|
25.02.2003 - 10:15
HEVPEYIVÎN BI ÉMILE MICHEL CIORAN* RE
Beşê 3an
Wergerandina Ehmedê Huseynî

wêne: Talon de Aqviles
|
Ez dê ji wan ezmûnên te dest pê bikim, hetanî kîjan radeyê te dest bi xwendina nivîskarên Fransayê yên wek Bodlêr (Baaudelaire)kir?
Ta radeyekê ez Bodlêrperest bûm; helbestvanekî payebilind e, lêbelê Malarmê(Mallarme) payebilindtir e, herwiha Rambo(Rimbaud) jî. Herdû ji Bodlêr resentir in, mebesta min ji alî hestên xwe yên derûnî ve. Min carekê nivîsandibû ku du nivîskar hene herdem di bîra min de ne, lê berhemên wan naxwînim: Baskal û Bodlêr in. Hevalên min ên herdemî bûn. Neku pozbilindî ye, na, hestekî derûnî ye, mîna ku em ji heman binemalê ne. Tu dizanî ku Baskal di jiyana xwe de hergav nexweş bû û di ciwaniya xwe de; di sih û neh saliya xwe de mir. Di pirtûka xwe de xuşka Baskal Madam Bîryê dibêje ku rojekê Baskal jê re gotiye: Min ji hivdesaliya xwe ve rojek e bêyî êş nedîtiye.
Li Romanyayê, li Boxaristê, dema ku min ev gotin li pirtûkxaneyê xwendin ez pir êşiyam û min dixwest ku biqîrim lewra min destê xwe datanî ser devê xwe. Min ji xwe re digot: Dê wisa bi serê te jî bê, min paşeroja sosreta xwe bi wan gotinan hest dikir. Lê ji derveyî vê yekê jî em dikarin bibêjin ku Baskal û Bodlêr bi awayekî pir kûr derbarê giringiya ezmûna bêzariyê peyivîne. Digel ku aniha hinekî kêmtir e jî lê jiyana min bêyî bêzarî derbas nebûye.
Lê çima?
Sedem pêşveçûna temen e. Bi pîremêriyê re, Tişt, ronahiya xwe wenda dikin. Her tişt çi baş û çi pîs jî kûrtir dibe.
Lê tu bawer nakî ku hin tişt hene bi pîriyê re ronaktir dibin?
Na, asta mirov a sincî- exlaqî baştir nabe, her wisa mirov di pîriya xwe de zanetir jî nabe. Berevajî baweriya xelkê, mirov ti tiştî ji pîriyê qezenc nake. Lê her ku mirov bêtir westyayî be hewl dide ku xwe wek zanyarekî diyar bike.
Te di (The Trouble with Being)de nivîsandibû (tiştên ku aniha di şêstsaliya xwe de dizanim, min ew di bîstsaliya xwe de dizanîbûn, Nexwe çel salên ji westana lêkolînan zêde bûn) vê gotina te ez mat kirim, min nexwest bawer bikim..
Çi pêşveçûn di jiyanê de nîne. Hindek guhertinên piçûk hene. Dawiya dawî jî pirs pirsa ronakiyê ye wek ku tu dibêjî.
Gelo di qonaxa bêxewiyê de, te ew bêxewî ji boyî kûrkirina ramanên xwe bi kar dianî?
Bêguman e, rast be yan jî çewt be, hemî raman û hizrên min serencama bêxewiyê bûn, teqez ger bêxewî tuneba dê ew raman pêdivîyî velerzînê bana. Bi alîkariya yan jî di bêxewiyê de her tiştî radeyek e din bo xwe wergirt.
Ma te di wan şevên bêxewiyê de pir dinivîsand?
