www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

01.01.2002 - 00:00

MEHA SÊZDEHÊ

Helîm Yûsiv
halimyusiv@hotmail.com

Di seet bîst û pêncê de, di nav bêdengiya nîvê sevê de, ji niskêve Cemîlo ji xewê veciniqî û biryareke bêveger da:
- Divê ez bibim bikuj (qatil).
Nema zanîbû çawa îro wisa zû di xew re çûbû. Dibe ku siyar be jî, çunkî sev û rojên xwe di nav xewnerojkan de derbas dikirin. Dema ji diya xwe ket, her tist di nav rewrewkan de bû. Rengekî zelal ê dunyayê tunebû. Hemû reng li nav hev diketin û dibûn gergerînok. Vê gergerînokê bixwe ew ber bi evîndariya rengan ve kisandibû. Reng li hev dicivandin. Geh bi firçê, geh bi kêrê, reng li ser çavê tabloyê dixistin. Dixwest wê kêlîkê bigire, kêlîka ku cîhan li ber çavên wî hatibû afirandin, pêre karibe vê cîhanê biguhere. Cîhaneke din çêbike. Bê hemdî xwe, Cemîlo xwe dît ku wênesaz jêre tê gotin. Hîn zarok bû bi hestê kalan û aniha jî bi hestê miriyan dijî. Ji ber zarotiya wî jê hatibû dizîn, xwesteka tolhildanê dawerivîbû nava kezeba wî. Herku hinek dixistin çav xwe da tola xwe jê hilîne, di deqeya dawî de tistek diqewimî ku nikaribe pêk bîne. Ji lew re her ku mezin dibû ev xwestek jî pêre mezin dibû. Cara yekem, ev xwestek li dijî bavî vêketibû. Mala wan hinekî li derveyî bajêr bû. Li ser riya di navbera bajêr û malê de, mala jinebiyekê hebû. Jineke spehî û devliken ku hisê bavê wî ji serî dizîbû. Cemîlo bîra tistekî nedibir, lê wê rojê, mîna her rojek ji rojên havîna kelandî, diya wî bi berbanga sibê re, ji bo karê malê, ji xewê rabûbû. Bav jî ji bo kirînê çûbû sûka bajêr. Cemîlo, mîna çîçika li pey kurkê, xwe ji dawa diya xwe bernedida. Gava ku didît diya wî bi hêrs diçe û tê, xwest têbighêje bê diya wî çima ewqas zivêr û maddayî ye. Ji diya xwe pirsî :

- Tu çima ewqasî aciz î yadê?
- Ji ber bavê te yî xerab ku divyabû berî sê seetan hatibûya.
- Ma çima bavo dereng ma yadê?
- Çûye cem jinka bî, li qewadiyan digere.
- Qewadî çi ye yadê?
- Tu mezin bibî, tu yê nas bikî. Hema tu jî wekî bavê xwe dernekevî!
Cemîlo pistî çend salan wateya vê peyvê nas kir, lê di wê rojê de, pistî vegera bavî, qerebalixeke germ li malê li dar ket. Gava bi bazdan bi ser dengê diya xwe ve hat, wê çaxê bavê wî siqama dawî li diya wî xistibû. Mîna pirê caran bi destê Cemîloyê tirsiyayî girt û ji bo girî berê xwe da metbexê. Cemîloyê lerizî dixwest heyfa xwe ji bavê gewdegir û bihêz hilîne, lê nikarîbû. Di xeyala xwe de gir dibû, las ê wî dinepixî, cilên wî hêdî hêdî diqetandin. Gava dixwest berê xwe bide bavê xwe, ji bo tolhildanê, dinêrî ku hîn zarokekî bêçare ye, jar û bêhêz e. Cara duyem ev xeyal li dibistanê pê re çêbûn. Rojên wî yên destpêkê bûn. Mamostayê paytextî, ew û çend zarokên din rêz kiribûn. Her yekî ji wan pênc darên xurt li nermika dest û pênc li pista dest xwarin. Pistre, bi zixurekî, mamoste guhê her yekî ji wan difirkand û ew ji cênîkên wan ve bilind dikirin, Pêre pêre kazîniya cewrikên birîndar ji wan diçû. Cemîlo li benda cezayê xwe bû, çunkî mamoste, ji bo kar û barê dibistanê, pere ji wan xwestibûn. Û zarokan bi zimanê paytextê heftsed kîlometran dûrî bajarokê xwe nizanîbûn, tênegihiştibûn û bêpere hatibûn. Kêlîka ku mamoste li nav çavên Cemîloyê biçûk dinêrî, bi zimanê xwe yê xerîb bi ser de diqîriya. Cemîloyê ku bi zimanê dê û bavê xwe tenê dizanîbû nizanîbû mesele çi ye. Di nav xwêdana xwe de dima û kelogirî dibû. Ne dikarîbû bigiriya, ne jî kela girî qirika wî berdida. Pistî anîna peran, careke din, mamostayê kurê paytextê dûr û ziman dijwar ji wan û tênegihiştina wan hêrs dibû û dixwest wan daqurtîne. Hinek zarokan dest ji xwendinê berdan û hinekên din jî fêrî zimanê wî dibûn, yek ji wan jî Cemîlo bû. Hinek dihatin, dikirin nedikirin, fêrnedibûn .

