|
03.02.2003 - 16:49
GENGEŞî LI SER GOTARA NÎZAR AGRÎ*
"LI BER BARANÊ"
Mustefa Reşîd** - Saarbrücken (Elmaniya)
mrechid@epost.de
Rexne, bi hemû cûreyên xwe, di qada rewşenbîrî û ramyarî ya kurdî de, qels e (ev rast e). Tevgereke rexneyî qet pêk nehatiye(ev jî rast e). Bêguman hindek hewldanên yeko yeko derketine holê û her berdewam in, lê bi giştî seqa û atmosfereke rexneyî û rexnekariyane nîne(belê, wisa ye). Kultûra rexneyî cihê xwe di pêvajoya hizr û bîr û ramana kurdî de çênekiriye. Herdem bi çavên gumandar li rexneyê hatiye meyze kirin.
Her tiştê ku heya vir hatiye gotin, rast e. Ev rastiya me ye.
Sedem çi ye gelo?
Gelek sedem hene. Lê ya herî berbiçav ew e ku çanda kurdî bixwe ne xwediyê rewşeke geş e. Çanda kurdî, di seranserî dîrokê de, ji sînorên teng ên hewldanê derneketiye. Rexne ji boyî çandekê hokera avakirinê ye. Eger rexne nebe, çandeke rasteqîne jî nîne. Herweha eger çandeke dewlemend nebe rexneyeke rasteqîne û avaker jî tuneye.
Ev jî rast û durist e.
Zimanê kurdî di pêşveçûna xwe ya dîrokî de herdem di bin zorê de bû. Rewşeke neasa (ne normal) bûye. Rewşeke wisa bûye ku mirov neşiyaye tê de bi rêzdarî pêşwaziya çand û hunerê bike. Her û her afirandinê xwe di nav hawarê de dîtiye û xwe jê jî rizgar nekiriye. Lewra astenga herî balkêş a çanda kurdî ew e ku mijûlî û serêşiyên rojane, rê li ber ponijandina kûr girtine. Doz û kêşe û pirgirêkên civatê û dîrokê, derfet û delîve ji doz û ast û pirsên afirandinê, estetîkê û hostahiyê re nehîştine.
Êdî Tu rewşa me baş nasdikî.
Di roja îro de, rewş her ev rewş e. Bi qasî ku çand me qels e, wisa jî pêre pêre rexne qels e.
Mebesta min ji çandê hemû warên ramyarî û kultûrî ne: wêje, huner, felsefe, avahîsazî, arkîtektûr, mûzîk, zanyarî û her wekî din. Karên rojane yên xweparastinê, gorepaneke hêja û mezin ji boyî xweşî û çêjwergirtinê terxan nekirine. Avahî serencama xweşî û çêjwergirtinê ye.
Ev ji ber rewşa bindestiyê wisa ye.
Di prosesek weha de, rexne bênirx û bêsûde maye, bûye wek xemleke bêkêr, ango nîşana bitiriyê.
Yan jî, carcaran, belko pir caran, wek tevlihevkirin û teşqele û hiyaho hatiye nirxandin.
Êdî ji vir de, ez ne bi dîtina te re me. Rexne bi xwe jî huner e. Kesê ku nizanibe rexneyê bike, yan jî rexneyan bi şêweyekî bervaja bike, gelek pêkan û gengaz e, ku pir kes tewr û azîneyên wî wek " tevlihevkirin, teşqele û hiyaho " bibînin.
Kelepûra biçûkkirina erzişa rexneyî berdewam e.
Nexêr, ne wisa ye. Pêwîstiya me gelek bi rexneyê heye; lê belê, rexneya avaker, rexneya afirîner, rexneya ku me pêşve bibe. Em gelek hewcedarî vê rexneyê ne.
Li Kurdistanê, xerîkiya siyasî li pêş her tiştî ye.
Belê ev durist e, ji ber ku em berî her tiştî di warê siyasî de bindest in.
Nirxandin bi çavê siyasetê û bi çavên civatperweriyê xwe derdibire.
Ev ne durist e. Tu wisa dibînî. Ne her tişt wisa ye.
Ji lewra kar û tevgerên şexsî yên ku nakevin bin sêpiya siyasetê, daliqandî û gîrokirî dimînin.
Mixabin ku niha heya radeyekê wisa ye. Lê ne merc e, ku hergav wisa bimîne.
Hişmendiya asê ew e ku her kes xwedî erk û wezîfeyeke civatî be, ango her kes xizmetkarê civatê be. Ew ê ku ji dervî ast û norm (irf û adet)ên ku civatê destnîşan kirine, tevbigere, ji çavê desthilata civatî ( ku desthilateke manewî ye, helbet ) dikeve.
Baş e, ku Tu vê rastiyê jî dizanî.
Her kesî hewl daye ku civatê razî bike. Lê ev civat bixwe kî ye? Kî nûneriya wê dike? Kî nirx û bihayên wê destnîşan dike?
Dîsa tu yî, ez im û yên din in. Berî her tiştî rewşenbîr in.
Ew raya gelemper a ku ji mîratên kevn û tevdîrên tevayî pêk tê.
Ango cemawer û xelkên gelemper, ku bi hev re xeleka jiyana xwe li dar dixin, başî û xirabiyê dest nişan dikin.
