www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

23.01.2002 - 12:25

DIVÊ NIVÎSKARÊN KURD BI QUTÛTÎ TEV BIGERIN*

Hevpeyvîn ligel Yaqob Tilermenî**
Dîlawer Zeraq - dzeraq@amude.com


D. Zeraq: Serê pêşîn, ez dixwazim bi kurtasî li çîroka te guhdarî bikim?

Y. Tilermenî: Çîroka min ji çîroka mirovên rojhilatî ne cudatir e; ez jî mîna kesekî kurd di navbera êşeke bîstsale de jiyame. Her kîtekîtek ji jiyana min xwe di quncikeke çîrokeke Êşbaziyê de veşartiye. Li ser erdnîgariya dewlemend ku bi çandên cihêreng xemiliye, xwedîderketina li zimanê kurdî destpêka êş û azaran e. Min di serê pêşîn de hemû astengî û bendên li pêşiya xwe qebûl kirin û min hest û henasên mirovên perçivî -mirovên ji dergeh derketî- ji xwe re kirin çavkanî. Ji bo ku pirtûka Êşbazî weke berhemeke çapkirî diyarî xwîneran bikim, bi qasî sê salan, min li sê deriyên cuda xistin... Ji xwe roja ku Êşbazî ji dayik bû -çap bû- min di bin çavan de rista lehengekî çîrokî pêk dianî. Ez di pêşbaziya êşan de distewiyam. Êşbaziyê, bêbav weke bêjiyekî dengê xwe li xwezayê belav dikir.

D. Zeraq: Sedem û çavkaniya nivîsandin û nivîskariya te çi ye (ne)?

Y. Tilermenî: Pirsên ku li ser 'sedema nivîsandinê' têne kirin, bi xwe re dahfekê li pêşiya nivîskêr vedidin. Ji ber ku bersivên 'sedemê' gelek in, bersivdayîn jî li gora derûniya nivîskêr guherbar e. Ez ê bersivê ji hêlekê ve bidim.
Wê çaxa ku mirov ji jiyana rojane ne kêfxweş be, ji sohbet û tevgerên mirovan aciz be, ji neheqî û zilma serdestan -rayedaran- bi şikayet be, ji kelem û sînorkirina olî, malbatî û civakî tengijî be, bengînê evîn û hezkirinê be, xwazgînê cihêrengiya bêhn û reng û dengan be, helbet çavên xwe li çalakîbûnekê digerîne. Helbet dixwaze çend gotinan li ser van hêmanan xerc bike. Helbet di navbera 'gêjgerînekê' de xwediyê 'lêgerînekê' ye. Tew ku mirovên derdorê di 'lîstika sê meymûnan' de bin: Kerr im, lal im, kor im... mirov ji qidûm de ketibin û taqeta guhdariya wan ji bona gotinên te nemabin, wê çaxê tu yê rahêjî pênûsê -kesên nivîskar- û tu yê dengên giyan û kakilê xwe li peyvan bar bikî. Di vê tevgerînê de, nivîskar ne hewce ye rê û rêçikan nîşanî xwîneran bide.
Heman bersivê dikarim ji bona çavkaniya nivîsandinê jî bidim. Û kesên ku hay ji dek û dolabên pergalê hebin, çavkaniya xwe ji cîhanê distînin. Mînak; îroj pergala kapîtalîst pişta xwe daye hilberîneke bêdawî. Weke ku Feylosof Jean Baudrîllard bi Teoriya Sîmulasyonê diyar kiriye, pergala li cîhanê mîna berê ne xwedî du serî ye, yanî li hêlekê serdest û li hêla dinê bindestên li dijî wan tuneye. Pergalê bi her hawî naveroka hêmanan vala kiriye. Serdestan bi bombardimaneke domdar, bindest hînî bûyeran kirine; bi navgînên ragihandinê çekên destê wan ji wan stendine û ew kirine zindiyên bêbertek. Îcar kesên wêjekar û hunermend dikarin bi berhemên xwe sekneke îronîk û xeyalî biafirînin. Ev jî sedem û çavkaniya kesên wêjekar û hunermend in.

D. Zeraq: Kîjan bêhtir zorê dide te, qonaxa honakkirinê, kêliya ku tu pênûsê hildidî dest û li ser maseyê rûdinê yan jî dema nivîsandin û darijtina peyv û hevokan?

