www.evarbash.com - malpera sûdwergirtin û vedîtina asoyên spehî yên çand û wêjeya kurdî

08.01.2003 - 16:02

HEVPEYIVÎN BI ÉMILE MICHEL CIORAN* RE

Beşê 2an
Wergerandina Ehmedê Huseynî



wêne: Talon de Aqviles
Te di (The trouble with being born) de gotibû: Çunkî pir sade bû min nema ew xwend!

Ev ne pir rast e, sedem nêrîna wî ya derbarê VIYANA HÊzÊ bû. Xwe bi boçûneke mezin radipêça çunkî bi kêrî tiştekî nedihat, hemî bingehên wê boçûnê çewt bûn. Karên wî nayên salox dan, ji paranoyayê derdiçûn. Dema ku em nameyên wî yên wê demê dixwînin dilê me pê dişewite. Tiştekî pir balkêş e, mîna ku nameyên qehremanekî ji qehremanên Çaykov bin. Di ciwaniya xwe de bi wî ve girêdayî bûm, lê piştre na. Nivîskarekî payebilind e, şêweyê wî jî pir hêja û spehî ye.

Digel ku gelek caran rexnegir dibêjin ku tu li pey şopa wî diçî?

Na. Bawer im wisa çewt e. lê şêweyê wî yê nivîsandinê bandora xwe li ser min hiştiye. Hin tiştên ku li cem elmaniyên dîtir tunebûn li ba wî hebûn. Çunkî berhemên fransiyan xwendibûn, ev jî giring e.

Berî niha te gotibû ku di ciwaniya xwe de min gelek helbest xwendine. Rastiya wê jî ev bû?

Ev piştre hat. Lê bêzariya min a li hemberî felsefeyê ez ber bi wêjeyê ve dehf dam. Ya rast ev e, dema ku min hest kir ku Dosteyefskî ji mezintirîn fîlosof giringtir e û helbesta payebilind tiştekî sûrdar û seyr e.

Baş e, bi çi awayî bêxewiyê yan jî xewrevîniyê bandora xwe li ser vê helwesta te hişt, mebesta min wê demê?

Bi rastî, sedema bingehîn a ku hişt ez dûrî felsefeyê bikevim ev bû. Di kêlîkekê ji kêlîkên bêzariya dijwar de ez têgihiştim ku felsefe ti alîkariyê nake. Çi bersivan pêşkêş nake. Wisa min berê xwe da wêje û helbestê lê li wir jî min çi bersiv nedîtin. Lê di rewşa min de dikarim bibêjim ku şevên bêxewî û xewrevîniyê alîkariya min kirin daku êdî nema bi awayekî pîrozmend li felsefeyê temaşa bikim.

Şevên xewrevîniyê kînga dest pê kirin?

Di xortaniya min de. Nozdehsalî bûm. Ji kêşeyeke tendûristane kûrtir bû. Di jiyana min de qonaxeke bingehîn bû. Ezmûna herî rasteqîn e bû. Şevên bêxewiyê çavên min vekirin, lewra bi sedema wan her tişt bo min hate guhertin.

Ma hê jî tu gazinan ji bêxewiyê dikî?