Ma Te tiştekî din bawer dikir? Civat wisa pêkhatiye.
Cemawer ne xwediyê asteke bilind ji astên têgihiştina kultûrî ye.
Her bawer bike, heke em bi awayekî rêlatîv temaşe bikin, ev rewş li Ewropayê jî wisa ye.
Ew di çarçova çend movikên jiyanê yên rojane de dijî. Di qonaxên dîrokî yên gelê Kurd de armancên netewî muhra xwe li eniya hemûyan xistiye.
Here li eniya hemû van siyasetmedarên Ewropa û seranserê cîhanê temaşe bike. Muhra ku li eniya wan bi sed carî ji muhra ku Tu li eniya Kurdan dibînî mezintir e.
Bi demê re armanc, ku pêk nehatine û di cihê xwe de vebestî mane, wergeriyane ser çend slogan û hevokên hişkbûyî.
Belê, mixabin.
Êdî xêzên qalind ên nirxandinên amade dirust bûne. Tişt di navbera reş û spî de hatine dabeş kirin. Terazûya xêr û xerabiyê cih girtiye. Rexne di hundirê vê xeleka asê de rawestiyaye. Rexneya pîroz ev e: Em Kurd in; em miletekî bin dest in, em xwedî maf in, em baş in, em mêr in, em xêrxwaz in.
Belê, Te rewş baş naskiriye. Divêt em ji vê xeleka asê derkevin, divêt em wê xelekê biçirînin, wan çeperan hilweşînin û derkevin derve.
Kesê ku ji vê xêzê derkeve gunehekî netewî dike. Cihê wî di civatê de tuneye.
Ev ne rast û durist e. Di vir de şêweyê derketina ji xelekê girîng e. Li vir hunera mirov û hostatiya wî pêwîst e; li vir pisporî lazim e.
Di rewşek weha de kî dixwaze mala xwe wêran bike û rexnê li civata xwe ya nazenîn bike?
Ji ber ku tiştê li jor hatiye gotin ne durist e, Tu li vir jî gihîştîyî encamên çewt.
Serdestan ev buhurk bi kar anîne. Kesên hêja ew in yên ku mal û can qurbanî milet û welêt dikin. Her tişt divê di vê riya bi rûmet de be: xizmet, xizmet, xizmet.
Ma Tu çi bawer dikî? Te bi xwe li jor rewşa bindestiyê daye xuya kirin. Kesê ku dest û pêyên wî di zincîra dîlîtiyê de bin, dê bi her awayî têbikoşe ku xwe rizgar bike. Di rewşeke wisa de, mirov herdem û bi her şêweyî hewl dide daku bigihîne azadiyê.
Serdestan rê ronî û nîşan kirine û cemawer bi dev û diranan erk û wezîfeyên xwe bi cih tînin:
Pêşmerge û gerîlla şer dikin û tên kuştin. Cotkar xaka welat germ û pîroz dikin.
Helbestvan helbestan ji bo welêt dinîvîsin.
Tu li vir tinaziyan dikî?! YanTu rewşê didî xuya kirin?
Dengbêj ji welêt re distrên. Romannivîs romanan ji welêt re diafirînin.
Û li hawîrdor her kes li çepikan didin û dilîlînin.
Qada berxwedanê ye û teralî tawanbarî ye.
Gava tiliya Te bi birîn dibe, Tu her pê difikirî. Heya ku tiliya Te diêşe, ew ji bîra Te naçe. Kengê rihet bû, hîngê Tu dikarî jibîr bikî.
Xwedê alîgirî wî be yê ku qala şaşitî yan çewtiyan bike: dijminê milet e.
Ev ne rast e. Wek me li jor jî got, li vir şêwe girîng e. Tu bi çi awayî û bi çi zimanî qala şaşitî û çewtiyan dikî. Her bawer bike, her kes dixwaze ji şaşitî û çewtiyan rizgar bibe û wisa jî bi pêş keve.
Civatek weha ku ji slogan û pîroziyan û xêzên sor pêk tê civatek girtî ye.
Di civateke weha de rexne wateya xiyanetê werdigire. Rexne û hestên rexneyî dimirin.
Te xwe bi xwe xistiye quncikê bi tenê. Ji lew re jî, Tu xwe bi tenê dibînî. Ev niha problema Te ye. Divêt Tu ji wî quncikî derkevî. Te bi destê xwe, xwe xiste wî quncî.
Rexne ew e ya ku mirovan ji serdariya boçûnên asê rizgar bike. Ku mirovan agahdar bike: rastiyeke din ji bilî rastiya ku em nas dikin heye.
Ez li vir ji sedî sed bi Te re me. Belê, rast e.
Ku sloganên hişk û reqreqokî serûbin bike. Ku bipirse, bigere, gumanê bike.
Belê, ji vê yekê re şoreşgerî dibêjin. Fermo bibe rewşenbîrekî şoreşger.
Jiyana siyasî (netewî) ya kurdî rê nedaye hewleke weha.
Rê hergav vekirî ye. Mirovê rewşenbîr divêt rê bibîne.
Lê eger siyaseta netewî ya her miletî siyaseteke girtî, jixwenebawer, tirsonek, û kêmnezer be, jiyana ramyarî û rewşenbîrî jî dixetime û di cihê xwe de radiweste.
