|
|
02.02.2005 - 01:39
|
[ 2406 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Ez jî terorîst!!
Qeşmerok
 (© karneval-webshop.de/amude.com) | - Me bêriya ştexaliya te kiriye, keko. Weleh şevbûhêrk bêyî te xweş nabe.
* Xwedê min ji dîtina te bêpar neke. Lê tu zanî, dinya zivistan e û...
- Erê, looo.. Divê mero carinan ji ber sermê li mala xwe bimîne û jê dernekeve.
* Erêêê.. Rojên berê têne bîr te? Dema ku dîwanxaneya gund em digihandin hev, me li Dengbêj guhdar dikir, bê çawa bi dengê xwe yê xweş çîrokên ecêb digotin..
- Lê ne ecêbtir ji çîroka dengbêjê me M. Maksî!
* Rehma Xwedê lê be. Bi rastî jî şoreşger bû!
- Ez bawer im çîroka wî hîn xelas nebûye..?
* Yaho, ma tu dixwazî ku bibe çîroka “hezar hefte û hefte”?!
- Ma çi bi dû me de heye, keko? Şevbûhêrk hîn di destpêka xwe de ye û diya zarokan ji me re şîvê amade dike... Yanî dema me ji bo ştexaliyê pir e..
* Destên wê sax bin. Ne hewce bû tu wê biwestînî.. Qedehek çayê bes bû.
- Dev ji me û resmiyatan berde û ka bêje bê çîroka hevalê me yê rehtemî çawa bû.
* Xwedê gora wî fireh bike! Ma em gihan kû, lo?
- Te cara din got, ku M. Maksî fen li xwediyê “Kurdistan Press” kir û ew nîv melyon Kron xist bêrîka xwe, ku weke alîkariyeke fermî hatibû xesisandin, da ku ciyê rojnameyê ji Stockholmê bibin Stenbolê..
* Belê, belê. Hema qerebalixa li ser vê meselê sekinî, tu nabînî ev şoreşgerê han ji bo fenek mezintir haziriyên xwe dikir...
- Elah û ekber!
* Vê carê, biryar stend ku li Amedê televizyoneke kurdî çêke!!
- Keko, min fêm nekir.. Yanî partiya wî Kurdistana Bakur û paytexta wê Amed rizgar kir??
* Çi partî û çi rizgarkirin, keko. Min ji te re got ku fenek bû!
- Te ji min re got ku ew derhênerê filmên evînî bû, ne filmên gangster!?
* Yaww, mêrik nivîskar û stranbêj û derhêner û rojnamevan û siyasetvan û bizniz man bû... û Ewropî rêza wî digirt, ji ber mesela baweriyê bû û..
- Û ya giring, diya wî jî kurd bû..!
* Welhasil, nivîskarê me yê mezin milyon Kron xist çentê xwe, ku ji aliyê sê dezgehên fermî ve hatibûn dayin, û çû Stenbolê.. Û li wir li taksiya pêşî ku rastî wî hat, siwar bû ji şufêrê wê re got: “Yekser here Aq Banq!” Piştî ku ew pere xistin kontoya xwe ya tabetî, çû cem hevalên xwe û ligel wan demin xweş û şevin sor û zer û kesek derbas kirin! Piştî du hefteyan, hate bîra hevalê me bê ew ji bo çi çûbû Stenbolê, rabû seetekê rûnişt û fikirî. Piştre rahişt telefonê û pê re ji xwe re awaza straneke tirkî dibêje: “Elo! Ji kerema xwe re birêz Qonsilê Swêdê bide min. (...) Elo! Belê, ez M. Maksî me. Tu çawa yî û madam çawa ye? Ji kerema te re, ez ji ciyekî veşartî diaxivim.. Belê! Ji kerema te re bi dezgehên fermî re biaxive, da ku paraztina min a şexsî misoger bikin û min niha ji vir bibin. Zilamên Apê Zêro dixwazin min bikujin, ji ber projekta televizyona kurdî”!!!
