|
25.01.2003 - 10:00
MIHEMED UZUN:
DAHÊNERÊ ROMANÊ Û XULQÊNERÊ ZIMANÊ KURDÎ - Beşê 2an
Nîzar Agrî* - Oslo
nizaragri@amude.com

wêne: Dugir
|
Tu û Mirina Kalekî Rind
Berî aniha gelek kesan derbarê "Tu"yê nivîsîne. Nerînên wan di kovar û rojnameyên kurdî de belav bûne (kovara Dugir/UZUNNANE. Rezoyê Osê) Û (Mihemed uzun û çîroka diziya Tu, Armanc 142, sal 1993, Xalid Ferhad).
Nerînên min di vî warî de ne dûrî yên wan in. herweha "Tu" ewqasî tijî çewtî û şaşitiyên rêzimanî û rastnivîsî ye ku mirov nikare wan bijimêre. Pirtûk komek ji çewtiyan e ku şagirdên dibistanên seretayî ji kirina wan şerm dikin. ji lewre ez vê pirtûkê careke dî hêjayî lêvegerê vegerim. Lê eger em bizanibin ku ev pirtûk wek pêşenga romana modern a kurdî hatiye bi nav kirin em dê bişên hizrekê, ramanekê û boçûnekê derbarê romanên Uzun ji destpêkê ve werbigirin.
Ya seyr ew e ku pirtûka "Mirina Kalekî Rind" qet naşibihe pirtûkên Uzun ên din. Ev roman ji hemû romanên wî tekûztir e. Herweha çewtiyên rêzimanî û rastnivîsî pir kêm in. Tevî ku ew berî pirtûkên din hatiye nivîsîn lê şaşitiyên wan ango yên piştî wê hatine nivîsîn bê jimar in. Ya seyrtir ew e ku Uzun qet behsa vê romanê nake. Dema ew qala nivîsên xwe dike ew pesnê hemûyan dide lê derbarê Mirina Kalekî Rind bêdeng dimîne. Lewra ez di gumanê de me. Gelo hinekan ew jê re nivîsiye? Gelo wî ew ji hinekan diziye?? Ta rastî bê naskirin ez ê vê pirtûkê jî deynim aliyekî. Ez ê tenha derbarê wan romanên ku Uzun pir pesnê wan dide û wan wek tacên serê romana kurdî nîşan dide boçûnên xwe eşkere bikim.
Evdalê Zeynikê:
Evdalê Zeynikê kesayetiyek e û hebûna xwe ji bîra gelêrî ya kurdî werdigire. Ew jî wek hemî kesayetiyên folklorî yên dîtir; ji alî xeyala gelêrî ve hatiye hûnandin; mebesta min ku ew xeyala gelêrî beşdarî damezirandina çendîn çîrok û biserhatî û dastanan bûye. Dengbêjekî gerok e, stiran û çîrokên evînê û qehremaniyê dibêje. Jixwe dengbêjên bi vî awayî li cem kurdan pir in. Di demên bûrî de, alavên xwe hildigirtin û li navçeyan digeriyan, hem stiranbêjî dikirin û hem jî rûdan û bûyer bi dengên xwe û awazên xwe yên xemgîn digotin. Evdalê Zeynikê jî yek ji wan dengbêjan bû, lê diyar e ku di dema xwe de pir zîrek û şareza bû. Navûdeng û navdariya stiranbêjiya wî di nav kurdan de belav dibe, êdî kurd jî ji boyî destnîşankitina zîrekiya dengbêjekî Evdalê Zeynikê wek nimûnedarî û pîvan dibînin.
Di rewşeke wisa de, Evdalê Zeynikê wek kes, kesayetiyeke pir dewlemend e, bi wêneyên xwe, bi amajeyên xwe, bi asoyên xwe. M. Uzun çawan dan û stendin bi vê kesayetiyê re kiriye? Gelo ev gencîneya folklorî di çarçeweya romanê û afirandinê de bi şêweyekî serkeftî bi kar aniye?