Ev rast û durist e. Em rewşeke wisa bi ti awayî naxwazin. Fermo em vê rewşê biguhêrin.
Daxwaza rexnê ew e ku rê veke û bihêle av di cihokên arezûyan re derbas bibe.
Ev gotina Te ji zêr e.
Rexneya kurdî wek karekî serbixwe û xwedî cîhekî taybet xwe pêş de nebiriye. Rexne bi dijberiyê ve hatiye girêdan.
Fermo! Em vê rewşê biguhêrin.
Herweha rexneya "baş" bi pesindan û dilxweşkirinê ve hatiye çespandin. Eger tu pesnê her kesî bidî, eger tu kesî bêzar nekî, eger tu kesî ji xwe nexiyidînî, tu karekî baş dikî.
Li hêlekê, ev rastiyek e; ev rastiya piraniya mirovan e. Bav û kalên me gotine: "Bi zimanê xweş mar ji qulê derdikeve". Lê ev nayê wê wateyê ku rexneya baş tenê pesindan û dilxweşkirin e. Gava mirovekî karekî baş kir, çima emê dilê wî xweş nekin? Ma ne ev jî kêmasiyeke civata me ye?! Pir kesan kar û xebatên gelek baş kirine, lê kesekî negotiye "mala te ava". Gava wan ji nav koç kiriye, hîngê me hêstir barandine û gotiye "Bi Xwedê filan camêrî karekî baş dikir". Ma çi gunehkarî tê de heye, hên ew filan kes di jiyana xwe de ye, ew gotineke şêrîn ji devê me bibihîse? Madem karekî baş kiriye û hên jî dike, divêt li hember ewqas ked û renc em jî bêjin: Aferî! Divêt em di vî warî de jî ne nankor û bê nemek û emeg bin.
Lê li hêla din, dîtina kêmasiyan û eşkerekirina wan karekî pîroz e. Mirovê ku zana be, dê bi naskirina kêm û kurtiyên xwe şabibe û spasiya rexnegir bike; bi mercê ku rexnegir rexneyên xwe bi tore û perwa, bi zimanekî xweş kiribin û bi behaneya rexneyan dev neavêtibe payedariya wî.
Eger tu lawazî û qelsîtî û bênirxiya rûdan û pêkanînan dest nîşan bikî, tu karekî xerab dikî. Rexne weha dibe tevdîrek "xal û xwarzê". Pîvanên rexneyê ne ji hundirê berheman, belko ji hîmên exlaq û derdorê pêk tên.
Prensîpên exlaq û rexnegiriyê li nav hev dikevin. Eger tu bêjî ev berhem qels e wek tu bibêjî nivîskarê wê berhemê nebaş e. Ango tu ji wî nivîskarî re xeberan didî. Tu kînê pê re dikişînî. Tu mirovekî dilreş î. Tu ji nivîskar diqeherî ji ber ku tu ne wek wî jîr û jêhatî yî.
Nexêr, ne ji bo her kesekî. Ev gotina Te bi gelemperî jî ne rast e. Lê ez dizanim Tu çima wisa dibêjî. Ezê li dawiya vê nivîsê bêjim, Tu çima ketiyî vê rewşê.
Eger tu bêjî berhemên Cegerxwîn ne xwedî nirxeke wêjeyî ya bilind in tu dikevî rêza xayinên gel.
Li vir - tenê wek komentar - ez dibêjim: A niha em gihîştin navika mijarê.
Ji ber ku gel Cegerxwîn wek helbestvanekî payebilind dest nîşan kiriye. Gel rexnevan e.
Ev li hêlekê rast e. Ma helbestvan û nivîskar ji bo kê dinivîsîne? Ji bo gel yan ji bo xwe? Ma ezê çi bikin bi wê helbesta ku - bi dîtina Te - ya here baş e, lê bi tenê Tu û xwediyê wê jê fêhm dikin!. Pîvan û terazî di vir de çi ye? Gelo tenê wêje ji bo wêjeyê? Heke em vê jî bipejirînin, gelo kî biryarê dide, ku li gor pîvanên wêjeyî, ev helbest yan ev berhem ya here baş e? Belê em dikarin bêjin ku hin norm û pîvanên cîhanî hene. Lê belê, li gor wan norman jî, dîsa divêt berhem bi zimanê ku pê hatiye nivîsîn, ji aliyê hejmareke mirovan ve bê fêhmkirin. Tenê gava berhem were fêhmkirin, mirov çêjê jê dibîne. Heke xwediyê berhemê hostayê wêjeyê ye, divêt hesabê wê yekê jî bike, ku bi kêmtirîn, ew wêjevanên ku di qadê de hene jê fêhm bikin. Heke bi dîtina wî, asta hemû wêjevanên di qadê de nizim e û tenê ya wî bilind e; û ji lew re, ji berhema wî fêhm nakin, hîngê bila biçe di qadeke din de ango bi zimanekî din wê berhema xwe ya " bilind " binivîsîne û belkî xelata Nobelê jî wergire. Yan jî bila raweste heya ku - bi dîtina wî - asta gel digihîne asta berhemên wî.
