www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

08.01.2002 - 16:05

HILWEŞANDIN

Rezoyê Osê* - Qamişlo

Bêjeya 'cem' di zimanê kurdî de, bi wateya fic, beş (gewriya nav tariyê jî tê), parçe, alî û rex jî tê bikaranîn. Eger em bêjin 'Cemê têrê' mebesta me ji gotinê ficek ji ficên têrê ye, aliyek ji aliyên têrê ye, rexek ji rexên têrê ye, çi vala be çi dagirtî be. Lê, gava em xwe berdin gova rêzimên û bêjin: 'Lêkerên cemkirî' mebesta me jê dibe hebûna hin lêkerên ku bi alîkariya hin parçeyên ne ji lêker desthilatê afrandinên nû ne. Ev afirandin, di dîtinên rêzimanî de, wateyeke nû didin lêker. Ango, bêjeyeke nû tê afirandin, ku bi erk û rola xwe ji lêkerê mak cuda ye. Ev parçeyên ne ji lêker, pêşdank (pêşpirtik), nav û rengdêr in. Dêmek, pêşdank jî yek ji wan parçeyên afirander e, ku bi lêkerên alîkar re, bêjeyin nû bi wateyin nû diafirîne. Pêşdank jî, di zimanê kurdî de, pir in û desthilat in ku jimareke pir mezin ji afirandinên nû, bi wateyin nû berqef bikin.
Lê, berî em vê mijara xwe, ji hêla rêzimanî ve, bibin serî, em ê hin destdirêjî û zêdegaviyan di adrêsa hin nivîser û siyasetmedarên Kurd de bikin. Ew zêdegavî û destdirêjî ew in, ku em nivîser û siyasetmedarên Kurd weku du cemên têrê berçav bikin, yan jî wan weku lêkerên alîkar û parçeyên afirander diyar bikin. Lê, divê em bi hev re agadar bin, ku cemên têrê ne ji der ve binerxînin, ne jî li lêker û parçeyên afirander bi teka wan binerin. Lêbelê, nirxandina me bihingive tijebûn û valabûna wan, bihingive giranbûna tiştên di van fican de. Wilo jî, em ne lêker û parçeyên afirander cuda cuda binerxînin, lê em afirandinên nû bi wayetên wan yên nû ve binerxînin, da karibin qezencan ji vê nirxandinê bikin. Belê, eger rêxistinên siyasî, bi hemî dezgeh û binetarên çapemeniya xwe ve, bi rola du ficên têrê radibin, nivîser (rewşenbîr) jî, bi weşanên xwe ve, bi rola tijebûn û valabûna van fican radibin. Lê, ku rêxistin bi rola lêkeran rabin, pêwîst e nivîser jî bi rola parçeyên afirander rabin. Belê, Kurd dibêjin: 'Ya tîr di binî de ye' û 'Destê kup nabe hosta'.
Berî em vê mijarê jî bibin serî û bi dawî bigihînin, em ê xwe li ber dergehê rêxistin û rewşenbîrên Kurd vehesînin, da bandora wan li ser çap û waşana kurdî binasin.
Bêgoman, siyasetmedarê Kurd, di riya berpirsiyariya rêxistinî re, serkêşiya hemî dezgeh û binetarên çapemeniyê dike û li gorî vê taybetiyê gih rewşenbîr û nivîseran di çerxa xwe de digerîne, gih jî wan ji çerxa desthilatiyên xwe dertîne. Wilo, siyasetmedarê Kurd serkêşê weşana kurdî tê naskirin û berpirsiyarê wê dimîne. Belê, dibe û dimîne serkêşê hemî cûreyên weşanê (weşana siyasî, toreyî, ramanî, dîrokî...) û, di dil xwe de, bi rola xwe radibe, erkên