|
08.01.2003 - 16:02
MIHEMED UZUN:
DAHÊNERÊ ROMANÊ Û XULQÊNERÊ ZIMANÊ KURDÎ
Nîzar Agrî* - Oslo
nizaragri@amude.com

wêne: Dugir
|
"Dema ku netewe hînî nivîsên pîs dibe, wê demê derbasî qonaxa çêjwendakirinê
dibe."
Ezra Pound
Li Stokholma Swêdê, di sala 1985ê de, bi zimanê kurdî, pirtûkek bi navê "Tu" derçû,
li jêra wê peyva "roman" a Mihemed Uzun hatibû nivîsandin.
Berî derçûna pirtûkê, ji bilî çend hevalbendên kurd ên
siyasî yên Partiya Rizgarî ya ku Mihemed Uzun tev li rêxistina wan bûbû,
ti kesî navê vî romanivîsî nebihîstibû. Derçûna berhemê wek çalakiyeke
wêjeyî bi kêfxweşî hate pêşwaz kirin, herweha li hemberî
binpêkirina çand û huner û zimanê kurdî û li dijî helwestên dewleta Turkyayê
û hewldanên asîmîlasyonê êdî wê berhemê wek berhemeke wêjeyî bersiva
gelek tiştan dide. Ji alîkî din ve jî hate gotin ku ev roman pêngaveke serkeftî ye, hem ji bo bi pêşvebirina hunera nivîsandina romana kurdî û hem jî ji boyî sûdwergirtina ji şêweyên nûjen ên nivîsînê.
Piştre êdî romanên M. Uzun li pey hev derketin: Mirina Kalekî Rind, Siya Evînê, Rojek ji Rojên Ebdalê Zeynikê, Bîra Qederê û hd.
M. Uzun wek helbest di sala 1993an de Mirina Egîdekî, herweha rexne û lêkolîn jî
"Destpêka Edebiyata Kurdî" (1992an), "Entolojya Edebiyata Kurdî" (1995an) û hepeyivînên xwe
jî bi navê "Zimanê Kurdî" (1997an) nivîsandine.
Êdî ev nivîskar di meydana çanda kurdî de hem li welat û hem jî li derveyî welêt wek navdartirîn nivîskar tê nas kirin. Û berhemên wî ji bilî erebî û tirkî ji boyî zimanên swêdî, nerwecî û elmanî hatin wergerandin.
Alavên ragihandinê, kovar û rojname derbarê rewşa çanda kurdî êdî dest bi hevpeyivîn û hevdîtinên xwe yên digel M. Uzun dikin. Di serencama van hevpeyivînên xwe de hemî alavên ragihandinê êdî li derdora bîrûbaweriya ku M. Uzun damezrênerê romana kurdî ya nûjen e û di nav kavilên zimên de dahênerê zimanekî wêjeyî yê payebilind e.

wêne: Ozgörpolîtîka
|
Piştî ku di sala 1998ê de hatim Norwecê êdî delîveya xwendina berhemên M. Uzun bi destê min ket.
Min TU xwend. Dixwazim bi lez bibêjim ku kêfa min jê re nehat. Min ti çêj ne ji alî form û ne ji alî naverokê ve jê wernegirt. Romanê, wekû şagirtekî dibistanê yê ku xwe nû hînî nivîsandinê bike, dest pê dike.
Ji bilî çewtiyên rastnivîsînê û rêzimanê roman bi çewtiyên ku nayên jimartin ên lojîkî û nirxandinê, dagirtîbû. Lê tiştê ku bala min kişand pirsa nûjeniya wê bû, ev nûjenî ji ku pê ve zeliqî nizanim?!
Piştre min dest bi xwendina sê romanên dîtir kir, Siya Evînê, Evdalê Zeynikê û Bîra Qederê, hersê roman jî vebêjiya derbarê kesayetiyên kurd ên navdar in. Herwiha hersê deq jî bi gelemperî ji belgeyan û destanbêjan hatine wergirtin.
