|
15.02.2003 - 13:47
MISTEK AX
Jan Dost* - Herne/Elmaniya
Bo Helîm Yûsiv
Neviyê tozê, dilketiyê leylanê!
Li balefirgehê, pirsa yekem ku ji hevalê xwe kir:
- Te emanetê min anî?
Hevalê wî, weke ku li hêviya vê pirsê be, destê xwe avête nav çenteyê li ser milê xwe û biken got:
- Te bi telefonan guhê min gêj kir: Mistek ax û mistek ax, ma ji te pê ve tikes nehatiye xerîbiyê?! Tûrikê mişt ax ji binê çente derxist û da destê wî.
Bi rûyekî ku ti hest tê de ne diyar bûn, li hevalê xwe yê nû ji welat hatî nihêrî û bêdeng berê xwe da trênê.
Di trênê de jî bêdeng ma, gurmegurma trênê û qerebalixa piştgirên tîmeke topê ya ku di lîstika xwe de bi ser ketibû û kenê grûpeke keçikên porsor û poz bi xizêm nedihatin wî, çavên wî hey li tûrikê axê yê di destên wî de bûn.
Kesên ku di ber wî re diçûn û bilez lê dinêrîn, xeyal dikirin ku di xew de ye yan jî serxweşek e, ta dema ku kontrol hat û bilêta wî xwest, destekî xwe ji ser tûrik rakir û bilêta di berîka xwe de derxist û bêyî ku li mêrik binêre da destê wî, mêrikê ku bilêta wî kontrol kir jî lêvên xwe qermiçandin û bilêta wî da destê wî yê ku hê jî li hewa bû û meşiya.
Sê sal bûn ku dûrî welatê xwe ketibû, li welatê nû yê ku nedibû welatê wî, pêrgî gelek astengî û dijwariyan bibû, saleke girover di hayimên penaberan de jiyabû û ev du sal in jî di maleke koxikî de dijî.
Fersenda fêrbûna ziman bi dest wî nediket, ne dikarîbû di sê salan de sê dostan peyda bike, ne jî karek li gor dilê xwe didît.
Şevên bêdengiya wî di wî bajarê ku hemî deriyên xwe di rûyê wî de girtibûn de, giran diçûn, eger ne telefona wî ya desta bûya, ne dûr e dîn jî bibûya. Her çendî ku zengilê wê heftiyê carekê ne dibihîst jî, lê jê re bibû sebrek, li jimarên ku nizanîbû yên kê ne dida û bi lez digot: Bibûrin ez şaş bûme!
Gelek caran deng in zivir û tund dibihîstin bersiva wî didan: Careke din şaş nebe.
Lê wî lîstika "ez şaş bûme" her berdewam dikir, tenê ji bo dengê mirovekî bibihîze û çend saniyeyan pê re biaxife.
Sosyala bajêr gelek zext lê dikir da ku kar bike, lê wî fêrbûna ziman dabû ber çavê xwe, dikir û nedikir ti alîkar ji bo vê yekê nedidîtin, ta rojekê li ber destê karmendê sosyalê yê gilover û ziman peltek û çav pisîkî giriya û got: Berî kar fersenda fêrbûna ziman bidin min, tika dikim!!
Kurseke sêmehî jê re peyda kirin, dema her sê meh bihurîn, tenê fêrî çend hevokan bibû: Navê min filan e, ez ji filan welatî hatime û çend hevokên giring di jiyana rojane de.
Dîsa nameyên sosyalê bi ser qutiya posta wî de bariyan, ew qutiya bêdeng, a sar, a ku tenê tê de nameyên fermî yên sar, didîtin.
Ji naçarî bû belavkerê reklaman, bi seetan li kolanên bêdeng ên weke goristanan digeriya û reklamên xwarinxaneyan, berberan û rojnameyên reklaman ên her çarşem li qutîpostên malan digerandin, roj bi roj binê neynûkên lingên wî reş dibûn ta ji her lingekî wî du sê nenûk pekiyan.
Gelek sibehan kûçikên malan bi ewtîniya xwe ew vediciniqandin, aveke tehl bi devê wî diket û gera xwe berdewam dikir.
Ne tenê kûçikên malan, xwediyên malan jî bêyî ku silava wî ya sibehê vegerînin, bi rûyekî tirş û bêyî ku li wî binerin digotin: Van gemaran nexe qutiya posta me! Û li turimbêlên xwe siwar dibûn.
Xweziya xwe dadiqurtand û berê xwe bi serxwarî dida qutiyek e din.
