www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
06.10.2005 - 00:42
Nameyek vekirî ji bo Qeşmerok:
Ez nivîskarek cîhanî me!

M. Xefîf Rovînî


© caricature.org
Çapemeniya fransî jî li dora min civiya, her yek ji wan ji bo rojname, kovar an televizyona xwe daxuyaniyekê ji min dixwaze!! Ez bi hêrs bûm, bi qêrînî min bi zimanê erebî, ku ji bilî wî ez bi zimanekî dî nizanim, ji wan re got: “Hêdî hêdî, bi dorê, kuro! Ev çi ye, ma hûn hov in?! Ma qey ezê bi belaş daxuyaniyan bidim we, hêê?!! Ma qey hûn nizanin ku ez ji wergerandina pirtûkên xwe bo zimanên cîhanî dijîm?
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
13.09.2005 - 12:59
Şeva ku Uzunulo xwe xist şûna Yaşar Kemal
Qeşmerok


Perçeyek ji karîkaturek Mamoste (Ji netkurd.com)

* Dema tu berdewamiya daxuyaniya wî bibihîsî, tê zanibî mesele çi ye: “Di van sê mehên li Tirkiyê de, ji ber tehdîdên terorîstyane min nekarî rêzekê jî binivîsînim! Ezê gilî li hikumeta swêdî bikim, da ku ji bo ziyana ku giha min û malbata min ji aliyê terorîstên kurd ve, pera bidin min!! Ev yekemîn tişt e ku ezê li vê derê bikim!”
- Îca çima ceanbê wî wê li hikumeta swêdî gilî bike û ne li ya tirkî, ji ber ku ew li ser xaka wê bû??
* Keko, ji ber Swêd banqa bavê me ye!!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
29.08.2005 - 23:43
M. Uzunulo: Ji Stoqlolmê ta Stenbolê!
Qeşmerok


Ji kovara Îsot, hejmar 2, 1986 (Ji bo temaşekirina tevaya karîkaturê, wêneyê bitikîne)

- Bi Xwedê rast e! Û tê bîra min, her cara du Kurdên me yên serxetî digihan hev, pirtûkên helbestan diyarî hev dikirin! Û carekê, yekî “pîzaçî” hat salona komela bajarê me û pirsa min kir. Hinekan ew şand cem min: “Keko, tu M. Uzunulo nas dikî, ne wisa?” Min jê re got: “Xêr e, keko??” Mêrik defterek gemarî bi dohn û zeytê ji bêrîka xwe derxist û ji min re got: “Fermo ji te qitêba min a folqlorê û nerîna xwe ji min re bêj! Ez dixwazim tu ji min re bibî wasîte li cem mamoste M. Uzunulo, da ku ez vê qitêbê çap bikim û hinek pere qezenc bikim!!” Ez rabûm ser xwe û min ew hembêz kir û pîrozbahiya afirandina wî kir: “Keko, tu her bijî! Tu ji nav Kurdên me yên Serxetê yê herî dawî bû, ku bê pirtûkek çapkirî mabû”!!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
11.08.2005 - 11:20
M. Uzunulo - Ji Swêregê ta Stoqlolmê!
Qeşmerok


© britishlibrary.net
* Belê. Lê tiştê ne normal ew e, ku nivîskarê me hema giha Stenbolê, ji ajanseke nûçeyan a ewropî re got: “Ez li Stoqlolmê nivîskarkî cîhanî bûm, û hûn dixwazin ku hûn niha li vê derê, li Tirkiyê, min bikin nivîskarek kurd?”!!
- Heşî wî, yahoo! Ji xwe ku bi rastî jî kurd bûya, ew dê çûbaya welatê xwe Kurdistan, da ku li bajarê xwe Swêregê yan jî bi kêmanî li Amedê bijî û ne li Stenbola Tirkan!
* Trajîdî ew e ku ew wek nivîskarkî kurd hatiye naskirin û eslen vê kurdbûna wî hişt ku ew bibe “tiştek”. Lê dîsa jî, mêro ji qîmeta xwe ya afirandin û mirovayetiyê re kêmaniyekê dibîne, ku wekî “nivîskarekî kurd” bête binavkirin.
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
31.07.2005 - 02:05
Çîroka Tahayê du-rû
Qeşmerok


