|
|
|
08.02.2005 - 22:35
|
[ 1635 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Tehlik û beran
Qeşmerok
 (© karneval-webshop.de/amude.com) | - Keko, bi rastî ez nizanim bê em xwe pîroz bikin an jî sersaxiyê ji xwe re bixwazin..?
* Çi mesele ye, yaho?
- Ma qey dengê def û zurnê nayê te?
* Elhemdul lilah ku em Kurd tim ji bo dîlanê di şahî û şîniyan de amade ne!
- Baş e, ezê ji te re bi bûyera kêfê dest pê bikim: Rojbûna pêncî ya helbestvanê me yê mezin Hamleto..
* Wey maşele, wey maşele!
- Û bûyera xemgîn salvegera girtina serokê me Apê Zêro, yê girtî di grava Robinson de!
* Erê, yaaaw.. Ew komploya navneteweyî, ku ji aliyê NATO, Yekîtiya Ewropa, Kongreya Yekîtiya Efrîqa û Encumenta Welatên Ereb ve hatibû amadekirin û pêkanîn û...
- Ya sîdî, û Neteweyên Yekbûyî jî! Ya giring, ez hêvî dikim ku destê nivîskarê me yê mezin M. Maksî di vê meselê de tune be, bi taybetî ji ber wî di wê demê de pir li edrêsa serokê bankê digeriya...
* Na, ez ne bawer im. Bi her hal, me got ku zilamê Apê Zêro li EUistanê ji ber sedemin ewlekariyê nexwest nemra wî ya telefonê bide kesekî. Lê wî ji M. Maksî re pêşniyaz kir ku nameyekê ji serokê bankê re binivîsîne, û ev yek pêk hat. Nivîskarê me yê mezin rûnişt û nameyek ji hevalê xwe yê berê yê dema xwendin û şoreşê re nivîsand, tê de anî bîra wî bê wan çawa bi hev re hişt ku malbata Gulêşan qebul bike ku keça wan bibe destgirtiya pismamê xwe yê dengbêj Gavan..
- Ma ne ew bû, yê ku bû leystikvanê sereke di filmê ku Maksî derhênerê wê bû de, û hişt ku ji bîr bikin ku carekê derhênerek kurd bi navê Yilmaz Gûney hebû...?!
* Ew bi xwe. Me got ku nivîskarê me nameya xwe bi filantişt û bêvantiştî dest pê kir, ta ku giha mebesta xwe: “Apê hêja! Tu dizanî ku ez di civateke kapîtalîst û zordar de dijîm, û ez prolîtariyek belengaz im û bi ser de jî nexweşiya qanserê bi min re heye, û pêwîstiya min bi emelyatekê heye û perên lazim cem min tune ne”...
- Aha, yanî mamosteyê helbestvanê me yê mezin M. Xefîf di hunera pars û nesb û ihtyalê de hebû:
“Ah, ah!
Fêkiyê bavê min ên zûha!..
Bavê min nexweş e û pere jê re lazim in!
Oh, ooh! Diya min di bêhna nihas û bronzê de!..
Diya min nexweş e û emelî jê re lazim e û pere bi min re tune!
Ez qurbanê we bim, sedeqak ji bo rûyê Xwedê!!”..
* Rehma Xwedê li bavê wêjeya kurdî ya li koçberiyê be, çiqas sêwî li dû xwe hiştine!.. Me got ku nameya Maksî giha hevalê wî yê berê. Apê Zêro name xwend û serê xwe hejand û diranên xwe qirçandin: “Balo mesele ev e.. Tehlik dixwaze henekê xwe bi beran bike!? Ezê ji vînê birçî re hinek gîha bavêjim û piştî demekê wî bi îxanetê tawanbar bikim û perên wî yên di bankê de bîmin bixim banka xwe!!”
- Ez bawer im serokê bankê wê demê li ciyekî nenaskirî dima!?
* Keko, çi nenaskirî menaskirî?! Her rojnamevan an siyasetvanek an jî kesek normal ku kêfa wî ji simbêlên Apê Zêro re dihat, diçûn cem û suretên xwe ligel wî dikişandin!
- Baş. Ma M. Maksî çû cem hevalê xwe yê berê?
* Ya sîdî, vexwendinek germ ji serokê bankê wergirt, lê bi rovîtiya xwe ya gundiyane ya esîl dilê wî bi wê vexwendnameyê neket cî û careke din jê re nivîsand: “Ez nikarim bêm.. Nexweşiya min pir xeter e û divê herroj bême dermankirin. Ji min re hinekî ji wan perên ku min ji te xwestibûn ser hesab bişîne.. Wan bihesibîn deyn, yaaww”!!
- Apê Zêro zilamek comerd e! Teqez wî ji hevalê xwe yê berê re pere şandin?
* Wî telefonî zilamên xwe yên li EUistanê kir û ji wan xwest ku hinek ji perên ku wan bi zorê û tehdîdatan ji xwediyên dikanan distendin, bidin Maksî û...
- Rehma Xwedê lê be, xuya dike nizanibû ku malê heram bû!?
