www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
15.02.2005 - 16:17 [ 1366 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Bijî çanda mirinê!!

Qeşmerok

- Ev çi ye, keko? Qey tu xwe fêrî “Yoga” dikî?
* Ev çi ye ev “Yoga”, lo?
- Ev sporteke ruhî ye, eslê wê ji Hindistanê ye; mirov canê xwe fêrî bêdengî û bêlivê dike...
* Ne Yoga û ne boga! Çîrok tevde ew e, ku ez xwe fêrî sekinandina 5 deqe bêdengî dikim ji bo şehîdên Serhildana 12ê Adarê!
- Tê xwe du mehan berî dema wê fêr bikî?!
* Ma qey te daxuyaniya Hevgirtina Rewşenbîrên Kurd ên Avroja li Derve derbarî vê yekê, ku du mehan berî dema salvegera Serhildanê derket, nexwend?
- Min xwend, min xwend; lê min tiştek jê fêm nekir!!
* Çawa keko? Çawa te fêm nekir û pênûsa nazik a M. Xefîf ew nivîsandibû..
- Û tiştê herî xweştir ew e, ku vî Xefîfî beyana xwe bi zimanê erebî nivîsandiye, da ku banga gelê xwe yê kurd bike ku li dijî siyaseta erebkirinê ya beesî berxwedanê bike!!
* Erê, lo: “Em rewşenbîr bi kurdî difikirin û bi erebî dinivîsînin”, wek ku ew roviyên mîna wî tim dibêjin!
- Çima mamosteyê wan Hamleto ev daxuyanî bi zimanê xwe yê şekispîryane nenivîsand û ew berdevkê “Avroja” yê fermî ye??
* Dema wî tune, yaaaw.. Ew niha bi helbesteke nû ve mijûl e, taybetî ji bo salvegera 45emîn a şewata Sînema Amûdê û..
- Û ji xwe ewê wê di salvegera vê bûyerê de di serdanên xwe de ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê ligel sulala “Rovînî” pêşkêş ke..?!
* Erê, looo... Ma ne ew helbestvanê vê bûyera pîroz e!!
- Tew bira.. Tu bala xwe nadêyê ku di dema dawî de bûyerên xemgîn û kêfê pir bûne?
* Xebera te ye... Ji koçkirina helbestvan Ferhadê Çelebî ta sedsaliya Apo Osman...
- Keko, rojbûna pênciyê ya helbestvanê me yê mezin Hamleto û herweha şeşemîn salvegera girtina Apê Zêro ji bîr neke!!
* Û ev hêsir dirijin û dengê dahol û zurnê di internêt, televizyon û çapemeniyê de ji guhan nakeve..
- Te ew şevbûhêrka di Paltalkê de, ya ku ji bo koçkirina hebestvan Ferhadê Çelebî hatibû çêkirin, anî bîra min. Bi dehan ji “rewşenbîrên” me beşdar bûbûn: giriyan, qêriyan,..
* Bi taybetî dema hevalê me Quto mîkrofon istîlam kir!.. Quto dest bi girî li ser “rêhevalê” xwe kir: “Aaaaax felekê, ax! Ez çi ji we re bêjim, yahooo, li ser vî melaîketê xwedî perîka sipî û li ser bîranînên temenekî sax ligel wî??”.. Ji nişkê ve yekî bi navê Tengexwar tiştek nivîsand û got: “Ji Quto bawer nekin! Ew munafiqekî derewçîn e û di jiyana xwe de carekê jî bi rehmetî re neciviyaye..”!!
- Ya hebîbî ser wilo rewşenbîr!
* Û tiştê ecêbtir cem me Kurdan, dema ku nefsa kes hîn sax be, hemû eybên dinyayê cem wî peyda dibin. Ji te re dibêjin, ku ew ne mêrek baş bû û ne jî ew berpirsyar û siyasetvanê paqij bû... û ne jî ew helbestvanê hêja bû!!
- Mebesta te ji van gotinan ew e, ku çanda me çanda mirinê ye?
* Belê. Mixabin ta bi nivîskarên me bûne mîna şêxên ku ji karê mirinê direziqin... û bi taybetî ewên ku banka Apê Zêro di bin emrê wan de be, ji serdanên di balafiran de ji bo Brûkselê ta rûniştina di hotêlan de ligel xwarin û vexwarin û û û... Û ev tişt giş li ser ruhê rehmetî, rewşenbîrê hêja!
- Te cîranê min ê ku goran dikole, anî bîra min, ê ku herşev ji Xwedê duaa dikir û tizbî di dest de: “Xwedêyo, miriyekî bi ser min de bişîne”!!
* Ji xwe pirsa wan nivîsarên ku ji bo sedsala Apo Osman de di internêtê de wek baranê bariyan, neke.. Nivîsara herî ecêb ji wan a yekî ji şila bankê bû, tê de pîrozkirina vê sedsaliyê ji aliyê Kurdên Suriyê û partiyên wan ve rexne dike û îdîa dike ku helbestvanê me yê rehmetî hevalekî Apê Zêro bû!!
- Heşa, yaaaw! Herkes dizane ku Apo Osman di rojên xwe yên dawî de ji ber pîrbûn, nexweşî û tenêtiyê dinaliya.. Ji xwe ev ji wan kesên murtezeq re firseteke baş bû, ku wek casusan hevpeyvînên tomarkirî ligel wî çêkin û..
* Mane ew bi xwe casusên hikumeta beesî bûn, û bi vê sîfetê êrîşî mala rehtemî kir, ji wan re firseteke baş bû, ji ber kurên wî li derve bûn, û bi hiceta ku wesiyeta wî bû, rabûn laşê wî birin goristana xwe ya partiyê..
- Ew goristana ku ciwanên me tê de hatine veşartin, ên ku bûn qurbanên komploya surî-tirkî..
* Ev exlaqên şila bankê ne.. Ji xwe di vê munasebê de pirsa Hamleto û nîfaqa wî neke.. Dema birayê xanima wî çû cem Gerîla û nema vegeriya, xwezî te bidîta çawa ser ciwaniya wî digiriya û ji hêrsbûnê xwîna wî ji ber wan ên ku “biraderên me davêjin şewatgehê” dikeliya... Sal derbas dibin û hevalê me dev ji grûpa “Armanc”ê berdide û ew bi xwe diçe banka Apê Zêro! Ji nişkê ve, tê bîra helbestvanê me yê mezin, ku merivekî wî yê gerîla ê şehîd heye, radibe helbesteke şoreşgerî ji guliyê wî dirêjtir dinivîsîne..!!
- Keko, rewşenbîr niha li ser nivîsandina nivîsarên ji bo pîrozkirina Hamleto û rojbûna wî ketine pêşbirkekê, lê tu, tu wî rexne dikî!?
* Ta ku Izraîl li pişt derî li bende be jî, ezê jê re bêjim, wek ku cîrana me ji xeswa xwe ya rovî re got: “De bimir, hîn mirin erzan e...”!!!


qeshmerok@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000