© hobbyart-chemaco.hr
* Ma qey wî oposîsyonerê li Londonê êrîşî Kurdan kiribû?
- Na, Taha di bersiva xwe de nivîsand, ku Kurdên li Suriyê li jêr desthilatdariya Beesiyan jiyana baş derbas dikirin û ku axavtina li ser Kembera Erebî û stendina nasnameyan û erd ji Kurdan tevde propagandayek paşverû ye! Wî herweha nivîsand: “Weke mînak, kesekî tiştek ji malbata me nestend; bavê min bû, yê ku biryar stend ku em ji gund biçin Qamişloyê”!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
20.07.2005 - 11:53
Yê dizane, Qado Şêrîn e!
Qeşmerok


© Siegfried Kolck-Thudt & amude.com
* Ka bise ez ji te re internêtê vekim, da ku em bi hev re beşekî ji nivîsara wî bixwînin: “ko Helîm Yûsiv ne kurd ba meyê xelata Nobel jêre bixwesta,..”
- Hezar hemd û şukir ji Xwedê re ku Helîm kurd e!!!
* Belê. Û Qado ji bîr nake ku gazinan ji nivîskarên me bike, ji ber ew xêrê ji hev re naxwazin: “Binerin li Ereban, çawa nivîskarê xwe Zekeriya Tamir ji bo vê xelatê pêşniyaz dikin, tevî ku ew sernivîsên pirtûkên xwe û ta bi naveroka wan jî ji nivîskarê me Helîm Yûsiv didize”!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
27.06.2005 - 23:12
Hevpeyvîn li gel M. Xefîf Rovînî:
Her nivîskarek mezin evîndarek mezin bû!

Qeşmerok


© vonlonski.net & amude.com
* Weleh ev ji min kêm mabû! Ma tu nizanî ku min jî wekî hevalên xwe yên mezin Edonîs, Selîm Berekat û Nezîh Ebu Efeş û.., xwe ji nivîsandinê re vala kiriye?
- Lê wê demê kesekî ji van ên ku tu behsa wan dikî, xwe ji nivîsandinê re vala nekiribû, yaho??
* Û ev jî belgeyek e ku ez ji wan jî giringtir im!!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
17.06.2005 - 14:12
Serê me sax be!



© amude.com & karneval-webshop.de
* Belê, çawa min nexwend. Ji Xefîfo kêm mabû ku bêje ku ew jî ji aliyê muxaberatên swêdî.. bibûre, muxaberatên surî ve hatiye şehîdkirin!!!
- Xwedê aboriya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojava ji şila van roviyan bistirîne, ji ber ez texmîn dikim ku ewê li welatên ewropî li jêr sernavê “Ji Şêx Rovînî ta Şêx Xeznewî.. kêf berdewam in” siyahetê bikin!!!
* Xuya dike ku te nebihîstiye ku Xefîfo û jina wî, endama Komîteya Birêvebir, istîqala xwe ji endametiya Hevgirtina Rewşenbîran daye..?
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
21.05.2005 - 00:23
Helbestnan!!
Qeşmerok


© Goswell Frand & amude.com
* Rehma Xwedê li dê û bavê te be! Tu nabêjî hevalê me Xefîfo ji birçîbûneke ji Efrîqayê reviyaye, û ne ji welatekî pêşketî ku navê wî Swêd e, hatiye! Û xwezî te dîtiba bê çawa ew di restauranta bûha de li ser hesabê wê şanda xelîcî sêniyek ji xwarinê piştî yeke ji pêşxwarinan û qedehên vodka piştî yên meyê dixwaze! Û piştî ku dinya bû şev, endamên wê şandê tirsiyan ku ev birçiyê ku têr nabe, tiştekî ji pereyên wan ên ku wan ji bo serdana xwe tirxan kiribûn, nehêle, rabûn ji Werman xwest ku wî biqeleîne!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
11.05.2005 - 00:18
Helbestvanê şoreşger
Qeşmerok