Li hêla din, heke hin helbestvanên din yên ji Cegerxwîn baştir hebana, hîngê gel dê ew wek helbestvanên payebilind destnîşan bikirana. Belkî li ba Ereban xurme fêkiya here xweş be, ji ber ku li welatê wan hemû cureyên xurmeyan hene, lê ew tirî, sêv, zebeş, hejîr, hinar û fêkiyên din qet nas nakin. Rewşa me jî wisa ye. Ji ber ku Cegerxwîn hebû, helbestên Cegerxwîn hebûn, me Cegerxwîn xwend û wisa em bi helbestên wî bûn cegerxwînî, helbestên Cegerxwîn di rah û damarên me de şax vedan. Ka em du nimûneyan bêjin.
1- Heke mirov di zarotiya xwe de - ji neçarî be jî - herdem hin şêweyên xwarinan xwaribin, heya sax e jî, ew xwarin her pê xweş in.
2- Heke zarokekî sêwî li ber destê qereçiyekê mezin bibe, ewê bi sedema wê jînenîgariya xwe herdem jê hez bike.
Lê belê ev nayê wê maneyê, ku rexnekirina Cegerxwîn ne gengaz û rewa ye. Bê guman, mirov dikare rexneya Cegerxwîn jî bike; lê bi awayekî hêja û durist.
Rexnevanên din divê bejnên xwe li ber pîvanên gel bitewînin an herin secdê.
Her bawer bike, ku piraniya rewşenbîrên kurd li dijî hemû şêweyên koletiyê ne û naxwazin tikes ji bo wan herin secdê. Min Cegerxwîn jî baş nasdikir, ew jî li dij tiştên wisa bû û ne jî dipejirand, ku hin kes ji bo wî biçin secdê. Cegerxwîn mirovekî nefsbiçûk bû, nefsbiçûkiya wî nîşana mezinahiya wî bû. Ezê li vir wek nimûne bûyerekê bêjim, ku ez bi xwe govayê wê bûm:
Em du xortên Kurd bûn, em hên di benga ciwaniya xwe de bûn û rojekê bi seydayê Cegerxwîn re diaxivîn. Me qala helbesteke wî ya li ser evîndariyê kir. Hevalê min got ku di vê helbestê de hinekê sînor û çarçewa normên civaka me hatine derbas kirin. Min jî got, na, wisa baş e, bila ew tar û çeper hinekê bên şikandin û fireh kirin. Rehmetî Cegerxwîn got, gotina vî xortî rast e, bi rastî di vê helbestê de ew sînor hatine derbas kirin, lê wê hîngê wisa bi min re lê hat.
Ma çend kes dibêjin Cegerxwîn helbestvanekî mezin e? Bi hezaran, belko bi milyonan. Naxwe bi çi heqî tu dibêjî Cegerxwîn ne helbestvanekî mezin e? Kes guh nade şiroveyên te. Kes qîmetê nade sedemên ku te nêrîna xwe li ser ava kiriye. Hinek diçin cem malbata Seydayê Cegerxwîn û piştgiriya xwe ji wan re eşkere dikin: Guh medin gotinên weha pûç.
Gelek gengaz û pêkan e, ku wisa bê gotin û wisa bûbe. Kesê ku rexneyan dike, divêt bi kêrî vî karî were û di qada wêjeyî de hatibe pejirandin. Heke kesek di bin banê rexneyê de heriyê bavêje xaniyê Cegerxwîn, bê guman, emê gişt li dij wî derkevin. Lê heke bi camêrî rexneya Cegerxwîn bike, aliyên wî yên baş jî bêje û kem û kurtiyên wî jî derêxe, emê gişt spasiya wî bikin. Ez vê garantiyê didim Te. Fermo, ev sala 2003an sala Cegerxwîn e. Ka bi camêrî nirxandineke hêja daxîne meydanê; emê gişt spasiya Te bikin. Ezê berî her kesî spasiya Te bikim.
Li hember rexneyên derbarê nivîsên Mihmed Uzun ku xwedêgiravî roman in, wî got: "Li Diyarbekirê şeş hezar kes beşdarî imzekirina pirtûka min bûn".
Pîrejinekê jê re nameyek şandiye û nêrînên xwe derbarê romanê de nîşan kirine. Rexnegirî êdî ne pîşe ye, ne huner e, ew bi tenê hestên germ ên dayîkan e.
Li hemberî wî kesê ku dixwaze nêrînên xwe yên rexneyî eşkere bike, gurmegurma çêr û sixêfan ji her derê bilind dibe. Rexnegirî dikeve warê pevçûnên şexsî. Ew dibe gelacî, çavnebarî. Mesele dibe mesela şeref û namûsê. Roj roja berxwedanê ye. Her kes çekên xwe hildigirin û berên xwe didin qada têkoşînê. Xelk çav li hev dikevin û li pey hevdu baz didin. Hiş û aqil li paş dimînin, hest û germiya dil li pêş in.
Ev rewş li Te wisa hatiye. Lê ev ne rastiya me Kurdan e. Wek min li jor jî got, Te bi xwe xwe xiste vê rewşê û wî quncî. Bi rastî jî Tu li ber baranê mayî. Heke ev rewş û ew war ne bi dilê Te ye, ji wir, ji wî quncî derkeve.