Bêguman, sûdwergirtina nivîskaran ji rûdanên dîrokî û bûyerên rasteqîne û kesayetiyên navdar tiştekî asa ye, ne çewtiyeke mezin e, lê romanivîsê zîrek ew romanivîs e ku hewl bide wan bûyeran û rûdanan û kesayetiyan di nav deqê xwe ango teksta xwe de bihilîne û bûyeran ji nû ve bi şêweyekî teze bihûne, hetanî ku ew çavkanî di nav teksta nû de wenda bibin. M. Uzun bûyer û nûçe û jînenîgariya Evdalê Zeynikê û Memdûh Selîm Beg û Celadet bedirxan berhevkirine lê di serencama xwe ya dawîn de nikaribûye wan ji xwe re ango ji boyî romana ku ew bixwe wekû romannivîs wan dinivîsîne, bike paşxan e. Tenê nûçeyên ku ji belgeyên nivîskî û ji devê xelkê bihîstine û berhevkirine pêşkêş dike, ev pêşkêşkirin jî mîna zencîrekê ji xelekên bûyerên çapkirî û dîrokî hem eşkere û hem jî dîrêkt tên gotin. Îca ger em lawaziya zimên û hevoksaziyê û derbirînên ji hevketî û çewtiyên ku şagirtên seretayî nakin jî li wê realîteyê zêde bikin, wê wextê em dê bibînin ku çawan xwendevanê romana kurdî êdî li ber pêlên xemgînî û bêzariyê serûbinî hev dibe.
Digel vê yekê jî, her û her M. Uzun bi hêzdarî xwe wek damezrênerê romana kurdî pêşkêş dike, dibîne û dixwaze em jî vê helwesta wî bipejirînin. Diyar e di avakirina peywendiyan û alîgiran û hevalan de şarezayekî bêhempa ye. Diyar e jî ku bi vê şarezayiya xwe gelek peywendî digel nivîskar û rewşenbîrên li Swêdê û yên li derveyî Swêdê jî bi dest xistine. Bi van helwest û çalakiyên xwe dixwest xwe wek nûnerê wêjeya kurdî ya qedexekirî ragihîne, ev daxwaza wî pêk hat û alavên ragihandinê ew mîna nûnerê rewa yê wêjeya kurdî ya nûjen pêşkêşî civata rewşenbîrî kirin.
Wisa diyar e ku, malbendên rewşenbîrî yên Skandînavyayê û bi taybetî yên Swêdê yên ku piştgiriya miletên bindest dikin, di kesayetiya M. Uzun de rêça pêkanîna wê pîşgiriyê, pişgiriya Kurdan û ziman û çanda wan, ji xwe re dîtin. Di yekîtiya Nivîskarên Swêdê de cih digire û hindek nivîskar û wergêr ji boyî wergerandin û belavkirina berhemên wî, alîkariya wî dikin.
Îca hema berê xwe dide kuderê, em dibînin ku sîngên germ pêşwaziya wî wek nûnerê çanda li ber mirinê, dikin. Digel berfirehbûna doza kurd di qada navnetewî de wek pirseke mirovane, wisa pêre pêre bal diçe ser radeyên siyasî û neteweyî û çandî jî. M. Uzun jî di vê çarçeweyê de delîveya xwe ya dîrokî bi dest xist, bi awayekî pir zîrekane ew kêlîka dîrokî zeft kir û hebûna xwe ya li welatekî ji welatên Skandînavyayê ku bi awayekî pir taybet pişgiriya Kurdan dike, dîsa bi awayekî hostane bi kar anî. Êdî bi yek carê xwe davêje rêzên herî pêşî. Li vir xeleka xwe ya windayî dibîne, xwe digihîne wê armanca xwe. herwiha malbendên çandî û siyasî yên Swêdê jî û yên li derveyî Swêdê xeleka ku lê digeriyan ji xwe re dîtin: "Nvîskarekî" şoreşgêr e, xewn û arezûyên miletê kurd ê ku ji bo nasnameya xwe û parastina kesayetiya xwe ya neteweyî têdikoşe, bi gewde dike. Dîrok û realîte ji valahiyê hez nakin. M. Uzun ew valahî dît, malbendên Skandînavyayê jî ew valahî dîtin, lewra dudil nebûn û bi hev re dagirtin.
Gav bi gav derheqa naveroka berhemên Uzun tê peyivîn: Doza kurd û stemkarî û binpêkirina mafên kurd dibêje. Ev jî, ji bo nivîskariya wî bes in. Li vir radeya siyasî û propoganda para xwe û rola xwe ya bingehîn dilîzin. Berhemên Uzun realîteya nenas bo xelkên dî ronî dike û rûdan û bûyerên miletê kurd di nav rûpelên dahênanê de bi cih dike. Ne kes guh dide wêjeyê ne jî hunera berhemên wî. Ne jî alavên rexnekirinê ji boyî destnîşankirina wan tên bi karanîn. Lewra bi hêsaniyeke pir seyr û bêyî asteng berhemên Uzun berê xwe didin qada roman, helbest û hunerê û di vê çalakiyê de her û her alavên siyasetê ne ku yên rexneyê serkêşiya Uzun û berhemên wî dikin.
