www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

01.01.2002 - 00:00

LI BER BARANÊ

Nîzar Agrî
nizaragri@amude.com


wêne: Dugir
Rexne, bi hemû cûreyên xwe, di qada rewşenbîrî û ramyarî ya kurdî de, qels e. Tevgereke rexneyî qet pêk nehatiye. Bêguman hindek hewldanên yeko yeko derketine holê û her berdewam in, lê bi giştî seqa û atmosfereke rexneyî û rexnekariyane nîne. Kultûra rexneyî cihê xwe di pêvajoya hizr û bîr û ramana kurdî de çênekiriye. Herdem bi çavên gumandar li rexneyê hatiye meyze kirin.
Sedem çi ye gelo?
Gelek sedem hene. Lê ya herî berbiçav ew e ku çanda kurdî bixwe ne xwediyê rewşeke geş e. Çanda kurdî, di seranserî dîrokê de, ji sînorên teng ên hewldanê derneketiye. Rexne ji boyî çandekê hokera avakirinê ye. Eger rexne nebe, çandeke rasteqîne jî nîne. Herweha eger çandeke dewlemend nebe rexneyeke rasteqîne û avaker jî tuneye.

Zimanê kurdî di pêşveçûna xwe ya dîrokî de herdem di bin zorê de bû. Rewşeke neasa (ne normal) bûye. Rewşeke wisa bûye ku mirov neşiyaye tê de bi rêzdarî pêşwaziya çand û hunerê bike. Her û her afirandinê xwe di nav hawarê de dîtiye û xwe jê jî rizgar nekiriye. Lewra astenga herî balkêş a çanda kurdî ew e ku mijûlî û serêşiyên rojane, rê li ber ponijandina kûr girtine. Doz û kêşe û pirgirêkên civatê û dîrokê, derfet û delîve ji doz û ast û pirsên afirandinê, estetîkê û hostahiyê re nehîştine.

Di roja îro de, rewş her ev rewş e. Bi qasî ku çand me qels e, wisa jî pêre pêre rexne qels e.
Mebesta min ji çandê hemû warên ramyarî û kultûrî ne: wêje, huner, felsefe, avahîsazî, arkîtektûr, mûzîk, zanyarî û her wekî din. Karên rojane yên xweparastinê, gorepaneke hêja û mezin ji boyî xweşî û çêjwergirtinê terxan nekirine. Avahî serencama xweşî û çêjwergirtinê ye.
Di prosesek weha de, rexne bênirx û bêsûde maye, bûye wek xemleke bêkêr, ango nîşana bitriyê.
Yan jî, carcaran, belko pir caran, wek tevlihevkirin û teşqele û hiyaho hatiye nirxandin.
Kelepûra biçûkkirina erzişa rexneyî berdewam e.

Li Kurdistanê, xerîkiya siyasî li pêş her tiştî ye. Nirxandin bi çavê siyasetê û bi çavên civatperweriyê xwe derdibire. Ji lewra kar û tevgerên şexsî yên ku nakevin bin sêpiya siyasetê, daliqandî û gîrokirî dimînin.
Hişmendiya asê ew e ku her kes xwedî erk û wezîfeyeke civatî be, ango her kes xizmetkarê civatê be. Ew ê ku ji dervî ast û norm (irf û adet)ên ku civatê destnîşan kirine, tevbigere, ji çavê desthilata civatî ( ku desthilateke manewî ye, helbet ) dikeve. Her kesî hewl daye ku civatê razî bike. Lê ev civat bixwe kî ye? Kî nûneriya wê dike? Kî nirx û bihayên wê destnîşan dike?
Ew raya gelemper a ku ji mîratên kevn û tevdîrên tevayî pêk tê.
Ango cemawer û xelkên gelemper, ku bi hev re xeleka jiyana xwe li dar dixin, başî û xirabiyê dest nişan dikin.

Cemawer ne xwediyê asteke bilind ji astên têgihiştina kultûrî ye. Ew di çarçova çend movikên jiyanê yên rojane de dijî. Di qonaxên dîrokî yên gelê Kurd de armancên netewî muhra xwe li eniya hemûyan xistiye. Bi demê re armanc, ku pêk nehatine û di cihê xwe de vebestî mane, wergeriyane ser çend slogan û hevokên hişkbûyî. Êdî xêzên qalind ên nirxandinên amade dirust bûne. Tişt di navbera reş û spî de hatine dabeş kirin. Terazûya xêr û xerabiyê cih girtiye. Rexne di hundirê vê xeleka asê de rawestiyaye. Rexneya pîroz ev e: Em Kurd in; em miletekî bin dest in, em xwedî maf in, em baş in, em mêr in, em xêrxwaz in.
Kesê ku ji vê xêzê derkeve gunehekî netewî dike. Cihê wî di civatê de tuneye. Di rewşek weha de kî dixwaze mala xwe wêran bike û rexnê li civata xwe ya nazenîn bike?

Serdestan ev buhurk bi kar anîne. Kesên hêja ew in yên ku mal û can qurbanî milet û welêt dikin. Her tişt divê di vê riya bi rûmet de be: xizmet, xizmet, xizmet.
Serdestan rê ronî û nîşan kirine û cemawer bi dev û diranan erk û wezîfeyên xwe bi cih tînin:
Pêşmerge û gerîlla şer dikin û tên kuştin. Cotkar xaka welat germ û pîroz dikin.
Helbestvan helbestan ji bo welêt dinîvîsin.
Dengbêj ji welêt re distrên. Romannivîs romanan ji welêt re diafirînin.
Û li hawîrdor her kes li çepikan didin û dilîlînin.
Qada berxwedanê ye û teralî tawanbarî ye.
Xwedê alîgirî wî be yê ku qala şaşitî yan çewtiyan bike: dijminê milet e.
Civatek weha ku ji slogan û pîroziyan û xêzên sor pêk tê civatek girtî ye.
Di civateke weha de rexne wateya xiyanetê werdigire. Rexne û hestên rexneyî dimirin.

