|
01.01.2002 - 00:00
AMERÎKA
Walt Whitman*
Wergerandina Êvar Başê
Ey helbestvanên paşrojê!
Ey helbestvanên paşrojê!
Ey bilindgo û stiranbêjên paşrojê!
Roja ku bahaneyê dide min ne ev e,
Roja ku bersiva daxwaza min dide ne ev e.
Lê hûn mijara nû ne, welatperwer, werzişvan û ji boyî nasîna pêşrojê
Xwendevanên herî payebilind in.
De rabin ser xwe
Divê hûn bahaneya min bidine min.
Min ji bilî peyveke hilbijarte nenivîsandiye
Ango du peyvên bijarte bo paşerojê.
Bi lez, di kêlîkekê de, ber bi tariyê ve, dihatim
Ez ew mirov im, yê ku bê rawestan, bi pêş ve diçe
awirekê dide we.
Rûyê xwe ji we ve diguhêre
Da hûn wî ronî bikin, destnîşan bikin
Hêviya hemî tiştan ji we dike.
---------------------------------------------------
WHITMAN, Walt - helbestvan:
Di 31.05.1819an de li bajarê Westhills, Long Island, li Emêrîkayê
ji dayik bû, û di 26.03. 1892an de li Camden, New Jersey,
çû ser dilovaniya Xwedê.
|
|