www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

01.01.2002 - 00:00

KURTASIYA JIHEVXISTINÊ

Émile Michel Cioran*
Wergerandina Ehmedê Huseynî


Di her mirovekî de pêxemberek radize, dema ku hişyar dibe, li cîhanê ziyandarî hinekî geştir dibe.

Rizgarî dawiya hertiştî û dawiya me jî tîne.

Kêmasiya her rêbazeke rizgariyê ew e ku helbestê bin pê dike, ger helbestvan rizgariyê bixwaze dikare nokeriya xwe bike:
Rizgarî mirina sirûdê ye, binpêkirina hunerê û giyan e.

Mirovek nîne ko mirina mirovekî din nepesinandiye - bi kêmasî binhizra me- her yek goristaneke dost û dijminan li pey xwe dikişîne.

Ne pir giring e ku ew goristan ber bi zinarên dil ve sernişîv bûbe yan jî bi ser banê arezûyan ve ketibe.

Azadî boçûneke sincî ye, ji cewherekî iblîsane ye. Tiştê dihêle ez bibêjim helbestvanê rastîn kî ye ev yek e: dema ez wî dixwînim û demeke dirêj bi berhemên wî re dijîm, tiştek di hinavên min de têt guhertin.

Jiyan diyarî ye, ew kesên ku evîndarên mirinê ne ew pêşkêşî zindiyan kirine

---------------------------------------------------
CIORAN (kurdî: Sioran), Emile Michel - feylesûf: Sala 1911an li bajarê Rètinari li Romaniyaya îro ji dayik bû, û di 1995an de li Parîsê çû ser dilovaniya Xwedê.


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com