* Bi her hal, wî dizanî ku ew malê civata kapîtalîstan bû.. Û ew, prolîtaryarê şoreşger, ev pere ji her kesî bêtir jê re derdiket!!
- Baş e, keko. Ka hela qirika xwe bi vê qedeha çayê şil bik.
* Destên te sax bin. Me got ku têkiliya hevalê me bi Apê Zêro re bû xoş boş û hevaltiya wan a berê vegeriya. Tu nabînî bê ev Maksî her hefte diçe banka MED û bi seetan bi telefonê bi serokê bankê re diaxive. Şevek bê heyv bû, dema vê televizyonê weşana xwe birî û dest bi weşandina muzîka filmên tirsê kir!.. bibûre, muzîka xemgîn: “Di vê deqeyê de nûçeyek bilez giha me.. Serokê bankê Apê Zêro çû ciyekî nenas, piştî ku bi fermana Bavê Şêro ji Beesistanê hate avêtin”!!
- Erê, yaho. Bi rastî jî çîrokek xemgîn e.. Çûna Apê Zêro ya Mosko û ji wir çûna wî ya Roma û daxwaza mafê penaberiyê! Dema daxwaza wî nehat qebulkirin, ew bi van gotinan hedidandin: “Bi Xwedê, eger hûn mafê rûniştinê nedin min, ezê agir bi.. hezaran Kurdan xim”!!
* Bi rastî jî serokek canfîda! Tevaya cîhanê li ser ekranên televizyonê dît, bê çawa zilamên wî yên mejiyên wan bi benzîna stalînî şuştî, agir bi xwe dixin û diqîrin: “Bijî serokê banqê”!!
- Sibe, hevalê me “Helîmo” wê dîsa binivîsîne ku Qeşmerok ihtîqara Apê Zêro û bi hezaran şehîdên ku ji bo wî mirin, dike û..
* Û çima ev Bavê Sendoqo ne yek ji wan şehîdan bû?! Hemû şoreşên li cîhanê şehîdên wan ji nivîskar û hunermendan hebûn, ji bilî vê “şoreşa” me!
- Keko, ji Xwedê bitirs... Eger nivîskar şehîd ket, û bi taybetî ger helbestvanek mezin be, emê çawa pêncîsaliya wî pîroz bikin?!!
* Metelokeke Ereban heye, dibêje: “Şerê belayê tiştê kenokî ye”!
- Tew bira, tu dizanî ez niha bi çi difikirim? Mane rojên Maksî dihatim jimartin, ji bo çi wî xwe ji bo hevalê xwe yê berê neşewitand û nebû şehîd??
* Ma tu dizanî bê nivîskarê me bi çi difikirî? “Ev ehmeqên han, ji bo çi xwe ji bo min naşewitînin?”!!
- Weleh fikirak ne xerab e..
* Bi rastî jî ew ta dawiyê ji hevalê xwe yê berê re wefadar bû.. Çû Roma û televizyonê ew çend caran bi Apê Zêro re civand, ê ku pesnê wî dida û dev davêt rewşenbîrên kurd ên din: “Bênamusno! Li vî nivîskarê şoreşger binerin, li ser qiraxa gora xwe ye û xwe rahiştiye hatiye cem min ji bo pera bistîne! Ulen! Ma kesekî ji we carekê pere ji min xwestiye û min nedayê?!”
- Bi rastî jî zilamek comerd e! Lê mixabin şansê wî ne baş bû.. Berê balafira wî ber bi Yunanistanê bû, lê rêya xwe winda kir û li Kênya daket, li bexçeyekî meymunan! Tu nabêjî Komandos li wê derê li bendî wî bûn, da ku şanoyê li Stenbolê bi dawî bînin. Û li wir, wêneyên şexsî ligel ala tirkî û di dadgehê de lêborîna ji bo dayikên şehîdên tirk, û ligel wan digiriya û digot: “Diya min a tirk hate bîra min!.. Xwezî ew sax baya û ligel we li dadgehê bûya”!!
* Hevalê me Maksî jî nexweşiya wî dijwartir bû û bi roja xwe ya dawî hisiya.. Xwedê me bistirîne.. Rabû di rewşa xwe de fikirî û çawa ewê bikaribe Izraîl ji pişt derî dûr bixîne! Ji nişkê ve, fikira xelaskirinê hate wî.. Ji zilamên Apê Zêro xwest ku wî li ser kursiyeke bi dulaban bibin navenda Stockholmê.. û li wir, ji cîhanê re eşkere kir ku ewê bikeve greveke birçîbûnê ta daxwazên wî bi cî werin:
1. Divê Kurd her roj xwe bişewitînin, di her deqeyê de du kes, da ku Izraîl mijûl bibe..
2. Piştî sî-çil salî, ger Izraîl Kurdekî din nebîne ku rihê wî bistîne, Maksî wesêt dike, ku tabuta wî bi qaxetên perê swêdî bêne pêçandin û li Diyarbekirê bête binaxkirin.. li hewşa televizyona kurdî, ya ku wî li wir vekir!!!
qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|