Y. Tilermenî: Ji xwe nivîsandin bi serê xwe dijwar e. Lê tiştên ku min bêtir diponijîne qonaxa berî nivîsandinê ye. Ji ber ku ez êdî nema dikarim bi çavên tazî çavdêriyan bikim; tim berçavkeke nepen û afirîner li ber çavên min e. Her dîmena ku dibînim, ji bo pênûsgirtinê dibe sedemek: Deng û newayên ku ji dilê xwezayê derdikevin, serê sedê ye; reng û rewşa mirovên jihevdeketî, darê zextdayînê ye. Ez van xalan gişan dicivînim ser hev û bi rojan li honakekê digerim. Çîrokeke ku ez niha lê dixebitim, ji du salan û vir ve ye ez tê de difikirim. Min honaka wê zeft kiriye û ez niha bi peyvên neqane û bi şêwazeke cuda dinivîsînim. Heta ku li gora dilê min çêbibe, ez ê li ser bixebitim.

D. Zeraq: Realîstiya pexşanî; wekî taybetiya hevpar a çîrokên Êşbaziyê balê dikişîne... Di van çîrokan de kop û lûtkeyeke ku honak û bûyer (ligel xwînêr) lê rapelikin û hilkişîne tuneye. Coşî, heyecan, şayes û miraqeke xurt nakeve dilê xwîneran. Tu bi bikaranîna şêwe û teknîka vegotina bi vî rengî dixwazî çi tevlî çîrokê bikî, yan jî çi ji çîrokê bi dest bixî?

Y. Tilermenî: Li gora fikra min, her kesê ku xwe weke nivîskarekî kurd dihesibîne û ji bo nivîsandinê di hewldanekê de ye, divê bi qutûtî (tasarrûfî) tev bigere. Yanî, di navlêkirina çîrokê de, di diyarkirina leheng û cihan de, di warê şêwaz û teknîkê de, di bikaranîna peyvan û sazkirina hevokan de, divê neqane û parzûnkar be. Her çîrokek ji bo pêşveçûna wêjeyê, divê gaveke nû be. Her pirtûkeke çîrokan ji bo xwîner û nivîskarên dahatûyê, divê coşekê bi xwe re bîne. Ji ber ku çîroka cîhanê ji sedan salan û vir ve di gelek qonaxan re derbas bûye û niha gihîştiye radeyekê, divê nivîskarên kurd jî bala xwe bidin van pêşveçûnan. Kesên ku di çîrokê de weke bingeh têne pejirandin, ji mîrata mirovahiyê sûd wergirtine, li ser ponijîne û ji bo ku pêlikeke din lê zêde bikin, li ber xwe dane û li dûv xwe mîrateke baş hiştine. Çawa ku her çîroknûsekî nû li vê mîratê xwedî derketiye û ji bo çîroknûsên nûtir mîrateke din hiştiye, divê çîroknûsên kurd jî di afirandina çîrokan de sersariyan nekin û ji bo salên pêşiyê pênûsa xwe bixebitînin.
Ez dikarim di serî de bêjim ku ez ne bi nerîna te re me. Ji ber sedemên jorîn çîrokên Êşbaziyê, ji coşî û miraqê ne dûr in. Min bi navê pirtûkê xwîner kişandine nava seqayeke miraqdarî. Her beşa ku sê çîrokan tê de cih girtine, bi navên xwe bi destên xwîneran digire û wan dikişîne ser selebê. Dibe ku hin çîrok ji ber mijarên xwe bi awayekî surprîzî naqedin, çîrokên bi vî awayî bi hêlên din, bi hêma û metaforên neqişandî kelecana xwîner zindî dihêlin. Çîroknûsê ûris Çehov jî peyvên xwe rasterast nedigot; xwîner di fetlonekan re dibuhurand û bi kêm peyvan gelek hêman di serê wan de dihiştin: Piştî ku çîrok diqediya, xwîner li xwe hayil dibû.
Min di Êşbaziyê de şêwazên ji hev cuda bi kar anîne. Sedema vê pirhêliyê, ez bi xwedîderketina mîratê -çîroka cîhanê- ve girê didim. Hem dixwazim ji zargotina dewlemend fêdeyekê bistînim, hem jî dixwazim van şêwazên cuda ji bo çîroknûsên dahatûyê bikim mînak. Ji xwe zimanê kurdî ji vê peywirê re amade ye. Heger ku haya mirov ji vê gencîneyê hebe, ne hewce ye mirov zorê bide zimên.