Kêmtir. Ew bixwe di navbera şeş-heft salan de bû, di wê demê de nêrîna min derheqa jiyanê hate guhertin. Ez bawer im pirsgirêkeke balkêş e. Bi vî awayî dest pê dike: kesê ku diçe nav nivîna xwe û seranserî şevê xew dike, roja dîtir jiyaneke nû dest pê dike, neku rojeke dî ye lê jiyaneke dî ye, lewra dikare tiştan bidestxîne, dikare xwe derbibire, hem (anuha)ya wî û hem jî (sibê)ya wî heye. Lê kesê ku xew nake, ji dema ku diçe nav nivînan û hetanî dema ku hişyar dibe di berdewamiyê de ye, dabiran an jî ji hev veqetan nîne, mebesta min ew e ti asteng li hemberî hişê wî nîne, lewra gera xwe wisa berdewam dike. Naxwe di şûna ku tu seet heyştê sibehê jiyaneke nû dest pê bikî tu hê jî di seet heyştê êvara çûyî de yî. Bi awayekî ji awayan ev kabûs bêyî rawestan berdewam dike. Îca tu yê di vê sibeha îro de ya ku ji êvara doh cuda nabe dest bi çi bikî. Naxwe jiyaneke nû nîne. Roj bi giştî sosret e, berdewamiya sosretê ye. Wisa di dema ku hemû bi lez û bez ber bi paşerojê ve diçin tu bi xwe li ser keviyan dimînî. Lê dema ku ev bare bi mehan û salan dirêj bike, êdî hestdariya te ya li hemberî tiştan û têgihiştina te ya bo jiyanê serûbinî hev dibe. Çunkî hê jî tu nizanî ka tu li kîjan paşerojê digerî, çunkî tu bixwe bê paşeroj î. Ev tişt ji bo min sosreteke bêdawî ye, velerzîneke dijwar e. Bi kurtî, dikarim bibêjim ku di jiyana min de ezmûna bingehîn bû.
Tiştekr dî jî heye ku, di nîvê şevê de tu bixwe re bi tenha yî. Hemiyan xew kiriye, lê tu bi tena serê xwe hê jî hişyar î. Naxwe ez bi xwe ne endamê vê civata mirovane me, ez ji cîhaneke dî me. Wisa, daku mirov hilneweşe û nekeve, pêdivîyî viyaneke efsanewî ye.

Nekeve, mebesta te şêtbûn e?

Erê. Ketina nav pencên dilbijîna xwekuştinê ye. Di baweriya min de, sedema not ji sedî ji bûyerên xwekuştinê bêxewî ye . ez nikarim vê yekê teqez bikim lê wisa bawer dikim.

Lê bêxewiyê şopa xwe li ser laşê te hişt an na?

Ez pir dilerizîm, ez di tayê de bûm, li ser keviya teqînê bûm. Ne giring e ka çi bû, lê her tiştî ji xwe re asoyeke xweser wergirtibû. Ez kûrtir bûm, min pevçûn bi gişan re dikir, min ti tişt ranedigirt. Hemû li ba min kawik bûn. Ti kesî jî derdkêşana min nas nedikir. Min hest dikir ku her tişt pêkenîn e, ku ez bêpalpişt û bêrex im, ku her tişt bêwate ye. Ji boyî min paşeroj(musteqbel) û anuhayî tiştine bêhûde û vala bûn. Herweha di asta felsefî de jî-Çunki mirov bi şêweyekî xwezayî fîlosof e- hestên min bêzar bûn, rewşa ku ez mirovekî zanyar im li ba min mezintir dikir, mebesta min ne ew zanyariya navxweyî lê ya derveyî ye, ango dema ku zanîn dibe le´net û sosreteke mezin û di rewşek wek a min de, jixwe dibe le´neteke herdemî ango bervajî wê danasîna ku dibêje zanîn taybetmendiya me ye. Ez bi xwe gihiştim serencameke cihêreng: rastiya ku tu şiyar bî û li ser hişê xwe bî sosreteke tirsnak e çunkî bîst û çar seetan ez hişyar an li ser hişê xwe bûm. Mirov dikare di rojê de çend seetan hişyar be lê ne seranserî şev û rojê. Demên hişyariya xelkê ji hev cihê ne, lê pirsgirêk ev e ka di seranserî demê de hetanî kîjan radeyê şiyarî xwe radigire.

Ma bi salan re tu pêrgî ti kesî bûyî ku wan jî wekû te derdê xewrevînê kişandine?

Na ne gelekî. Mirov dikare li şêtxaneyan pêrgî wan bibe. Lê ez bi xwe teqez ne dîn bûm; jixwe ya balkêş jî ev e. Tişta ku min dixwest bikim meşa bi şevê bû, tiştekî seyr bû, hetanî berî deh salan min li Parîsê jî wisa dikir. Xewa min nedihat, nîvê şevê bû, radibûm ser xwe û bi qasî 2-3ê seetan li Parîsê digeriyam. Aniha seet 4ê sibê ji malê derçûn tiştekî tirsnak e. Min dixwest derkevim û jixwe re li bajêr bigerim lê li hêviya xelkê dimam hetanî ku dest pê bikin û biçin karên xwe, piştre derdiketim û vedigeriyam da hinekî razim. Wê gavê rewşa min hinekî baştir bû.

