www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
29.08.2005 - 23:43 [ 1360 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

M. Uzunulo: Ji Stoqlolmê ta Stenbolê!

Qeşmerok


Ji kovara Îsot, hejmar 2, 1986 (Ji bo temaşekirina tevaya karîkaturê, wêneyê bitikîne)


- Ji kerema te re, keko, ma te kanalek ji vêna han xerabtir nedît ku tu li nûçeyên wê binerî?
* Ma çi gunehê min e, yaho, ku kanalên kurdistanî yên dî bi tîpekê jî behsa bûyerên li Kurdistana Îranê nakin??
- Rast e. Tenê di wê yekê de jêhatî ne ku wêneyê Qadî Mihemed li pêşiya parlamentê daliqînin!
* Û tiştê herî xerab ew e, ku “Roj” li def û zurnê dixe, ser esasê ku xwedêgiravî partiya wan ev serhildana pîroz da teqandin!
- Erê, loo.. Mane PKK par serhildana li Qamişloyê jî da destpêkirin!?
* Erê, yaaw! Û xwezî sala bê li Kurdistana Iraqê jî serhildanekê bidin destpêkirin û gelê me li wir ji dîktatoriya Sedam rizgar bikin!!
- La hewla wela qiwet.. Yanî bi rastî jî mirov nema zane, ku bigirî yan bikene..
* Bi Xwedê ne em dikenin û ne jî digirîn! A baştir ew e ku em vê kanalê biguherînin û axavtina xwe ya edebî berdewam bikin! Em di jînenîgariya nivîskarê xwe M. Uzunulo de gihan kû?
- Ez bawer im em di destpêka mejda wî de bûn! Me got ku ew bû nivîskarek romannivîs, û ka hevokekê ji vir û perçeyekî ji wir û..
* Min ji te fêm kir! Lê ka bêje, ma rast e ku di dema ku nivîskarê me bû berpirsê beşê kurdî di “Encumena Çandî” ya swêdî de, hejmara pirtûkên ku bi kurdî hatin çapkirin, ji ya swêdî bilindtir bû??
- Bi Xwedê rast e! Û tê bîra min, her cara du Kurdên me yên serxetî digihan hev, pirtûkên helbestan diyarî hev dikirin! Û carekê, yekî “pîzaçî” hat salona komela bajarê me û pirsa min kir. Hinekan ew şand cem min: “Keko, tu M. Uzunulo nas dikî, ne wisa?” Min jê re got: “Xêr e, keko??” Mêrik defterek gemarî bi dohn û zeytê ji bêrîka xwe derxist û ji min re got: “Fermo ji te qitêba min a folqlorê û nerîna xwe ji min re bêj! Ez dixwazim tu ji min re bibî wasîte li cem mamoste M. Uzunulo, da ku ez vê qitêbê çap bikim û hinek pere qezenc bikim!!” Ez rabûm ser xwe û min ew hembêz kir û pîrozbahiya afirandina wî kir: “Keko, tu her bijî! Tu ji nav Kurdên me yên Serxetê yê herî dawî bû, ku bê pirtûkek çapkirî mabû”!!!
* Her bijî folqlora kurdî! Lê te negot, çima vî Uzunulo bazar bi pirtûkên wilo erzan tije dikir?
- Ya sîdî, ji bo bêje: “Ji xwe re li van pirtûkên xerab binerin, yahoo, û yên min ên luks bidin ber wan”!!


E-Mail: qeshmerok@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000