|
01.01.2003 - 00:00
PIRSÊN GÎROKÎ
Ehmedê Huseynî
helbest@amude.com
Di cîhana nivîsandinê de, hin pirs hene da ku ragihin û velerzînê
dirust bikin, pêdiviyî mêrxasî û cegerdariya pênûsan in.
Vejandina pirsên tirsnak û aloz, wek erk, wek berpirsî, wek
rola dîrokî, hem jî wek asta şaristanî û hişyarî û hişmendî,
bi radeya rewşenbîrî ve û bi asta rewşenbîr ve girêdayî ne.
Pirsên me bi hiş, bîr, nasname, xewn û afirandinê dest pê dikin û li nik awayên derbirîna zimanî û dabeşkirina giyanê kurd û hewldanên zuhakirina hest û nestan ranawestin.
Di vê çarçeweyê de, pêwist e ku pirsên me serçavka hemî pirsên derengmayî û gîrokirî, biçirîne.
Da em li bendî xelkê nemînin ku çewtiyên me bibêjin û li gorî berjewendiyên xwe şirove bikin cegerdariyeke rewşenbîrane gerek e.
Da em şopa xwe û rola xwe û çalakiyên giyanên xwe, wek serencam, di naveroka zimanê xwe de bi cih bikin, Gerek em bi xwe êdî bikaribin çewtiyên xwe bibêjin, lawaziyên çand û dîrok û têkoşîna xwe destnîşan bikin, di şevistana dîrokê de li xwe bigerin, li giyanê xwe, li hiş û îstegehên zuhabûna xeyala xwe, li armancên hebûna xwe û dawî jî li rasteqîniya afirandina xwe bigerin.
Eger em bikaribin van çewtiyan û lawaziyan bi guftûgoyên hêja û bilind ronî bikin, em dê bikaribin gavên xwe hêdî hêdî ber bi ramaneke şaristanî ve bavêjin, em dê bikaribin çarçeweyên teorî bo zimanê xwe, bo pirsgirêkên çand û wêjeya xwe ya neteweyî, bo rasteqînî û bejn û naveroka nasnameya xwe, bo helwesta xwe li hemberî xwe û li hemberî dorhêla xwe, damezirînin.
Îca ji bo ko em xwe nexapînin gerek em bizanibin çi bi serê me hatiye, em û miriyên xwe li ku ji hev bi dûr ketine, em kî ne, ji ku hatine û di kîjan karxaneyan de hem giyanê me û hem jî laşên me hatine çêkirin?
Bi kurtî, hetanî kîjan pileyê, wek rewşenbîrbîr, em dikarin xwe ji desthilatiya miriyan rizgar bikin û şûn û cih û demên xwe berceste bikin?
Gerek em ji xwe bipirsin: gelo bi zimanekî, ko ji kolanê, ji dê û bavan û bi awayekî devikî hatiye wergirtin, afirandinên rastîn çê dibin yan na?
Zarokê ko şeşsalî ye û berê xwe dide dibistanên serdestan da ko bi awayekî rêzanî û rêxistinî û sistematîk hînî xwendin û nivîsandina zimanekî biyanî bibe, bêguman dê ew ziman di dawîya dawî de bibe zimanê hest û nestên wî, dê xeyala wî bi wî zimanî perwerde bibe, dê zanîn û hişyarî û asoyên têgihiştina hebûna wî bi wî zimanî dewlemend bibin û dê bi wî zimanî, ji ber ko zimanê hînbûnê ye, hêrs bibe, bilerize, bixeyide, bigirî û bikene.
Ji xwe li gorî serdestan her û her zimanê wan şîrîntirîn ziman e, mirovatî bi dîroka wan a neteweyî dest pê dike û bi dawî jî nayê. Qehremantirîn, comerdtirîn, zîrektirîn û baştirîn netewe neteweyên wan in, xweşiktirîn xweza û welat welatên wan in, wêje û çand û rewiştên herî hêja û balkêş dîsa yên wan in. Mezintirîn fêlosof, helbestvan, zanyar, ramyar, serpereşt û dîroknas yên wan in.
Wisa em perwerde kirin, wisa dest bi zuhakirina giyanên me kirin û wisa bejna xewnê di şeş saliya me de qurmiçandin.
Anuha êdî wext e ko em li xwe mikur werin û bibêjin em bi xwe şagirtên herî dilsoj û destpak ên wan çandên birêz(!) û bi rûmet(!)in.
Lewra gerek em zimanê wergirtî û zimanê hînbûyî ji hev cihê bikin.
