|
|
|
29.11.2004 - 02:33
|
[ 1379 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Helîmo, Rehîmo, Kerîmo û çend seqetên din (2/2)
Qeşmerok
 "Helîmo" | - Keko, wilo xuya dike ku ştexaliya me li ser rovî Hamlet Huseynî û şila wî xelas nebûye..?
* Xebera te ye. Bi rastî ev çîrokeke dirêj e.
- Ez bi hêvî me ku ew ne wek çîrokên “Helîmo” bin, ên ku dawî bûn roman û şano û belkî filmên sînema jî!
* Qesda te “Ebdilhelîm Yûsiv” e?.. Min ji zarokên tara wî bihîst ku diya wî navê “Ebdilhelîm” lê kir û hêviya wê ew bû, ku kurê wê bibe stranbêjeke mezin wek “Ebdilhelîm Hafiz”...
- Ev ne ew stranbêjê ereb e, yê ku Mihemed Efîf el-Huseynî gotinên strana wî “Zey el-Hewa ya habîbî” nivîsandine?!
* Eynê ew. Lê piştî çêbûna “Helîmo” bi çend rojan, hêviyên diya wî şikestin û feqîrê dilê xwe bi xwe şewitand û got: “Wê di pêşerojê de tiştek ji vî belengazî çênebe, madam wî ev sendoqa han rahiştiye ser pişta xwe”!
- Xwedê miînşiyê dilê dê be...
* Wê nizanîbû ku komek ji girêkên nefsî di hundirê wî de hebûn, û ku dema ew mezin bibe û vê sendoqê veke, wê mewhîbak balkêş li hêviya wî be!
- Yanî vî belengazî bi salan ev sendoq rahiştibû ser pişta xwe bêyî ku zanibe çi kenz di hundirê wî de ye?
* Te bala xwe dayê! Bi rastî Apê Zêro alîkariya wî kir, ku vî kenzî derxîne..!
- Ma agahiyên ser destpêkên vî “Helîmo” cem te hene?
* Dibêjin ku ew bi van girêkên nefsî re mezin bûye; ew yekî zikreş bû û rihê wî ji xelkê diçû. Û ji aliyekî din, ew ji zarokên tara xwe diqeherî û muxameratên wan ên evînî ji wan bawer dikir û di hundirê xwe de diçiqçiqî û digot: “Ne ji vê sendoqa heqîr bûya, ezê jî bibûma evîndarekî mezin wek wan”!
- Yanî mişkîla wî bi xwe girêkek cinsî bû?
* Ez bawer im. Û bi xêra qelema xwe ya nazik, wî ew guhert û kir mişkîlak hebûnîzimê! Û ev jî çîrokeke din e...
- Tiştek li dû me tune; kermke biştexile wek ku tu dixwazî.
* Baş. Tê gotin ku wî navê kitêba xwe ya pêşî “Mêrê Avis” ji bûyereke rast girtiye, ku pê re çêbû: Carekê ew rastî jineke avis hat û bi lehca serseriyekî amûdî jê pirsî: “Kê quruncokek daye zikê te?” Jinê bersiv da: “Nefsa wî mêrê ku quruncok daye pişta te û ev sondoq bi te da rahiştin”!!
- Bi rastî jî destpêkeke edebî ya realîst e.. Bes te negot, ma bi kurdî dinivîsand?
* Na, bi zimanekî erebî yê tevlihev û xerab wek xwediyê xwe! Û kesekî guh neda nivîsandinên wî.. Yanî ew “bi kurdî difikirî û bi erebî dinivîsand!”, wek wan mezufatên ku “Medresa Huseynî” di salên dawî de di guhên me de dida vinvinandin...
- Keko, te ji min re negot ku te ez vexwendî guhdarkirina çîrokên “Hezar şev û şevek”ê kirime!?
* Bi her hal, ev halê hevalê me “Helîmo” bû, heta Xwedê ew hîdayet kir û çû heca banka Apê Zêro! .. Bi kurtî: bi xêra banka Apê Zêro rewşa wî pir baş bû; kitêbên wî bi şêweyên herî xweşik hatin çapkirin û bi hezaran li ser kulekan hatin belavkirin, ji xeynî çûnên Tirkiyê û rûniştina berdewam li Elmanya û û û...
- Min fêm kir. Bi rastî wek ku em dibihîsin, Apê Zêro ji zilamê xwe re pir comerd e û wan dixe bin paraztina xwe..
* Bi rastî jî hewcedariya “Helîmo” bi paraztinê hebû. Wî nivîseke dirêj ji fedîhetan xerbişandibû – piraniya wan ji xeyala wî ya nexweş bûn – xwedê giravî ku ew roman e û navê wê “Sobarto´ya Şewatan” e û..
- Bise, bise. Ev nav ji kitêbeke çîroknivîsê surî yê binavûdeng Zekeriya Tamir e ya bi navê “Şama Şewatan” e. Ma te nizanîbû?
* Xwedê rûyê te reş bike, Helîmo!
- Bi rastî jî wî hêviyên diya xwe şikandin: Li şûna ku bibe wek stranbêj “Ebdilhelîm Hafiz” ê xwedî navekî baş, bêhna genî jê hat û bû “Ebdilhelîm Hafisss”!!
* Tiştê giring ji bo wî, ew bû ku bû nivîskarek binavûdeng û ji banka Roj dollar û Euro standin, û kitêbên wî hatin wergerandin bo zimanên tirkî, elmanî û erebî..
- Ma te berî niha negot, ku wî bi xwe bi erebî dinivîsand?
* Her mişkîlak û hela wê heye madam li cem Apê Zêro kar dike!.. Ji “Helîmo” re jinek elman peyda kirin û navê wê li ser kitêba wî ya “Mêrê Avis”, a ku bi zimanê elmanî derket, leziqandin, tevî ku gelek dizanin ku ew jinika reben ne bi kurdî û ne jî bi erebî dizane.. Hevalê me bi xwe nizane xweşik du gotinan ser hev bi elmanî bêje; tiştê ku dizane jî, incex xwe pê diqedîne..
- Keko, bi rastî ev ji çîrokên “Hezar şev û şevek”ê ecêbtir e!
* Belê. Tiştê herî xerab nîfaqa vî “Helîmo” ye: Dema hat Elmanya, di kovareke Apê Zêro de got ku hevalên wî yên xwendinê bûn Gerîla û şehîd ketin, lê wî ev yek nekir û ji ber vê yekê ew “pir poşman e ku wek wan nekir"!
- Hela helaa..!!
* Dûra xortên wê banka han di rêya PENa Kurd re rûniştina li Elmanya jê re peyda kir û hîn rûniştina wî teze di destê wî de bû, tu nabînî bê çawa ev munafiqê han di guhên wan kesên ku ew wan nas dike de, pispisê dike ku ew rêza vê rêxistina edebî nagire, “ji ber ew nêzîkî Apoçiyan e”!! Ji xwe tiştên ku Helîmo, Rehîmo, Kerîmo û mamosteyê wan ê rovî Hamlet Huseynî li dijî Apê Zêro dibêjin, ew jî nagihên guhên zilamên vînê han..
- Rehma Xwedê li pîrka min be. Wê tim digot: “Xwedê pîsê heram çêkir, ji bo henekên xwe bi xelkên dilpak bike”..!!
>> qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|