www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
27.06.2005 - 23:12 [ 1366 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Hevpeyvîn li gel M. Xefîf Rovînî:
Her nivîskarek mezin evîndarek mezin bû!


Qeşmerok


© vonlonski.net & amude.com
- Berî her tiştî, em di quncika “Qeşmerok” de bixêrhatina te dikin..
* Sipas. Û ez jî vê derfetê bi kar tînim, ku ez silavê li xwendevanên we bikim, ku min û afirandinên min di rêya nivîsandinên we yên li ser min re baş nas dikin!!
- Ê wayê, wayê! Û ji ber ku tu nivîskarekî nûjen î, ez pirsên klasîk ji te nakim!
* Oj, oooooh! Di damezirandina helbesta kurdî ya nûjen a bi erebî nivîsandî de porê min sipî bû!!!
- Û ji ber vê yekê, ey Goranê serdema xwe, ezê vê pirsê ji te bikim: Tu çima bû helbestvan??
* Bi rastî ev pirseke dijwar e! Û ez dixwazim ku tu vê pirsa xwe ji qehweyên Amûdê û Heleb û Şam û Gotenbourg û.. bikî.
- Mebesta te ew e ku bêkariyê berê te da nivîsandinê?
* Yanî yek ji me divê xwe bidebirîne!
- Baş e, rola ilhamê di çêkirina helbesta te de çi ye?
* Keko, rola wê wilo ye: Dema ku helbesteke lê hêja bikeve nav destên min, yekser ez xwe hest dikim ku ez xwediyê wê me û ku yekî ew ji min diziye!!
- Bi rastî min fêm nekir.. Mebesta te helbestên ku kesine din nivîsandine ye?
* Erê, lo! Bi taybetî dema ez xwediyê wê nas dikim, pênûs di nav destê min de diheje, û ez yekser radibim wê kopî dikim û..
- Lê ev dizî ye û dikare ji te re serêşan çêke?
* Çawa dizî, ezbenî?! Dema ku dilê te çû keçeke xweşik, ma ev serêşan ji te re çêdike?! Yaaw, ez ji te re behsa ilhamê dikim, ilham!!
- Baş, ma tu tiştekî li wan zêde nakî ya jî guhertinan pêk naynî?
* Eferim! Ji xwe tevaya afirandinê li vir e! Û ez heman helbestê diyarî xwediyê wê dikim, ji bo dilê xwe negire û min nefedihîne!!
- Rinde! Ew dinivîsîne û tu diweşînî!!!
* Rehma Xwedê li dê û bavê te be! Û şikir ji Xwedê re ku her tişt baş dimeşe, û em bûn nivîskarin mezin ên birêz!!
- Tew bira, tu ji malbateke oldar î, ma ev bû sedem ku tu ji bo nivîsandinê zimanê erebî ji xwe re bineqînî?
* Dibe. Lê girîngtirîn sedem rojnameya “el-Bees” bû! Tu dizanî, ku tê de quncikek ji bo weşandina helbestên xwendevanan hebû, û piraniya wan jî ji Amûdê bûn... Û piştî deh salan, ev kes bûn helbestvanên giring, û mehsubê te di nav wan de yê herî giring e!!
- Ekîd, ma qey heyv tê veşartin! Ka ji me re hinekî behsa xwendina xwe ya zimanê erebî bike..
* Ya sîdî, piştî bakaloriya min xwe li pêşiya du rêyan dît: ku ez herim Helebê ji bo xwendina di zanîngehê de, yan jî ez li Amûdê bimînim û bibim şêxek ku miriyan dişo, wan dixe nav kefen û...
- Ok. Te xwendina wêjeya erebî li zanîngehê bi dawî anî. Gelo piştre tu bû mamoste?
* Weleh ev ji min kêm mabû! Ma tu nizanî ku min jî wekî hevalên xwe yên mezin Edonîs, Selîm Berekat û Nezîh Ebu Efeş û.., xwe ji nivîsandinê re vala kiriye?
- Lê wê demê kesekî ji van ên ku tu behsa wan dikî, xwe ji nivîsandinê re vala nekiribû, yaho??
* Û ev jî belgeyek e ku ez ji wan jî giringtir im!!!
- Wey maşela! Bi rastî jî ev nefisbiçûkiya te bi taybetî di hevpeyvînên te de, ku di kovar û televizyonan de têne weşandin, xuya dike û..
* Ji bona Xwedê dev ji me û vê meselê berde. Ji bo min tiştê herî giring êrotîk e!!
- Ha?! Baş, belkî tu dixwazî ji me re behsa tecrubeya xwe ya bi jinan re bikî?
* Her nivîskarek mezin evîndarek mezin bû! Oh, oh, êrotîk!!!
- Ihim! Xuya dike ku te êşa gelê me li Kurdistanê ji bîr kiriye û..
* Ma ez çi bikim û deynên min ên pir hiştin ku ez gelek tiştan ji bîr bikim!! Dawiya dawî, ez mecbur mam telefona hevalekî xwe kim û jê bixwazim ku ew bi hevalekî din re biştexile, da ku pera bi deyn bide min, da ku ez deynên hevalekî din bidim!!
- Lê, mamoste, min pirsa Kurdistanê ji te kir??
* Keko, ji xwe eslen kesek nema ku ez fena lê bikim.. bibûre, mebesta min jê deyn bikim! Belê, rabû min ji xwe re got: here Kurdistana Iraqê... Yanî mesela ilhamê!!
- Mebesta te piştgiriya ji bo kovara te ye?
* Na, na.. Ez behsa xebtak mezin dikim! Min ji wan re got ku ez nivîseke dirêj a “vekirî” li ser jiyana Mele Mistefayê Barzanî amade dikim.. Roman, lo!
- Bijîîî! Hetmen kêfa wan hat?
* Belê, lê min ji wan xwest ku vê projektê fînanse bikin!!
- Ma qey filmekî sînema ye, yaho?!
* Hahoo, ji te re jî! Min ji te re got ku ew xebtak mezin e! Û ji bîr neke ku min xwe ji nivîsandinê re vala kiriye, ji bilî mesrufa qehwê û vodka û istiwanên klasîkî û..
- Û ya ji gişî giringtir: mesrufa êrotîk.. Ooh, êrotîk!!!


qeshmerok@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000