Mentalîteya komplo, ku Kurdan ji dewletên serdest wergirtiye, rehên xwe di xaka kultûra siyasî û ramyarî ya kurdî de çikandiye.
Ji ber ku bi rastî jî gelek dek û dubare li serê me hatine gerandin, em hinekê çavtirsiyayî bûne. Gava gurmegurmek li paş me bê, em bawer dikin, ku hurçek li pey me ye. Gava mirovek di ber çivîkekê re derbas dibe, armanca wî mirovî çi dibe bila bibe, çivîk bi dûr dikeve; ji ber ku pir mirovên din kevir avêtine çivîkê. Ev rastiyek e.
Siyasetmedarên Kurd rexneyan wek komplo dinirxînin.
Li gor ku ew rexne ji kîjan quncî tên û bi çi armancê tên kirin. Bi gelemperî, heke kesek - kî dibe bila bibe - bi rabûn û rûniştina xwe, bi dan û standina xwe, bi cil û bergên xwe, bi axaftina xwe, mîna mafiyozan were xuyakirin, bila mat nemîne, gava xelk guman bike, ku ew ji mafiya ye.
Ew amade ne her cûreyên çalakiyan bikin taku xwe rast derxînin û muxalifên xwe şaş eşkere bikin. Kes amade nîne ku bêje: Filan rojê, di filan babetê de min şaşitî kir.
Mixabin, ev rast e û ev nîşana paşdemayîna me ye. Lê em çawa dikarin bibin alîkar, ku rewş bê guhertin?. Pirs ev e.
Li hember rexneyeke dijber û muxalif (rexne çi di cihê xwe de be çi ne di cihê xwe de be) ew hemû hêzên xwe seferber dikin da ku weha xuya bikin ku rexnegir endamê yek desteya komploçî ye ku dixwazin welat talan bikin û milet şerpeze bikin.
Nexêr, ne heya wê radeyê ye. Lê wek me li jor jî got, ji rexneyê re jî huner pêwîst e; hostatî divê.
Ji bo rexne bi ser keve, ji bo rexnegirî bi ser keve, civatek vekirî pêwîst e.
Herweha siyasetek netewî ya piralî, tolerant, jixwebawer pêwîst e.
Ev gotina Te jî rast û durist e, gotineke ji zêr e. Em jî wisa dixwazin. Gotin "Koro tu li çi digerî? Got, li çavan". Em jî civateke wisa dixwazin.
Pêwîst e tabû nebin.
Belê, lê li gor rewş û babetê, dê hergav hinek tabû hebin. Di seranserê dîrokê de wisa bû û niha jî wisa ye. Hin tişt hene, ku hên ji kevin de tabû ne. Hin welat li cîhanê hene, ku tabûyên xwe qet aşkere nakin (nimûne: Tirkiye). Hin welatên din jî hene, piştî deh yan bîst salan, arşîvên xwe vedikin û tabûyên kevin aşkere dikin. Lê yên nû her sergirtî dihêlin.
Herweha pêwîst e monologa yekdeng a bi navê neteweperestiyê berdewam dike şûna xwe bide diyaloga pirdeng a boçûnên cihêreng û cawaz.
Ez di vê xalê de jî ji sedî sed bi Te re me. Ev gotina Te jî dîsa ji zêr e.
Lê ji bo ku rexnegiriya me Kurdan bi ser keve, pêwist e mirovê Kurd bikaribe rexneyan bike.
Deriyê rexneyê her vekirî ye; tikes nikare rê li rexneyê bigire. Rexneya avaker û afirîner li ser serî û herdu çavan e. Lê rexneya êrişker jî dê bê bersiv nemîne.
Ev bûn, hin komentar û serincên min li ser dîtin û ramanên Te yên li jor.
------------------------------------------------------------------------------------------------
Birêz Nîzar Agirî!
Niha jî ezê hewl bidim, bersiva Te bidim û - ji ber ku Tu rexneyê diperêsî - ezê jî hin rexneyan li Te bigirim.
Ez Te nasnakim û ne jî zanim temen û jiyê Te çiqas e. Ev ne ewqas girîng e jî. Lê li gor vê nivîsa Te, Tu ji min re aqildar û rewşenbîr têyî xuya kirin. Hin tiştên ku Tu dibêjî jî gelek rast û durist in. Tu tiliyên xwe datînî ser gelek birînên me yên xedar, ku divêt bi her awayî ew bêne kewandin. Ji bona vê yekê û van dîtinên rast û durist, dixwazim her di destpêkê de Te spas bikim. Divêt mirov ne nankor û bê nemek û emeg be û gotina rast û durist di her gav û qadê de bêje.
Lê gelo ev çi rewş e, ku Tu têde yî? Gelo Tu ji vê rewşa xwe razî yî? Heke Tu razî yî, hîngê di wî quncikê xwe de bimîne û ew cih û war li Te pîroz be. Lê heke Tu ne razî yî, hîngê divêt Tu ji wî quncikê xwe derkevî û werî nav lek û refên xwe.
Rewşa Te ya niha - bi dîtina min - mîna rewşa kesekî ye, ku di quncikekî tarî de heşargeh bûye, gopalê xwe çep û rast vediweşîne, hin caran rastê tîne û pir caran jî di ber re diborîne.
Gelo Tu dizanî, çima Tu ketiyî wî quncî û wê rewşê??