M. Uzun vê berhema xwe(Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê)wek pêşgotin û çend beran dabeş dike. Di pêşgotinê de mirovek bi navê Ehmedê Ferman serkêşiya vegotinê dike, li jêr sernivîsa GOTINA MIN dibêje ku li gorî daxwaza Mîr Celadet êdî dê dest bi çîroka Evdalê Zeynikê bike. Xwe wek dengbêjê SOSRETÊ û dengê HAWARÊ dide nasîn. Teqez dike ku li Şamê li mala Mîr e û digel ku nivîsandinê nizane jî biryar daye ku çîroka Evdal binivîsîne. Dest bi pesinandin û saloxdana Mîr Celadet û Mîr Kamiran dike. Ji binemala Ezîzan in, binemala Mîrê Botanê, jîr û zîrek û payedar in. Piştre dest bi sosret û zordarî û feleka ku li serê kurdan geriyaye dike.
Li vir, bi kêmanî ji boyî xwendevanekî kurd, ev tişt tiştine naskirî ne, her kesê ku çend rûpel ji dîroka kurdan xwendibe van tiştan û bûyeran û rûdanan dinase û bi wan dizane.
Lê tişta balkêş ew e ku kesekî din ji bilî nivîskar çîrokê ji me re dibêje. Ango Ehmedê Fermanê Kîkî vê eîrka han ji xwe re hildibijêre û barê wê davêje ser milê xwe. Gelek romannivîs vê lîskê ji alî teknîka romanê ve bi kar tînin, lîskeke neku nû ye pir kevn e. di gelek çîrokên gelêrî de jî ev şêwe peyda dibe. Lê ji boyî romannivîsan tiştekî din e, ango gerek ê romannivîs amajeyên xwe û zimanê xwe di tekistê de bi kar bîne û bi ramanên xwe, bi boçûnên xwe, bi cîhana xwe ya derûnî, bi çêja xwe û rengê xwe û bîna xwe tekistê dewlemend bike. Ehmedê Fermanê Kîkî ji destpêkê ve nikare xwe wek mirovekî xweser ragihîne û ne jî dikare bûneweriya xwe ya takekesane bi me bide çespandin. Uzun bi awayekî bêserûber û bi şêweyekî çêkirî E. F. Kîkî derbasî laşê romanê û tekistê dike. Weku hoker an faktorekî romanî derbasî vebêjiyê dibe lê hokerekî ji kaxezê ye. Mîna şanogeran çend gotinan dibêje û wenda dibe. Ango çend rêzan ji gotara(xîtaba) siyasî û çend dîmenên eşkere û sererû û hindek bûyerên naskirî yên derbarê dîroka kurdan-Binemala Bedirxaniyan, kovara Hawarê, naveroka jimara dawîn- dibêje û rola wî bi dawî tê.
Piştî vê xwepêşandana propegandeyî û bilindgoyî(xîtabî) Kîkî yekcar wenda dibe. Uzun wî davêje alîyekî daku destê xwe bavêje hefsêr û bi rê keve. Mîna ku Kîkî bernamevanekî reklamê be û zemînê, dîmena reklamê ji boyî mamostayê xwe amade bike û xwe bide alî. Nivîskar lîska xwe ya teknîkî ji bîr dike yan jî nema dikare berdewan bike û bibe serî.
Bi kurtî, spartina erka çîrokbêjiyê bo kesekî bêalî pêdivîyî karîneke nerm û şiyaneke serkeftî ye ango pêdiviyî pangava bizavê û çavdêriya berdewam a pêvajoya deq (tekst) e. Bi gotinek e din, gerek di navbera romannivîs û xwendevan de pêywendiyeke tekstî ava bibe û ev peywendî tenê dema ku roman bi dawî bibe ew jî bigihêje dawiya xwe.
Amadebûna çîrokbêj bîna nivîskar teng dike, lewra gerek ê nivîskar ha ji xwe û gavên xwe hebe. Uzun pir bi lez vedigere û hefsêr ji destê Kîkî derdixîne da piştî wê "gotin"a xwe ya payebilind ji ber çavan wenda bibe. Diyar e ku Uzun xwe dispêre lawaziya hişê xwendevanê xwe û nizmahiya çêja wî ya hunerî. Bi hêsanî dest bi lîska xwe ya hunerî dike û bi hêsanî jê vedigere û nema dikare berdewam bike, ne dûr e ku Uzun bixwe jî xawen hişekî lawaz û hejar be, ango tiştê ku aniha dibêje piştî kêlîkekê ji bîr dike.