Li vir bahaneya siyasî rê dide nivîsandinê daku xwe bi navê wêje û hunerê pêşkêş bike. Xebat û têkoşîna ji boyî zimanekî qedexe, hewldana rizgarkirina kurmanciyê ji mirinê û parastina kelepora kurdî êdî ji boyî ku nivîskar wek nivîskar bête pejirandin, bes in. M. Uzun jî nûnerîtiya xwe li bin vê sîwaneya hestdar werdigire. Delalî dibe, gerek em bi nazdarî dan û stendinê pê re bikin: nivîskarekî cegerdar e, êşa kurd pêşkêşî xelkê dike. Ji boyî ku rola M. Uzun di cîhana wêjeya kurdî de destnîşan bibe wisa dihat gotin. Ji xwe çend gotarên ku li ser rewşa Kurdan nivîsandin hê pêtir bal kişand ser xwe.
Navdariya M. Uzun ne ji berhemên wî hatiye bi qasî ku wek nivîskar, ew bi xwe nîşan e, dîmen e û wêneyê vê realîteyê ye; realîteya şkestî û bindest û lawaz e.
Kesên ku piştgiriya wî jî kirin û ew dane pêş neku guh dan nirxên hunerî û stetîkî yên berhemên wî bi qasî ku ew mîna nûnerê wê realîteya pêdivîyî pişgirî û alîkariyê ye, dîtin.
M. Uzun jî ev yek wek xelateke esmanî ku ti carî nema dûbare dibe ji xwe re dît. Îca dest bi duruşmeya wêjeya kurdî ya nûjen û modern kir û hewl da ku xwe wek pêşengê vê bizavê ragihîne. Li vir pêvajo tê guhertin û Uzun derbasî qonaxeke nû dibe. Xwe ji hemî nivîskaran mezintir dibînî, henekên xwe bi berhemên wan dike, ti kes nema digihêje sewiyeta afirandina wî. Ji xwe bi çavekî pir nizm û bi tinazî li wan kesan dinêre yên ku derheqa berhemên wî tiştek nivîsandibin an dinivîsînin. Îca ber bi cîhana wêjeya kurdî ve sernişîv dibe, di vê cîhanê de xwe wek serpereştê romanê diçespîne. Roman bi wî dest pê dike, helbest û lêkolîn û rexne û gotar jî beşek in ji dîmena wî ya berfireh a afirandinê. Di vê qonaxê de, weku çawan siyasetmedar danûstendinê bi partiya xwe re dike ew jî wisa bi berhemên xwe re. Li hevalbendan digere, yê ku pesnê wî bide hêja û xêrxwaz e, yê ku jê re zurnevaniyê bike, çepkan lê bide, mirovekî wêjehez û gelek caran welatperwer e. Lê yê ku bi çavên gumanê li berhemên wî temaşa bike, yê ku hewl bide rexneyekê ji derveyî pesinandinê derheqa berhemên wî bibêje, hem zikreş û hem jî ti tiştî ji edebiyatê û rexneyê fam nake.
Dema ku derheqa nivîsên xwe dipeyive, hergav dide xuyanî kirin ku karekî pîroz dike, erkên wî ew in ku romanekê biafirîne, ku dîrokê bi bûyer û rûdan û kesên wê bibêje. Ev kar jî karekî wekû ew dibêje: MUQEDES E!!
Pêwist e li vir bê gotin ku ti kes li dijî mirovê -kî be bila bibe- ku ji boyî dozeke siyasî yan netewî têdikoşe, nîne. Her kes rêç û awayên xebata xwe ji xwe re bi azadî hildibijêre, her kes bixwe weku çawan ji xwe re baş dibîne beşdarî pêşvebirin û parastin û gurkirina raman û arezû û daxwaz û boçûnên gelemper û giştî dibe. Lê tiştên ku gerek balê bikişînin deqên wêjeyî ne; dema ku dibin terî û dûvikên wan bîr û boçûnan.
Îca wek hewldaneke seretayî ji boyî ronîkirina bareya(haleta) Uzun; ev bareya ku deng û dengvedan têkel kiriye, ez ê dest bi xwendina berhemên M. Uzun bikim û ez ê wan bi navine wêjeyî (roman, helbest, rexne) dest nîşan bikim û hetanî ku ji min were ez ê di xwendina xwe de pîvanên wêjeyî bi kar bînim, ez ê li nik berhemên nivîskî yên Uzun rawestim û ji derveyî rexneya wêjeyî ez dê hewl bidim her tiştekî dîtir ji hişê xwe bavêjim.
Ev gotar didome.
---------------------------------------------------
* Rojnamevan û nivîskarek ji Başurê Rojavayî Kurdistanê
|
|