www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

03.02.2003 - 19:39

MIRINA RADEYAN

Zara Delîbro


_1_

xewn li pey xewnê...
û ..... çavên te
mîna du çirayên vemirî
ji birca ronahiyê
têne xwarê
Erê..!
îroj radeya sibê ye
lê..
tu çi zanî
bê sibe
bi çI şevê
dê xwe bispêre dîwarê Xewê

_2_

çixare li dû çixarê...
û.... sînga te
ew kalê çarde salî
di her katijimêrekê de
çarde pêçekan
ji tûtina tengijandinê
Di dergûşa keseran de
Dilorîne
Erê....!
Doh dîlbera îro ye

tu çi zanî
bê îro
bi çi dilî
dê xwe bavêje himbêza revê

_3_

gav ..
li dû gavê..
û... herdû lingên te
Di gel van gopalan
Ji lezê re ne amade ne
Erê...!
Lez biryara revê ye
lê.... tu çi zanî
bê rev
bi çi rûyî
dê ji mirina radeyan bireve
bêyî
ku çend razeyan
bi rêka xwe ve
şiyar neke ...


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com