www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
06.10.2005 - 00:42 [ 1374 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Nameyek vekirî ji bo Qeşmerok:
Ez nivîskarek cîhanî me!


M. Xefîf Rovînî


© caricature.org
Piştî weşandina xeleka dawî ya nivîskarê me Qeşmerok, ku tê de behsa M. Uzunulo û girêdana wî ya bi Yaşar Kemal re kiriye, nameyek ji xwendevanê malperê M. Xefîf Rovînî hat. Li ser daxwaza xwediyê nameyê, Malpera Amûdê ev name wergerand zimanê kurdî û wê li vê derê diweşîne:

* * *

“Birayê hêja Qeşmerok!
Silavin germ.

Ez bi hêvî me ku tu û biraderên hêja di Malpera Amûdê de rewşeke baş derbas dikin.
Min nivîsara te ya li ser daxuyaniya M Uzunulo ji bo çapemeniyê xwend, ku tê de îdîa dike ku xwedêgiravî ew nivîskarek cîhanî ye. Bi rastî nerîna te di ciyê xwe de bû. Tu her bijî, keko!
Di vê nameya xwe de, ez dixwazim ji xwendevanên malpera wa ya hêja re çend xalan eşkere bikim:

1. We di nivîsara xwe de nivîsandiye, ku ez û pismamê min Hamleto em pir bi dawa nivîskar Selîm Berekat digirin, mîna ku Uzunulo bi Yaşar Kemal dikir. A rast ew e, ku Selîmo bi xwe bûye belaya serê me û naxwaze dev ji vî karê nivîsandinê berde û wî je me re bihêle!!
Wek ku hûn dizanin, ez bi nivîsandina berhemên wî li ser kompûterê alîkariya wî dikim, ji ber feqîro hîn di warê teknolocî de paşketî ye!! Êdî ez tekstên wî dinivîsînim û wan di malpera xwe Tîrêj û yên erebî de diweşînim, û ji xwe bi navê xwe!!
Dibe ku niha yek derkeve û bêje ku ev yek diziyek bêexlaqiyane ye û û û... Lê ez dibêjim: Heyran, qurbana gunikên te bim!! Ev ne dizî ye û ne jî mizî ye! Ev heqê min de ji bo westandina mina ku ez bi vî nivîskarî re dibînim û dema xwe ya bûha pê re winda dikim. Ma qey hûn qebul dikin ku ez belaş kar bikim?!!

2. Herweha we diyar kir, ku ez û pismamê min Hamleto ji şagirtên Uzunulo ne. Ya rast ew e, ku me ev camêr piştî hatina me ya Swêdê nas kir. Berî wê, me qet bi navê wî jî nebihîstibû, bi taybetî ez ê ku di jiyana xwe de rêzek jî bi kurdî nexwendiye, tevî – wek ku hûn dizanin – ez “nivîskarek Kurd im ku li Swêdê dijî”!!
Elmuhim, vî Uzunuloyî gelek caran di mala xwe de pêşwaziya me kir, firavîn û şîv û bîra û vîn û û û.. dan me.. Û me jî ji aliyê xwe ve me pesnê wî û romanên wî dida û me jê re digot: “Te Yaşar Kemal xistiye bêrîka xwe!!” Û piştre, me jê re pêşniyaz kir, ku apê me şêx Tewfîq yekê ji romanên wî wergerîne bo erebî. Uzunulo rabû ser xwe û bi sarbûn sipasiya me kir, û ji me re got: “Ihim, ihim, ihim! Ne xerabe, keko! Wek ku hûn dizaniiiin, ez ji wergerandinên pirtûkên xwe bo zimanên cîhanî dijîm, û sekretêreke min heye ku van tiştan bi rê ve dibe! Lê ji bo xatirê we, ezê mafê wergerandina romana xwe “Tu” bidim apê we, bêyî ku ez tiştekî jê bistînim! Lê şertek min heye, ew jî ew e, ku werger bi baştirîn qaxezên ewropî bête çapkirin û bi bergek rengîn û baş!!”
Û ji bo em mafê camêr nexwin, wî 200 kronên swêdî dan me, wekî alîkariyek ji bo apê me yê feqîr.. Erê bi Xwedê, mêrik comerd derket!
Bêyî ku ez dirêj bikim, mehek derbas bû û apê min roman wergerand û bû dema weşandian wê. Ez rabûm min telefona mamoste Uzunulo kir û jê re behsa meselê kir. Min jê re got ku pêwîstiya apê min bi 200 dollaran heye, da ku romanê çap bike. Tu nabînî çawa nivîskarê me hêrs dibe û dibêje: “Mane min 200 qron dan we, yaaw?!” Min jê re got: “Rast e, lê ku tu bixwazî ku pirtûk bi şêweyekî baş bête çapkirin, gerek tu dollaran bidî!” Uzunulo di rûyê min de qêriya: “Siktir!! Parsek!! Ez maf nadim we ku hûn pirtûka min çap bikin, berî ku hûn bi sekretêra min re neştexilin!!!”

3. Li ser gotina Uzunulo ku ew nivîskarek cîhanî ye, ez li vê derê jê re di rêya quncika we ya hêja re dibêjim: Dema cenabê te bibhîse, ku Xefîfo mir, hinnngî ji xelkê re bêj ku tu nivîskarek cîhanî yî!!

Bi rastî nivîsara we ez pir aciz kirim. Ji qehra wê re, ez çûm Fransayê da ku di festîvaleke helbestê de amade bibim! Ji xwe ez vê carê jî nehatibûm vexwendin. Loma min mesrufa malê bi xwe re bir, da ku bikaribim bi mesrefa teyare, hotêl û û û rabim...Tenê, ji bo ez Uzunulo û dijminên xwe yên edebî biqeherînim!!
Piştî ku ez bi xêr û selamet ji Fransayê vegeriyam, min nivîsarek di “Tîrêj” de li hev anî, tê de min behsa festîvalê kir. Fermo, xwendevanên hêja, beşek ji vê nivîsarê:

“Ez helbestvanek cîhanî me. Ez tek helbestvanê kurd bûm, ku hate vexwendin bo festîvalê!! Ta bi Selîmo yê belengaz vexwendin jê re nehate şandin, ji ber nivîsên wî bi navê M. Xefîf Rovînî têne weşandin!! Û piştî min helbestên xwe ji Fransiyan re xwendin, tu nabînî bê çawa hezkerên min ên jin êrîşî min dikin, dixwazin suretan bi min re bigirin û ez di pirtûkên wan de imze bikim!!

Çapemeniya fransî jî li dora min civiya, her yek ji wan ji bo rojname, kovar an televizyona xwe daxuyaniyekê ji min dixwaze!! Ez bi hêrs bûm, bi qêrînî min bi zimanê erebî, ku ji bilî wî ez bi zimanekî dî nizanim, ji wan re got: “Hêdî hêdî, bi dorê, kuro! Ev çi ye, ma hûn hov in?! Ma qey ezê bi belaş daxuyaniyan bidim we, hêê?!! Ma qey hûn nizanin ku ez ji wergerandina pirtûkên xwe bo zimanên cîhanî dijîm?“!!


E-Mail: qeshmerok@amude.com

--------------
Xwendevanên hêja!

Bi vê xelekê, ez xatir ji we dixwazim. Ezê xwe hinekî rehet bikim û dibe ku ez bi şêweyekî dî yan jî navekî dî li we vegerim. Min ji bîr nekin! Ji xwe ez WE ji bîr nakim!

Qeşmerokê we
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000