilî û nezaniya me jî tu carî bala me nakşîne û mer nerehet nake.

Suzan Samancî (wêne: mebb.de)
|
Tu jineke kurd î, li Diyarbekrê dijî û xwe wek nivîskareke kurd dibînî. Baş e, ne divê tu jî wek nivîskar û rewşenbîreke ewropî berî zanîna edebiyat û mîtolojiya xelkê, edebiyat û mîtolojiya xwe bizanibî û wan meraq bikî. Ji ber ku ev wacibê te yê esasî ye. Divê tu bizanibî, ta ku tu Elî Herîrî, Mele Ehmedê Batê, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Qedrîcan, Hacî Qadirê Koyî, Nalî, Şêx Riza Telebanî, Pîremêrd, Goran, Dildar, Şêrko Bêkes, Ebdûlah Pêşew, Mizûrî û yên mayî nizanibî, nas nekî, nexwînî tu nikanî Tolstoy û Fûentesê xelkê nas bikî. Eger te Tolstoy, Fûentes û Homeros nas bikira, te yê bizanîbûya ku wan jî berê ji xwe dest pê kirine, wan jî berê qedir û qîmet dane kultur, ziman û edebiyata xwe û ew mezin kirine. Û dûra roj hatiye mezinayiya wan di welatê wan hilnehatiye, sînor derbas kirine û bûne mal û kultura mirovahiyê ya mişterek.
Herwiha ta ku tu Memê Alan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Siyamed û Xecê, Zembîlfiroş û gelek destan û çîrokên wek wan nizanibî, tu nikanî ji Îlyada û Odysseîa Homeros tiştekî fêm bikî. Eger te fêm kiribûya, te yê bidîta ku Homeros jî ji civata xwe dest pê kiriye. Eger te fêm kiribûya te yê bidîta ku destana Memê Alan û ya Ristemê Zal û gelek destanên wek wan ji Îlyada û Odyssseia pir ne kêmtir in. Çîroka Memê Alan, Siyamedê Silîvî û ya Ristemê Zal jî bi qasî çîroka Hektor û Akhîles mezin û muhteşem in. Çima tu yê xwe nabînî û ji yê xwe hez nakî? Çima tu bi yê xwe ra napeyivî? Çima gîha hewşê bi te tal e?
Divê tu baş bizanibî ku qesr û qonaxên xelkê, mal û milkên xelkê tu carî nabin yên meriv û meriv nikane bi xwûkî û mezinayiya wan serbilind be û pesnê xwe pê bide. Kesên ew ava kirine dikanin bi wan serbilind bin, lê ne ez û tu. Zarokên Homeros bi berhemên pêşiyên xwe çiqasî serbilind û mexrûr bin jî mafê wan heye. Yanî çawa ku her kes berpirsiyarê "gunehê" xwe ye, her wisa her kes mîratxurê mîrata xw ye jî. Bavê kê jê ra qesr û qonax hîştibe, zarok û neviyên wan dê tê da rûnin û bi hebûna wan pesnê pêşiyên xwe bidin.
Ev yek ne tenê ji bo mîrata madî, ji bo edebiyat û çanda miletekî jî wiha ye. Yanî bi gotineke din, meriv çawa ku nikane bi perê xelkê comerdî û bonkêriyê bike, meriv nikane bi eserên xelkê jî serbilind be, îftîxar bike û ji hebûna wan payakê ji xwe ra derxe. Milet jî wek ferdan bi mîrat, kultur û berhemên xwe yên ku ji mirovahiyê ra hîştine serbilind in, ne bi yên xelkê. Ya girîng ew e ku gelo di tevna dinyayê ya rengîn da nexşekî me jî heye ya na? Dema hebe divê em vî rengê xwe destnîşan bikin û bi dinyayê jî bidin nîşandan ku ev reng yê me Kuradan e. Û ev kar jî dikeve ser milê hunermend, edîb, alim û rewşenbîrên miletekî.