© omurca.de
- Ji min re nebêj ku ew jî wek wan ji betaliyê bû nivîskar..??
* Rehma Xwedê li dê û bavê te be! Te behsa betaliyê kir. Tu dizanî, dema Gayo di lokala komelê de hevalê me Faruko nas kir, ji wî pirsa karê wî kir. Faruko bi quretî bersiv da: “Em dinivîsin, keko!” Gayo dîsa pirs kir: “Tiştekî baş e. Lê keko, tu çi karî dikî?” Faruko bi hêrs berê xwe da kesên amade û ji wan re got: “Hela helaaa! Kurdên me çi ecêb in, yaaw! Tu dibêjî em dinivîsin, û ew hîn dipirsin karê te çi ye!?”
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
29.04.2005 - 00:35
Faruko Girsiya Metoka
Qeşmerok


© Andrea Ventura & Scad Exhibitions
* Rast e. Yek ji kesên amade ji vî helbestvanê me pirsî, bê wî pirtûka “Zend Avesta” ya Zerdeşt xwendiye yan na. Faruko bersiva wî da û got: “Yanî Zerdeşt jî Quraneke wî hebû? Baş e, ka ji kerema xwe re navê vê kitêbê bide min, da ku ez tercumeya wê ya tirkî ji kitêbxanê peyda kim!”.. Mêrik ecêbmayî ma û ji Faruko pirsî: “Laaw, qaşo tu helbestvanekî kurd î!?... Ma te nebihîstiye ku helbestvan Cegerxwîn bi xwe jî dîwanek wî bi navê Zend Avesta heye??”.. Helbestvanê me bi hêrs bersiva wî da û got: “Hela helaaaa! Ma Cegerxwîn jî Quranek nivîsandiye? Weleh tiştekî xweş e! Hema her yek tê û Quranekê çêdike.”!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
19.04.2005 - 23:50
Hevgirtina Şelafbîrên Kurd
Qeşmerok


© tierpraeparation-pfaff.de & amude.com
* Û tiştê ji van hemûyan xerabtir, ew e ku ev şelaf fedî nake dema dibêje ku Ehmed Huseynî û Helîm Yûsiv “kesên reben” in, û ew bi xwe bi fedîha dawî ya van “rewşenbîran” baş dizane, dema wan û hevalê wan Mizgînê Gemo rahişt telefonê û gotinên xerab ji helbestvan û hunermend Dilower Mêqerî, ku bi xwe endamê Hevgirtina wan e, re gotin û ew hedidand û jê re got ku ew xelekên Qeşmerok dinivîsîne û..
- Ez ne Dilower Mêqerî me û ne jî bavê Dilower Mêqerî me!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
09.04.2005 - 00:41
Bavê Çûk!!
Qeşmerok


© wtal.de
* Ahaa, min ji te fêm kir. Keko, çîrok ew e ku ev hevalê me pir comerd e û guhê xwe nade komkirina pereyan.. Ji ber vê yekê ew her deh salan carekê diçe cem ê wênekêş, da ku paseporta xwe nû bike! Û ji ber ku wênekêşiya elektrîk pir bûha ye, ew wêneyê xwe li cem wênekêşê ermenî yê li pêşiya avahiya belediyê digire.. Yanî wêneyek şemsî!!
- Nebêje min ku mamosteyê wî M. Xefîf piştre vî wêneyî di rêya berîdê re werdigire, û wî li ser computerê bi rengê zer ê xemgîn amade dike û wî piştre di malperê de diweşîne?!
* Erê, loo. Ya giring ew e ku wêne helbesta wî ya kor, bibûre, mebesta min helbesta wî ya kûr e, dixemilîne!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
31.03.2005 - 22:59
Apê-Turk
Qeşmerok


