|
|
|
02.03.2005 - 18:10
|
[ 1350 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Greva bêdengiyê!!
Qeşmerok
 © kinderschreie.de | - Ji kerema te re, keko, bihêle ez bêdeng li bernameyên televizyonê temaşe bikim, û ji vê şevê û pê ve, bi min re li ser çanda kurdî ti mijaran veneke!
* Xêr, yaaaw? Çi mesela te ye?
- Bi izina Xwedê xêr e.. Mesele ew e ku ez ketime greva bêdengiyê!
* Me fêm kir ku Kurd di grevên birçîbûnê de jêhatî ne.. Lê ya bêdengiyê??
- Laaw, li cem me greva nivîsandinê jî heye.. Ma te bi çîroka nivîskar B. Mahmo nebihîstiye?
* Belê, lê ez bawer im ew rewşeke taybetî ye.. Û ji bîr neke ku yên ku ew ji nivîsandinê tefişandin, ew bi xwe ne yên ku dixwazin bi hemî şêweyan te bêdeng bikin û..
- Ya sîdî, ez bi bêdengiyê qayil im. Lê tu, Hemokê, fermo: biştexile, biqîre û bistrê jî.. Tu û kêfa xwe!
* Kekê Qeşmeroko, bi Xwedê hinekan te çavînî kiriye!
- Çavê Tiro-viro an çavê Koro?
* Tew bira, rêza min ji greva te re heye, lê pirseke min heye.. Ez karim bikim?
- Ka bêje û me xelas ke, emrê min ji Xwedê re..
* Çi bi helbesta Hamleto “Xwarziyê min, şehîdê birçîbûnê” hat?
- Ya sîdî, xwarziyê wî, maşallah, di rewşeke baş de ye û greva xwe bi dawî anî. Û tê gotin, ku eslen ne ji bo piştgiriya siyasetvan M. Osê ketibû grevê, lêbelê ji bo wekî wî bibe navdar û...
* Û ji min re nebêje ku partiyên me yên li Ewropa piştgiriya wî kir, ên ku ji xwe re karek dît ku piştî bêkariyeke dirêj xwe pê mijûl kir..?!!
- Ev pirseke din e!.. Bibûre, ezê vegerim bêdengiya xwe û li bernameyên xwe binerim. Ez bawer im niha bû dema bernameya hevalê me Hamleto di Roj de..
* Baş. Fermo ev qedehek çayê ji bo piştgiriya greva te!
- Sipas. Va bernameyê dest pê kir.. Pişşşt, bêdeng be!
* Ezê bi xwe re biştexilim, eger ev te aciz nake.. Oooh, Hamleto, ev çi itlala “homîrosyane” ye di nav ezmanê reş û stêrkan de... Bi rastî jî ev dîkor munasib in, tu dibêjî qey filmê “Þerê stêrkan” e!! Ji xwe re li mêvanê wî yê rewşenbîr biner, bi rastî jî zarokê kolanan.. Bibûre, qesda min zarokê ekabiran e! Û zimanê wî yê tirkî jî pir xweş e.. va çend gotinên kurdî jî dibêje.. Bijî weleh! Hamleto serê xwe jê re dihejîne, tevlî ku ew gotineke wî jî fêm nake!! Bi rastî hevalê wî Hekîmo ji vê şevbûhêrkê kêm e! Bi Xwedê me pir bêriya helbesta wî ya şoreşgerî kiriye: “Xwezî ez mêşek li ser dîwarên zindana te bûma, Apê hêja”!!
- Xwedêyo tu vê şevê me bisebirîne!
* Bibûre, yahooo... Lê tê bîra te, bê wê carê Hamleto li ser şertên xwe yên ku wî ji bo xebata di televizyona Apê Zêro de kiribûn, çi ji mêvanên wê koçka Paltalkê re got? Bi rastî jî bernameya wî çandî ye, û ti reklama ji banka ku wî dexebitîne, re tune! Hamleto em di wê şevbûhêrka Paltalkê de bi girî vekirin, dema ku ji me re behs kir, bê çawa rojekê ecêbmayî ma, dema zilamek xwedî simbêlek şoreşgeriyane kete wê restauranta ku Hamleto tê de dixebitî, û xwe jê re bi navê “Mafyem” ji mafya Apê hêja.. bibûre, ji partiya wî ya şoreşgerî, da nasîn..! Wî bi çavin tije hêsir ji Hamleto re got: “Yaaaw, tu helbestvanek mezin î û xelîfa Ehmedê Xanê yî, û firaxan dişo?! Ya Homîrosê Kurdan, ciyê te ne li vir e, ciyê te li wir e, li banka Apê Zêro!!”.
- Lahewla welaaaaah..
* Baş e, baş.. Qusurê efu bik, ez nema te aciz dikim!.. Lê ev çi ye? Vaye ew niha bangekê ji bo Mam Celal diweşînin! (...) Xuya ye ku ev heman bang e, ya ku bi zimanê erebî di malpera “Tîrêj” de hatiye weşandin, ku tê de ji Mam Celal hatiye xwestin, ku li cem birayê "ne kerîm" Sîro tedexulê bike, da ku nivîsên Qeşmerok rawestîne.. Di bangê de hatibû nivîsandin, ku ev du meh in ku vî Qeşmerokî nehiştiye ku doseya ji bo pîrozkirina rojbûna Hamleto ya pênciyê derkeve!!
- Ji kerema te re, bise.. Ka em binerin bê wan çi ji Mam Celal re şandiye..
* Wey wey.. Ew ji Mam Celal doz dikin ku Kurdên Iraqê dev ji her çar şertên xwe yên bingehîn ji bo qebulkirina serokatiya Iraqê berdin û tenê şertekî nû deynin: Divê Qeşmerok dev ji nivîsandinê berde!!
- Keko, eger nivîsara Qeşmerok ji Kerkukê giringtir bûye, ji kerema xwe re were bi min re bikeve greva bêdengiyê!!!
qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|