www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
09.04.2005 - 00:41 [ 1346 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Bavê Çûk!!

Qeşmerok


© wtal.de
- Keko, çiqasî mirov diêşe dema mirov wêneyên girtiyên me yên ku vê dawiyê serbest hatin berdan, dibîne, bi taybetî nîşanên işkenceyê yên li ser gelekan ji wan xuya dikin.
* Rast e, yaaw. Min jî di malperên kurdî de pêşwaziya wan a li bajarê Qamişlo dît, û helbestvan Ebdê Darê jî di nav wan de bû...
- Ez bawer im te di nav wan de helbestvanê Amûdê Kamo jî dît?
* Mebesta te Bavê Çûk e?! Lê ew ne girtî bû, yahoo!
- Çawa? Min bi çavên xwe wêneyê wî di malpera Tîrêj de dît! Bi rastî jî dilê min pê şewitî, dema min gumlikê wî yê zer û serê wî yê daxistî li ser milên wî dîtin.. Û tu dibêjî ku ew ne di nav girtiyan de bû??
* Ahaa, min ji te fêm kir. Keko, çîrok ew e ku ev hevalê me pir comerd e û guhê xwe nade komkirina pereyan.. Ji ber vê yekê ew her deh salan carekê diçe cem ê wênekêş, da ku paseporta xwe nû bike! Û ji ber ku wênekêşiya elektrîk pir bûha ye, ew wêneyê xwe li cem wênekêşê ermenî yê li pêşiya avahiya belediyê digire.. Yanî wêneyek şemsî!!
- Nebêje min ku mamosteyê wî M. Xefîf piştre vî wêneyî di rêya berîdê re werdigire, û wî li ser computerê bi rengê zer ê xemgîn amade dike û wî piştre di malperê de diweşîne?!
* Erê, loo. Ya giring ew e ku wêne helbesta wî ya kor, bibûre, mebesta min helbesta wî ya kûr e, dixemilîne!
- Tu bi Xwedê kî, Hemokê, ma ev wêneyê wî yê entîke ne gelekî munasib e ji bo helbesta wî ya teze ku di malpera Tîrêj de hatiye weşandin, ku tê de pesnê bapîrên me yên kurd ên kevn dide?
* Bi rastî jî wilo ye. Piştî ku hunermendê me yê ku Mesîh li çiyayê Celîl xaç kir, helbestvan Bavê Çûk ji me kêm mabû, yê ku di navbera navê bapîrên me yên “Hurî” û navê şagirtên Mesîh Îssa (Hewarî) de winda bû!!!
- Dibe ku wî xwendiye an bihîstiye ku Hamleto bûye Homerusê Kurd, ji ber ku wî di helbesta xwe de behsa çend navên yunanî kiriye.. Tu nabêjî ku ew jê diqehere, radibe dikeve wê krîza ku berî ilhamê tê wî, û ditice û xwe li dîwaran dixe û diqîre: “Keçêêêêêê! Pixxxxxxxxxxx!” û..
* Û ev helbest nivîsand û bû Kamûsê Kurd..!!
- Tew bira, û ji ber ku tu ji bajarê wî yî, tu dizanî bê çima navê wî kirin Bavê Çûk?
* Keko, ma şanoya “Esfuriyê” ya komîdî, ku televizyona surî di rojên berê de pêşkêş dikir, tê bîra te? Wekî din tê bîra te ku yek ji qehremanên wê dînek bû ku xwe helbestvan didît, darek di destê wî de bû, ku çûkek heşandî bi serê wî ve girêdayî bû? Tu nabêjî ku xelkên Amûdê dibihîzin ku ev Kamoyê han dibe helbestvan, radibin vî leqebê edebî didin wî!!
- Navekî edebî ku hêjayî helbestvanekî mîna wî ye! Lê ka ji min re bêj, ma rast e ku ev mewhîba wî ya edebî encama azara wî ya di zindana siyasî de û işkenceya bi kehrebayê bû?
* Hela helaa! Çîrok tevde ew e ku Bavê Çûk carekê rastî ciwanekî hat, ku ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve dihat xwestin. Vê dezgehê rabû ew anî cem xwe, da ku hinek pere ji malbata wî bistîne. Û di pirsa pêşî de, krîzek bi helbestvanê me re çêdibe, ta ku dengê qêrîna wî giha dezgehên ewlekariyê yên tirkî li pa‏ş‏ sînor!!
- Bi rastî jî şagirtek xerîcê dibistana Rovînî ya şoreşgerî ye! Û teqez wî 10-12 sal ji jiyana xwe di zindanan de derbas kirin, mîna ciwanên din?
