www.amude.com Bibe xebatkarê amude.com!

Malpera Amûdê li TE digere!
Were bi me re bixebit!


Ev dora 5 sal in, ku MALPERA AMÛDÊ xebateke rojnamevanî û çandî dike. MALPERA AMÛDÊ çavkaniya nûçeyên kurdî ya sereke di internêtê de ye. Li gorî agahiyên sirketa "Alexa", di nav hemû malperên nûçeyan ên kurdî de, MALPERA AMÛDÊ ye ku mêvanên wê yên herî pir in. Di nîsana îsal de, hejmara hits ên MALPERA AMÛDÊ 6688461 bû.

MALPERA AMÛDÊ tim di hewildanê de ye, ku li gorî derfetên xwe rojnamegeriyeke kurdî û bi zimanê kurdî li gorî pîvanên rojnamegeriya cîhanî pêk bîne.

Ji bo pêşxistina xebata xwe, MALPERA AMÛDÊ li xebatkaran digere. MALPERA AMÛDÊ ne projekteke bazirganî ye û ji xebata xwe ti pereyan qezenc nake. Ji ber vê yekê, ew ta demeke nediyar nikare mesrufa xebatkarên xwe bide. Lê ger rewş hate guhertin û MALPERA AMÛDÊ ji bo xebata xwe alîkariyên aborî yên xurt bi dest xistin, ewê van alîkariyan ji bo mesrefa xwe û ya xebatkarên xwe tirxan bike.

Kî dikare ji bo MALPERA AMÛDÊ bixebite?

1. Kesên ku bi zimanên kurdî, erebî, ingilîzî, fransî yan elmanî dizanin û dikarin bi şêweyekî baş bi wan binivîsînin.
Ew dikarin çi bikin?
- Nûçe û nivîsaran binivîsînin
- Hevpeyvînan çêkin
- Nivîsan wergerînin
- .....

2. Kesên ku kamereyên wan ên dîcîtal hene.
Ew dikarin çi bikin?
- Li çalakiyên ku nêzîkî wan pêk tên, wêneyan bigirin?
- ....

3. Kesên ku di programên grafîkan de jêhatî ne.
Ew dikarin çi bikin?
- Fotomontagan çêkin
- Wêneyan amade bikin
- Reklaman çêkin
- Logoyan çêkin
- Grafîkên di malperê de ciwantir bikin
- ....

4. Kesên du di programên audyo/vîdyo de jêhatî ne.
Ew dikarin çi bikin?
- Stran û vîdyoyan amade bikin
- ....

5. Kesên ku di programên çêkirina malperan de jêhatî ne.
Ew dikarin çi bikin?
- Malperê nû bikin
- Rûpeline nû ji bo projektên malperê amade bikin
- ....

6. Kesên du bi zimanên PHP, HTML, JAVA, ASP û yên din jêhatî ne.
Ew dikarin çi bikin?
- Sîstema malperê bi pêş xînin an nû bikin
- ...

7. Kesên ku di bazirganiyê (tîcaretê) de jêhatî ne.
Ew dikarin çi bikin?
- Ji malperê re reklam û sponsoran peyda bikin
- ...

Her kesê ku derfetên wî hebin û dikare xebata malperê bi pêş xîne, bila ji kerema xwe re têkiliya me bike:

E-Mail: info@amude.com
Bêrîkfon (Mobile): +49 1628828205
Tel/Faks: +49 2364935167
www.amude.com -  © 2000-2005 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000 | Statîstîk |