©magixl.com
* Ka bise.. Wa ew niha di televizyonê de nûçeyeke bilez diweşînin.. (....) Yaaaw, dibêjin “Apo” ji zindanê derxistin û ku gemiya wî rahiştiye wî û ew biriye ciyekî nenas..!!
- Na, loo? Ji kerema xwe re nûçeyan yek bi yek ji min re bêje. Wek ku tu dizanî, satalayta min tune..
* Xwedêyooo, ev çi ye? Vaye televizyonê wêneyê “Apo” derdixîne û ew di meydana nîvê Amedê de di nav bi hezaran ji cemaweran de ye, konfederalîzimê ilan dike û xwe dike rêberê wê.. (...) Û va ye Leyla Zanaya şoreşger û hevalên wê destê xuşka Apê-Turk.. bibûre, Apê-Kurd, maç dikin!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
25.03.2005 - 13:22
Malvo: Hunermendê me, yê ereb!!
Qeşmerok


© cartoonmuseum.ch
- Tê bîra min ku min di pirtûka Malvo ya pêşî de xwendibû, ku pereyên kirya odak piçûk jî pê re tune bûn, û ku ew li ser kursiyên mekteba kovarê, ya ku wî tê de kar dikir, radiket. Herweha hatibû nivîsandin ku ew ji bêhêviya xwe ji wê rewşa xwe, rabû hemû tabloyên pêşangeha xwe şewitandin û..
* Kêm mabû ku ew bêje ku wî guhê xwe yê çepê bi kêrê jêkir û bû Van Goghê dema xwe!!
- Lê ya rast ew e ku Ewropiyan ev agahiyên wî bawer kirin, ji ber ku jina Malvo pirtûk nivîsandibû û ew mîna şahideke ser jiyana wî dihat dîtin..
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
18.03.2005 - 12:03
Yan serhildan yan serûpê!!
Qeşmerok


©bayerischerhof-gruenbach.de
* Piştre fikira greva birçîbûnê hat, ku wî ji şila şelafên banka Apê Zêro stendibû. Li şûna ku ew bi hevalên partiya xwe bişêwire, ew bi şila banka Apê Zêro şêwirî. Van jê re got: ”Heval, kamereya televizyonê dê bi şev û roj li ser serê te be!” Û ji xwe tu dizanî, ku rêjîma Suriyê li bin dixutên cîhanî daxwazên wî qebul kirin û pêk anîn. Rêjîmê girtiyên kurd ji zindanan derxistin û dest bi guftûgoyan ligel partiyan kir!! Te nedît çawa Filsetînî ji me qeherîn, serokên wan li hev civiyan û riyên xwe hejandin û ji hev re got: ”Xeyoo, li şûna ku em ciwanên xwe bişînin xwe di bajarên cihûyan de biteqînin, emê şêx Ebu Heşîşê bişînin Elmanya, da ku çend rojan bikeve greva birçîbûnê û Pirsa me bête çareserkirin!!”
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
11.03.2005 - 02:30
Bazara 12ê Adarê
Qeşmerok


© Nurjac

- Ji kerema xwe re, keko, dengê misecelê daxîne yan jî kasêtê biguherîne.. Ev çi ye, ma em di şîniyê de ne?
* Xwedê neke, yahooo... Ev straneke kevn e, ya Remo Omerî ye, tê de behsa karîsatên ku bi ser serê gelê me de di meha adarê de ketine, dike! Lê wî li şûna muzîkê girî û qêrînên jinên malbata xwe tomar kirine, “muzîka teswîrî”, wek ku di filman de dibêjin!!
- Bi Xwedê ev muzîka han dişibihe beyana partiyên kurdî yên li Ewropayê ya di salvegera Serhildana 12ê Adarê de.
* Erê, loo.. Elmuhim ku ew li pêşiya xelkê bi wacibê xwe rabûn, tevlî ku daxuyaniyeke biçûk di vê bûyera mezin de be jî..
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
02.03.2005 - 18:10
Greva bêdengiyê!!
Qeşmerok