Gelo Nîzar Agirî çi kir û çi gunehê wî heye??
Bersiva Te li ser van pirsan çi ye, ez nizanim; û ne jî dizanim çi di nîgaş û xeyalên Te de çêdibe, gava Tu van pirsan dibihîsî...ez qet Te nas nakim.
Lê ezê niha dîtina xwe, bîr û baweriya xwe bêjim. Ez bîr û baweriyên xwe her bi awayekî vekirî dibêjim û hêvîdar im, Tu rexneyên min li xwe giran neyînî.
Heyanî berî vê bi demekê navê Nîzar Agrî di qada rewşenbîrên Kurd de li Ewropayê nedihat nas kirin. Ji ber rewşa welatê me ya kambax, ji demekê heya ya din, hin rewşenbîr û nivîskarên ku li welêt dijîn, tûşî hin astengiyan dibin, li hin kesên din jî rê tê teng kirin û di encamê de neçar dibin ji welêt derkevin. Piraniya wan tên Ewropayê; hinek jî diçin war û welatên din.
Her rewşenbîrek bi awayekî tê nas kirin. Hinek bi rêya helbestên xwe, hinek bi rêya pexşanên xwe, hinek bi rêya çîrok û romanên xwe, hinek jî bi rêya nivîs û xebatên xwe di warê ziman, folklor, dîrok û warên din de tên nas kirin.
Gelo Nîzar Agrî çawa xwe da nas kirin? Bê guman, naskirina pêşîn jî gelek girîng e.
Nîzar Agrî pêşî bi zimanê erebî, di rojnameyên erebî de dest pê kir û di bin sîber û sîwana rexneyê de dev avête simbolên Kurdan ên here binavûdeng. Ji rehmetî Melle Mustefa Berezanî bigire heya Abdulla Öcalan û ji Ehmedê Xanî bigire heya Mîr Celadet Bedirxan giştik dan ber das û misasê. Bi wê jî nekir, çavên xwe li Ewropayê jî gerandin, kî di nav Kurdan de hinekê navdar e - wek nimûne Mihemed Uzun û yên din - ew jî dan ber kêr û birrekê. Her carê jî her bi mafê rexnekirinê û rexneya azad. Gelo Nîzar Agrî ala rexneyê bilind kiriye û dixwaze rexneya her tiştê xirab û çewt di dîroka mirovatiyê de ji dema ku Xwedê bera Adem û Hewa ji bihuştê daye heya niha bike? Bê guman, ev jî ji mafê wî ye.
Bi gotineke din, babeta rexneyê di vir de gelek girîng e. Heke ev babet wisa fireh bê girtin ku ji destpêka jiyana mirovatiyê de heya niha û hemû war û aliyên jiyana mirov wek dîrok, siyaset, wêje, ziman, warê civakî ..... hîngê divêt mirov pêşî kêmasiyên here mezin rexne bike û di pey re biçe tiştên biçûk. Heke wisa neke, hîngê ne mirovekî objektîv e û ne jî di rexneyên xwe de dademend e. Her kes dê bêje: Çawa mirov dikare tiştên mezin bihêle û rexneya tiştên biçûk bike!?. Kîjan mirov jî bide ser şopeke wisa, ticar bawerî pê nabe. Nexwe divêt ev rexnegirê gelemper pêşî tiştên mezin rexne bike û ji destpêka dîrokê ve dest pê bike û ber bi îro ve bê. Wek me li jor jî got, belkî di pêşî de serpêhatiya Adem û Hewa rexne bike. Gelo cezayê ku Xwedê da Adem û Hewa dademend e ya na? Ji ber ku Hewa di bihuştê de ew sêva ku li wan hatibû qedexe kirin xwar û bi vî awayî hemû nifşên mirovan ji bihuştê hatin bêparkirin?! Ma sûc û gunehê me hemiyan çi ye? Heke dayîka me Hewa berî ewqas nifş gunehek kiriye, çima em gişt mirov ku ti rola me di kiriyara wê de tine ye hatine ceza kirin?? Gelo çima rexnegirê me ji vir de dest pê nake?
Heke helwest ev be û gava mirov di qada cîhanî de û ji seranserê dîrokê tenê rexneyên li ser Kurdan ji Nîzar Agrî dibihîse, mirov bawer dike, ku di dîroka mirovatiyê de yên here sûcdar tenê Kurd in û her çi kêmasî hebûne bi destê Kurdan pêk hatine. Yanê, bi logîk û mentiqeke wisa, kesên wek Cengîzxan, Holako, Kelîgola, Hîtler û Seddam Husên li ber Kurdan ne tiştek in. Heke ne wisa ye, gelo çima Nîzar Agrî (rexnevanê bi şûr û tiving) pêşî di rojnameyên erebî de rexneya avêtina gaza bi jehr, bi destê Seddam Husênê faşîst û zebaniyên wî li ser bajarê Helebce nake??????? Çima ey Nîzar Agrî, çima?? Û bi sedan û bi hezaran tewanbariyên wisa ku li gelê me hatine kirin. Çima Nîzar Agrî di rojnamêyên erebî de van tiştan nanivîsîne?? Çima?
