|
|
|
29.04.2005 - 00:35
|
[ 1356 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Faruko Girsiya Metoka
Qeşmerok
 © Andrea Ventura & Scad Exhibitions | - Çi mesele ye, keko? Min do çend caran telefona te kir, lê xeta te mijûl bû.
* Rast e. Min telefona çend hevalên xwe dikir, da ku ez li wan sersala êzdî pîroz bikim. Tu nabêjî yek ji Kurdên me yên ji Serxetê telefona min dike û sersala min pîroz dike..
- Ahaa, weleh tiştekî baş e!
* Belê. Wî ji min re got ku wî nas kiriye ku em Kurd bi eslê xwe Êzdî ne.
- Bi rastî jî naskirineke nû û giring e! Ev hevalê me kî ye?
* Ew helbestvan Faruko Girsiya Metoka ye. Ez bawer im te pê bihîstiye.
- Ew helbestvanê spanî yê navdar Federîko Garsiya Lorka ye?
* Ez ji te re dibêjim helbestvanek kurd ji Serxetê ye û tu ji min re behsa Spnaya dikî! Mêrik di destpêka xwe de bi kurdî dinivîsand, lê dûra kir bi tirkî piştî ku nas kir ku Zaza xwedêgiravî ne Kurd in!!
- Wilo dixuye ku wî gelek tişt nas kirine! Lê çima ew bi zaravê xwe yê zazakî nanivîsîne??
* Wî got ku ew ji qehra Kurmancan bi tirkî dinivîsîne!!!
- Divyabû ku ew ne pîrozbahiya sersala êzdî bike, lê rojbûna Apê-Turk... mebesta min rojbûna Ataturk!
* Ma kê ji te re gotiye ku ew bi Ataturk ne serbilind e?! Dema ku têkoşerê efrîqî Nelson Mandela xelata bi navê Ataturk qebul nekir, Faruko gelekî hêrs bû: “Siktir, reşikê pîs! Yaaw, ev çi bêehlaqî ye?! Ew çawa dikare xelata Ataturrrrrrrrrk qebul neke?”!!
- Gelo tu tiştekî li ser destpêka wî ya edebî nas dikî?
* Keko, destpêka wî koktêlî bû! Piştî ku li EUistanê mafê penaberiyê bi dest xist, mewahibên wî di fen û futan de xuya kirin, û wî hertim ciyê rûniştina xwe diguhert.. Û her cara ku ew rastî yekî dihat, wî xwe yan wekî dektor an jî wekî profesor dida nasîn.
- Çima wî tîtila kompozîtor jî li xwe nekir?
* Rehma Xwedê li bavê te be! Eslen dema me ew nas kir, hingî wî xwe bi stranan mijûl dikir û tenburek li ser dîwarê odeya xwe daliqandibû! Carekê ji caran, wî ev amura han daxist û dest bi zirzira bi tirkî kir! Tiliyek li têlan dixist, lê ti awaz nedida, û tiliya din jî li ser textê tenburê dixist: Tinnnn... Traaaaaqqqq!!
- Ma wî ti kasêt bi navê xwe dernexistine??
* Tebî yaaaw! Carekê wî kasêtek derxist, xwedêgiravî stranên tirkî bi deng, gotin û awazên wî li ser bûn. Piştî ku wî serê min bi tinvinê gêj kir, ji min re got: “Keko, ev qasêt sîmfoniya dehan e! Muzîqvanekî ermenî yê binavûdeng ji Emerîqayê lê guhdar kir û taybetî (!!) ji bo dîtina min hate Stoqholmê! Lê ji kesekî re nebêje, ha.”!!
- Erê, lo. Baş kir, ha. Belkî piştre munafisê wî yê stranbêj Ibrahîm Tatlîses bi vê kasêtê bibihîse û rabe telefonî mafya tirkî bike, da ku wê bi zorê bînin jê re!!!