Bi rastî jî yê xwendevan dikare li erka Kîkî û sedema wendabûna wî ya bi lez bipirse. Em dikarin bibêji nivîskarê ku rêzê ji zagonên lîska nivîsandinê re negire rêza xwendevanê xwe jî nagire. Di dema ku tinaziyên xwe bi tiştên li ber destên xwe yên ku gerek bigihêjin xelkê dike, di heman demê de tinaziyên xwe bi wê xelkê bixwe jî dike. Îca ger nivîskar bi vî awayê hêsan dest ji Ehmedê Fermanê Kîkî berda, xwendevan jî pir bi hêsanî dikare dest ji pêşgotina wî berde madem ew pêşgotin nikare bibe endamekî zindî di laşê nivîsê de weku çawan Kîkî di tevna kesên romanê de ne kesekî bingehîn e.
Piştî Kîkî, Uzun romana xwe dabeş dike, dixwaze romanê digel danên rojê biguncîne. Berbang, nîveroj, şev, berbang. Dixwaze ji me re bibêje ku roman romana wî, wek radeyeke demî, romana rojekê yan şev û rojekê ye. Em ê piştre bibînin ka hetanî kîjan radeyê roman digel vê dabeşkirinê digunce. Weku diyar e dabeşkirina rojê li ser herikîna demê ava dibe ango dem di pêvajoya xwe ya asa de bêyî tevlihevî û di rêbaza xwe ya naskirî de diherike.
Nivîskar xwendevanê xwe dibe Sîpanê xelatê, Evdalê Zeynikê jî li ser gupîtka sîpên niştecî ye. Evadal kurê Zeynikê ye, ji binemalak e jar û perîşan û sêwî ye. Evîndarê Gulê ye. Bavê Temo ye. Xwediyê qulingê birîndar e. Dengbêjê Mîrê kurdan Qahir Axa ye û xwedayê hespê kihêl Gogirjin e.
Evadal mirovekî kor e. bêderman e, berî îro bi heft salan ava reş bi çavê wî ketiye.
- Nivîskar behsa jidayikbûna Temoyê kurê Evdal dike. Temo hêdî hêdî mezin dibe lê disa jî mîna xortekî kawik dimîne. Evdal û jina xwe hewl didin ku dermanekî ji kurê xwe re peyda bikin lê çare nîne. Piştre temo şû dike û dibe mêrê Zînê.
Temo û hevalên xwe qulingekî birîndar dibînin, wî tînin malê û Evdal baskên wî yên birîndar derman dike.
- Nivîskar dastana Siyamend û Xecê dinivîsîne, dastan jî jixwe di folklora kurdî û di wêjeya devikî ya kurdan de dastaneke naskiriye.
- Şêx Silê dibe mêvanê Evdal û jina Evdal. Di navbera herdiwan de li koçka mîrê kurdan Tahir Axa pêşbirka stiranê çêdibe. Evdal kor dibe.
- Tahir Axa nikare dermanekî ji Evdal re peyda bike. Reşîd Paşayê tirk mîrnişîniya Tahir Axa dagîr dike. Tahir Axa dibin Stenbolê û li wir dimire.
- Evdal li Sîpanê Xelatê dibistanekê bo helbest û stiranan vedike û li derdora xwe şagirtan kom dike. Êdî dest bi hînkirina ziman û wêjeya kurdî dike û helbestvanên kurd yên sedsalên 11, 12, 13, 14, 15, 16, 17, 18ê bi şagirtên xwe dide nasînê.
Nivîskar dixwaze çîroka rojekê ji rojên Evdalê Zeynikê bibêje. Lê bûyerên serberdayî û bûyerên bêserûber vê niyaza wî beravêtî dikin. Bûyer ji jidayikbûna Evdêl dest pê dikin û bi kuştina Bengîn û Mîro yên ku mîna neviyên wî ne, bi dawî dibin.
