www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

12.12.2002 - 21:15

ÊVAR BAŞ

Nîzar Agrî
nizaragri@amude.com


wêne: Dugir
Ta van demên dawî ku me nûçeyek an gotarek, di qorziyek piçûk a rojnameyekê yan kovarekê de, bi zimanekî zindî yan mirî ji zimanên dunyayê, derbarê kurdan an Kurdistanê didît, me ew nûçe yan gotar wek perçeyeke zêr hildigirt û bi dilgermî di cihên bijarte de vedişart da ku em şanî her kesî bikin. Me bi kêf digot: ha va ye behsa kurdan dikin, ha va ye behsa Kurdistanê dikin. Behskirina kurdan wek mûcîzakê bû. Bi hezar û yek astengan dengê kurdan derdiket.

Şeva tarî ya bêdengiyê di nav kurdan de êdî bi dawî hat. Li her derê, roj li pey rojê, pençereyeke kurdî ya nû di gewdeyê şevê de vedibe. her kes, li her derê dikare dengê xwe derxe û niyazên dilê xwe bêje.
Pencereyên nû, di malperên internetê de, wek stêrên bê dawî, di asmanê şeva Kurdistanê de diçûrisin.
Hin bi şewq in hin bê şewq in, hin xurt in hin qels in. Hin hêja ne hin bê nirx in Eynî wek mirovên di civatê de.
Çawa mirov, di karîn û şiyan û twanayên xwe de, ne wek hev in, malper jî her weha ne. Çawa civat, rengareng û piralî ye, malper jî herweha ne.
Demoqrasiya ku kurd bêrawestan hawarê lê dikin, ji nişkê ve, ji asmanê internetê daket.
Azadiya peyv û salixdan û derbirîn û xwedanasînê, ji nişkêve, li ser sêniya zêrîn ya internetê hat ber destê wan.
Ta çi radeyê em, wek kes û wek civat, dikarin vê demoqrasiyê bi kar bînin?
Ta çi radeyê em, wek milet û wek mirov, dikarin sûdê ji vê azadiyê wergirin?
Pêwist e her kes nerîn û niyazên xwe bêje,
Pêwist e her kes bîr û boçûnên xwe û ramanên xwe eşkere bike
Pêwîst e em bizanin çi bibêjin, lê her weha pêwist e em bizanin çawa bibêjin. Bila her kes li her tiştî agahdar bibe.
Bila qedexekirin û bêdengkirin rê li ti kesî û li ti tiştî negirin.
Bila ti kes nebi serdarê ti kesî.

Êvar baş, ji bo meyzekirina li asoyekî nû, fireh û bê sînor, pençereyek piçûk e.
Pencereyek e da em li asmanê Kurdistanê gotinên xwe belav bikin.
Da gotinên me ber bi qonaxeke nû ji hûnan û derbirînê ve herin.
Da ku di nav hezar û yek dengan ve dengek be.

Êvar baş:

Şûna ti kesî nagire, rê li ber ti kesî nabire.
Emê bi hev re pêşwaziya azadiya hiş û sewdayê bikin.


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com