© kinderschreie.de
* Baş e, baş.. Qusurê efu bik, ez nema te aciz dikim!.. Lê ev çi ye? Vaye ew niha bangekê ji bo Mam Celal diweşînin! (...) Xuya ye ku ev heman bang e, ya ku bi zimanê erebî di malpera “Tîrêj” de hatiye weşandin, ku tê de ji Mam Celal hatiye xwestin, ku li cem birayê "ne kerîm" Sîro tedexulê bike, da ku nivîsên Qeşmerok rawestîne.. Di bangê de hatibû nivîsandin, ku ev du meh in ku vî Qeşmerokî nehiştiye ku doseya ji bo pîrozkirina rojbûna Hamleto ya pênciyê derkeve!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
22.02.2005 - 23:47
Televizyona Roviyên Kurd
Qeşmerok


© initiative.cc & amude.com

Televizyona "Tifff Tv" dest bi weşana xwe kir

» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
15.02.2005 - 16:17
Bijî çanda mirinê!!
Qeşmerok

* Mane ew bi xwe casusên hikumeta beesî bûn, û bi vê sîfetê êrîşî mala rehtemî kir, ji wan re firseteke baş bû, ji ber kurên wî li derve bûn, û bi hiceta ku wesiyeta wî bû, rabûn laşê wî birin goristana xwe ya partiyê..
- Ew goristana ku ciwanên me tê de hatine veşartin, ên ku bûn qurbanên komploya surî-tirkî..
* Ev exlaqên şila bankê ne.. Ji xwe di vê munasebê de pirsa Hamleto û nîfaqa wî neke.. Dema birayê xanima wî çû cem Gerîla û nema vegeriya, xwezî te bidîta çawa ser ciwaniya wî digiriya û ji hêrsbûnê xwîna wî ji ber wan ên ku “biraderên me davêjin şewatgehê” dikeliya... Sal derbas dibin û hevalê me dev ji grûpa “Armanc”ê berdide û ew bi xwe diçe banka Apê Zêro! Ji nişkê ve, tê bîra helbestvanê me yê mezin, ku merivekî wî yê gerîla ê şehîd heye, radibe helbesteke şoreşgerî ji guliyê wî dirêjtir dinivîsîne..!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
08.02.2005 - 22:35
Tehlik û beran
Qeşmerok


(© karneval-webshop.de/amude.com)
* Bi rastî jî ew ta dawiyê ji hevalê xwe yê berê re wefadar bû.. Çû Roma û televizyonê ew çend caran bi Apê Zêro re civand, ê ku pesnê wî dida û dev davêt rewşenbîrên kurd ên din: “Bênamusno! Li vî nivîskarê şoreşger binerin, li ser qiraxa gora xwe ye û xwe rahiştiye hatiye cem min ji bo pera bistîne! Ulen! Ma kesekî ji we carekê pere ji min xwestiye û min nedayê?!”
- Bi rastî jî zilamek comerd e! Lê mixabin şansê wî ne baş bû.. Berê balafira wî ber bi Yunanistanê bû, lê rêya xwe winda kir û li Kênya daket, li bexçeyekî meymunan! Tu nabêjî Komandos li wê derê li bendî wî bûn, da ku şanoyê li Stenbolê bi dawî bînin. Û li wir, wêneyên şexsî ligel ala tirkî û di dadgehê de lêborîna ji bo dayikên şehîdên tirk, û ligel wan digiriya û digot: “Diya min a tirk hate bîra min!.. Xwezî ew sax baya û ligel we li dadgehê bûya”!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
02.02.2005 - 01:39
Ez jî terorîst!!
Qeşmerok