Trên li stasyona berî stasyona bajarê wî rawestiya, hin daketin û hin siwar bûn, grûpa keçikên porsor û poz bi xizêm hîn dikeniyan, lê garana piştgirên tîma serketî bi qutiyên bîra ên di destên wan ên bilind de, bi hev re daketin.
Kurtekêlîkekê li grûpa keçikên porsor û poz bi xizêm nerî, piştre weke ku bitirse hinek tûrikê wî ji dest wî birevînin, qenc destên xwe li tûrik şidandin û careke din bû gurîna trênê.
Li her deverê xwe bi tenê didît, di trênan de, li restorantan, li şahiyên kolanan, li marketan, newêrîbû li çavên xelkê binêre, ditirsiya kesek bi wî zimanê ku ew fêr nabe, pê re biaxife, dengê kesî nedibir xwe.
Ji ber ku bi zimanê xwe jî kêm diaxifî ditirsiya lal bibe, îcar bi xalî û pencere û cilên mala xwe re dipeyivî, bi ewr û baranê re, bi xaçên li serê dêran û bi manîkanên camekan re jî diaxivî.
* * *
Dema gihişte mal û derî vekir, bi dengekî bihîstî û şkestî ji tûrikê axê re got: Fermo derbas be!!
Û bi derbasbûna hundir re, di ber xwe de got: "Bibûre, min tu ta vê xurbetê aniyî, lê pêwist bû tu werî!!" Di serî de berê xwe da odeya razanê û tûrik li ber serê xwe danî, lê di ber xwe de got: "Ev ne cihê te ye", ew li salonê danî, lê dîsa cih neeciband, nema zanîbû li ku deyne, dawî berê xwe da serşokê û tûrikê ji xwêdana destên wî şil bibû li ser erda rût û sar danî.
Axa zuha, westiyayî û bêdeng, ew axa ku bi hezarê caran li taxa xwe di ser re diçû û dihat, li erda hemamê weke nalînekê kom bû!
Gupegupa dilê wî duqatî bû û hêsir di çavên wî de biriqîn, li koma axê nerî û bi dengekî lerizî got:
"Bîna wêranan ji te tê axa min!!"
Çend qurtên hovane li bîrayê xistin û dîsa berê xwe da koma axê:
Sê sal in ez dûrî te ketime, bibûre ku min zimanê axaftina bi te re ji bîr kiribe, bibûre eger ez bi bêhurmetî di vê şeva gawirane de bi te re biaxifim.
Tê bîra te axê!! Dema polîsan mala me dorpêç kirin û girtin ser odeya min? Tê bîra te dema pênûsa min şkandin û kaxezên min ên ku tê de bi tenê min helbest in li ser evîna te nivîsîbûn, li ber çavên min û te şewitandin? Pirtûkên min weke keroşkine tirsiyayî avêtin binê tûrekî û ta kaxezên spî yên ku hîn min hestên xwe li ser wan nerijandibûn jî, ji ser maseya min civandin, destên min li ber çavên te 'eger çavên te hebin' kelebçe kirin û bi pihînan ez ji mal derxistim û weke çewalekî kayê ez avêtim paşiya jîpeke di rengê te de!!
Wê şevê tu bêdeng mayî, te cizmeyên polîsan dialastin û haya te ji jana qevdikên destên min ên girêdayî nebû!!
Dema piştî heftiyekê di eynî jîpê de ez hatim malê, min di camên wê re li jêr dinêrî, dilê min dihat guvaştin, dema min didît tekerên jîpê zinê bi te dikin, lê tu!! Çi bi te xweş dihatî!!
Tu şahida bêdeng a bûyerê bûyî, şopên cizmeyên polîsan li ser te neqşên hov resim dikirin û hê jî tu di xewa xwe ya axîn de bêdeng dimayî!!
Tê bîra te dema dilê min di payîzeke bêwijdan de hate hêran?
Erê, bêguman tê bîra te her nîvro dîlbera min di ser te re dibihurî û dihate odeya min, ji pişt ve, destên xwe li ser herdu çavên min ên bendewar datanî û bi ken digot: Ez kî me?
Min xwe li nezaniyê datanî û destê xwe di ser destên wê yên mîna du kevokên kedî re dibirin, di ser lêvên wê yên germ û dagirtî re dibirin, di ser memikên sêvane re û di ser her du ranê wê........û min digot: "Tu periya cinna yî!!" Û em di ser hev re weke du hewrên har ku ji du aliyan ve bayekî dîn ew diajotin, diqulibîn!!
