|
|
|
21.05.2005 - 00:23
|
[ 1352 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Helbestnan!!
Qeşmerok
 © Goswell Frand & amude.com | - Keko, ev çi qaxet di destê te de ne?
* Ev min ji internêtê derxistine, qaşo helbestên helbestvanê me Werman Elî ne..
- Bi destura te, ez dixwazim wan hinekî bixwînim... Ev wêneyê wî ye?
* Ma qey Qeşmeroko, tu dixwazî ku ew wêneyê te bi helbestên wî re çap bikin??
- Na, sipas. Rûyê wî yê zer bêtir bi van helbestên bi erebî dikevin!
* Bi Xwedê xebera te ye. Nivîsên wî wan xerbeşatên ku hin ji helbestvanên me di rûpela xwendevanan a rojnameya “el-Bees” de diweşandin, tînin bîra mirovî, û..
- Û ew hatin Ewropa, da ku li ser serên me bibin bele!
* Û tiştê herî xerab ew e, ku kesên wek vînê han durû ne: rûyek di kovar û malperên me de derdikevin, ku xwe di wan de wekî “helbestvanên kurd ku li EUistanê dijî” dide nasîn, û rûyekî din di kovar û malperên Ereban de, ku di wan de dev davêjin neteweya kurdî yan jî xwe jê bêrî dikin!
- Erê, yaaw. Mêrik sernivîsa helbesta xwe kiriye “Kurdekî bipaşxistî”... Û dibêje ku dema em Kurd bibin benî Adem, hingê emê têkiliya wî bikin!!
* Bi rastî jî helbesteke wijdanyane ye, yahoo.. Ka lê guhdarî bike û ew bi Xwedayê xwe re diştexile:
“Ji ber me zindan çêkirine, berî ku em bibin xwedî şibrek ji xakê,
Û ji ber dezgehên me yên muxaberatan û jêrzemînên işkenceyê hene..”
- Hela helaaa! Kêm maye ku bêje, ku me xelk di gorên tevayî de binax kirine, û me çekên kîmyawî jî bi kar anîne!!
* Ka bise ez ji te re helbesta wî berdewam bikim:
“Û ji ber em ji yên din doz dikin ku piştgiriya mafên me bikin,
Û em mafên ên din piştguh dikin, belê em wan ji bîr dikin...”...
- Tew teeeew! Ji ber wilo Xwedê leşkerên emerîkî şandin, da ku bindestan ji hovîtiya me Kurdan û rêjîma me ya dîktatorî rizgar bikin.. Bibûre, ka fezleka wî berdewam ke!
* “Û ji ber sîngên me bi gotina rastiyê teng dibe, hetanî ji Kurdekî belengaz,
ez ta daxuyaniyeke din, iitîzala xwe ji kurdîbûna xwe didim”.
- Bijîîîîî! Ev çi belengaz melengaz e, û ew li Elmanyayê dijî?! Wilo xuya dike ku wî taama tirşika Qamişloyê ji bîr kiriye, piştî ku meeda wî fêrî xwarinên restaurantên bûha bûye û...
* Te behsa restaurantên bûha kir, ka li vê çîroka ku di navbera helbestvanê me û hevalê wî yê zîrek M. Xefîf de çêbû, guhdar bik: Ya sîdî, ev Wermanê han wê çaxê li Holandayê dima û peyamnêrê rojnameyeke xelîcî bû. Rojnameyê ew kelifand ku pêşwaziya şandyekê ji welatê wê bike. Wê demê, M. Xefîf bi sudfe li wir bû, helbestvanê me jî hez kir ku wî bi xwe re bibe, da ku li pêşiya wî xwe bi giringî û peywendiyên xwe mezin bike û..
- Û ta ku sûdê ji xibreta Xefîfo ya di deverên siyahî yên ... bigire...
* Rehma Xwedê li dê û bavê te be! Tu nabêjî hevalê me Xefîfo ji birçîbûneke ji Efrîqayê reviyaye, û ne ji welatekî pêşketî ku navê wî Swêd e, hatiye! Û xwezî te dîtiba bê çawa ew di restauranta bûha de li ser hesabê wê şanda xelîcî sêniyek ji xwarinê piştî yeke ji pêşxwarinan û qedehên vodka piştî yên meyê dixwaze! Û piştî ku dinya bû şev, endamên wê şandê tirsiyan ku ev birçiyê ku têr nabe, tiştekî ji pereyên wan ên ku wan ji bo serdana xwe tirxan kiribûn, nehêle, rabûn ji Werman xwest ku wî biqeleîne!!
- Te ji min re got ku Wermano peyamnêrê rojnameyeke erebî ye? Ma qey ew xwe ji kurdbûna xwe bêrî dike, da ku ji wan re şelafiyatan bike û ji wan çend Dollaran bistîne?!
* Erê, loo. Mêrik ji wan re her hefte nûçeyekê dinivîsîne, û eger tiştek tune be, radibe ji wan re li ser xwe yan li ser semînarekê yan pêşangehekê tiştekî dinivîsîne. Wî ev helbesta xwe ji wan re şand:
“Ez, Werman Elî, ez Kurdekî bi sudfê bûm
û eger Xwedê hinekî şaş bûba, ezê hindî bûma..”..
- Ya rast ew e ku dezgeha Biyaniyan a holandî şaş bû, dema ku hişt ev munafiqê han bibe holandî!!
* Bi her hal, mêrik şuxlê wî dimeşe.. Û wî ta niha “helbestên” xwe di dîwaneke çapkirî de kom nekirine, û tevî vê yekê jî, kete çav xwe û xwe ser helbestvanekî wekî Selîm Berekat, ku bi dehan ji dîwan û pirtûkan nivîsandine, mezin kir... Got çi, “Selîmo” kurdayetiya xwe ji bîr kiriye û bi zimanê neteweya xwe nanivîsîne..
- Ê wayê, wayêê! Ê çima ev Werman niha tê û xwe ji kurdbûna xwe bêrî dike??
* Yahoo, ev ne sucê wî ye, ku Xwedê ew bi sudfe kiriye Kurd!!
- Xwedê rûyê wî yê zer reş bike! Kesên wekî helbestvan Ibrahîm el-Yûsiv, ku li welêt dijîn û bi mêranî dengê xwe di rûyê dîktatoriyê de bilind dikin, û kesên wekî vînê munafiq li Ewropayê dijîn û ji newêrekbûn û şelafiyên xwe fedî nakin, û...
* Hêdî hêdî, laaw! Mêrik şoreşger e jî, ha. Ew di kongireya oposîsyona surî de, ku sala borî li Parîsê li dar ket, amade bû. Û wek em dizanin, ji welat jî hin kes beşdar bûn, mîna Ibrahîm el-Yûsiv û Mişel Temo. Tu nabêjî roja din, di malpereke erebî de nûçeyek tê weşandin, tê de hatiye nivîsandin ku ev herdu mêvanên han ji Suriyê derketine, da ku beşdarî konferansekê derbarey amadekirina planekê ji bo rûxandina rêjîma Bees bibin! Û dema nûçe di nav endamên kongireyê de belav bû, ev Werman rabû ser xwe û bi rûyekî zer ji peyamnêrê Roj tv re got: “Ti îşê min bi vê nûçeya nerast tune! Û ez ji hemûyan re piştrast dikim, ku min ti e-mail ji peyamnêra malpera Elaph, Behiya Mardînî, re neşandiye û...”
- Bi Xwedê, xebera wê meselê ye, ya ku dibêje: “Yê ku şewkek di wî de be, wî dixurîne”!!!
qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|