Wek dem (roman) behsa sê nifşan dike . li pey demê diçe û li pey qonaxan bi awayê ku çawan bûyer şêweyên xwe di demê de werdigirin, diçe. Mebest ji vê jî ew e ku roman ne romana rojekê ye û ne jî wek dem rojekê ji xwe re dike palpişt. Lê xwe dispêre jiyana giştî ya qehremanê xwe. Amajeya ku navê romanê radigihîne amajeyeke çewt e. Pirs ne ya rojekê ji rojên Evdalê Zeynikê ye û naverok jî dest ji Evdal berdide û berbi jiyana Temo û Zînê û piştre jî jiyana Bengin û Mîro diçe, li rexekî din jî pînekirina naverokê bi çîroka Siyamend û Xeçê, Ermeniyan, Êzdiyan û gelekên din ku laşê romanê bi giştî dilerizînin. Diyar e ku nivîskar di şûna ku xeyala xwe bi kar bîne xwe davêje bextê bûyerên serberdayî da ku lawaziyên xwe binixumîne.
Rûdan û bûyer bi vî awayî di romanê de ji bilî nûçeyên kelê û mirî ti tiştî nabêjin, herweha qet pevgirêdanek di nav wan de peyda nabe. Evdal jî di vê QAŞO romanê de wek kesayetiyeke ji kaxezê bê jiyan dimîne. Nivîskar hewl dide ku naverokê bi xîtaban û bi sloganên zuha bidirû. Behsa têkoşîna kurdan û mafên wan dike û bi dengekî ku bi propagandayeke zuha rapêçayî ye; behsa mafê Ermeniyan û peywendiyên wan dike. Bi kurtî hewl dide ku rûpelan bi çi awayî be bila bibe pirtir bike.
Lewra yê xwendevan dikare gelek rûpelan ji naverokê bavêje bêyî ku ti şkestin an jî valahî çêbibe. Cawê naverokê ji tayên belawela pêk hatiye. Li gorî xwestina xwendevan dimînin, ger bixwaze dikare bi hêsanî tayên wê bi kêfa xwe rakişîne û bi kêfa xwe biqetîne, bavêje. Berevajî vê yekê jî, hewldana guvaştina naverokê û avêtina hin endamên wê wek serencam hem baştir e û hem jî sûdmentir e.
Reng e nivîskar dixwest ku kêlîkekê ji kêlîkên demê ji naveroka romana xwe re wek navend bi kar bine, (rojekê) destnîşan dike û ber bi aliyên din ve sernişîv dibe. Îca ger em bixwazin peyvên teknîkî bi kar bînin em ê bibêjin belkî nivîskar xwestiye qehremanê xwe bi rojekê girê bide da ku vegere û bi awayê Flash Back(ku Uzun xwe hergav pê paye dike) xwe ber bi pêş û paş ve çeng bike, ger niyaza Uzun ev be jî, mixabin ku bi şêweyekî pir çewt bi kar aniye. Di şûna ku qehremanê xwe bi riya bîranînan û hizran vegerîne pêşeroja wî da ku her tiştî rûniştî vebêje(rewşa qehereman wisa ye, hem dengbêj e û hem jî kor e), em dibînin ku ew bi xwe radihêje qehremanê xwe û wî li hemî şûnan û aliyan digerîne, naverokê di bin tevliheviyeke bêpayan de dihêle û bi kotekî bûyer û rûdanan derbasî laşê romanê dike da ku hem naverok wek tekist û hem jî qehreman û xwendevan ji asoyên zelal bêpar bimînin.
Ji Uzun weyê ku bi Flash Backa ku êdî di vê demê de nema hêja ye pênc qurûşan qeheremaniyeke yekta kiriye. Digel wê jî, wek teknîkeke dibistanî jî nizane bi kar bîne. Êdî ew bi xwe dilerize û naveroka xwe jî dilerizîne hetanî ku sistahî û lawazî naverokê dagîr dikin. Ger roman bi vî awayî têne nivîsandin û çêkirin nexwe kîjan şagirtê dibistana kutayî be dikare bi hêsanî bibe romannivîs.
Ne behremendî û qabiliyet gerek in, ne jî xeyal û hizireke coş. Ne zimanekî dewlemend û ne jî şarezayî û zîrekiyên serkeftî gerek in.. ango tiştine pir arzan wek pênûs, kaxez, mistek nûçe û belge, hevokine sexte û çêkirî gerek in.