Rexne ew e ya ku mirovan ji serdariya boçûnên asê rizgar bike. Ku mirovan agahdar bike: rastiyeke din ji bilî rastiya ku em nas dikin heye.
Ku sloganên hişk û reqreqokî serûbin bike. Ku bipirse, bigere, gumanê bike.
Jiyana siyasî (netewî) ya kurdî rê nedaye hewleke weha. Lê eger siyaseta netewî ya her miletî siyaseteke girtî, jixwenebawer, tirsonek, û kêmnezer be, jiyana ramyarî û rewşenbîrî jî dixetime û di cihê xwe de radiweste.
Daxwaza rexnê ew e ku rê veke û bihêle av di cihokên arezûyan re derbas bibe.

Rexneya kurdî wek karekî serbixwe û xwedî cîhekî taybet xwe pêş de nebiriye. Rexne bi dijberiyê ve hatiye girêdan.
Herweha rexneya "baş" bi pesindan û dilxweşkirinê ve hatiye çespandin. Eger tu pesnê her kesî bidî, eger tu kesî bêzar nekî, eger tu kesî ji xwe nexiyidînî, tu karekî baş dikî. Eger tu lawazî û qelsîtî û bênirxiya rûdan û pêkanînan dest nîşan bikî, tu karekî xerab dikî. Rexne weha dibe tevdîrek "xal û xwarzê". Pîvanên rexneyê ne ji hundirê berheman, belko ji hîmên exlaq û derdorê pêk tên.
Prensîpên exlaq û rexnegiriyê li nav hev dikevin. Eger tu bêjî ev berhem qels e wek tu bibêjî nivîskarê wê berhemê nebaş e. Ango tu ji wî nivîskarî re xeberan didî. Tu kînê pê re dikişînî. Tu mirovekî dilreş î. Tu ji nivîskar diqeherî ji ber ku tu ne wek wî jîr û jêhatî yî.
Eger tu bêjî berhemên Cegerxwîn ne xwedî nirxeke wêjeyî ya bilind in tu dikevî rêza xayinên gel. Ji ber ku gel Cegerxwîn wek helbestvanekî payebilind dest nîşan kiriye. Gel rexnevan e. Rexnevanên din divê bejnên xwe li ber pîvanên gel bitewînin an herin secdê. Ma çend kes dibêjin Cegerxwîn helbestvanekî mezin e? Bi hezaran, belko bi milyonan. Naxwe bi çi heqî tu dibêjî Cegerxwîn ne helbestvanekî mezin e? Kes guh nade şiroveyên te. Kes qîmetê nade sedemên ku te nêrîna xwe li ser ava kiriye. Hinek diçin cem malbata Seydayê Cegerxwîn û piştgiriya xwe ji wan re eşkere dikin: Guh medin gotinên weha pûç.
Li hember rexneyên derbarê nivîsên Mihmed Uzun ku xwedêgiravî roman in, wî got: "Li Diyarbekirê şeş hezar kes beşdarî imzekirina pirtûka min bûn".
Pîrejinekê jê re nameyek şandiye û nêrînên xwe derbarê romanê de nîşan kirine. Rexnegirî êdî ne pîşe ye, ne huner e, ew bi tenê hestên germ ên dayîkan e.

Li hemberî wî kesê ku dixwaze nêrînên xwe yên rexneyî eşkere bike, gurmegurma çêr û sixêfan ji her derê bilind dibe. Rexnegirî dikeve warê pevçûnên şexsî. Ew dibe gelacî, çavnebarî. Mesele dibe mesela şeref û namûsê. Roj roja berxwedanê ye. Her kes çekên xwe hildigirin û berên xwe didin qada têkoşînê. Xelk çav li hev dikevin û li pey hevdu baz didin. Hiş û aqil li paş dimînin, hest û germiya dil li pêş in.

Mentalîteya komplo, ku Kurdan ji dewletên serdest wergirtiye, rehên xwe di xaka kultûra siyasî û ramyarî ya kurdî de çikandiye. Siyasetmedarên Kurd rexneyan wek komplo dinirxînin. Ew amade ne her cûreyên çalakiyan bikin taku xwe rast derxînin û muxalifên xwe şaş eşkere bikin. Kes amade nîne ku bêje: Filan rojê, di filan babetê de min şaşitî kir.

Li hember rexneyeke dijber û muxalif (rexne çi di cihê xwe de be çi ne di cihê xwe de be) ew hemû hêzên xwe seferber dikin da ku weha xuya bikin ku rexnegir endamê yek desteya komploçî ye ku dixwazin welat talan bikin û milet şerpeze bikin. Ji bo rexne bi ser keve, ji bo rexnegirî bi ser keve, civatek vekirî pêwîst e.
Herweha siyasetek netewî ya piralî, tolerant, jixwebawer pêwîst e.
Pêwîst e tabû nebin.
Herweha pêwîst e monologa yekdeng a bi navê neteweperestiyê berdewam dike şûna xwe bide diyaloga pirdeng a boçûnên cihêreng û cawaz.
Lê ji bo ku rexnegiriya me Kurdan bi ser keve, pêwist e mirovê Kurd bikaribe rexneyan bike.


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com