Xeyalên Cemîlo dev jê nediqeriyan. Gewdeyekî mezin û destine ji hesin dixwestin, da ku bikaribe bi qepera mamoste bigre û wî weha di erdê bide. Toz û axa wî bajarî seranser pê paqij bike. Hema xwe didît ku di nav xwêdanê de maye, hîn zarokê berê ye, bêçare û bêhêz e. Dîsa xewna wî ya tolhildanê diçû bi avê de. Tabloya yekem ku çêkiribû wêneyê zarokekî bû. Gewdeyê wî ji cilên wî mezintir dibe. Cilên wî diçirin û ew serê xwe ji nav rengên tarî derdixîne û dixwaze nexseya cîhanê bi temamî bisewitîne. Ji wê rojê ve naskir ku tablo pêkanîna xeyalên zarotiya wî ne. Vê yekê têkiliyeke giyanî, di navbera wî û rengan de, di navbera wî û paçikê spî yê tabloyê de, çêkiribû. Eger herdû carên berê dizanîbû dê heyfa xwe ji kê hilîne, cara sêyem, li ber nexwesiya xwiska xwe ya biçûk, yekcar ji desthilanîn ketibû. Nema zanîbû sûc ê kê ye. Gava niqutek xwîn li kêleka devê wê yê biçûk xuya kir, xwiska wî yazdeh salî bû. Dixwest ku raze lê nikarîbû. Gava keçikê xwest bêje ez tî me, tayê xwînê bi ser çena wê de herikî. Roj bi roj zer dibû, jartir dibû, Bijîşk bêçare mabûn. Nexwesiya wê bê derman bû. penceşêra xwînê bû. Cemîlo li halê wê û li ezmanê bilind û bêdeng dinêrî. Ji wê rojê ve dixwaze tistekî biskîne, wêraniyekê bike. Mirovkuj û mirovxwirên temendirêj jiyan zeft kirine. Diya wî digot:
- Lawo zirarê negihîne mirovan ha, xwedê napejirîne, dê xwedê te ceze bike ha.!
Ev cezayê giran ji vê keçika biçûk re ji ku hatiye gelo? Li ber çavên wî ye yên ku tevkujiyan çêdikin, bê ceze dimînin. Kîna dijî hêzên vesartî yên ku ev cîhan bi awayekî sas saz kirine di dilê wî de sax dida. Vê carê xeyalên wî jî miribûn. Nema dixwest gewdeyê wî biwerime û cilên wî biçirîne û êrîsê bibe ser tu kesî. Kîn di hundirê wî de kom dibû, hêrs mezin dibû, dibû rengên tevlihev, dibû qêrîn û li ser paçikê çar qorzî belav dibû, li ser zimanê wî dibû gefên kustinê:
- Ez ê tistekî xera bikim, ez ê îro hinekan bikujim. Ez ê îro tistekî biskînim.