- Baş e, bi xêr ji Stenbolê vegeriya... Bibûre, ji Amedê! Ma qey li Swêdê jê nepirsî bê çi bi wî milyon Kronî hat, yahoo?
* Na, na. Bila milyon Qron here cehnemê! Ya giring selameta nivîskarê kurd-swêdî yê mezin.. û paraztina wî ji terorîstan û...
- Xebera wê metelokê ye, ya ku dibêje: “Perê beradayî xelkê fêrî diziyê dike”!
* Keko, ma çi fêda pera ye bêyî sehetê, ha? Nexweşiya pîs bi hevalê me re çêbû û ew hîn di bûhara jiyana xwe de bû.. Textorên wî jê re got ku rehetkirin ne mumkin e: “Izraîl li pişt derî li bendî te ye, xwe bidebirîn!”
- Lahewla wela qiwete ila billah. Feqîro çi kir?
* Zilam baş derî li xwe girt! Piştre rûnişt û fikirî, bê wî çi ji dinyayê stend û wê çi ji dawiya xwe ya mayî ye re hiştiye..
- Mebesta te ew e, ku Xwedê ew hîdayet kir û biryar da ku tobe bike û biçe heca Mekê?
* Nizanim Xwedê ew hîdayet kir an jî Şeytan! Lê wî biryar da ku biçe heca Apê Zêro!!
- Niha çîrok xweş bû! Tu qedeheke çayê çawa dibînî?
* Na, sipas. Emê çayê piştî şîvê vexwin. Ezê qirika xwe bi qedeheke av şil bikim..
- Keko, bibûre, mejiyê min hinekî qalind e û min mesele baş fêm nekir: Yanî M. Maksî bi çûna cem serokê Gerîla xwest bibe şehîd?
* Ha hew! Qaşo Apê Zêro di wê demê de bi Gerîla re li serê çiyayan bû û temenê xwe giş bi wan re derbas kir!!
- Xwedê temenê wî dirêj bike û wî bihêle serokê bankê! Dilê wî fireh e, yaaw! Dilê wî ser êşa gelê wî yê tirk û cîranên wî ji ereb û îranî diêşe!! Çi xweş bû şîreta wî ya dawî ji serokwezîr Erdogan re: “Divê bi xurtî li dijî hilbijartinên li Iraqê bête rawestandin.. Ji xwe hebûneke sehyunî-emerîkî li bakurê Iraqê ji me kêm mabû”!!!
* Bi Xwedê bijîîî! Xebera “Helîmo” bû, dema sendoqa xwe ya reş vekir û meqalek jê derxist û di malpera “Tifffsho” de weşand, tê de li ser serokê bankê û bi hezaran şehîdên ku ji bo wî ketin, digiriya û...
- Ka ji bo Xwedê dev ji me û wî û roviyên wek wî berde! Ka çîroka şoreşger M. Maksî berdewam ke û bêje bê çawa heca wê bankê kir?
* Ya sîdî, pêşî telefonî “Mafyem”, berpirsê bankê li bajarê xwe kir, û nemra telefona desta ya taybetî ya Apê Zêro xwest. Lê zilam qebul nekir ku nemra telefonê bide wî, xwedêgiravî serokê wî yê ku bi terorîzimê tê tawanbarkirin û çarenûsa tevaya gelekî ji 40 milyon kes bi qirika wî ve girêdayî ye, li ciyekî veşartî ye û qet telefonan bi kar nayne û ...
- Ê wayê wayê! Tenê her şev 7 seetan di televizyona banka xwe de diştexilî û mêvanên studyo di xew re diçûn û ew hîn diştexilî û xeber didan û pirs dikirin û bi xwe jî bersiva wan dida..!!
* Ka ez ji te re bêjim, bê bersiva M. Maksî ji bo wî berpirsyarî çi bû. Wî bi hêrs jê re got û telefon di destê wî de diricifî: “Kurooo, ma tu nizanî ku ez bi xwe ji ciyekî veşartî bi te re diaxivim? Yaaaw, istixbaratên EUistanê min diraqibînin.. bi tawanbariya piştgiriya terorîstan”!!!
qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|