Her kes ji xwe re dibêje, madem ev mirov ne di qada kurdî de û di nav Kurdan de, lê bi zimanê erebî, di rojnameyên erebî de dinivîsîne, çima rexneya kêmasî û tewanbariyên Ereban yên din nake. Ji roja ku Ereban, bi navê belavkirina dînê durist û dawî, hatin warên me talan kirin, bi hezaran û bi milyonan mirovên me kuştin, keç û jinên me birin ji xwe re kirin sebiye û carî, bingeha civaka me hilweşandin, tiştên nedîtî bi serê me kirin. Çima Nîzar Agrî di rûyê Ereban de van tiştan nabêje û rexneya van tewanbariyan nake? Heke Nîzar Agrî naxwaze li ser van mijaran û tiştên ku bi serê gelê kurd kirine raweste, ev ne ji mijarên wî ne û dilê wî qet bi Kurdan naşewite, bila wek nimûne rexneya şewitandina Pirtûkxaneya Iskenderiyê bike, ku yek ji giringtirîn bermayên mirovayetiyê bû. Heke qet naxwaze serê xwe bi bûyer û tewanbariyên di dîrokê de jî biêşîne, bila rewşa Ereban ya niha rexne bike. Bîst û du dewletên wan hene, yek li ya din nake, ew her li dijî hev in; xêr û bêrên Rojhilatê, yên wan hemû welatan û xêr û bêrên welatê me jî bi destê wan, bi erzanî ji welatên Rojava re diçin. Heke nawxaze li ser van tiştan jî bipeyive, bila rexneyê li sinciyên mîr û paşayên wan bigire ku heya niha jî bi dehan û bi sedan jin di heremên xwe de dîl kirine û hinek jî ji wan bi lawikan re dizewicin. Madem Nîzar Agrî pêwendiya xwe bi rojnameyên erebî re heye û dikare di wan de gotaran belav bike, bila rexneya zordestiya li ser gelê kurd û tewanbariyên wan li Îraq û Sûriyayê beramber Kurdan bike. Nizar Agrî rexneya tiştekî ji van rastiyên tal nekir, lê çû bi erebî û di rojnameyên erebî de bi navê rexneyê dev avête hin simbolên neteweyeke bindest ku bi salan e têdikoşe, zincîrên koletiyê biçirîne û xwe rizgar bike. Û her wisa û her wisa.... Ev e destpêkirina rexneyê bi çewtî û li cihê çewt.
Ma rewşenbîrên kurd, di rewşeke wilo de, ne mafdar in ku gumanê bibin ser kesê ku xwe bi vî şêweyî dide meydanê?.
Ma ne mafdar in, gava bipirsin, divêt kesek hebe yan jî hin alî û navend hebin ku vî mirovî têvedidin?!.
Di bingehê de kesek ne dijî rexneyan e. Bi vajayî wê, pêwîstî û hewcedariya me gelek bi rexneyê heye. Lê belê kîjan rexne? Rexneya avaker, rexneya afirîner, rexneya ku me pêşve bibe, rexneya ku me xurt bike, rexneya ku me ji koletiyê bigihîne azadî û serfiraziyê. Belê, em vê rexneyê dixwazin. Kesê ku were bi navê rexneyê nebaşî û xirbiyê bike, yan jî tinaziyan bi nirxên me yên neteweyî bike, ew ne rexnevan e. Ev dibe wek mesela ku li cihê çav kil bide, radibe çav kor dike. Rexne tiştek e, êriş tiştekî din e. Ev herdu du tiştên ji hev cida ne.
Gelo çima, tiştên ku Nîzar Agrî dinivîsîne - heke bi dîtina wî rexne ye - lê bi dîtina min êriş e?
Emê bersiva vê pirsê bi nimûneyeke biçûk bidin.
Nimûne: Heke mirovekî kurd biçe di rojname yan jî kovareke biyanî de (em bêjin îngilîzî yan jî emerîkî, yan jî erebî) her kêmasiyeke Kurdan - tevî ku hemî jî rast bin - binivîsîne û ti tiştekî pozîtîv jî nebêje, hîngê ev dibe êriş yan na?
Bi dîtina min ev dibe êriş. Ji ber ku xwendevanên wê rojnameya biyanî her tiştekî Kurdan nas nakin, ewê wisa têbigihînin ku Kurd tenê xwedî kêmasiyan e û ji lew re gelekî (miletekî) ne baş e û ne jî hêjayî jiyanê ye. Bi taybetî jî gava bibînin ku va ye mirovekî kurd van tiştan dibêje.
Bi vî awayî, tevî ku ev kêmasên han dikarin hemû jî rast bin, lê li cihê ku hatine gotin û bi awayê ku hatine gotin dibe êriş û karekî xirab. Ji ber ku diviyabû, here kêm, hin aliyên Kurdan yên baş jî bihatana gotin.
Yanê di vê babeta me de, şêwe û war gelek girîng e. Madem Nîzar Agrî dixwaze tenê Kurdan û her tiştekî Kurdan rexne bike, hîngê diviyabû di destpêkê de bi kurdî û di qada Kurdan de rexneyên xwe bikirana. Heke wisa bikira û bike, war û qad durist dibe; tenê şêwe dimîne. Bi dîtina min, heya niha jî awa û şêweyê ku Nîzar Agrî pê rexneyê dike ne rast û durist e. Gelo çima?
