|
|
|
22.02.2005 - 23:47
|
[ 1356 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Televizyona Roviyên Kurd
Qeşmerok
 © initiative.cc & amude.com |
- Çi mesele ye, keko? Ez dibînim ku tu vê êvarê bi guhertina kanalên televizyonê ve mijûl î. Ev ne ji adeta te ye.
* Erê, lo.. Ez dixwazim wê kanala kurdî ya nû bibînim, a ku min berî niha ji te re behsa wê kiribû..
- Bibûre, navê wê kanalê çi bû?
* Navê wê “Tifff Tv” e!!
- Ooh, bi rastî jî navekî şoreşgerî ye!
* Belê. Lê ez nizanim ev mîratmayê li ser kîjan alî derdikeve..
- Ma tu ji navê wê piştrsat î? Ji ber min bihîst ku wê ji başûrê Kurdistanê kanalek nû bi navê “Zagros Tv” vebe...
* Na, na. Ez behsa kanaleke din a nû dikim, ku wê weşana xwe ji Brûkselê bike, bi piştgiriya aborî ji aliyê banka Apê Zêro ve!
- Xwedê li bank û kanalên wî yên televizyonê zêde bike..
* Amîn. Lê xuya dike ku Xwedê naxwaze ku em di vê şeva sala nû de bi temaşekirina vê kanala nû şa bibin.
- De ka vî cîhazî ji destê xwe bavêje û fermo qedeheke çayê vexwe berî bicemide.
* Sipas. Bi her hal, ezê sibe ji xortan pirsa vê kanalê bikim.
- Te negot, kî li pişt fikira vekirina vê kanalê bû?
* Tu çîroka malpera nû “Tifffşo”, ya ku bi navê hevalê me Miskîno hatiye qeydkirin, nas dikî?
- Belê. Lê hevalê wan bavê Sundoqo ji bîr neke û..
* Qesda te “Bavê Qeşmerok”ê berê?!
- Bi rastî ta niha ev çîrok neketiye serê min: Malpereke nû û mesrufa wê, û ev tişt giş ji bo bersivdana nivîsareke heftane di internêtê de ya bi navê “Qeşmerok”...??
* Belê, keko. Tew bira, navê wî dişibihe navê te!!
- Xuya dike çêtir e ku ev nivîsar bi navê te derkevin, Hemokêêê! Lê bê henek, ka ji min re bêje bê wan çawa hişt ku banka Apê Zêro bi fînsekirina projekteke wilo bûha wek vê televizyona nû rabe..
* Ya sîdî, roviyê me Hamleto her munasebe û rewşeke nû istixlal dike, da ku ji xwe re jê qezenc bike û bêtir pere ji vê bankê bistîne..
- Belê, belê.. Bi rastî jî helbestvanek mezin e!
* Û bi qasî ku nivîsandinên me di Qeşmerok de ew tevlihev kiriye û xistiye qeleqê, wî hewil da ku ji vê meselê jî qezenc bike..
- Yanî xwest ku ji erşîva wî ya reş re nirxek hêja peyda bibe??
* Xwedê rûyê wî reş bike! Di destpêkê de, fikirak internêtî hate bîra wî, ku dikare ji pişt wê çend hezar Euro qezenc bike.. Rabû bêrîkfona xwe ya taybetî ji bo nesb û ihtiyalê bi kar anî û...
- Nebêje min, ku li ser xeta din hevalê me Bavê Sundoqo bû?!
* Ew bi xwe bû. Elmuhim, Hamleto jê re fikira berfirehkirina beşdarbûna di “Tifffşo.com” de pêşkêş kir, da ku munafesa wê malpera ku erşîva wî ya reş vedike, bike..
- Tiştê ku ez dizanim, “Tifffşo.com” di destpêkê de malpereke sirî bû, wek malpera “Zerqawî”! Ma ne wilo?
* Rast e. Lê Hamleto û roviyên wî rabûn malper vekirî tebenî kir û jê re reklamek mezin çêkir.. Û ji xwe armanca wî ya sereke ji vê yekê qezenca aborî ye..
- Qesda te bidestxistina piştgiriya banka Apê Zêro ye?
* Belê. Me got ku Hamleto telefona hevalê xwe Bavê Sundoqo kir: “Yaaw, ma tu nikarî bihêlî ku berpirsên li cem we piştgiriya vê projektê bikin, da ku malpera me “Tifffşo.com” bêtir bê xwendin? Projekta di serê min de ew e, ku ew deh hezar aboneyên mehane ji malperê bikirin û ser hevalan belav bikin.. Û ji bîr neke bê emê çiqas pereyên reş di projekteke wilo de qezenc bikin...!!”
- Bi Xwedê fikirak cehenemî ye! Baş, ma ev yek bi ser ket?
* Wek ku wan xetitandibû, çêbû. Pere ketin bêrîkên Hamleto û roviyên wî.. Û tu dizanî, mêrik helbestvanek mezin e û munaseba pîrozkirina neteweyî ya rojbûna wî ya pênciyê nêzîk bû û ev giş mesruf jê re lazim e û..
- Û li vir fikira vekirina “Tifff Tv” hate bîra wî, ne wilo?
* Rehma Xwedê li dê û bavê te be! Û Hamleto, kî ji bilî hevalê wî Bavê Sundoqo heye ku piştgiriya projekta wî ya nû bike?!
- Divyabû ku navê wê bikin: “Televizyona Roviyên Kurd”!!
* Bi her hal, me got ku Hamleto bi vî hevalê xwe re ştexilî, da ku jê re bêje ku ew projekta internêtê bi ser neket: “Lawê Xwedê! Tu nabînî ku aboneyên me em xapandin? Li şûna ku ew “Bavê Qeşmerok” di malpera me de bixwînin, ew wê malpera pîs vedikin û “Qeşmerok” dixwînin!”
- Tew bira, wan ew rûpela xeber û sixêfan a bi navê “Bavê Qeşmerok” sekinand. Lê navê wê hîn di malperê de ye..
* Yanî wek laşê ku efinî be û bêhna genî jê derketibe û kes naxwaze wî veşêre?
- Iqubet li malperê gişî be.. Nêzîk!
* Amîn... Elmuhim, Hamleto bi hevalê xwe Bavê Qeşmerok re ştexilî... Bibûre, qedsa min bi Bavê Sundoqo re! Rabû jê re behsa fikira projekta nû kir: kanalek bi navê “Tifff Tv”, ji bo ku bersiva vî dijminê xetîr “Qeşmerok” bidin! Zilam jê re got ku problêm di wir de ye ku mirov bihêle ku Ewropî erêkirina xwe bidin: “Tu germbûna hevalan nas dikî, her ku suretê Apê Zêro di nûçeyan de derdikeve, navê wî diqîrin û bi tiliyên xwe nîşana serketinê “V” çêdikin û destên xwe didin hev û dîlanê dikin! Heta bi cîranên wan ên ewropî demên nûçeyan nas kirine, û di wê demê de radibin direvin kolanan, da ku ji qerebalixa “Roj Tv” û “Me Tv” xelas bibin!!”
- Ji xwe “Tifff Tv” ji Ewropiyan kêm mabû, ku wê zibala Hamleto û roviyên wî ji internêtê bikişîne televizyonê û..
* Tew bira.. Çima em hewil nadin ku em berê sêniya satalaytê bidin aliyê mezbela nêzîk ji mala we, da ku em karibin “Tifff Tv” bikişînin..?!!!
qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|