Erê, lê ne pir, tu dizanî ez kêm dinivîsînim. Ti carî min nivîsandin wek pîşe nas nekiriye. Ez ne nivîskar im, ez van kitêbokan dinivîsînim lê ew bixwe ne ti tişt in, bênirx in. Min di jiyana xwe de ti tişt bi dawî neaniye. Tenê min salekê bazirganî kiriye. Li Romanyayê min mamostayetî kiriye, lê ji wê demê û vir ve min karê bazirganiyê nekiriye. Her ez wisa wek xwendevanekî jiyame, ez vê yekê wek serkeftina xwe ya herî mezin di jiyanê de dibînim. Min di jiyana xwe de têkçûn nas nekiriye ji ber ber ku di nekirina tiştan de serkeftî bûm!!.
Ev jî tiştekî hem zor e û hem aloz e.
Pir zor e, lê ji bo min serkeftinek mezin e û pê serbilind im. Hergav min ji xwe re hindek rê dîtine. Min alîkarî ji xwe re peyda dikir bi taybetî ji bo xwendinê.
Lê berhemên te pir bal kişandine, ma ne wisa ye?
Di rastiya xwe de, bi tenê van hersê salên dawî dest bi peyivîna derbarê pirtûkên min kirine. Bi hêsanî dikarim bibêjim ku, di sala 1950î de çend mehan derheqa min peyivîn bi taybetî derheqa (A Short History of Dcay) lê piştre bi qasî sîh salan, ji bilî di nav çend kesên ku bi wêjeyê mijûl dibûn, hema hema ne naskirî bûm. Lê ji çend salan û vir ve her tişt di gel çapên gelêrî (Paperback) hate guhertin.
Te dabû xuyanî kirin ku çapa gelêrî ya (Syllogismes de lamertume) serkeftinek e mezin bi destxistiye?
Ew bi xwe carekê bû. Piştî bîst salan duhezar jimar hatibûn firotin. Bextê min baş bû ku çawan serê sîh salên ji bêdengiyê min xwe ragirt. Sosreta herî dijwar a nivîskêr ew e ku di ciwaniya xwe de navdar bibe, tiştekî pir pîs e, li ber her tiştî astengan çêdike, ji ber ku nivîskarên ku di ciwaniya xwe de navdar dibin ji boyî xwendevanên xwe dinivîsînin. Baweriya min wisa ye, gerek yê nivîskar dema nivîsandinê bi yên dîtir nerame. Pêwist nake tu ji bo kesekî binivîsînî, tenê ji boyî xwe. Mafê kesî nîne ku pirtûkekê binivîsîne tenê ji bo pirtûk nivîsandinê be, wisa peywendiya pirtûkê di gel realîteyê têt birîn, dê bi tenê pietûkek be. Min her tişt ji boyî reva xwe nivîsandiye, ji boyî rizgariya ji hestên bîntengî û xeniqandinê. Neku peyam û ilham bûn weku dibêjin. Şêweyek ji xwerizgarkirinê bû, da bikaribim bîna xwe bikişînim.
Peywendiya te bi nivîsandinê, têramandinê û hizirînê re çawa bû, li peyçûna ramanan tiştek e û nivîsandin tiştekî din e.
Erê. Lê tu dizanî, di ezmûna min de rûyekî din heye çunkî min zimanê xwe guherand. Rêjeyî (nisbetî) min bûyerek pir balkêş bû. Min di sî û şeş saliya xwe de dest bi nivîsandina zimanê fransî kir. Weku tê zanîn Ziman di salên pazdehan an bîstan de tê veguhertin.
Kînga te dest bi xwendina zimanê fransî kir?