(© karneval-webshop.de/amude.com)
- Ka ji bo Xwedê dev ji me û wî û roviyên wek wî berde! Ka çîroka şoreşger M. Maksî berdewam ke û bêje bê çawa heca wê bankê kir?
* Ya sîdî, pêşî telefonî “Mafyem”, berpirsê bankê li bajarê xwe kir, û nemra telefona desta ya taybetî ya Apê Zêro xwest. Lê zilam qebul nekir ku nemra telefonê bide wî, xwedêgiravî serokê wî yê ku bi terorîzimê tê tawanbarkirin û çarenûsa tevaya gelekî ji 40 milyon kes bi qirika wî ve girêdayî ye, li ciyekî veşartî ye û qet telefonan bi kar nayne û ...
- Ê wayê wayê! Tenê her şev 7 seetan di televizyona banka xwe de diştexilî û mêvanên studyo di xew re diçûn û ew hîn diştexilî û xeber didan û pirs dikirin û bi xwe jî bersiva wan dida..!!
* Ka ez ji te re bêjim, bê bersiva M. Maksî ji bo wî berpirsyarî çi bû. Wî bi hêrs jê re got û telefon di destê wî de diricifî: “Kurooo, ma tu nizanî ku ez bi xwe ji ciyekî veşartî bi te re diaxivim? Yaaaw, istixbaratên EUistanê min diraqibînin.. bi tawanbariya piştgiriya terorîstan”!!!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
24.01.2005 - 00:19
Dayika min… kurd e
Qeşmerok


(© karneval-webshop.de/amude.com)
- Tew bira, Tirk piştî wê tofana ku bi serê Asya hat û pêlên wê gihan Efrîqa, bi rewşa Apê Zêro pir mijûl bûn...
* Xuya ye ku nûçeyên teze cem te pir in..!
- Keko, ezê ji te re bêjim bê min çi bihîst: Tirk tirsiyan ku ew pêlên mezin bigihên grava hevalê me serokê bankê. Ji ber vê yekê, wan biryar da ku ew wî bi helîkopterê bibin ciyekî din. Û ji bo wî aciz nekin û qeleqê pê re çênekin, jê re dermanê bencê xist qehwa wî û dûra rahişt wî û ew xist helîkopterê. Tu çima nabêjî ku hevalê me di nîvê rê de çavên xwe vedike û hin mêrên bi cilên medenî dibîne, ji wî werê ku ew Gerîla yan jî Pêşmerge ne, radibe bitirs diqîre: “Diya min kurd e.. û ez dixwazim xizmeta Dewleta Kurdî bikim!!!”
* Bi rastî jî mêrekî şoreşger e! Ka em çîroka hevalê wî yê têkoşînê Maksî û şagirtên wî yên ku banka Yekîtiya Nivîskarên EUistanê li iflasê xist, berdewam bikin..
- Keko, çiqasî beroşa şorbê mezin be jî, deh kesên birçî dikarin wê di deqeyan de vala bikin...!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
18.01.2005 - 15:14
Yekîtiya Nivîskarên EUistanê
Qeşmerok


(© karneval-webshop.de/amude.com)
- Sersala te pîroz be, keko. Ez bi hêvî me ku te bêhnvedaneke xweş derbas kiribe.
* Sipas. Hertişt temam bû, eger ne nûçeyên katastrofa ku li Asyaya ezîz pêk hat, bûna.
- Belê, bi rastî jî tiştekî xemgîn e. Dibêjin ku hejmareke mezin ji kesên windayî xelkên EUistanê ne. Ez nizanim bê kesek ji Kurdên me jî di nav wan de ne yan na..
* Li gorî agahiyên medyayê, deh ji endamên Yekîtiya Nivîskarên EUistanê wekî windayî hatine qeydkirin...
- Ma çi îşê Kurdên me bi van kesan heye, yaho?
* Keko, ma tu nizanî ku 60% ji endamên vê yekîtiyê Kurd in? Eger tu ji xwe re bihesibîne, tu yê bibînî ku piraniya kesên windayî Kurd in!
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
27.12.2004 - 23:37
Panorama sala 2004ê
Qeşmerok