SULTANÊ TENÊTIYÊ

Îro pistî ku min neynik parçe parçe kir min nas kir ku ez heme. Berî wê ez li ber neynikê rawestiyam:
-Cemîlo! Tu mirovekî bêrû yî!
Min çiqasî dinêrî, min xwe nedidît. Min digo qey ez nema me: - Cemîlo! Tu dibêjî ez heme, lê rastî tistekî din e.
Ez wêran bûme. tune bûme. çawa her tist, ji bilî rûyê min, di neynikê de xuya ne. Ez tênegihiştim. Gava min bilind kir û ji jor ve min ew avêt ser çementoya hundir, bi pengizandina piçik û pariyên cama neynikê re, dilê min ket cih ku êdî ez heme. Wê gavê qet kesî din li cihanê tunebû. Weke herdem dîsa dinya vala bû. Gava ez hêrs dibim bi xwe re pev diçim. Kêf dikim, bi destê xwe digrim û govendê digerînim. Bi tena serê xwe direqisim heta ku di nav xwêdanê de difetisim. Ji xwe re distirêm heta ku diwestim. Tu dibêjî qey telefona min bêzengil e, carna ez dibêjim qey xera bûye. Ez wê diceribînim.
Ji hinekan re vedikim da ku ji min re lêxin. Wê gavê ez nas dikim ku ne xerabe ye. Ji telefona destan li ya malê digerim û ji ya malê li ya destan digerim.
Ez hatime jibîrkirin. Kes ji kesî re ne vala ye. çiqasî xelk li dora min pir dibin ewqasî bêtir tenêtî dilê min dixwe. Carna gotinek, nûçeyek, silavek be jî ji mirovekî, benê tenêtiyê li qirika dil sist dike, lê ew jî nîne. Gelo ez nexwes im an xelk tevde ji çermê xwe derketine.
Ey tenêtiya xwesik, hevala min.
Ey hevala kor.
Ji hemû hevalên kevin, Ji hemûyên nû jî bêtir tu nêzîk î. Hevala sevên weke werîsê êsê dirêj. Hevala rojên qop û diranketî. Ez çiqasî ji te hez dikim ewqasî ji te nefretê dikim. Çawa evîndarek bêriya yara xwe bike, weha bêriya te dikim, û gava tu têyî ez herdû çavên te dirijînim. Di kêlîkekê de mirov bi tenê, tê jiyanê, pir rehet e. Di kêlîkekê de mirov bi tenê, dimire û diçe, dîsa rehet e, Lê ev salên dirêj yên ji tenêtiya di navbera herdû kêlîkan de çendîn bênamûs in.
Tenêtiyê!
Ey diya minê!
Rûnistî me pesnê tenêtiyê didim û …. tim çavên min li derî ne, li bende pêjna jinekê, jineke ku di navbera min û îstegehê( Stasyonê) de sas nebûbe.
Jineke bizanibe ku ez ne bi tenê îstegeha bînvedanê me.

ÎSTEGEHA JINAN

Îro roja wî bi pirsekê dest pê kir. Gelo mêrek dikare bibe îstegeh? Hest dikir ku jiyana wî bûye îstegeh. Jinek tê, jinek diçe, yek bi otobosê, ya din bi tirênê, ya dîtir bi turimbêlê, lê tevde bi yek awayî, weha ji niskê ve diçin. Her ku jinek tê cem; tenêtiya xwe dikuje û pistre jî gava kujerekî tenêtiya xwe ji xwe re dibîne, wî tenê dihêle û diçe. Mîna gura ku ji beratê têr xwaribe, weha pista xwe dide wî û bê veger û posmanî diçe cem yekî din. Li ber neynikê dîsa rawestiya bû. Jinên wî yeko yeko ji nav çavên tabloya li ber wî derdiketin û jiyana wî dîsa ser û binî hev dikirin. Rastî bû yan xeyal bû, bas nizane. Lê tenê dizane ku mij û dûmanê ew di nav xwe de nîvkor kirine û nema dizanîbû çi bike ji bo xwe biguhere. Dixwest rahêje çakûçekî mezin û dîwarê vê rawestgeha ku jiyana wî bixwe ye, xera bike. Di vê nîvesevê de biryareke bêveger da. Divê pêk bîne. Ev biryar dê jiyana wî ji binî ve biguherîne, Lê berî ku gava xwe ya yekem bavêje, jinên ku di rawestgehê re, an di jiyana wî ya tevlihev re derbasbûne ji banê xênî bi ser his û dilê wî û paçikê tabloya wî ve diniqutîn. Dixwest bawer bike ku tenê jinekê, ji bilî diya wî, jê hez kiriye, lê nikarîbû. Ji xwe re digot, dibe ku tevan jî ji min hez kiribe, dibe ku yekê jî ji min hez nekiribe. Berî vê û wê, tistê ew sas û mat histibû ku hemû bi siwarî hatin, lê weha hemû jî peya çûn, lê her yekê bêyî ku ha ji xwe hebe, tistek li ba wî ji bîr kiribû,. Di wê kêlîkê de dest bi nîgarkirina jina yekem kir.