Va ye di vê gotarê de jî ew Cegerxwîn û Mihemed Uzun ji tîrên rexneyên xwe re dike armanc. Bê guman, rewşenbîrên kurd Cegerxwîn jî baş nas dikin û Mihemed Uzun jî baş nas dikin. Em bi ti awayî jî nabêjin ku kêmasiyên van herdiyan jî nînin. Lê belê, tevî wan kêmasiyan jî, wan tiştên baş afirandine. Çawa be jî, di qada Kurmanciya Bakur de Cegerxwîn bûye wek dibistanekê, wî şopeke taybetî, şopa niştimanperwerî û evîna welat peyda kiriye. Lê belê, ev nayê wê wateyê ku rexnekirina helbestên Cegerxwîn ji aliyê wêje, ziman û hunerê ve ne rewa û gengaz e. Bi vajayî wê, rexnekirina helbestên Cegerxwîn bi awayekî rêk û pêk, mana xwe bilindkirina Cegerxwîn û nirxên cegerxwînî ye.
Lê belê ji şêweyê Nîzar Agrî bihna tiştekî din tê. Mirov wisa pê hest dike ku ew çavên xwe digerîne, kîjan di nav Kurdan de hinekê bi nav û deng e û tiştek afirandiye, radibe tîran diavêje wî û hewl dide, bi her awayî hin kêmasiyên wî bibîne û nirxa wî kêm bike. Bê guman, li ser rûyê vê cihanê kesek jî nîne ku bê kêmasî be; ne ez û ne jî Nîzar Agrî û ne jî kesekî din; kêmasiyên her kesekî ji me, ji sedî sed hene. Lê belê ev şêweyê ku Nîzar Agrî li ser diçe dikeve şopeke wisa, ku şerê neteweya kurd bi giştî tê kirin.
Wek nimûne, Nîzar Agrî gelek rexneyên zimanî li Mihemed Uzun dike. Dibe ku ew di hin rexneyên xwe de mafdar be jî. Lê ka em bipirsin: Gelo di nav nivîskarên kurd de, yê ku zimanê xwe herî berbat û jihevketî Memed Uzun?! Nexêr. Çawa be, hem mirov ji berhemên wî fêhm dike û hem jî di warê wêjeyî de gelek nirxên giranbiha di nivîs û romanên wî de hene. Lê hêla din, gelek kesên din ên ku yan helbest yan jî pexşanan dinivîsînin hene, lê belê nivîs û helbestên wan di warê zimanî de, çi vekît û çi hevoksazî tijî çewtî ne; bi sed carî ji yên Mihemed Uzun bêtir. Di gelek nivîs û helbestan de hevokên berevajî, îdiyomên ku ji zimanên din hatine wergerandin û gelek hêman li tev hev bûne, bi awayekî, ku mirov nema tê digihîne, ka ew çi dixwazin bibêjin. Gelek helbest tên nivîsandin, ku tenê xwediyê wan li gor xwe jê fêhm dike, hîç kesekî din nizane, ka mebesta wî çi ye. Helbestên pir kesan bûne mîna nîgarên împrêsiyonîstan; tu dikarî pir wateyan jê derbixî yan jî wateya ku tu bixwazî, her tu dikarî li gor wê şîrove bikî. Gelo emê çi bikim bi wê helbesta ku bi xwediyê wê xweş e, lê belê kesekî din tiştekî jê fêhm nake? Yan jî bi tenê ew û hevalekî xwe ku mebesta xwe di guhê wî de gotiye, ji wê helbestê fêhm dikin! Gelo helbest, pexşan yan jî kîjan nivîs dibe bila bibe, ji bo kê tê nivîsandin? Gelo ji bo xwendevanan û piraniya gel? Yan jî bi tenê ji bo xwe û çend kesên dora xwe?
Ev e rewşa me ya kambax, ku em îro di warê wêjeyî de têde dijîn. Rexnevanê bi şûr û xençer, rexnevanê bi top û tiving Nîzar Agrî van kêmasiyan rexne nake, ew diçe kîjan kes di nav Kurdan de hinekê xwedî nav e, yan jî li gor pêkan û îmkanên xwe tiştek ji welatê xwe re kiriye, berê tîrên xwe dide wî. Gava rewşenbîrên kurd jî bersiva wî bi tundî didin, radibe kilî û gazinan dike û dibêje: Çima hûn deriyê rexneyê yê pîroz li min digirin; gilî û gazinan dike, ku rewşenbîrên kurd "ew li ber baranê hiştine". Heke Nîzar Agrî di vê şopa xwe ya çewt de bi vî awayî hên berdewam bike, ewê ne tenê li ber baranê bê hiştin, zîpik û teyrok jî dê li wî bibarin, yan jî ewê li welatê Nirwêc di bin berfê de bimîne. Ew bi vî şêweyê xwe li dijî lehiya çemê me yî neteweyî melevaniyê dike. Ez bawer nakim jî, ku kesek li dijî lehiya çem bikaribe çem bibire.
---------------------------------------------------
* Nivîsa M. Reşîd bi rengê şîn hatiye nivîsandin.
** Nivîskar ji Başurê Rojavayî Kurdistanê
- Nîzar Agrî: Li ber baranê
|
|