|
|
|
20.07.2005 - 11:53
|
[ 1376 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Yê dizane, Qado Şêrîn e!
Qeşmerok
 © Siegfried Kolck-Thudt & amude.com | - Bibûre, keko, ji kerema xwe re me ji vê qerebalixa han a kanala “el-Cezîrê” xelas ke!
* Ser serê min. Min dixwest ku dengê vî decalî bê te, yê ku hicet ji cerîmeya Terorîstan li Londonê re didîtin, bi taybetî dema ku bi dengekî bilind berê xwe dida Brîtaniyan û digot: “Ev e cezaya we, ji ber we gelê iraqî ji bindestiya Sedam rizgar kir”!!
- Ez bawer im ku hevkariyeke di navbera Terorîstan û rêjîma Suriyê de heye.. Ji ber teqînên li Medrîdê tenê rojekê berî komkujiya Qamişloyê pêk hatin, û terorkirina rojnamevanê libnanî Semîr Qesîr jî di heman roja diyarkirina kuştina şehîdê me Xeznewî de pêk hat..
* Ez bi te re. Lê sipas ji Xwedê re, ku niha wê ev Terorîstên han bêne eşkerekirin, bi xêra hevalê me Qado Şêrîn û..
- Ha!? Ma çi îşê Qado bi vê meselê heye, yahoo??
* Ya sîdî, piştî ku wî nivîsara xwe “Ez tenê dizanim kê Şêx M. Xeznewî kuşt” weşand, tu nabînî Komîteya Lêkolînê ya Navneteweyî li Libnanê li hev dicive û serokê wê ji endamên dî re dibêje: “Çima em li vê derê di vê germa Beyrutê de ya ku bêhna mirovî diçikîne, rûniştine û li belgeyan digerin? A herî baş ew e ku em têkevin balafirê û em bifirin Holandayê, da ku em ji Qado Şêrîn bipirsin bê ka çi agahî li cem wî peyda dibin, da ku em zanibin bê kî zarokên xelkê dikujin”!!
- Bi rastî jî fikirak baş e! Ma gelo wan ji bo kesê ku agahiyan bide wan, xelatek tirxan kiriye?
* Ne bawer im. Lê min bihîst ku hevalê me Qado ji bo her cerîmeya ku bi xêra nivîsarên wî têne eşkerekirin, 100 serî pez xwestine!!
- Hey şêêêêêr! Bi vî şêweyî nivîskarê me dibe dewlemendtirîn şivan li cîhanê! Herweha ewê ji dîrokê re teqez bike, ku helbestvan pêxemberê serdema xwe ye, ji ber tenê ew hertiştî dizane!!
* Helbet! Û piştî ku wî nivîsara xwe ya dî “Kî nivîskar e û kî fisteq e” weşand, min bihîst ku ew bi Komîteya Ekademî ya Swêdî ya Belavkirina Fisteqan re jî kom bû.. Bibûre, mebesta min belavkirina xelatên “Nobel”!!
- Hela helaaa! Ma îşê wî çi ji van xelatan e, keko??
* Ka bise ez ji te re internêtê vekim, da ku em bi hev re beşekî ji nivîsara wî bixwînin: “ko Helîm Yûsiv ne kurd ba meyê xelata Nobel jêre bixwesta,..”
- Hezar hemd û şukir ji Xwedê re ku Helîm kurd e!!!
* Belê. Û Qado ji bîr nake ku gazinan ji nivîskarên me bike, ji ber ew xêrê ji hev re naxwazin: “Binerin li Ereban, çawa nivîskarê xwe Zekeriya Tamir ji bo vê xelatê pêşniyaz dikin, tevî ku ew sernivîsên pirtûkên xwe û ta bi naveroka wan jî ji nivîskarê me Helîm Yûsiv didize”!!
- Yaaw, ma ne Qado bi xwe bû, dema berî çend mehan derket ser Paltalkê, û rabû qêriya û dest bi xeberan ji namusa “Bavê Qeşmerok” re kir?? Ez bawer im wê demê wî nizanîbû ku hevalê me Helîm Yûsiv nivîskarê “Bavê Qeşmerok” bû.. Ji xwe piştre Helîm li xwe mûkir hat ku ew e yê ku ew nivîsên qirêj ên tije xeber dinivîsandin..
* Belê, ew bi xwe bû. Ji xwe ji ber vê yekê, Helîm Yûsiv wê demê sund xwar ku lingê Qado Şêrîn ji “metv” û “Roj Tv” bişikîne! Hamleto xwest wan li hev bîne, lê Helîm jê re got: “Ez nahêlim ku ew têkeve televizyonê, eger ew vî barê giran ji şûna min rahêje jî”!!!
- Te behsa Hamleto kir. Ez bawer im ku Qado di nivîsara xwe de Ehmed Huseynî û Jan Dost jî ji bo xelata Nobel pêşniyaz kirine!?
* Erê, keko. Ji ber ku ew şivanek dilsoz e ji pezê xwe re û li ser wan ji roviyan ditirse, xwe mecbur dît ku bi wan re şelaf be!!
- Ka niha dev ji me û henekan berde, yaaw! Ji xwe em dizanin ku tenê nivîskarek ji bo xelata Nobel tê hilbijartin. Ma gelo Qado wê vê xelatê li ser hersê nivîskarên me paar bike??
* Dema ku Komîteya Ekademî ya Swêdî ligel hevalê me Qado kom bû, tu nabêjî ew radibe û ji wan re pêşniyaz dike, ku sê xelatên dî bi navê Nobel bidin: Xelata Bêexlaqiyê, Xelata Bêedebiyê û Xelata Rûreşiyê!!
- Min fêm kir! Bersiva komîteyê çi bû?
* Ji Qado Şêrîn re got: “Me bihîstiye ku tu şivanek wek zêr î! Ya herî baş ew e, ku tu nivîskariyê ji xwediyên wê re bihêlî û tu xwe ji pezê xwe re vala bikî”!!!
qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|