Her danê nîvro bi gavine ku tevna derewke dirêj diristin, di ser te re derbas dibû, ew periya cinnan, haya te jî ji xefkên ku li pêş dilê min vedigirtin hebû, lê rojekê tenê te rastiya rût li ber min ranexist, rojekê tenê te- hema bi pistepistekê - di guhên min de negot: Hay ji dilê xwe hebe li xefkên vedayî nelikume!! Carekê tenê te negot: Dîno xwe nespêre rewrewkê, tu ê ji tîna dilê xwe bimrî!! Te negote min: Lîstikê rawestîne, êdî dilê te tê hêran!!
Ez û te dost bûn axa min, û min ji bo te xweştirîn helbest nivîsandin, min tu bêhn dikirî ta ku hêz di pişikên min de hebû û min toza te ya ku li kincên min, li mijangên min digirt, ta heftiyekê nedadiweşand!!
Min digot: Ev tozeke pîroz e! Toza axê ye, axa li ber deriyê min a ku zarotiya min a xeniqî û xortaniya min a berxwenedîtî di nava xwe de mîna razeke veşartî hembêz dike.
* * *
Hêdî hêdî çavên wî sortir dibûn û qutiyên bîrayên li ser keviyên mirêkê rêzkirî, vala dibûn, lê hîç wî çavên xwe ji ser wê axa çelmisî û li ser erda hemamê ya rût û sar komkirî danedigerandin!
- Ez perîşan bûm, xizan bûm, bêçare bûm, min dilê xwe yê şkestî li kolanan digerand bêyî ku kesekî bibînim, perçeyên wî bighîne hev. Rojê te ez deh caran di wê perîşaniyê de didîtim -eger çavên te hebin- lê her tu di bêdengiya xwe ya ezelî de dimayî!
Ma nedivabû tu li ber xemgîniya gavên min ên tewş bûbayî dînbûneke ji tozê û li ezmanê wî bajarê gawirane bigeriyayî? Da te herkes bi jana dilê min agahdar bikira?
Ma ne divabû te ez bi her xefkeke nû ku li ber dilê min dihate raxistin, agahdar bikirama? Ez ê ku min tu weke dayikekê ji xwe re didîtî û ji dayikekê şêrîntir jî!!
Min ji kerba jiyana xwe agir bi pirtûkên xwe û derî û pencereyên mala xwe xist û hatim ku xwe jî bişewitînim û dîsa te bêdeng li min dinerî, dibe ku tu wê kêlîkê di ber xwe de dikeniyayî jî û te digot: Lawik dîn bûye!
Min wateya jiyana xwe di parastin û hezkirina te de didît! Eger min tenê peyveke ne di rê de li ser te bibihîsa, har dibûm, dîn dibûm û dihatim ku te di çavên xwe de veşêrim.
Bihata ya dawî jî ez amade bûm xwîna xwe ya sor û germ jî di ber te de birijînim.
Lê te!! Aaaaaaaaaaaax ez vê şevê çi ji te re bibêjim û çi nebêjim!!
Ka bêje min, gava erd li min teng bû û dilê min di destarê hêviyan de dibû ardekî vêketî, te çi ji bo min kir??!! Gava te ez birçî û tazî û xemgîn didîtim te çi dikir??!! Ez ji bo te digiriyam, min rê nedida bayek rabe û te ji ber deriyê min birevîne, min nedihişt tikes te ji ber çavên min bibe, min xew li xwe heram dikir da ku nehêlim dizên axê te bibin bajarekî nenas!! Ka bêje -eger zimanê te hebe- çima tu bêdeng mayî dema min berê xwe da vî welatê ku nabe welatê min û ez reviyam?!
Te her roj didît -eger çavên te hebin- ez diçim û têm û li xwe digerim, li hebûneke rihet û evîneke zelal digerim, li jiyaneke ku wek mirov tê de bijîm digerim, lê tu ji min re nebûyî warê wê hebûnê, wê evînê, wê jiyanê.
Tu her û her bêdeng dimayî, weke çawa niha jî di vê şeva lal de û li ser vî erdê sar û rût tu bêdeng î!!
Îcar nebêje min: Te çima ez anîme vê xurbetê?
Tu yî ya ku ez di vê wêranê re derxistim, sûcê te ye axê, sûcê te. Nefikire ku ez ê te li ber serê xwe deynim û her sibeh rabim te bîn bikim û çavên xwe bi te kil bikim û bibêjim: Ofyaaaan! Bîna bihiştê ji te tê!
Na, na lê ez dê...........................
Û zincîra pantorê xwe bi kerb vekir û bû şirşira mîza wî bi ser wê mista axê de.
---------------------------------------------------
* Nivîskar e ji Başurê Rojavayê Kurdistanê
|
|