D. Zeraq Bi giştî çîrokên di Êşbaziyê de, 'Dema boriya çîrokî' wekî dema bingehîn hatiye bikaranîn. Gelo taybetiya vê demê ku nivîskar dike 'Hertiştzan' rê li ber derfetên vegotinê û ceribandina teknikên cuda cuda nagire?

Y. Tilermenî: Wekî tê zanîn çîrok, qadeke fireh e ku nivîskar hespê vegotinê tê de dibezîne û di nava mijeke tenik û coşeke hestyar de, reşma hespê vegotinê digihîne destên xwîneran. Çîroknûs berî ku dest bi vê tevgerê bike, ji bo ku bandoreke hunerî li ser xwîneran bihêle, diponije, rastiyên jiyanê -jiyana ji çîrokên biçûk pêkhatî- bi hêza hişmendiyeke resen dikemilîne, dixemilîne û bi awayekî honak arasteyî wan dike. Di vir de hêla çîroknûs a ku 'bi çi çavan li jiyanê dinihêre', derdikeve pêş. Çîroknûs jî wekî kesekî di nava jiyanê de, çaxa ku li temenê xwe yî 'têdeyî' hayîl dibe, li jiyana xwe ya raborî poşman dibe, li deriyê çîrokan dixe û her kîtekît û her kêliyên parçeyên jiyanê dike çîrokeke nû, ji ber ku çîrok derfetên ku mirov dikare li nava deman bigere, dihewîne. Û çîrok, di navbera kes û civakê de, ji bo 'dema berê' û 'dema niha' pirekê ava dike. Bi van sedeman xewn û xeyalên ji zarokiyê mayî, jiyana zarokiyê, çavdêriyên jibermayî bi 'dema boriya çîrokî' hîn xweştir tên derbirîn. Incex ev şêwe vegotin bêtir ji bona hin çîrokên serdemekê dikare were bikaranîn. Ji bo ku xwîner di xwendina çîrokan de netengije, divê çîroknûs bikaribe her şêweyê vegotinê û teknîkên cur bi cur bi kar bîne. Ez jî wekî çîroknûsekî ji bo çîrokên xwe yên nû di vê hewldanê de me.

D. Zeraq: Hin kes dibêjin, çîrok derfettirîn şêweyê helbestê ye, hin kes jî dibêjin qonaxa derbasbûna li qad û rastika romanê ye. Bi ya te têkiliya çîrok û beşên din ên wêjeyê çawa û bi çi rengî ne?

Y. Tilermenî: Ji mêj ve ye li ser peyitandina çîrokê gelek vegotin hene. Jack London dibêje : 'kurteçîrok zindî, balkêş, kurt û xwerû ye.' E.A.Poe dibêje: 'kurteçîrok ew qasî hûrbijêr e ku mirov bêjeyekê bi tenê jê derxe, dê xerab bibe.' Li her derê cîhanê her çîroknûsekî peyitandineke nû bi xwe re aniye. Çîroknûs û nivîskarê tirk Ferît Edgu bi pirtûka xwe ya di navê 'Dengê Do (Do Sesi)'de, çîrokên pir kurt, hûrbîn, ji kîtekîtên zêde parzûnandî, nivîsandine. Ferît Edgu gaveke radîkal avêtiye û di kurteçîroka bi navê 'Bêçare' de pênc bêje bi kar anîne.
Mirov dikare ji çîrokên heyî, gelek çîrokên bi şêwazên cuda hatine nivîsandin, mînak bide. Hin çîrok bi zimanekî helbestî, hin çîrok bi zimanê şanoyê, hin çîrok ji bi zimanê kuçeyê hatine nivîsandin. Çirok in ji mîtolojî û efsaneyan para xwe stendine û zimanê dema mijarê hatine bi kar anîn. Çîrokên ku ji hêla bêje û rûpelan pir dirêj in û nêzîkiyê li romanê dikin, bi serê xwe mijareke nîqaşê ne. Îcar, kurt-dirêj, zimanê helbestî-zimanê kuçeyî, çîroka bûyerî, çîroka rewşî, vegotina ez, vegotina ew, şêwaza nameyê, şêwaza ceribandinê, çîrok bi çi rengî be jî taliya talî çîrok e. Çîrok îro gihîştiye radeyekê ku hema hema her tiştî vedihewîne. Dikarim bibêjim hêleke min ku tim bi ser helbestê de diponije, heye. Ji ber ku nivîsandina helbestan cesareteke mezin dixwaze. Ez newêrim weke helbestvanekî derkevim pêşberî xwîneran. Min ji xwe re rêyek peyda kiriye: Hestiyarî û coşiya xwe bi zimanekî helbestî li çîrokan bar dikim. Bi kurtasî ez dikarim bibêjim meyila min li ser şêweyê helbestê ye. Û weke mînak dikarim hin çîrokên xwe salox bidim.

