|
|
25.11.2004 - 00:53
|
[ 2099 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Helîmo, Rehîmo, Kerîmo û çend seqetên din 1/2
Qeşmerok
 Rehîmo |
- Keko, te nisxa kurdî ya filmê karton “Uncle Gold” dîtiye, ya ku sê çêçik, bav û apê wan ê zengîn rolên sereke tê de dilîzin?
* Qesda te “Apê Zêro” ye.. Û çawa ew her sê çêçikên komîdî wî ji sê dizan xelas dikin, ku her tim hewil didin banka wî bidizin...
- Belê. Bi rastî ev film şila Ehmedê Huseynî tîne bîra min, a ku ji Helîmo, Rehîmo û Kerîmo pêk tê, yên ku li banka Roj kar dikin, ku Apê Zêro xwediyê wê ye.
* Tevî ku ew naşibihin çêçikan, lê belê dişibihin roviyên xapînok.. Lê te ji min re negot, ew her sê diz kî ne?
- Keko, ew Hekîmo, Dosto û Stêro ne, yên ku ji xidmeta Roj tv hatin avêtin...
* Ez bawer im ku ew her tiştî dikin, da ku vegerin banka apê zengîn..
- Rast e. Xwedê miîniçiyê we be hûn rewşenbîr li ser van beleyên ku di vê hevgirtina ku we nû damezirand de, bi ser serên we de dikevin û...
* Xwezî mesele tenê li cem wan sekinîba... Ji ber şila Huseynî ya din (Mihemed Efîf) bi wan re ketin meselê.
- Min fêm kir. Qesda te şila “Tîrêj” e.. Lê ez fêm nakim çawa “Apoçî” bi “Barzaniyan” re didin û distînin û teketulatekê çêdikin?
* Xwîn nabe av, brako! Şila Huseynî tiştekî bi navê prensîp û exlaq nas nake. Mesleha wan a şexsî berî her tiştî ye.
- Bi Xwedê xebera te ye. Lê binisbetî şila Roj Tv, wek ku ez dizanim Apê Zêro di televizyonê de tenê seqet û jikarketiyan dixebitîne. Me fêm kir ku Ehmed, Rehîmo û Stêro kor in, û ku Helîmo Xwedê wî bistirîne! Lê çi mişkila yên din e?
* Rast e. Her kes dizane ku Hekîmo, Dosto û Kerîmo her yek ji wan wek dîwarekî ye, bi taybetî Kerîmo dema ku di şanoya “Hamlet Huseynî” de li Sandvîken Qado Şêrînê şivan rahişt ser pişta xwe... Xwedê wan ji çavan bistirîne! Û ji ber ku ti mişkîle di wan de tune, ev ji Ehmed Huseynî re bû mişkîlak...!
- Ê, wînê han çawa ev mişkîle hel kir?
* Çû ku ji Kerîmo û Dosto re şehadên dînbûnê derxîne, ji ber Hekîmo hewcedariya wî bi şehadak wilo tune; ji roja pêşî di nav Gerîla de, ew dîn bû, û di şer de sîlahê xwe avêt û rahişt tenburê û dest bi zirzirê kir!
- Me fêm kir. Û karê Dosto û Kerîmo çilo meşiya? Ez zanim ku li Ewropa textorên kurd pir in...
* Ehmedê Huseynî pêşî çû cem Dr. Ebdilbasit Seyda, lê camêr lêborîna xwe xwest ji ber ew dektorê felsefeyê ye. Dr. Sededîn Mele jî got ku ixtîsasê wî hendese ye. Û Dr. Feydullah Xeznewî, wek ku tu dizanî, dektoraya xwe ji Zanîngeha Sorbon ji bo peyva “Hobin” stendiye!
- Bi rastî jî mişkîlak mueqed e, tevlî ku textor wek axê ne û..
* Bêhna xwe fireh bike, keko. Ehmed Huseynî dawî bi hevalê xwe Dr. Bavê Nazê re ştexilî, ew ê ku di wê demê de li Mosko li ser hesabê reklama ji bo partiya Apê Zêro dijiya, û şehada lazim ji wî stend.
- Bijî! Me got mişkîla wan hel bû. Lê karê wan di televizyonê de çawa bû?
* Keko, malê vê televizyonê naskirî ye. Dema Rehîmo dîkoratên studyoyên ji bo bernameyên çandî û hunerî çêkirin, wan dît ku ew dişibiyan dîkoratên di filmên tirsê de!
- Weleh xebera te ye. Eger xêr di vî Rehîmo de hebûya û hunermendekî rast bûya, wî yê wek hunermendên kurd ên din li Ewropa mersemak kirê kiriba û tê de kar kiriba. Lê ka ji min re bêje, piştre ew ji Roj Tv hat avêtin?
* Na keko, na. Ehmed Huseynî hat studyo û wek rexnegirekî mezin li dîkoratan nerî û wek meymunekî virde wirde ticiya û got: “Yaw! Yawwww! Ev ne tenê dîkor in, ev tuhfên hunerî yên mezin in. Dalî û Pîcasso bi xwe xwe biçirînin jî, nikarin wek wan çêkin!!”
- Tiştekî xweş e weleh. Ne besî wan bû ku çavên Rehîmo tirro-virro ne, îcar ji yekî kor wek Ehmed Huseynî şîret xwestin!
* Belê. Û pirsa mewadên ku hunermendê me yê mezin Rehîmo bi kar tîne, neke. Wek ku her kes dizane, ew pir çikuz e. Û ji bo ku pereyên reng û xiradan bixe bêrîka xwe, nîvê şevê ji malê derdiket û diçû li zibilên li kolanan li kerton û tabloyên ku jê re lazim bûn, digeriya, û ew dibirin mala xwe û hazir dikirin, ela esas ew dîkorên studyo ne!
- Lê min bihîst ku ew di kongireyê we de xuyayî bû?
* Qesda te kongireyê rewşenbîran li Swêdê?.. Belê, belê. Hamlet Huseynî pişta wî bû û tabloyên wî li baştirîn cî hatin dailqandin û yek ji wan di mezada mifebrek de perê herî gelek anîn. Tabloyên wî teqlîda islubê hunermendê me yê mezin Beşar Îssa dikin, ku wî berî 30 salan dema ku di destpêkê de bû, bi kar dianî! Û pirsa amadebûna wî di dîwana kongireyê de neke. Wek yekî windayî, wî bi dengekî bilind bi vî û wî de dixeyidî û gotinên mezinan bi kar dianîn: “Kuro, tu nizanî Oscar Wild çi got, dema Îssa li Çiyayên Celîl hate xaçkirin?!!”
- Xwezî wan Rehîmo danîbana ser xazoqekî li Çiyayên Celîl!
* Û di Panêla Siyasî de, jê re gelekî li çepikan xistin, dema zimanê xwe li ser nûnerên partiyên kurdî yên Suriyê dirêj dikir, û dest bi girî kir û diricifî û got: “Hûn sebeb in ku em winda bûn. Û eger we dollar dabana me, me li cem Apê Zêro di televizyon û medyaya wî de kar nedikir!”
- Bi rastî jî xebera wî metelokî ye, yê ku dibêj e: “Rizqê behlulan li cem dînan e.”
>> qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|