Gerek em zimanê ramanê û zimanê hest ji hev cihê bikin.
Gerek em nivîsandinê û afirandinê ji hev cihê bikin.
Gerek jî em bizanibin ko anuha lêkolînên derûnî-psîkolojî yên zimên dibêjin ko rêzimana zimanekî di dema hînbûna sistematîk de bîr û bawerî û teoriya hişyarî ipstimolojî ya mirovan çê dike.
Nîvîskarên vê qonaxê jî bi xwe, kêm zêde, ew zarokên şeşsalî ne. Bi wateyeke din, wek min li jor gotibû, şagirtên herî dilsoj û destpak ên çanda serdestan in.
Yanî, bi giyanên zuha, bi xeyala birîndar, bi ferhenga lawaz, dê berhemên hêja, bandorên kûr û asoyên berfireh nayên çêkirin.
Li vir gerek em ziman, wek striktûr û bûnewer, ji nivîskarên îro yên zimên cihê bikin. Mebesta min ew e ko bi heman zimanî Cizîrî û Feqê Teyran berhemnên xwe yên nemir nivîsandine.
ez dixwazim bibêjim, da ku zimanê me jî êdî dest bi teqîna xwe bike, xeyala me jî dest bi zeftkirina asoyên xwe bike, çêjwergirtina me jî dest bi vedîtina co û rûbarên xwe bike, gerek em piçekî din bîna xwe fireh bikin, ta zarokên kurd bi zimanê xwe dest bi xwendinê bikin, bi zimanê xwe rabin û rûnin, bi zimanê xwe perwerde bibin û bi zimanê xwe mezin bibin.
Ji derveyî vê prosesê, bawer nakim ko şagirtên dibistanên serdestan dê bikaribin laş û giyanê kurmanciyê ji hundir ve ronî bikin.
Dîsa dixwazim bi kurtî bibêjim ko, eger kurmancî jî îro ro wek erebî û tirkî û farisî bûya dê 99% ji nivîskarên ko îro bi kurmancî dinivîsînin tunebana.
Ji ber çi vê yekê dibêjim?
1- Hemî nivîskarên ko îro bi kurmancî dinivîsin, zimanê wan yê dibistanê xurtir e, berfirehtir e û kûrtir e, lê nikarin bi wî zimanî binivîsînin digel ko xwe dikujin da berhemên wan bêne wergerandin bo zimanên serdestan. Gelek caran jî yê nivîskar û yê wergêr bi hev re di heman dibistanê de û bi eynî zimanî xwendine.
2- Hemî nivîskarên ko îro bi kurmancî dinivîsin, zimanê wan yê serekî bo têgihiştina jiyanê, bo têgihiştina bûyer û rûdanan, bo têgihiştina pirsên felsefiyane yên evînê, mirinê, nasnameyê, xweşî û şîniyê, zimanekî din e. ango nivîskarê kurd bi zimanekî dijî û bi zimanekî din xwe derdibire, ma ji vê şezofrînyayê dijwartir heye?
3- Nivîskarê ko 25 salan li welatekî ji welatên Ewropayê dijî, ko zimanê wî welatî dixwîne, bi wî zimanî dipeyive û di dezgehên çandî û kultûrî de berpirsê dike, nikare bi wî zimanî binivîsîne, di wexta ko em dibînin çawan nivîskarên rastîn ên ji miletên din piştî çand salan ji mayîna xwe dest davêjin zimanê nû û berhemên balkêş diafirînin, nimûne jî pir in ji Siuran û Brodiskî hetanî ko bigihêje Kondêra. Li vir jî êdî bi awayekî pir zelal têt xuyakirin ko pirsa nivîsandina bi kurmancî pirsa keysperestî û lawaziya ziman û tunebûna behreyê ye.
Di dawî de dixwazim bibêjim ko tenê pênûsa dahêner û xulqêner dikare vê rewşa aloz derbibire, lê sed mixabin ku ew pênûs di kurmanciya îro de peyda nebûye.
Li bin sîwaneya van bîr û boçûnan em dest bi avakirina hişê zimanê xwe dikin, ango dest bi vekirina vê pencereyê dikin da em lixwegerînê ber bi rexên wê yên nediyar ve rakişînin û li hemberî zimanên şkestî û hejar li bîn û çêj û reng û dengvedan û pêjinên afirandin û dahênanê bigerin.
Di vê gernameyê de, sawa me sawek e zimanî ye. Henasa me henasek e rexnekariyane û cegerdar û wêrek e û gavên me jî ber bi daweşandina toza dîrokê ve, bi hêminî, diçin.
|
|