(© cidy/amude.com)
- Li Stockholmê ji bo Serhildanê muzaherak çêbû. Ew balkêş bû, ne tenê ji ber ku bi hezaran hatibûn, lê belê ji ber helbestvanê kurd ”Selîmo”, yê ku bi erebî dinivîsîne, ji bo vê muzaherê çar rêz xesisandibûn, xelkên hazir ji ber wê çar seetan giriyan. (...) M. Xefîf, ji ber ku ew ”Selîmo” temam dike, ji bo muzahera Götheburg sê rêz hazir kiribûn, xelk sê seetan kenandin!!!
Pismamê wî Hamleto, qaşo helbestvanê me yê mezin e, xelkên ji Amûdê di wê muzahera Stockholmê de veciniqandin. Di wê muzaherê de, li ser zarokên Amûdê, yên ku bi sedan mirin, giriya. (...) Her yekî Amûdî rahişt bêrîkfona xwe û bi mervên xwe yên li Amûdê re ştexilî, da ku pirsa vê meczera mezin bikin: ”Na weleh, law. Rewş li bajarê me baş e. Me meczerak bi hêzên eminê re çêkir!” (...)
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
20.12.2004 - 02:05
Felluca û Avroja
Qeşmerok


(© Monte Wolverton/amude.com)
- Hemd û şukur ji Xwedê re ku me te dîsa bi xêr dît, ha. Ma exbarên nû cem te hene?
* Ji aliyê exbaran ve, hinên nû û hinên kevin hene. Yanî divê tu ji herdu nanan bixwî, ji ber ev demek e ku te xwe ji min qut kiribû.
- Ne mişkîle ye, keko. Em ji gund in û meda me fêrî xwarina nanê “ser tenuran bûye”!
* Balo ezê bi exbarên teze dest pê bikim, û ez bawer im ji te re muhim e bê mesela Yekîtiya Rewşenbîran (Avroja) û mişkîlên wê çawa bûye?
- Belê, ji kerema te re.
* Yaho şerek çêbû ji şerê li Felluca xerabtir bû!!
- Qesda te şerek bi terorîstan re ye..?
* Erê, brako. Tişt di meydana şer de wilo çêbûn: Şila “Hamleto el-Zerqawî” (Helîmo, Kerîmo, Miskîno,...) malperek bi navê “Tifffsho” vekiriye û tê de serjêkirina dijminên xwe yên xayin pêşkêş dikin!..
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
13.12.2004 - 22:48
WANTED
Qeşmerok

(Ring! Ring! Ring!)
- Ha heval! Her tişt li cem te di Paltalkê de hazir e?
* Belê. Her tişt wek ku te emir kir, mamoste Hamleto!
- Ez bi hêvî me ku gelek kes wê îşev beşdar bibin.
* Em bi xortan re bi telefonê ştexilîn û me email ji wan re şandin. Ew ji bo şerekî gerîla yê germ amade ne!
- Pir baş e. Ya giring ew e ku ew ji banka Apê Zêro xericîbin û xibreta wan di tehdîd, iptîzaz û gemarbûna ziman de hebe û..
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
06.12.2004 - 02:00
Lo lo pismamo, çima deng nakî?
Qeşmerok

(Ring! Ring! Ring!)
- Elo! Kî ye? Herînê, ev tu yî? Ka ji kerema xwe re pismamê min M. Xefîf bide min. Belê, ez Hamleto me! Tu çawa yî, keçê? (....) Ha Xefîfooo! Tu çi dikî?
* Tiştekî nakim, ji bilî temaşekirina vîdyoyê; ev cara dehê ye ku lê dinerm. Ew hevpeyvîna ku Helîmo bi min re kir û di “Me Tv” de derket. Her cara ku lê dinerim, ez pir aciz dibim; radibim hebek muhedîat dixwim!
- Xêr e yaho? Tiştê ku dizanim hevpeyvîn pir baş bû û pirs jî li gorî daxwazên te bûn...
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
29.11.2004 - 02:33
Helîmo, Rehîmo, Kerîmo û çend seqetên din (2/2)
Qeşmerok