Ma vê yekê hinekî alîkariya te dikir?

Erê. Ez ê ji te re bibêjim, ew qonaxa bêxewiya dijwar li Fransayê bi dawî hat, tu dizanî çawan? Bi alîkariya piskelêt. Bi rastî diyardeyeke pir seyr e. Piştî ku çend mehan li Parîsê mam dîsa jî ne li ser hişê xwe bûm. Her sergêj û sergerdan bûm. Rojekê li kolana Sant Mishel mirovekî xwest ku piskelêtekî bifiroşe min. Piskelêtê pêşbirkê bû, qet ne bilind bû. Min kirî, ji boyî min alîkariyeke xwedayî bû, bexteweriyeke bêpayan bû. Ez bi wî piskelêtî bi mehan li Fransayê digeriyam. Ez bi alîkariya fransiyan ji bo çand salan ango ji sala 1937ê hetanî 1940ê hatibûm Fransayê da ku xwendina xwe ya felsefeyê berdewam bikim, lê bêguman e ku min qet berê xwe neda Sorbonê, min derew kir. Digel vê jî ez digeriyam û hey digeriyam, her roj bi qasî sed kîlometran, ez pir diwestiyam lewra xewa min dihat. Ji xwe tê bîra min ku jiyan hetanî salên cengê jî li Fransayê ne pir buha bû. Ez diçûm gundekî, tişta ku min dixwest min dixwar, min şûşeyeke mey vedixwar û di nav baxan de radizam. Jiyaneke pir asa û xwezayî bû, pir tendûristane bû. Ger tu rojê sed kîlometran piskelêtê bajoyî gerek tu xew bikî, çare nîne. Pirsgirêk ne ya bijîşkan bû, çare jî ne li cem wan bû, ji bextreşiya xwe ez çûm serdana gelek bijîşkan, hem li Romanyayê û hem jî li Fransayê, hemiyan derman didane min, berikên xewê didane min, lewra nava min herifandin. Berikên wan jî ji bilî du seetan ez di xew re nedibirim. Dema ku bi rojê êşê serê min zeft dikir nayê salox dan. Berikên wan jehr bûn û diketin laşê min. Îca min nema ew xwarin, wî piskelêtî, wê diyariya xwedayî ez rizgar kirim.

Ma kesî din ji bilî te ev derman bi kar aniye?

Êrê. Tu dizanî, car caran hindek kes di rêya nexweşiyeke hevbeş de dostanî û biratî di navbera wan de çêdibe. Ev yek ji bo me nexweşên bêxewiyê jî wisa ye. Em derdên hev di cih de nas dikin, em DRAMAya bêxewiyê ji nêzîk ve bi hev re hest dikin; dramaya bêxewiyê ya ku dema wê di şûna xwe de radiweste, di nîvê şevan de; ne tu di demê de yî û ne jî tu di herdemiyê de yî. Dem hêdî hêdî, pir hêdî derbas dibe û mirovan ber bi renckêşanê ve radikişîne. Em, weku tu dizanî, bûnewerine zindî û jîndar in, ji ber em di demê de ne lewra dem me li pey dikişkişîne. Lê dema tu xwe dirêj dikî datu xew bikî û tu şiyar î tu li derveyî demê yî. Wisa dem diherike hem bêyî te û hem jî tu bi xwe nikarî bi pey kevî.

Te di (The Fall into Time) de nivîsandibû: xelk bi ser demê de dikevin lê ez bi ser derveyî demê de ketim, ma sedema vê ketina te bêxewî bû?