D. Zeraq: Her serdema ku dibe qonaxa şoreş û veguherînan, rewşenbîrên xwe jî diafirîne. Wexta ku em li çîrokên te dinihêrin ev yek xweş diyar dibe... Gelo têkiliya şoreş û wêjeya kurdî bi çi rengî ye û şoreşê çiqasî bandor li wêjeya kurdî kiriye?

Y. Tilermenî: Kî çi dibêje bila bibêje. Heger ku li ser axa me guherîn û veguherînên şoreşî pêk nehatana, ne gengaz bû ku bi azadiyane behsa wêjeya kurdî bihata kirin. Di çi warî de be, dema ku di civakê de tevlihevî û geremolî hebe, pêşveçûnên jênager jî derdikevin. Mînak, îro di siyaseta Tirkiyeyê de serobinbûnek heye û di vê qerqeşûnê de zagonên ku ji bo çand û hunera kurdî dê bibin bingeh, ketin zagona bingehîn a Komara Tirkiyeyê. Çaxa ku mirov dibêje şoreş, divê ne li îro tenê binere, bala xwe bide hemû serhildan û çalakiyan. Heger wêjeya Kurdî îro dest bi meşekê kiriye û ber bi lûtkeyekê ve dihere, ev pêşveçûn nişa xwe ji berhema Ehmedê Xanî jî stendiye, ji Celadet Bedirxan jî stendiye û ji Rojen Barnas û Hesenê Metê jî stendiye... Û karesata ku bîst salan li ser axa me qewimiye, Ti kes nikare xwe jê bêrî bike. Heger ku min berhemên Apê Mûsa nexwendibana, dibe ku ez jî mîna siyasetmedarekî kurd bi hin karên din re mijûl bibûma. Bi van sedeman her berhemên ku îro têne nivîsandin, ku mijara wan ne li ser şoreşê bin jî, çêj û peya xwe ji şoreşê wergirtine.

D. Zeraq: Bi ya te rê û derfetên pêşketin û geşedana çîroka kurdî çi ye(ne)?

Y. Tilermenî: Çaxa ku min di deryaya çîroka nûjen a kurdî de dilopek tev li ava wê kiribe, ez dikarim xwe bispêrim XWENDINÊ. Ti kes weke nivîskar nayê dinyayê. Nivîskarî bi xebateke hûrbijêr û zîrekî çêdibe. Ev xebat jî bi xwendina berhemên hêja yên nivîskarên hêja çêdibe. Heger ku îro pirtûkxaneyeke dewlemend ji bo xwînerên kurd hebûya, dê rêjeya nivîsakarên kurd jî li gora vê dewlemendiyê zêdetir bibûya. Îcar xwînerên kurd xwedî awantajeke dinê ne. Heta ku wêjeya me bigihêje radeyekê, dikarin di ser zimanê tirkî re perwerdehiya xwe ya nivîskariyê bimeşînin; lê divê haya wan ji kelem û astengiyên vê perwerdehiyê jî hebin.
Ez naxwazim ti rê û rêçikan li ber mirovan xim, lê ez dikarim ji xwe mînakan bidim. Ji ber ku di wêjeyê de bingeha mezin ZIMAN e. Mirovên ku hewldanên wan ji bo nivîsandinê hene, divê serê pêşîn ji çavkaniya zimanê kurdî têr avê vexwin. Ev jî incex di nava civaka ku bi vî zimanî dipeyivin de, pêk were. Dibe ku li metropolan jî kesên bi kurdî dinivîsînin, hebin, lê çiqasî kirasê zimanê kurdî li nivis û berhemên wan in! Hêmana duyemîn ji bo pêşveçûyînê, haydarbûna ji klasîk û zargotina kurdî ye. Û piştî wê, pirtûkên ku di wêjeya cîhanê de bûne bingeh (Ulyses, Komediya Îlahî, Don Kîşot, Decameron, Çîrokên Hezar Û Şevekê,..) ji bo me jî bingeh in. Çaxa ku çîroknûsekî/ê kurd Poe, Gogol, Çehov, Cortazar, Kîplîng, Borges, S.Hîdayet, Maupassant, Hemîngway, Kafka, Wîlde,... nexwendibe, dê nikaribe ji çîroka kurdî re jî nûjeniyekê bîne. Mebesta min ne nivîsandin bi tenê ye; divê çîroknûs -bi giştî nivîskar- ji kaniya kurdî avê vexwin, ji bêhn û rengên kaniyên cîhanê sûd wergirin û çîrokên navnetewî biafirînin. Di vê hewldanê de rêya herî girîng jî xwendina berhemên cihêreng e.