Ji bo ku tu bikanibî ji wan navên mîtolojîk û çîrokên wan tiştekî fêm bikî û bibî nivîskareke kurd a ciddî û bi rastî jî nivîskar, divê tu zimanê xwe, dîroka xwe, edebiyat, kultur û mîtolojiya xwe bizanibî, dûra xwe li yên xelkê rakişîne û bi "zanîna" xwe quretiyê bikî. Dema meriv ji xwe bêtir xelkê nas bike û pesnê wan bide, meriv dibe pêkenîn, kes pênc qirrşên xwe jî di gotinên meriv de nade. Ez bawer nakim bêyî nivîskar û rewşenbîrên Kurdan, nivîskar û rewşenbîrên miletekî din ji dîrok û çanda xwe ya maddî û manewî hewqasî bêpar bin.
Dema meriv xwe, dîrok, edebiyat û mîtolojîya xwe yanî di her warî da civata xwe baş nas kir û dûra jî berhemek xuliqand, a wê demê meriv dibe "tiştek" û xelk jî qîmetê dide meriv û berhema meriv.
Bi pesindana Homerosê xelkê tu nagihîjî tu derê. Tu klasîkên Ewropiyan û edebiyata wan a îro çiqasî bizanibî jî tu bi qasî wan nizanî. Ji ber ku ew xwe baş nas dikin û hewcedariya wan bi alîkariya me tuneye. Helbet ez nabêjim em bêyî xwe, divê qet kultur û edebiyata miletekî din nas nekin. Na, ez wiha nabêjim û dîtinek wiha ne rast e jî. Tenê ez dibêjim divê berê xwe û dûra jî xelkê nas bikin. Heta ku em xwe baş nas nekin, em nikanin xelkê û edebiyata wan jî baş û rast fêm bikin.
Ya din, tu ne tenê dîrok, edebiyat û mîtolojiya xwe nizanî, wek jin û nivîskareke misilman, haya te ji edebiyata Ereb û Farisan jî tuneye. Li gel ku ev herdu milet jî ji alî coxrafîk, dîrokî û kulturî ve ji Grekî û Ewropiyên din bêtir nêzikî me ne. Lê diyar e ev yek qet bala te nakşîne. Dibe ku tu jî wek edîb û rewşenbîrên Tirkan, van miletan û berhemên wan nehêja dibînî. Ji ber ku piraniyek mezin ya hunermend, edîb û rewşenbîrên Tirkiyê ji Balkana ne, loma jî xwe Ewropî dihesibînin û kesên ne Ewropî jî biçûk dibînin. Mesela li gel ku Tirk miletekî misilman e jî, lê edîb û zanayên wan dîrok, mîtolojî û edebiyata Ewropiyan ji ya Ereb û Farisan gelkî baştir dizanin. Ev şêla nivîskar û rewşenbîrên Tirkan di me Kurdan jî geriyaye û bûye pîvanek me jî. Heger ne wisa bûya divê te bi 23 navên ewropî ra qala çend navên edîbên Ereb û Farisan jî bikira û bira yek dudu ji wan jî bi te ra bipeyiviya. Hela ka wan çi digot?
Bi hêviya ku careke din dema tu bûyî "vantrilog" tu bi çend leheng û nivîskarên kurd ra jî bipeyivî.
Û gotina dawî: Nivîsa te bi tirkî ye, lê ez bi kurdî bersîvê didim te. Ez hêvî dikim ku tu yê bizanî bi kurdî bixwînî. Eger tu nizanibî, kêmasî û ta şermek mezin e. Tu çawa mîtolojî û edebiyata Ewropiyan fêr bûyî, divê tu zimanê xwe jî fêr bibî. Ji ber ku edebiyata miletekî bi zimanê wî dibe. Loma jî kesê ku nikanibe bi kurdî bixwîne û binivîse, nikane bibe nivîskarekî ya jî nivîskareke kurd. Û jibîr neke, ew nivîskarên ku te qala wan kiriye, tu bûyî "vantrilog" û tu bi wan ra peyivîye hemuyan jî bi zimanên xwe nivîsîne û bi zimanên xwe mezin bûne.
---------------------------------------------------
* Nivîskarek ji Bakurê Kurdistanê ye
|
|