Ez dibêjim sexte û çêkirî ji ber ku (roman)a Evdalê Zenikê wisa ye. Parçeyên nûçeyan bi hev ve hatine pîne kirin bêyî ku Uzun guh bide guncîna pêwist a di navbera vebêjî û herikîna demê de. Diyar e ku zanîna nivîskar derbarê cudahiyên di navbera dema vebêjiyê û dema rastîn de nîne.
Weku tê naskirin, yek ji pêdiviyên hêzdariya vebêjî û hûnanê ew e ku nivîskarê romanê desthilatê çemkên(mefhûmên) hemdemî û cudahiyan be bi awayê ku yek ji wan sînorê yê din derbas neke. Reng e hin bibêjin ku Uzun çîrokeke folklorî vediguhêze û gerek seqa û atmosferên folklorî di romana xwe de bi kar bîne, lewra em nikarin nivîskar bi zagonên demê û sînorên bûyeran sûcdar bikin. Lê rewş ne bi vî awayî ye, nivîskarê me dixwaze romaneke nûjen neku çîrokeke folklorî pêşkêşî me bike, romaneke nûjen û çîroka folklorî jî, ji bilî hin tayên hevbeş, di avahiyên xwe de, di ritmên xwe de, di deng û reng û mebest û armancên xwe de ji hev cuda ne. Pir gengaz e û belko pêwist be jî ku romannivîsek dara romama xwe bi çend şax û çequlên folklorê pîk bike. Lê gerek e hevkêşa nivîsandinê neheje û hokerên wê ango faktorên wê di tevliheviyê de li ber lingan neçin. Lê Evdalê Zeynikê hem wek deq û naverok û hem jî wek kesayetî bi dîmenên ne zelal û bi sîmayên lerzokî pir tevlihev û bê serûber e. Carina Evdal dengbêjekî gelêrî sade û hejar e û carina jî mûzîkjenekî zîrek e û zanayê huner û helbestan e. Carina welatparêzekî kurd î dijwar e û carina jî şîretmend e, pend û şîretan li şagirtan dike. Jixwe carina jî nivîskarê me Evdalê Zeynikê dike entropoloj, bisporê zimanan û wêje û çand û edebiyatê:
Evdal stran, destan, mesele û efsane şerh dikirin û kahniyên wan digotin. R.86
Rewş kesên dî yên romanê ji rewşa Evdal ne baştir e. Na herê, ji Evdal lawaztir û sisttir û belengaztir in. Ji derve bi awayekî pir hêsan, sererû û sade têne nîgar kirin. Bi hevok û salox û pesindanên çêkirî têne gotin û bi gewde kirin, wisa bi şêweyekî ku her kesek di çeşnê kesê din de ye ango hemî wekî hev in. Ti kes bi serê xwe nîne. Ti kes xawen kesayetiyeke taybetî nîne. Ti kes xwe bi xwe geş nabe û di jiyanê de nabişkuve. Ango her kes di pêvajoya peyvên ji hevketî de wek FILAŞEKÊ diyar dibe. Di dema xwendinê de, em hest nakin ku em dan û stendinê bi jiyaneke heyî û kesine zindî re dikin. Berevajî wê, hestên me bi tenê raporteke zuha derbarê tiştine bûrî ku ji bilî nûçeyên wan nemane werdigirin.
Ya rast ew e ku deqê romanî nêzî zimanê devikî ye, lê lerz û tevlihevî di metna nivîskî de bêtir e. Jixwe roman bi giştî û bi awayekî pir dilêş ji wêneyên ciwan û hevokên narîn û derbirînên rehdaçikyayî û ji gencîneyên zimên hem hejar û hem jî bêpar e.