D. Zeraq: Ji bilî nivîsandin û nivîskariyê derd û meseleyên te yên bi jiyanê re hene, çi ne?

Y. Tilermenî: Ji derdan bêtir, kelem û astengiyên li hemberî nivîsandinê min diêşînin. Û ev kelem û astengî dualî ne. Ji hêlekê ve ta îro nepejirandina ziman, çand û hunera kurdî, ne ji bona Kurdan bi tenê, ji bo hemû cîhanê kêmasiyek e. Dibe ku ta´de û xisara mezin civaka kurd dîtibe, lê wêjeya cîhanê jî ji vê dewlemendiyê bêpar maye. Îro wêjeya cîhanê gihîştiye radeyekê û li wir rawestiyaye. Her şêwe û kîtekîtên li ser jiyanê, her xewnên ûtopîk hatine nivîsandin. Îcar nivîskarên cîhanê berê xwe dane Rojhilatê. Gencîneya li ser axa Mezopotamyayê hîna jî xam e. Heger ku nivîskarên kurd bikaribin bi zimanê xwe vê gencîneyê derxin ser rûyê erdê û bikaribin vê çêjê bi zimanên din jî bidin hezkirin, dê di bîst salên pêşiyê de hemû kelem û astengiyên li pêşiya wêjeya kurdî ji holê rabin. Ez vê weke xemeke mezin dixwim û dixwazim ji bo vê pêşketinê bilebikim. Ji hêla dinê, mirovên kurd jî bi giştî ji bo pêşvebirina wêjeya kurdî nakevin qeleqê. Bi tenê weke benîşt di devê xwe de dibin û tînin. Ji çend salên dawiyê û vir ve, hema mirov dikare bibêje ji hefteyekê carekê pirtûkek bi kurdî tê çap kirin. Lê di warê belavbûn û xwendinê de hewldaneke berbiçav nîn e. Û nînbûna polîtîkayên di vî warî de, weke kelem û astengiyên aydî me ne.
Ji layeke din, civaka kurd ku bi çand û hunera xwe, bi deng û rengên xwe nikaribe bi azadiyane jiyaneke resen bidomîne, dê çawa ferdên vê civakê derd û meseleyên takekesitiya xwe eşkere bikin! Helbet gelek xeyal û daxwazên min ji bo jiyaneke xweş hene; hêz û şiyaneke xurt di giyanê min de teşe girtiye; dijberiyên mezin di nava xwîna min de diherikin, lê li hember pirsgirêkên civakê yên çewisandî ev daxwazên min jî careke din diçewisin. Ez jî ji van bendan haydar im û min ji xwe re rêyeke dijwartir hilbijartiye: Ez dinivîsînim...

---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
* Ev hevpeyvîn di hejmara siyem a kovara Kevan de weşiyaye. Ji ber giringiya mijara wê û ji ber ku "Kevan" tenê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav dibe, em wê li vêderê diweşînin.

** Yaqob Tilermenî çîroknivîsek kurd e ji Bakurê Kurdistanê. Di sala 1972an de li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Dawaiya sala 2002an li Stenbolê pirtûka wî ya çîrokan "Êşbazî" ji nav Weşanên Sî derket.


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com