|
01.01.2003 - 00:00
ÉMILE MICHEL CIORAN* (1911 - 1995)
Hevpeyvîn
Wergerandina Ehmedê Huseynî
TU dibêjî ku Satre û çendekên din dema ku şêweyê elmanî di gotarê (xitab) de bi kar anîne, ziyan gihandine ziamnê felsefeyê, ma tu dikarî hinekî vê gotinê firehtir bikî?
Baş e, ez ê li xwe mikur werim, dema ez ciwan bûm, vê rewanbêjiya elmanî sermest dikirim, min bawer dikir ku felsefe ne karê her kesî ye, ku êdî ev çarkoşe hatiye girtin. Ku çendîn zor be jî gerek em vî zimanê dibistanî, nazik, aloz û têrzarav û têrm bi kar bînin. Lê hêdî hêdî min ew aliyên çêkirî yên zimanê felsefeyê nas kirin. Gerek ez bibêjim jî nivîskarê ku bi awayekî pir mezin alîkariya min û vê vedîtinê kiriye Valêrî (Valery) ye. Velêriyê ku ne Feylesof bû lê bandora wî li ser felsefeyê hebû. Bi zimanekî pir zelal nivîsand: Xwe dûrî zimanê felsefeyê bixîne, xwe dûrî wê rewanbêjiya ku te ber bi payebûnê ve dikişîne, bixîne. Pozbilindiya felsefeyî ji her tiştî pîstir e, pir tirsnak e. Bi kurtî, bandora elmanî li Firansayê bandoreke sosretane bû. Fransiyan êdî nema dikarîbûn derbirîna xwe hêsantir bikin.
Lê sedem çi bûn?
Nizanim, lê diyar e Sartreyê ku wê demê bandora wî pir bû, beşdarî peydakirina vî şêweyî bûbû, piştre bandora Haydgerê ku li Fransayê mezin bû, tê. Wek nimûne, dema ku ew derbarê mirinê dipeyive, ji bo tiştine pir hêsan bibêje zimanekî pir aloz bi kar tîne. Ez bixwe jî dizanim ku çawan yek bi vî şêweyî dixape. Lê metirsiya şêwaza felsefî ew e ku peywendiya te digel realîteyê dibire. Herwiha zimanê felsefeyê mirov ber bi paranoyayê ve dibe, ji ber ku yê fîlosof cîhaneke derhest diafirîne û xwe wek xwedayê wê cîhanê dibîne. Dema ku ez ciwan bûm, min bi kêfxweşî û bi serbilindî ev rewanbêjiya felsefî nivîsand, lê rûniştina min a li Fransayê ez ji vî derdî rizgar kirim. Ez ne fîlosofekî hosta me, ji binî ve ez ne fîlosof im. Lê rêça min bervajî rêça Sartre bû, lewra min berê xwe da nivîskarên navdar ên Firansayê yên sincxwaz ên wek Eoşfoko û Şamfur. Ên ku ji bo jinên payedar ên civatê bi şêweyekî hêsan lê tiştine pir kûr gotine û nivîsandine.
Ma di destpêkê de felsefeyê bala te kişand?
Di navbera hivde û bîstûyeksaliya xwe de min felsefe xwend. Tenê xêzên mezin ên felsefeyê. Min guh neda helbestê û ne jî hemî babetên wejeyî yên dîtir. Lê min zû dev ji zankoyê berda, bi wê devjêberdanê pir kêfxweş bûm, di baweriya min de, zanko, hem barekî rewşenbîrî ye û hem jî metirsî ye.
Ma wê demê te Nîtşê (Nietzsche) dixwend?
Dema min felsefe dixwend, min Nîtşê nedixwend. Min fîlosofên girantir dixwendin. Dema ku min nema felsefe xwend ango dema ku nema baweriya min pê hat, min dest bi xwendina Nîtşê kir. Baş e, min nas kir ku ne tenê fîlosof e, ji wilo mezintir bû: Gêwil(moral) bû. Lewra min ew xwend, lê ne bi awayekî rêbazane. Di navbera dem û demekê de min ew dixwend, lê anuha nema wisa dikim. Di baweriya min de, berhema wî ya herî resen nameyên wî ne, çunkî di wan nameyan de rastgo ye, lê di berhemên xwe yên dîtir de dîlê nêrîn û baweriyên xwe ye. Di nameyên xwe de xortekî hejar e, nexweş e, bervajî hemî baweriyên xwe ye.
Ev hevpeyvîn didome.
---------------------------------------------------
CIORAN (kurdî: Sioran), Emile Michel - feylesûf: Sala 1911an li bajarê Rètinari
li Romaniyaya îro ji dayik bû, û di 1995an de li Parîsê
çû ser dilovaniya Xwedê.
|
|