* Şevek tenê, loo! Ji ber ku şeveqê xaltîka wî çû dezgehê, navê xwe ji wan re pêşkêş kir û got: “Ji filan berpirsyarî li dezgeha ewlekariyê li Qamişlo bipirsin û hûnê nas bikin ez kî me”!!
- Me Bavê Çûk nas kir; xaltîka wî îca kî ye?
* Yaaw, xaltîka wî şoreşgerek naskirî û siyasetvanek navdar e li EUistanê... Û tim nûçe, hevpeyvîn û daxuyaniyên wê rojnamevaniya partiyên kurdî mijûl dike û..
- Me fêm kir! Ji kerema xwe re çîrokê berdewam bike..
* Ya sîdî, me got ku Xaltîkê helbestvanê me bi serbilindî ji cem hevalên me.. mebesta min dujimên me yên muxaberat derxist! Tu nabînî hevalê me piştî mehekê hate EUistanê, ela esas penaberekî siyasî ye!
- Ê wayê wayê! Ma Xaltîkê ji Ewuropiyan re ev jî got: “Ji filan berpirsyarî di Partiya Yek Mûmik de bipirsin bê ez kî me û hûnê nas bikin..”?!!
* Ew wê nas dikin, lo! Ya giring ew e ku Xaltîkê ji kurê xuşka xwe re kar kir û mafê rûniştinê jê re peyda kir.
- Yaho ma çima ev xebata han? Bes dikir ku ew tenê ji Ewropiyan re bêje ku xelkên bajarê wî navê Bavê Çûk lê kir, ji ber ku ew helbestvanek şoreşger bû ji neviyên Hewariyan!!!
* Bi her hal, wî mafê rûniştinê bi xêra Xaltîkê stend û bû dema ku ew li mewhîba wî ya edebî miqate be û jê re ji ciyekî pera peyda bike. Dibe ku tu dizanî ku nexweşiyeke ku kêm peyda dibe, ku navê wê yê tibî “korbûna mirîşkan” e, pê re heye!!
- Haho ji derdê wan muxaberatan. Ma ne bes e ku kuçikan li dijî girtiyên siyasî bi kar tînin, îcar mirîşk kêm mabûn, ku bi wan hevalê me Kamo işkence bikin?!
* Law, ez ji te re dibêjim nexweşiyeke ku kêm peyda dibe, dibe ku eslê wê çînî be, mirov ji ber kêmbûna xwarina ku digihê mejî pê dikeve.. Yanî wek nexweşiya şekir bê çawa bandora wê li ser dîtina mirovî heye û...
- Baş e, Xwedê wî rehet bike. Îcar xaltîka wî çawa ew debirand?
* Jê re got: “Biner, kurê xweha min! Ji bo mesela pera, xemê nexwe, ji ber ez ji te re kar dikim ku tu bêhnvedaneke nexweşiyê ya hemdem bistînî. Ya giring ew e ku tu rewşa xwe ya helbestvanî eşkere bikî, tu yê ku helbesteke te di qorzîka xwendevanan ya rojnameya “el-Bees” de hatibû weşandin! Û vî hevalê te M. Xefîf jî di heman rûpelê de weşandibû, û ew niha qaşo helbestvanek mezin e û hevpeyvînên rojnamevanî difebrikîne, tenê ji bo ku bêje ku Selîmo û Adonîs hevalên wî ne.”
- Wey maşela, wey maşela! Xebera Xaltîkê ye, ma qey Bavê Çûk ji wînê han kêmtir e?!!
* Lê problêm ew e ku hevalê me di jiyana xwe de pirtûkek edebî nexwendiye, ji ber wilo wî xwe diçirand ta ku hevokeke helbestî bixerbişîne.. Çavên wî problêm bûn, yaaaw!
- Erê lo, wekî rewşa helbestvanê me Taha Huseynî, qesda min Taha Husên!
* Ihim. Ka em vegerin gotinên Xaltîkê, ya ku şîret li kurê xweha xwe dikirin û digot ku divê ew xwe mijûlî zimanê biyanî bike, ji ber ku ew ji bo jiyan û edeba wî giring e: “Kuro, piştî xwendina vî zimanî, çend ferheng û çend pirtûkên helbestê amade bike û çend hevokên helbestî ji vir û çendên din ji wir wergerîne û wan di helbestên ku navên te û wêneyê te yê rengîn li ser wan in, kom bike û wilo hem tu dibî helbestvan û hem jî wergêr û...”
- Û hem dibe ji Hewariyan, şagirtên Mesîh Îssa!!!

qeshmerok@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000