www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
18.11.2004 - 00:18 [ 1366 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Zey el-hewa ya habîbî

Qeşmerok


Axîn Welat û Mihemed Efîf el-Huseynî

- Di xeleka dawî de, te bala me kişand, keko, ku tenê du jin di komîteya birêvebir a Hevgirtina Rewşenbîran de hene, ne sisê. Niha ji me re nebêje, ku şaşitiyeke çapê ya din heye û Axîn Welat mêr e û navê wî Welat Axîn e..!?
* Na, na. Ew helbestvaneke kurd e. Lê dema ku helbestên xwe bi zimanê erebî li ser rûpelên “Tîrêj” diweşîne, hin kes bawer dikin ku ew Mihemed Efîf el-Huseynî ye! “Û piştî gumanê xerabî ye”, wek ku Qurana kerîm dibêje...
- Qurana kerîm? Ma “Kerîmo” jî quranek çêkiriye?!
* Na keko, na. Qesda min Qurana kerîm e, ya pîroz û mubarek...
- Tew bira, gelo “Kerîmo” pereyên şeva Göteborg a ji bo piştgiriya serhildanê da komîteya ku ji bo danheva piştgiriyê ji bo malbatên şehîd, birîndar û girtiyên Serhildana Qamişloyê hatibû sazkirin?
* Wek ku “Kerîmo” got, pere di kontoya jina wî de bûn û jina wî wê wan vegerîne, dema ew ji Qamişlo vegere.. Belkî wê ew pere dabin feqîrên bajêr.. Ez nizanim..
- Nebêje ku malbata jina wî jî mihtacî wan peran e... “Yên nêzîk bêtir xêr ji wan re derdikeve”, wek ku Qurana Kerîmo dibêje...!
* Xwedê zane, keko. Jin pir ji fexfexê û xerckirina pereyan hez dikin, dema ew ji welatekî ewropî diçin serdana welat. Lê pêwîstiya “Kerîmo” bi pereyên kesên din tune, bi xêrka televizyona Roj Tv, ku meaşekî dide wî, wek ku wî di kongireyê rewşenbîran li Sandvîken de li pêşiya endaman got.
- Bi Xwedê te dilê min xist cî ji bo mesela pereyên şeva Göteborg.
* Tew bira, te behsa vî bajarî kir.. Ma tu dizanî bê mirov divê çawa navê wî bi lêv bike: Göteborg an Gothenburg?
- Mihemed Efîf el-Huseynî zane. Min bihîst ku bapîrên wan ên pêşî bûn, ku hatibûn wî bajarî. Ew bûn ên ku camiya wî bajarî ava kiribû. Kirî navê wî bajarî bûbaya Huseynîburg, lê miletên fileh ji yên musilman pirtir bûn. Oooh Götenbourg.. Götebnourg!
* Ji min re nebêj, ku bapîrên wî ji stranên Ebdilhelîm Hafiz jî hez dikirin?
- Ebdilhelîm Yûsiv...?!
* Min got “Ebdilhelîm Hafiz”. Ev stranbêjek ereb ê binavûdeng e. Mihemed Efîf el-Huseynî stranek wî ya bi navê “Zey el-hewa ya habîbî” di helbesteke xwe de bi kar anî, ku ji rojiya Remezanê dirêjtir e. Ev helbest di dîwana wî “Mecaz Götenbourg” de peyda dibe:

” Zey el-hewa ya habîbî, zey Mehabad, zey Qadî Mihemed... Zey el-hewa ya habîbî, zey Helepçe, zey Mele Barzanî....”

- Çi wateya “zey el-hewa” ye, lo?
* Yanî: Wek ba, ya hebîbî
- Wek qirdê, wek meymunê,..!!
* Bi rastî jî ev Mihemed Efîf helbestvanek jêhatî ye, ha. Û ji xwe ev jêhatîbûna wî wê bi zewaca wî ji helbestvaneke kurd ku bi erebî dinivîsîne, wî hîn bi pêş bixîne.
- Erê. Û piştre Ehmed Huseynî wê helbestên wê ji erebî bike kurdî.. Û dawî şêx Tewfîq el-Huseynî wê nefsa helbestên wê ji kurdî wergerîne erebî!!
* Keko, gelek werger helbestê dewlemend dikin, bi taybetî ger helbestvan û wergêr ji malbatekê bin. Ax keko, wê çixwasî xweş bûya ku tu jî bi me re li şeva Sandvîken hazir bûbaya, ya ku min berî niha jî ji te re behsa wê kiribû. Tê bidîta bê çawa Mihemed Efîf el-Huseynî bi destê bûka xwe Axîn digirt û vêna han jî bi destê Ehmed Huseynî, û vîna jî bi destê Qado Şêrîn û vînê han jî bi destê Mizgînê Gemo... Ew li ser erda salonê eynê li pêşiya hunermendan rûniştibûn û ew heta dawî serxweş bûn, xwe dihejand, distiran, diqîriyan, xeber didan,...
- Yanî ev meymûnên han tenê sêrkek ji wan kêm bû; ew bi wan temenên wan ên di navbera 40 û 50î de teqlîda xortên nûhatî yên di binya 20ê de dikir, wek di şevên Şivan û Ciwan Haco de..
* Bêhna xwe fireh bike, keko. Helbestvana me ya mezin “Ji Kefercenê ta Mecazê Göteborg” hatiye û gelekî normal bû, ku mêrê wê, ew helbestvanê mezin, bi destê wê bigire û bibe cem hevalên xwe yên ji helbestvanên mezin wek Selîm Berekat, Dilo Mêqerî,... ji bo ew wê nas bikin.
- Wey maşela, wey maşela!
* Piştre, wî ew bir Sandvîken ji bo di kongireya rewşenbîran de hazir bibe, û li wir ew ji bo komîteya birêvebir hate hilbijartin û 21 deng stendin, û mêrê wê yê ku dixwest bikeve komîteyê, derneket û tenê 11 deng stendin.
- Heyfa zilaman! Jinek û ji gund û hîn du mehên wê li Swêdê neqediyane, û hîn dîwanek wê yê çapkirî tune, ji bo komîteyê hate hilbijartin.. Û ew, zilamê ji bajarekî mezin wek Göteborg û ev 17 salên wî ku li Swêdê dijî, û çar an pênc dîwanên helbestê û romanek wî ya bi navê “Zey el-hewa, zey el-çarşem” hene, û endamên kongireyê ew ji bo komîteyê hilnebijart..?
* Min bihîst, û gotin pir in wek ku tu dizanî, ku ew pir aciz bû. Û piştî ku ew vegeriyan Götenborg, nameyek ji serokê komîteya birêvebir re şand û tê de istîqala xwe û ya Axîn da.. Ez tirsa xwe ji te venaşêrim ku belkî Axîn istîqalê qebul neke û mêrê wê aciz bibe û problêm çêbibin û...
- Û ji Mecaz Götenborg ta Kefercenê, ya hebîbî!!

>> qeshmerok@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000