|
25.01.2003 - 09:55
AMÛDÊ Û JÎNENÎGARIYA BAJAREKÎ DIRINDE
Ehmed Huseynî* - Stockholm
helbest@amude.com

wêne: S.H.Berko
|
Şemiya Toşa Amûdê:
Berbeyaniya ku di koşeyên wê de
balefirên te yên kaxezî
û hetava te ya ji xweliyê dilikumîn,
Berbeyaniya ku deng ji birîna te nedianî,
berbeyaniyek e poşmandar û bê nan û xwê bû.
Balefirên ku toza te radiperandin
û bijankên kolanên te bi lerzê av didan,
ji cergê sedsalê ber bi girî ve sernişîv dibûn.
Tu li xwe
û li zingîna sirûdên xwe
temaşa dikî
û wateyên mirinê vedibijêrî
xwe bi talanan sertac dikî.
Dilê te,
di gurmîna cegerdar de,
di xirecira rêçên olan de
di rengvedana sorê alan de
di xweamadeyiya hespê êlan de
di sûkirina kêran de,
hildiperike asoyên gûmanê!
û rûpelên veçiryayî yên çîrokê
di rondikên qonaxê de dinimîne;
Destên te
yên ji beybûn û qamîşan,
wek hestine xunavgirî,
herikîna sirûdan zeft dikin
û xwêdana sar
ji ser eniya Seîd Axayê Deqorî
zuha dikin.
Serbazên nenas
li ber termê peyva te radiwestin,
stêrk ji çavên pirtûka te dirijin
û bejna te di ferhenga şewatan de li xwe,
li me,
li tozê,
li xweşmêrên bagerê mikur tê:
Ez Amûda şewitî me!
Ez Amûda Bavê Mihemd im!
Yekşema Sînemaya Amûdê:
Li ber dîwarê heman berbeyaniyê,
li paş pencereyên şkestî
yên xewna dayikên ji toza bendemana dijwar,
di wê qîrîna teng û tenik de,
di pend û şîretên agirekî tîndar de,
zarokên qederê digel laş û pênûsên xwe yên ji avê
Qederekî
hatin biraştin.
Qederekî
bi çolistana dûmanê şa bûn
û
Qederekî
serên xwe yên biçûk
li ser balgehên gunehkariyê danîn.
Mewîjên xwe
di bin balgehên xwe de ji bîr kiribûn,
Defterên xwe
bi pevçûnan qermiçandibûn
û porên xwe yên nûşehkirî
ji ber vîzevîza bagera evînê didane alî.
Navên sawdar yên firişte û rûperiyan
bi lêv dikirin
û Xwedayên wêranan
di "Olemp"a sînga xwe de
hînî lîskên xwe yên efsanewî dikirin.
şîşên xatirxwestineke lajewerdî
di çavên dayikên xwe de diçandin.
Berên xwe,
her derên xwe,
lawik û heyran,
dengbêj û şerên xwe,
bi gavine lezgîn didane agirdanka
Sînemeya Amûdê
Û li me
Li xweşmêrên rewrewkê mikur dihatin:
Ez Amûda şewitî me!
Ez Amûda Bavê Mihemd im!
Duşema girtîxaneyê li Amûdê:
Stûnên nifirê
di hinavên demê de disincirîn,
Rûbarên şewatan
xweliya serê heft gundan
çavsorên bajaran
Serxweşên paytextan
Tixûbên qedexe yên nexşeyan
Keştiyên nehatî yên bendergeh
Nimêja bargeh
derya
û tawana oqyanosan
di guliyên êgir de semageriya ebedî
pêşkêşî hişê qederê dikin.
De gur bibe!
De nemir bibe
ey dîlana ji dûmanê!
De qoçan û belge û nameyên xwe
yên ji mizgîniyên giyankuj rizgar bike,
radestî girî bibe
û di çavên kesk yên berbeyaniyê de
alên bêrîkirina xwe daçikîne:
- Bavê min spîndar e.
Dayika min şengebî ye.
kurê min Sîpan e!
"Felemezê Koro"
ji
"Hizniyê Meskenî"
re digot û xilmaşiya êvarê
ji ser xilêfkên çavên xwe dadiweşand.
- Xwîna kesk a ku ji hişê min
ber bi berbeyaniya tawanbar ve diherike,
aniha,
dê ber bi te
û ber bi şevistana kirasên dayikên
şewatan ve biherike!
"Hizniyê Meskenî"
ji
"Felemezê Koro" re digot
û zingîna katjimêran
di dilê bêhûdeyiyê de dihejmartin
li xwe
li me û li heyva çarede şevî mikur dikatin:
Ez Amûda şewitî me!
Ez Amûda Bavê Mihemd im!
Stockholm, 13.09.1999
---------------------------------------------------
* Helbestvan ji Başûrê Rojavayî Kurdistanê
|
|