Ev hejarî bandora xwe li ser hêza derbirînê ya kesên romanê bi awayekî pir zelal dihêle. Lewra wek kesine ji kaxezan û bêcan hem di rabûn û rûniştinên xwe de û hem jî di peyv û gotinên xwe de dixuyin. Zimanê lawaz kesên lawaz diafirîne. Kesên lawaz jî dîmenên lawaz diafirînin; dîmenên bêreng û bêçêj û bêyî matmayîn. Nivîwskar nikare zimanekî wêjeyî û dewlemend pêşkêş bike ne jî dikare gotinan û peyvan ji kirasê wan yên bikaranîna rojane û naskirî derxîne, ne jî dikare derbirînê ji sînorên wê yên asa dûrtir bibe, wisa ger em li nik wan çawtiyên malkambax ên rêzimanî û rastnivîsî ranewestin. Derbirîn dûbare dibin û hevok li dora xwe dizîvirin û deq(tekst) bêyî ku bîna afirandin û dahênanê jê bêt bi awayekî pir perîşan û hezhizî tê nivîsandin. Lewra bûyer û rûdan zuha dimînin û jiyana derûnî ya kesan û pêldariya psîkolojiya wan wenda dibe. Diyalog û vebêjî jî sivik û gelek caran nêzî xîtabên siyasî dibin.
Jixwe diyalogên ku hene ne ji hêrsa hundirîn a mirovan pêk tên û ne jî dikarin nêzîkî sînorên afirandinê bibin, bi tenê ji boyî gotinê hatine gotin. Ka em li van gotinên Evdal ku ji şagirtên xwe re dibêje guhdarî bikin:
Gelî hevalan....dostino....hogirên payiza umrê mino.... ez neketime ber girtinê. Girtin, girtina mêran e. qeyd xirxalê şêran e. derdê min rabûn û hilweşîna adet û ûsilan e. ma we dîtiye, bihîstiye ku mezin û beg li pey sêwiyan e, bi dû dilgir û evîndaran e? .......hwd. R.147.
Tiştê ku ji hemiyan bêtir xwendevan bêzar dike çewtiyên zimanî û ramanî û rastnivîsî û lojîkî yên M. Uzun in. Nivîskarê ku henekên xwe bi nivîsandinê bike henekên xwe bi xwendevan û wêjeyê û bi doza ku xwedêgiravî piştgiriya wê dike jî, dike. Berevajî wê, nivîskarê ku rêza nivîsandinê bigire û bi rêzdarî li wêjeyê û çêja xwendevanan temaşa bike, gerek bi hezar dilî dest bi nivîsandina xêza yekemîn bike. Ango dema ku biryara xwe bide gerek êdî çekên xwe bi dest xistibin û amdekiribin:
Gerek zimanê ku dê pê binivîsîne zeftkiribe, gerek amade be û xwe baş westandibe ku dest bi vekirina girêkên wî zimanî bike, gerek amade be ku wî zimanî berbi asoyên nû û nenas ve bifirîne (ma mebest ji nivîsandina bûyerên ku deh caran û sed caran hatine dûbare kirin û nivîsandin çi ye, bi taybetî ger sewiyeta vê nivîsandina ku nûjen e ji ya kevin nizimtir be?!!). Gerek desthilatê şêwazên nivîsandinê be û di warên jiyanê de, civat û xelkê, di warê dîrokê de xwedayê çandeke berfireh be. Gerek desthilatê babeta xwe ango her tiştî bi awakî kûr derbarê babeta ku bo xwe hilbijartiye bizanibe. Li vir ê nivîskar nikare bahaneyên siyasî û civakî û dîrokî ji xwe re peyda bike daku lawaziya nivîsa xwe û çewtiyên xwe yên malkambax û wêrankirina çêja xwendevanan, binixumîne.
Nivîskarên wisa di şûna ku hilperikin dergehên huner û afirandinê û hewl didin ku çemên dahênanê bi nezaniya xwe û bi hejariya behremendiya xwe û bi perîşaniya zimanê xwe û bi neamadeyiya xwe şêlû bikin, dikarin hizrên xwe ji xwe re di kovar û rojnameyan de binivîsînin.
Bi kurtî, di rewşeke wisa de, ne nivîsandin ji nivîsandina nebaş birûmettir e, sûdmendtir û hêjatir e. Çewtiyek e wisa, dikarim bibêjim jî gunehbariyek wisa hem ji alî hunerê ve û hem jî ji alî sincê ve sûcekî mezin e. Digel vê jî nivîsandinek wisa ji boyî miletê ku nivîskar bi zimanê wî dinivîsîne û nûneriya wî dike, çalakiyeke pir xerab û wêranker e.
Berdewam dike..
---------------------------------------------------
* Rojnamevan û nivîskarek ji Başûrê Rojavayî Kurdistanê
- Beşê yekê (08.01.2003)
|
|