"Helîmo"
* Baş. Tê gotin ku wî navê kitêba xwe ya pêşî “Mêrê Avis” ji bûyereke rast girtiye, ku pê re çêbû: Carekê ew rastî jineke avis hat û bi lehca serseriyekî amûdî jê pirsî: “Kê quruncokek daye zikê te?” Jinê bersiv da: “Nefsa wî mêrê ku quruncok daye pişta te û ev sondoq bi te da rahiştin”!!
- Bi rastî jî destpêkeke edebî ya realîst e.. Bes te negot, ma bi kurdî dinivîsand?
* Na, bi zimanekî erebî yê tevlihev û xerab wek xwediyê xwe! Û kesekî guh neda nivîsandinên wî.. Yanî ew “bi kurdî difikirî û bi erebî dinivîsand!”, wek wan mezufatên ku “Medresa Huseynî” di salên dawî de di guhên me de dida vinvinandin...
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
25.11.2004 - 00:53
Helîmo, Rehîmo, Kerîmo û çend seqetên din 1/2
Qeşmerok


Rehîmo
- Keko, te nisxa kurdî ya filmê karton “Uncle Gold” dîtiye, ya ku sê çêçik, bav û apê wan ê zengîn rolên sereke tê de dilîzin?
* Qesda te “Apê Zêro” ye.. Û çawa ew her sê çêçikên komîdî wî ji sê dizan xelas dikin, ku her tim hewil didin banka wî bidizin...
- Belê. Bi rastî ev film şila Ehmedê Huseynî tîne bîra min, a ku ji Helîmo, Rehîmo û Kerîmo pêk tê, yên ku li banka Roj kar dikin, ku Apê Zêro xwediyê wê ye.
* Tevî ku ew naşibihin çêçikan, lê belê dişibihin roviyên xapînok.. Lê te ji min re negot, ew her sê diz kî ne?
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
18.11.2004 - 00:18
Zey el-hewa ya habîbî
Qeşmerok


Axîn Welat û Mihemed Efîf el-Huseynî
- Di xeleka dawî de, te bala me kişand, keko, ku tenê du jin di komîteya birêvebir a Hevgirtina Rewşenbîran de hene, ne sisê. Niha ji me re nebêje, ku şaşitiyeke çapê ya din heye û Axîn Welat mêr e û navê wî Welat Axîn e..!?
* Na, na. Ew helbestvaneke kurd e. Lê dema ku helbestên xwe bi zimanê erebî li ser rûpelên “Tîrêj” diweşîne, hin kes bawer dikin ku ew Mihemed Efîf el-Huseynî ye! “Û piştî gumanê xerabî ye”, wek ku Qurana kerîm dibêje...
- Qurana kerîm? Ma “Kerîmo” jî quranek çêkiriye?!
* Na keko, na. Qesda min Qurana kerîm e, ya pîroz û mubarek...
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
10.11.2004 - 00:25
Şivanbîr
Qeşmerok


Qado Şêrîn
- Tu bi xêr ji Swêdê vegeriya, keko. Pîroz be li me serketina we di kongireyê yekemîn ê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd li derveyî welat de..
* Yekîtiya ku nîvê endamên wê xwe jê kişand an jî istîqala xwe da û ew hîn li ser axa wî welatî bûn.
- Na lo? Bi rastî tiştekî ciyê daxê ye.
* Belê. Em rewşenbîrên kurd emê ji bo Serhildana Qamişloyê û êşa gelê xwe ya berdewam dilsoz bin. Bi izina Xwedayê mezin di kongireya bê de tenê endamên komîteya birêvebir wê bimînin. Tevlî ku endameke wê 24 seetan piştî hilbijartina wê istîqala xwe da..
» bixwîne..
-----------------------------------------------------------------------------------
Erşîv    Erşîv    Erşîv    Erşîv    Erşîv    Erşîv    Erşîv   


 
Serhildana 12ê Adarê
doseya sînemaya amûdê


www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000