WÊNEYA JINÊ

Amûdê, wek her car, ji boyî du dilên evîndar goreke vekirî bû, cihê hevdîtinê lê peyda nedibû. Evîneke mêrkuj kezeb li min peritandibû, sev li min kiribû roj û rojên min bi xewn û hewldanên hevdîtinê derbas dibûn. Li ba min, weha jî li ba wê, ji tirsa malbatê, em newêrin bêne cem hev. Ez yeko yeko li dost û hevalan geriyam bêyî ku bigihêjim ti encamê. Bi tenê, dema ku mala wan vala dibû, me bi telefonê li hevudû guhdarî dikir. Rojekê dengê wê di telefonê re herikî guhê min:
- Divê ez te bibînim. Eger Amûdê nebû, vaye Qamisloyê nêzîk e, bi tenê sîh kîlometran dûr e.
Roja din, li Qamisloyê, em hatin cem hev, xwiska wê ya biçûk pêre bû. Berî dema hev dîtinê, bi du seetan, ez li wir bûm. Min xwe li nasên xwe girtibû, da ku li cem yekî ji wan ez û yara xwe hev bibînin. Berî ku ez naçar û bêhêvî vegerim min riya xwe bi dikana Zoro xist. Li ber derî rûnistibû, dendik diçizirandin:
- Tu dibê qey me nanek xwariye û pariyek daye te gidî. Ew çima tu weha madtirs î?
- Ez ê çawa ne xemgîn bim Zoro? Ger li seranserê vî welatî cihekî biçûk ji bo dîtina hezkiriya mirov tunebe.
Zoro biken dev ji dendikên xwe berda:
- Tu helbestan ji min re dibêjî Cemîlo! Tu çima dest ji resim bernadî û nabî helbestvan?!
- Ez henekan nakim Zoro.
Hîn min mesela xwe ji Zoro re digot, destê xwe avête bêrîka xwe û mifte derxistin:
- Sansê te ji ba Xwedê heye Cemîlo, îro dusem e û ev neh salên birayê min ku her dusem ew û jina xwe û zarokên xwe diçin gund û pistî nehê sevê tên. Eger heta nehê şevê dem têra te bike, ha ji te re mifte û dostka xwe bibe malê. Mal tevde li ser hesabê te ye.
Min li seetê nêrî, nêzîkî sisiyê pistî nîvro bû. Gerek di sisiyan de wê bibînim. Min xwesteka xwe ya dawî ji Zoro re got, ku divê tenê ew me bigihîne malê û pistre vegere karê xwe. Zoroyê dendikhez bi kêfxweşî vegerand:
- Hema ji min nexwaze ez ji te re bi serê wê jî bigirim. Hemû tistê din rehet in.
Wî kenê xwe berdewam kir. Ez jî bêbask ber bi cihê hevdîtinê ve firiyam. Li wê derê min yekser teksiyek kirê kir û ez û wê û xwiska wê bi hev re, me riya xwe bi Zoro xist. Dikan girt û bilez hat. Em gihandin malê, kursî danîn hewsê. Her deverên malê nîsanî me dan û vegeriya karê xwe. Min jî soz dayê ez berî heyst derî li pey xwe bigrim û kilîtan lê vegerînim. Wê kêlîkê sûr simbêlên min nedibirîn. Du serkeftin bi dest ketibûn, dîtina çav, por, bisk, memik û lêvên ku hinavên min hilwesandibûn, a din jî ku ez li ber wê bi dilsojiya hevalê xwe Zoro serbilind bûm. Hema ku Zoro derî girt û çû, bêyî ku me ha ji xwe hebe, me xwe di hembêza hev de dît. Wê rojê bêhnek jê dihat, ku heta vê kêlîkê ew bêhn ji kîjan jinê bê û li kuderê be jî, eger bê xwestin, ez amade me xwe di ber wê jinê de bidim kustin. Pistî ku me rûyên hev di nav maçan de histin, dengekî mîna hime himê ji xwiska wê ya biçûk hat. Min ji himbêza xwe berda û bi ken ber bi xwiska xwe ya matmayî ve çû:
- Wî... min xwiska xwe ji bîr kir!
Xwiska wê hem dibişirî, hem jî fedî dikir. Me ew bir metbexê û me jê xwest ku qehwê çêbike û berî em wê bi tenê li metbexê bihêlin, min henekeke ku fêm kiribû pê kir:
- Bela qehwa te du seetan dirêj bike ha.
Bi (erê, erê xem nake) re, xwe bi çêkirina qehweyê mijûl kir: - Ez ê tenê qehwa xwe vexwim.
Min nas kir ku berê sîretkirî ye û dixwaze heta dawiyê alîkariya xwiska xwe ya mezin bike. Hêdî hêdî kêlîkên ku, ji bihustê hatine dizîn, nêzîk dibûn. Ew kêlîkên ku ez û ew tenê, dûrî çavan, hev û du bibînin. Mala Zoro mezin bû. Me dest neda deriyên girtî, me berê xwe da odeya herî nêzîk û derî vekirî. Hundir hinekî xuya dikir. Dema ji derve mirov derbas dibû. Di nav wê tarîbûna sivik de, li bin wê siya hênik a ku agirê dil gurtir dikir, me xwe avête hembêza hev. Vê carê maçên bê tirs, mijandina lêvên tî û qirika gewr, bûbûn armanca talana lêvan, min nema dizanîbû ew çi dibêje yan jî ez çi dibêjim. Dem dema hevûdu xwarinê bû, dema gez û xwîn vexwarinê bû. Dema tînsikenandina du hezar û sessed salan bû. Min weha bêyî ku cilên wê deynim. Memikên biçûk, spî û serîsor, li hewa dixwarin. Digot:
- Ez dixwazim destpêkê ji lêvên te têr bibim.
Ji niskêve lêvên wê di nav lêvên min de sist bûn. Bi çavne tirsiyayî û rûyekî zer xwest min ji hembêza xwe derxîne. Hinekî tarîtiya hundir zêdetir bûbû. Mîna ku derî bê girtin û tava rojê, ya ku ji derve dihat, vemirî be. Hinekî dereng hat bîra min, ku derî vekirî bû. Gava deng ji wê nema derket û çavên wê bi derî ve mabûn daleqandî, ez zîvirîm, tu çi bibînî?! Mêrekî dagirtî, simbêl res û qalind, bi gewdeyê xwe yê gir derî li me girtibû û bi du çavên awirtûj ziq li me dinêrî. Min naskir ku birayê Zoro yê mezin e. Pirseke seyr kir:
- Hûn kîn e? Hûn di mala min de çi dikin?
Berî bersivê bibihîse, ji lingan heta serî, jina lerizî û rûzer dabû ber awiran. Min jî bi zorê parçeyên çend gotinan berhev kirin:
- Ez hevalê Zoro me û...
Bi hêrs pista xwe da me û derket, bêyî ku li bersivê guhdarî bike. Dema min da pey, ez li jina wî, û koma zarokên ku pêre bûn, rast hatim. Li devê derî, li min zîvirî:
- Ê, ne, ez ê di serefa Zoro nim, eger hevalên wî wek te bin.
Ez vegeriyam ber bi yara xwe ya qutifî ve. Di nav koma zarokên behetî re, me lezand û em derketin, yara belengaz dest bi girî kir. Xwiska wê bêdeng mabû û weha zimanê min jî nema digeriya:
- Te dît çawa li min dinêrî? Bi xwedê ez qutifîm û ez bawer dikim pistî îro ez ê nikaribim zarokan bînim, nava min jê qetiya. Ev hemû sûcê te ye Cemîlo.
Heta bi stasyona turimbêlan ez li ber digeriyam, da ku dilê wê xwes bikim, lê derbê cihê xwe zeft kiribû, ken û heyecana evînê cihê xwe dabû girî.
Ez jî melûl û bê mifte vegeriyam cem Zoro. Bi lez, bi min ve hat:
- Ha, tu çima zû hatî? Qey we şer kir? Kanîn mifte? Zoro qet bîra hatina birayê xwe nedibir. Gava bihîst, ji min bêtir behitî ma:
- Ne mumkin e yaho. Ev neh salên wî ku rojekê jî berî nehê sevê venegeriyaye. Ev çi sans li ser te ye?.. Hema hûn aciz nekirirbin.
- Na, na, tenê xeber ji te re dan.
Zoro çizirandina dendikên xwe berdewam kir û kulmek da dest min jî:
- Dendik ji evînê xwestir in lo, vê carê nebû, carek din, Xem nake, evîn jî wek van dendika ye. Ne mirov jê têr dibe, ne jî bêyî wê dibe.
Min kir û nekir, min nema karîbû careke din ew tenê bidîta. Weha, di serê min de ev raman hate meyandin. Welatê ku mirov nikaribe tê de eskere maçî yara xwe bike ne hêjayî soleke qetiyayî ye, vêca, ez Cemîloyê reben, ez ê çawa bi vê firçeya xwe ya rebenok welatekî biguherînim? Jin çû, dest bi nîgarkirina wêneyê wê kir. Reng li nav hev xistin. Zêdeyî sed jinî paçikê tabloyê dagirtin. Valayiya di tabloyê de zêdetir dibû. Spîbûneke seyr paçikê tabloyê bernedida. Cemîlo ji niskêve bixwe hisiya, nerî ku xirtexirta wî ye, bi firçeya zuha û bêreng bi paçikê tabloyê ketiye. Nas kir ku dîsa di nav derya xewnerojkên xwe de bû. Rûyên jinên wî serê wî di nav xwe de perçiqandibûn. Ji hawhawketî bû. Xwêdan pê ketibû. Heta jê hat, firçe avêt. Li bin guhê dîwêr xist. Bi pên û kulman çû dîwarê hisk û bêdeng. Bêhna wî derneket. Bi seriyan çû dîwêr. Bi derba yekem re gêj bû. Weha tevî cilên xwe, li erdê di xew re çû, teyê bigota ne îro belê ji berî deh salan ve mirî ye. Birçî bûbû, dixwest ku paçikê tabloya xwe ya têkçûyî bixwe, cîhanê seranser weha bi hemû jin, giha û kevirên wê ve daqurtîne:
- Min îro biryar daye, divê ez bibim kujer (qatil)
Lê ev destên ku piraniya demên xwe di nav çiçik û qirik û ling û nazikiya jinan de qedandine, dê çawan xwînê birjînin. Bi du çavên ji êgir li tabloya xwe dinêrî. Li ber rûnist, giriya, hêsrên xwe paqij kirin û bêdeng ma. Ziq li serê tiliyên xwe dinêrî, dema ku gurmegurm ji derî hat, zîqîniya sikenandina derî ew siyar kir. Li destê xwe nêrî, firça xwe virvirandibû û bêdeng li xwînê dinêrî. Peskên xwînê bi dîwêr ve hilkisiyabûn, heyst polîs bi hev re ketin hundir. Xwîn hetanî ber derî herikî bû. Polîsan xanî li nav hev xistin, qeyd xistin destên Cemîloyê rûzuha. Polîs li hemû deveran li kustiyan digeriyan. Tistek nedîtin. Cemîlo bi xwe re birin û bi dehan li wan derdoran li xwediyên xwîna pijiqî û herikandî digeriyan. Di nav destên wan de, û pistre jî li girtîgehê, Cemîlo her û her ji biryara xwe venedigeriya:
- Divê ez hinekan bikujim. Divê ez bibim kujer. Vê carê nebû, meheke din, tenê meheke din, ez ê hinekan bikujim. Polîsekî zîrek got:
- Dibe ku ev xwîn ji van jinên kustî yên di tabloyê de herikî be.
Hemû pê keniyan, yekî din xwest tistekî nêzîkî aqilan bibêje: - Dibe ku ev xwîn a wî bixwe be.
Yê dîtir qerfê xwe pê kir:
- Ev çawa bêbirîn evqas xwîn jê hat? Ê, ev xwîn ji hespekî bê, lê nabe sibe, îca çawa mêrekî wek vî Cemîloyê hejhijî. Pistî kontrolkirinê, hate zanîn ku xwîn a mirovan e û divê yên kustî bêne nas kirin.


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com