Na. Lê hindekî bandora bêxewiyê hebû. Di baweriya min de baştirîn nivîsên min ew çend rûpel in ên ku min derbarê demê de nivîsandine ku, mirov bi ser demê de û bi ser ji demê dûrtir de dikevin. Bawer im ev yek jî nîşana reseniya min e, ger tu bixwazî, tu jî demê baş nas dikî, lê bi giştî xelk ne wisa ne. Kesê ku dest bi karekî dike û pê mijûl dibe di demê de narame, ji ber ku bêhûde ye. Lêbelê çendîn tu tê de biramî ewqasî tu li derveyî wê yî. Tu jê hatiyî qewirandin. Bi rastî jî em dikarin navê wê bikin ezmûna felsefî ya mîtafîzîkî. Ka tiştekî ji te re bibêjim, aniha yekemîn bûyera ku di jiyanê de hişt dem ji min re diyar bibe tê bîra min, ez zarokekî pênc salî bûm, baş tê bîra min, piştî nîvro bû, di dema şerê cîhanê yê yekemîn de bû. Ne tenê wisa, seeta wê jî tê bîra min, seet sê bû. Ji nişkê ve min dît ku dem derbas dibe lê ez ne beşek jê me, ez li derveyî wê me. Ez bi xwe wisa dibînim: Ew hesta ku bi min re çêbû û bi qasî deh xuleyan dirêj kir, ezmûna yekemîn a hestkirina bêzariyê û diltengiyê bû. Bêzarî jî di wê bareyê(haletê) de hestkirina demê ye, çunkî di wê bareyê de dem naherike lewra li ser eniya min hatibû ku demê hest bikim û bêxewiyê jî ev yek bi leztir kir. Her wisa ye.

Di wê kêlîka ku te dem dît kes li tenişta te hebû?

Na. Bi tena xwe bûm. Min nikaribû ew tişt bi awayekî zelal derbibiriya. Lê min dizanibû ku wisa ye. Ji ber ku ti carî min ji bîr nekiriye, aniha di gel ku jiyanek di ser re derbas bûye jî tê bîra min mîna ku doh qewimiye. Ez bawer im ji wê kêlîkê û vir de êdî ez nema heywan bûm, ez hatim damezirandin û min dest bi wergirtina ezmûna ku êdî mirov bim kir. Naxwe ez amade bûm ku xewê wenda bikim ji ber xew vegera ber bi bêhişiyê ve ye, ber bi heywanbûnê ve ye, vegera ber bi berî jiyanê ve ye, ber bi valahiyê ve ye. Bêxewî pîstirîn nexweşî ye.

Di wan kêlîkên dijwar ên bêxewiyê de çi bi serê xewnên te hatin?

Bi alîkariya berikan du-sê seetan radizam. Lê kabûsên min dijwar bûn, teqez dijwar û tirsnak bûn. Bizdayî ji xewê radibûm û dilê min her û her lêdida.

Berhemên te yên derbarê jiyana li derveyî demê şopa xwe li ser kesî hiştin?

Min gelek xelk dîtin ku di riya nivîsên min re xwe naskirine. Li van hestên xwe mikur hatin. Gelek name bo min hatin, reng e ne bi şêweyekî baş hatibin hûnandin û vegotin lê hemî dibêjin ku ew jî di heman bareyê de jiya ne, ku heman renckêşan li ba wan jî peyda bûye.

Derbarî bêxewiya te, min xwendiye ku zaroktiya te pir xweş bû?

Zaroktiyeke hêja û xweş. Lê ez bawer im ku di jiyana xwe de pir bêzar û şkestî bûm, bi kurtî heyfa wê zaroktiya xweş û dilrevîn ji min hate hilanîn. Mebesta min salên seretayî yên zaroktiya min in ango hetanî salên heftan û heyştan in. Lê li pey wan êdî sosret û malwêranî dest pê dikin. Ez li gundekî çiyayî ji dayik bûm, mîna ku li çolistanê bim, jiyam, hergav li derveyî malê di wê asoya vekirî de bûm. Hindek bîranînên pir xweş ên wê qpnaxê hene.

Hetanî kîjan salê ji temenê xwe tu li wî gundî mayî?