xwe pêk tîne. Lê mixabin, ku ne bi hişmendî bi rola xwe radibe, ne jî bi zîrekî erkên xwe pêk tîne. Wilo, di terazûna berjewendiyan de, dibe giraniyek û berjewendiyên rêxistinî û kesayetî ji yên tevger û kurdayetiyê pêştir dibîne. Belê, bi vê hişmendiya qels û çimisî, bi van asoyên teng û nizim û ji qoziyeke (enîşk) mirî -rêxistinî û kesayetî- li panorama jiyana kurdî dinere. êdî, nîgar û weneyên vê panoramayê, li gorî hiş û dîtinên xwe, şirove dike û dinerxîne. Ne tehna wilo, lê doz dike ku her kes vê panoramayê bi çavên wî, ji qoziya dîtina wî ve û li gorî asoyên wî bibîne. û ji ber ku qoziya dîtina wî mirî ye û fragmenta dîtina wî ji kurha derziyê tengtir e, gelek şaşî û kelevajî di ber wî re derbasî çapmeniya kurdî dibin. Wilo, dikare bi asanî 'Ez û mirovê Niyandertal, bi hev re, di şikeftekê de dijîn!!' derbasî çapemeniyê bike û propagandayêji vê gotinê û nivîserê wê re jî bike.
Nivîserê Kurd jî kar û barê xwe, di bin siha navê rewşenbîr de, dide pêş. Lê, mixabin ku gelek nivîser ji war û pîvanên rewşenbîrî dûr in. Belê, ne tehna ji vî warî, ji van pîvanan dûr in, lê bi bêguhdanî dikarin fantazya, realizmê û nezaniyê di yek bêjingê re derbas bikin û di cirnê bêkêriya berpirsiyarê çapmeniyê de bikutin, bistirihin û bikin ximav, da xama jê dagirin. Hinga ev xame bêwestan dikare 'Gava Barzaniyê nemir biryara vegera xwe ji Rûsyayê da, serkkomarê Rusî Borîs Yilsin em li gemiyê siwar kirin û ji bendera (port) Odêsayê ber bi oxir kirin. Em derya û derya, bi gemiya Rûsî, gihane Gelale!!' binivîse û weku dokumenteke bêhempa, di dîroka kurdayetiyê de, di cemê têra berpirsiyarê çapmeniyê de binijinîne...
De ka em van gotinên di nav neynûkan de li ber çavên xwe bihêlin û li mijara xwe ya pêşî, vegerin li 'Cemên têrê', li 'lêkerên cemkirî' vegerin, da em berê xwe winda nekin û bi hev re, bibin serî. Bo vê yekê gerek e em xwedan û guhdarê van ceman binasin, da em karibin kar û barê wan binerxînin. Belê, xwedan û guhdarê van ceman berpirsiyarê çapmeniyê ye, ku bi desthilatiya xwe ya rêxistinê van ceman ji berhemên nivîseran dadigre. Lê, gelo durist e, ku çi tiştê bikeve ber destan - weku nivîsandinên di nav neynûkan de - , bê pîvan û bê bijartin têxe cemên têra çapmaniya xwe de?! Ez, na ne durist e, dibînim. Ma keraxê ji xwe bi hêvî petîxekî buhurî, kurmî û merixî dixe cemê şebeşê pak de? Na, wilo nake. Ji ber zane, ku wê ew petîx barê wî tevî bêmirês, bi bihn û pixar bike.
De ka em xwe, piştî vê yekê, berdin perava rêzimanî û 'lêkerên cemkirî' bikin nimûne, da em karibin dîtin û daxwazên xwe, di vê gotarê de, bihtir dormador bikin. Bo asanîbûna têgihiştinê, em ê lihevkirina pêşdank, nav û rengdêran bi lêkerê 'kirin' ê re bidin ber çavan:

Kirin          lêkerê alîkar e.
Hil, ra, ve          pêşdank (pêşpirtik)in.
Hîn, kar          nav in.
Dûr, kor, bilind, sor          rengdêr in.

Eger ev pêşdank, nav û rengdêr bi lêkerên alîkar re, bi duristî bêne pêkanîn, desthilat in ku afirandinin nû bi wateyin nû bînin holê. Wilo, lêkerê 'kirin' ê jimareke pir mezin ji afirandinên nû bi wayetin nû saz dike. Wek: Hilkirin, rakirin, vekirin...Hînkirin, sorkirin, karkirin...Dûrkirin, korkirin, bilindkirin...û y.d. Lê ku ev pêşdank, nav û rengdêr ne bi duristî û zanebûn bêne pêkanîn, afirandinên nû dibine pêkenînokeke rêzimanî û mirov di nav şaşiyan de tar û mar dikin. Eger em lêkerê 'firotin' ê li şûna lêkerê 'kirin' ê deynin, pêkenînok berçav dibe. Wek: Hilfirotin, rafirotin, vefirotin...Hînfirotin, sorfirotin, karfirotin...Dûrfirotin, korfirotin, bilindfirotin... y.d!!Ma ne tiştek ji van afirandinên nû qezanc kir? Bêgoman, na. Loma, ew berpirsiyarê ku bi duristî erkên xwe pêk bîne û bi zanebûn rola xwe binase, dibe mifta kontrolkirneke şûngirtî di weşana kurdî de. Dêmek pêdiviya kontrolkirina çapmeniya kurdî xwe li dergehê her berpirsiyarî dide, çi siyasetmedar be, çi jî nivîskar be.
Emê vê pêdiviyê hinekî bidin paş, da li nimûneyên xwe vegerin û, di riya wan re, bandora nivîser û siyasetmederan li çapmeniyê berçav bikin. Belê nivîser bi roleke alîkar (weku lêker), di warê çapmeniyê de, radibe. Lê rêxistin, dezgeh û binetarên çapmeniyê bi rola sereke û serkêş (weku pêşdankan...), di warê afirindanên nû de radibin. Ango, lêker ne desthilat e ku afirandinên nû bê reagent (xwe bi xwe, bê dafdan) bîne meydanê û nikare xwe bi tenha bilivîne. Reagent jî, di vê prosesê de, dibe pêşdank, nav û rengdêr û bi rola sereke, di prosesa afirandinên nû de, radibe. Lê, ew bi xwe, bê lêkerê alîkar, bêhêz û bêkêr dimîne.
Bi kurtî, eger nivîser, di prosesa afirandinên nû de, bi rola lêkerên alîkar rabe, rêxistin, dezgeh û binetarên çapemeniyê bi rola pêşdank, nav û rengdêran, di vê prosesê de, radibin.
Ji kumjimara pêşdankan, emê tenha li ser rola 'hil' û 'da'' rawastin û wan bi lêkerê 'wesandin' ê re pêk bînin, da bandora wan di afirandinên nû de bipelînin.
Gava ez bêjim: 'Min xwe ji te daweşand', mebesta min ji gotinê ew e, ku tiştekî min û te bi hev re nema. Lê, eger ez bêjim: 'Min mafûra xwe daweşand', mebesta min ji gotinê ew e, ku min mafûra xwe ji toz û gemarê paqij kir. Ango, min tiştên ne ji mafûrê jê dûr kirin, da paqij, spehî û bi mirês bike.
Gava ez bêjim: 'Min mala xwe hilweşand', mebesta min ji gotinê ew e, ku min tiştek di malê de li ser hev nehişt. Ango, min hundirê malê vala kir, da ez vî hundirî ji nû ve, bi pergaleke nû, binijinînim. Lê, eger ez bêjim: 'Min dar hilweşand', mebesta min ji gotinê ew e, ku min terwendên bi darê ve tev jê kirin. êdî, ez dikarim. Wan, li gorî başî û nebaşiyê, ji hev veqetînim, li hev kom bikim û bineqînim.
Dimîne, em sûdeyekê ji rola van pêşdankan qezanc bikin, da em bêdudilî xwe ji berhemên bêkêr û ziyangih 'daweşînin' û cemên têrên xwe bi degelî 'hilweşînin'. Hinga, ev daweşandin û hilweşandin li pêdiviya kontrolkirina çapmeniyê vedigerin, da weşaneke bi guhdan, resen û bi berpirsiyarî bê belavkirin. Lê, bê çiqasî gotina kontrolkirina çapmeniya kurdî asan tê bilêvkirin, wilo jî pêkanîna vê kontrolkirinê, di warê praktîk de, zor û giran e. Bi ser wilo de jî, pêdiviyek heye ku doza kontrolkirina weşanên kurdî bê kirin. Ango, berhemên qels, bêkêr û bênirx derbasî weşanê nebin. Ne tehna wilo, lê gemkirina xameyên ku ava şîlo dikin girik û gemar jî tê xwestin, da çapmeniyeke paqij, hêja û şûngirtî bê weşandin. Ev dozkirin ji realîteya çerxa îro derdikeve û gereke nemîne kerempereke berbêketî.
Dimîne em bêjin: Ya baş û asan ew e, ku nivîsar xwe, di warê nivîsandinên xwe de, siqa bike, da ji kelevajiyên wêranker bê şûştin û ji ezîtiya xapandî dûr bikeve. Wilo jî, siyasetmedarê berpisiyar, bi pisporiya xwe bê bijartin, da bi hişmendî xwe ji bandora hevaltî û hevalbendiyê azad bike. Lê, ya baştir, lêbelê girantir, dimîne ku çapmeniyeke paralel û serbixwe bê damezirandin, da bibe konkorenta weşanên ne serbixwe. Hinga, wê nivîsandin bikeve warê avakirin û afirandineke nû de.

22.06.1999

---------------------------------------------------
* Rexnegir û nivîskarek ji Başûrê Rojavayî Kurdistanê ye


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com