Min ew nexwendiye. xelkên Romanyayê, ne bi xwendinê, piçekî Fransî dizanin. Hin kes hebûn fransiya wan pir baş bû lê ya min ne wisa bû çunkî li Sîbyoyê ji dayik bûm. Dê û bavê min peyveke fransî nizanîbûn. Bi Romanî û Hingarî dipeyivîn. Qet çandeke me ya Fransî tunebû, lê li Boxaristê Fransî ji boyî rewşenbîran zimanê diwemîn bû. Hemî bi Fransî dipeyivîn û dixwendin. Min di nav wan de ji xwe şerm dikir. Min Fransî dixwend lê peyivîn aloz bû. Lewra dema di bîst û heft saliya xwe de hatim Fransayê di şûna ku xwe ji boyî nivîsandina bi Fransî amade bikim min hetanî sala 1947ê bi Romanî nivîsand. Lê min ti tişt belav nekir. Min gelek tişt nivîsandin. Carekê, di sala 1947ê de, li Normandiyê, li gundekî bûm, min Malarmê werdigerand zimanê Romanî, ji nişkê ve hat bîra min ku wateya vê çalakiyê nîne. Ez li Fransayê me, ne helbestvan im, bi şêweyekî pir lawaz werdigerîm, ez nema vedigerim welatê xwe, ez çima wisa dikim? Min ji xwe re digot. Mîna peyam û ilhamekê min ji xwe re dîsa got: gerek tu dev ji zimanê xwe yê zikmakî berdî.
Ez vegeriyam Parîsê û ramana nivîsandina bi Fransî di serê min de bû, min jî dest pê kir. Lê ew biryar jî pir aloz bû. Ji min weye hema ku biryarê werbigirim ez dê dest bi nivîsandinê bikim. Min bi qasî sed û pêncî rûpelan nivîsandin û min ew şanî hevalekî xwe kirin, ji min re got: Bi kêr nayên, gerek tu wan ji nû ve binivîsînî.
Ez pir tûre bûm lê ji boyî ku ji dil dan û stendinê bi mijarê re bikim, ji min re baş bû. Min hemî hêza xwe spart zimanê fransî, ez wekî dînan bûm, bi ferhengan û hemî tiştan dorpêçkirî bûm. Min karekî pir mezin û dijwar kir. Min pirtûka xwe ya yekemîn çar caran nivîsand. Lê dema ku, piştre, min pirtûka xwe ya diwemîn nivîsand, nema ji min dihat, dilê min bi peyvan dixeliya, ji bo çi dinivîsînim?
Pirtûka pêşîn ji ber ku çar caran hatibû nivîsandin, gelo gelek guhertin tê de çê bûbû?
Erê. Şêwazê wê hate guhertin. Tu rastî dixwazî, xuya ye ku min bi bêagahî dixwest tola xwe ji wan kesên ku li Romanyayê bi Fransî dipeyivîn hildim, lê min ha jê nebû.
Herwiha hesta ku hergav bi min re dijiya jî, hesta ku ez ne mirovekî Fransî me sedemek ji sedeman bû..
Ma di wan salên xwe yên pêşîn de te gelek xelk li Parîsê nas kirin?
Na. Bi taybetî ji derdorên çand û wêjeyê. Jixwe ji binî ve min nivîskar nes nedikirin. Ne jî bi wan re derdiketim. Ez pir şermokî bûm, ne naskirî bûm. Min li Parîsê gelek penaber naskirin, lê ne xelkên Fransayê. Min gelek xelk nas kirin lê têkiliya wan bi wêjeyê re tune bû, ev yek jî balkêştir e. Berî çend salan yekî Romanî hate Parîsê û xwest çend nivîskaran bibîne. Min jê re got: (pêwist nake tu hevalbendiya nivîskaran bikî. Ji boyî te, wek mirovekî ku ji derveyî Fransayê hatiye ya baştir ew e tu ji xwe re bi ajovanê taksiyekê re yan ji xwe re bi jineke xwefiroş re, ne bi nivîskaran re, bipeyivî) pir tûre bû û dest bi sixêfan kir, mebesta min tênegihişt.
---------------------------------------------------
CIORAN (kurdî: Sioran), Emile Michel - feylesûf: Sala 1911an li bajarê Rètinari
li Romaniyaya îro ji dayik bû, û di 1995an de li Parîsê
çû ser dilovaniya Xwedê.
- Beşê hevpeyvînê yê
yekem (01.01.2003)
- Beşê hevpeyvînê yê
2an (08.01.2003)
|
|