Hetanî deh saliya xwe li wir bûm. Bexçeyekî me nêzî goristana ku roleke mezin di jiyana min de lîst hebû. Hergav li derdora goristanê bûm, di navbera min û peyayê ku gor dikolan hevaltiyeke germ hebû. Herdem min hestî û laşên miriyan didîtin. Ji boyî min, mirin tiştekî pir zelal bû, beşek ji jiyana min a rojane bû. Min wekî Hamlet nekir lê bi rastî jî piştre hem bi term û laşan û hem jî bi diyardeyên mirinê sersom û sermest dibûm. Vê yekê jî bandora xwe li ser bêxewiya min hiştibû. Ango yê ku bi mirinê sermest bibe dê berya wê sextekariya jiyanê hestkiribe. Ji wir êdî guhertin dest pê dike. Ne ku hewesa mirinê ji te re sextebûna jiyanê eşkere dike lê dema tu bi xwe êdî digihêjî wê zanînê ku jiyan bêwate ye û ne ti tişt e, tenê xewn û derew e. Li vir êdî hewesa mirinê kûrtir dibe. Ez aniha bûyerekê ji te re bibêjim ku rolek di jiyana min de lîstiye. Ez bîst û du salî bûm, ez di rewşeke pir aloz û dijwar de bûm, em li bajarê Sibiuyê bûn. Bavê min keşeyê bajêr bû. Wê rojê bi tenê ez û diya xwe li malê bûn, dema ku tiştan tînim bîra xwe bi awayekî pir hûr û kûr tînim bîra xwe, tê bîra min seet çi bû, tiştekî seyr e ne wisa?!! Seet didoyê piştî nîvroyê bû. Giş ji malê derketibûn. Ji nişkê ve pêlek ji pêlên seyr ên bêzariyê bi ser min de hat, min xwe li ser yanê dirêj kir û got: "ez nema dikarim vê jiyanê berdewam bikim". Diya min li min vegerand û got: " Min nizanîbû yana min ê te ji ber xwe bavêta" . vê hevoka wê ez pir êşandim. Lê piştre min got: " tiştekî pir balkêş bû, bi kurtî ez bixwe bûyerek im, çima tu ewqasî serê xwe pê diêşînî? Ji ber ku di rastiya xwe de û bi giştî jî tiştekî bêwate ye.

Ev tiştekî pir balkêş e bi taybetî dema ku bavê te jî keşe be.

Erê. Lê diya min bû ya wisa got. Digel ku jiberavêtin wê çaxê çênebûbû jî. Lê ev yek dide xuyanî kirin ku jiyana kesekî bi tenê bûyerek e ne bêtirî wilo. Baş e tu dikarî bibêjî: "hemû vê yekê dizanin". Erê giş dizanin lê bi tenê aniha û piştre. Lê dema ku hergav di bîra te de be tiştekî din e, lewra mirovan ber bi dînbûnê ve dehf dide. Îca dema ku em derheqa van pirsgirêkan bipeyivin gerek em derheqa çend caran û radeya wan û dema wan jî bipeyivin, ango derheqa rastiyê; rastiya ku ev hest êdî herdem bi te re dijî.

Berî anuha di (Drawn and Quartered) de û gelek carên dî jî te gotiye ku piştî her ezmûn û tecrûbeyeke balkêş gerek em navên xwe biguherînin.

Piştî hindek ezmûnên dest nîşankirî gerek em navên xwe di cih de biguherînin. Lê ger derengî bikeve bi kêr nayê. Çunkî tu hest dikî ku tu yekî din î û di dawiyê de tu gihiştiyî bareyeke cihêwazane ango tu bi xwe ne ew kesê berê yî. Lewra gerek jiyaneke din dest pê bike. Lê ev jî xewn e, hestekî bê kêr e.

Ev hevpeyvîn didome.

---------------------------------------------------
CIORAN (kurdî: Sioran), Emile Michel - feylesûf: Sala 1911an li bajarê Rètinari li Romaniyaya îro ji dayik bû, û di 1995an de li Parîsê çû ser dilovaniya Xwedê.

- Beşê hevpeyvînê yê yekem (01.01.2003)


Vegere rûpela destpêkê
                                                         evarbash@amude.com

                                                  ÊVAR BAŞ, ji projeyên malpera Amûdê.
                                                    © amude.com | info@amude.com