* Bi her hal, me got ku hevalê me xwe bi van tiştan mijûl dikir. Rojekê ji rojan, merivê wî, nivîskarê navdar Mihemed Uzunulo, telefonî wî dike û jê re dibêje: “Pismam! Yaho, di rojnameya me “Kurdistan Press” de quncikek edebî heye navê wê “Dengên nû” ye.. Ka ji me re ji bo hejmara bê tiştekî binivîsîne, lo.. Helbestek, çîrok, gotar,.. hema çi be...”!!
- Weleh ev Uzunulo stêrkên nû derdixîne, ha!
* Bi taybetî dema em bizanibin ku ev Farukê han ketiye pirtûka “Guinness” a rekordên cîhanê, ji ber ku wî di hundirê salekê de 2500 helbest nivîsandin!!
- Ha, em êdî gihan merhela afirandina wî ya edebî, ne wilo?
* Ya sîdî, me carinan li cem wî şevbûhêrkên xwe derbas dikirin û gelek caran ta seet yekê şevê diman. Roja din, dema me ew didît, ji me re digot: “Yaaw, do piştî çûna we, ez rûniştim û min deh helbestên nû nivîsandin.”!!
- Eger wilo be, hetmen hejmara pirtûkên wî wê mezin be, ne wilo?
* Ji ber pirbûna pirtûkên xwe, rabû weşanxaneyek bi navê xwe vekir!!
- Ji xwe, mane ew Nîzar Qebaniyê zemanê xwe ye!? Ma pirtûkên wî giş li ser helawê.. mebesta min helbestê ne?!
* Yahoo, wek ku tu dizanî, gelek mewhîbe cem mêrik hene. Carekê ew li komelê runiştibû, hema te nedît çawa sînga xwe nepixand û bi quretî got: “Ez niha bi nivîsandina kitêbekê li ser Zaratuşt mijûl im.”!
- Ez bawer im di zimanê tirkî de navê pêximberê Kurdan Zerdeşt wilo tê gotin..?
* Rast e. Yek ji kesên amade ji vî helbestvanê me pirsî, bê wî pirtûka “Zend Avesta” ya Zerdeşt xwendiye yan na. Faruko bersiva wî da û got: “Yanî Zerdeşt jî Quraneke wî hebû? Baş e, ka ji kerema xwe re navê vê kitêbê bide min, da ku ez tercumeya wê ya tirkî ji kitêbxanê peyda kim!”.. Mêrik ecêbmayî ma û ji Faruko pirsî: “Laaw, qaşo tu helbestvanekî kurd î!?... Ma te nebihîstiye ku helbestvan Cegerxwîn bi xwe jî dîwanek wî bi navê Zend Avesta heye??”.. Helbestvanê me bi hêrs bersiva wî da û got: “Hela helaaaa! Ma Cegerxwîn jî Quranek nivîsandiye? Weleh tiştekî xweş e! Hema her yek tê û Quranekê çêdike.”!!
- Bi şeref rojbûna pêncîsaliyê jê kêm e! Ê, û dûra, ma wî ev pirtûk qedand?
* Xeyo, ez çi ji te re bêjim? Min carekê serdana wî li mala wî kir, tu nabînî bê çawa li pêşiya kompûterê rûniştiye û ji pirtûkeke swêdî ya li ser jiyana pêximber Zerdeşt kopî dike û dinivîsîne. Min rûpelên vê pirûkê hinekî birin û anîn û dûra min ji helbestvanê me pirsî, ma gelo pirtûka ku ew dinivîsîne, wê ji 150 rûpelan pêk bê. Rabû wî got: “Yaaw, tu dibêjî qey tu tiştê di serê min dixwînî!”. Min jê re got: “Na, min jimara rûpela dawî ya vê pirtûka swêdî xwend, ku tu wê kopî dikî..”!!
- Ji min re nebêje ku wî dawî ew “pirtûka” xwe ya han çap kir!?
* Na, ta niha hîn çap nekiriye. Lê piştî demekê, ew hat lokala komelê û çayê li ser xortan belav kir û ji wan re got: “Kitêba min a ser Zaratuşt xelata salane ya rojnameya Gundem Quzelqwert, a ku li Stenbolê derdikeve, stend û...”..
- Lê ji kesekî re nebêjin, ha!!!
qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|