|
|
|
18.01.2005 - 15:14
|
[ 1663 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Yekîtiya Nivîskarên EUistanê
Qeşmerok
 (© karneval-webshop.de/amude.com) | - Sersala te pîroz be, keko. Ez bi hêvî me ku te bêhnvedaneke xweş derbas kiribe.
* Sipas. Hertişt temam bû, eger ne nûçeyên katastrofa ku li Asyaya ezîz pêk hat, bûna.
- Belê, bi rastî jî tiştekî xemgîn e. Dibêjin ku hejmareke mezin ji kesên windayî xelkên EUistanê ne. Ez nizanim bê kesek ji Kurdên me jî di nav wan de ne yan na..
* Li gorî agahiyên medyayê, deh ji endamên Yekîtiya Nivîskarên EUistanê wekî windayî hatine qeydkirin...
- Ma çi îşê Kurdên me bi van kesan heye, yaho?
* Keko, ma tu nizanî ku 60% ji endamên vê yekîtiyê Kurd in? Eger tu ji xwe re bihesibîne, tu yê bibînî ku piraniya kesên windayî Kurd in!
- Ji bona Xwedê, ev bûyereke xemgîn e û niha ne dema henekan e..
* Henekê çi û halê çi! Bawer ke, ez bi rastî dibêjim.
- Lê ev gotin nakevin mejiyê mirovî. Hema tu ji xwe re bihesibîn: Nisba Biyaniyan di hemû welatên EUistanê de digihê dora 10%. Îcar çawa piraniya endamên yekîtiya nivîskarên wan Kurd in, ha?
* Bi Xwedê ev jêhatîbûneke me ye!
- Wek ku tu dixwazî bêjî, ku mewahibên edebî cem xelkê nemane û giş li cem me peyda dibin??
* Keko, ez ji te re dibêjim jêhatîbûnek e, yanî ti elaqeta mewhîbê bi meselê tune!
- Lahewla wela qiwete ila billah.. Bi rastî jî yê aqil guhdar dike û yê dîn diştexile.
* Xwedê ji te razî be, keko. Bi her hal, ez fêm dikim ku tu ecêbmayî dimînî... Ez bi xwe jî wek te bûm, min ev yek pêşî bawer nedikir.
- Baş e. Fermo ev qedeha çayê, û dûra tiştên li cem xwe bêje.
* Destên te sax bin. Hevalê hêja, tu dizanî ku piraniya Kurdên me yên ku koçberî Ewropa bûn, ji birayên me yên Serxetê ne..
- Belê, kesin hêja ne û me gelek ji wan nas kirin dema di Binxetê re derbas bûn û li cem gelekan ji me man.
* Me got ku ew gihan van welatên xerîb û piraniya wan ji zimanên dinyayê tenê zimanê xwe yê tirkî dizanî û..
- Qesda te zimanê wan ê kurdî?!
* Elmuhim ku wan filan tişt û bêvan tişt gotin û rûniştina xwe bi dest xist.. Piştre bû dema lêgerîna kar ji bo bijîn.
- Çi guneh bûn; wê demê rewşa EUistanê pir dijwar bû.
* Rast e. Wan xwe dimeşand, her yek li gorî imkanên xwe: Yekî li restaurantê kar kir, ê din di dikanekê de û yekî din di nexweşxaneyê de.. Tenê yek ji wan bêkar ma. Ew bi vê yekê pir serbilind bû û ji hevalên xwe re digot: “Kalkê min yek ji foydalên herî mezin bû, lê bavê min şoreşgerekî feqîr bû.. Û ji bo em jî wek kalkê me nebin foydal, bavê min biryar da ku em ji gund biçin bajêr.. Û ez jî niha koçberî Ewropayê bûme, ji ber ez şoreşgerekî feqîr im, û hûn dixwazin ku ez li şûna şoreşê biçim kar bikim?!””
- Bi Xwedê xebera wî ye. Kî bû ev şoreşgerê han?
* Navê wî M. Maksî bû. Ez bawer im te pê bihîstiye...
- Rehmetî bi xwe û ne kesekî din? Xwedê bûhiştê bike ji paara wî.. Bi rastî jî şoreşgerek bû!
* Yekî bêkar bû. Carekê hevaleke wî ya rojnamevan jê re got, ku yê ku helbestekê di rojnameya ku ew tê de dixebite de, biweşîne, wê hezar Kronî bistîne. Rabû Maksî jê re got: “Û ez, îşê min çi bi meselê heye? Rast e dengê min xweş e û ez carinan ji hevalên xwe re bi kurdî distrêm, lê rojnameya we helbestên bi zimanê we diweşîne”.
- Tew bira, ma dengê wî jî wek dengê hevalê me EbdilHelîmo bû?
* Teqrîben! Elmuhim, hevala wî jê re got ku mesele hesan e: “Ka em bi hev re yek ji van stranan wergerînim û piştre ezê bihêlim ku ew di rojnameyê de bête weşandin”.
- Ji min re nebêje ku ew strana “Eyşana Elî” bû?
* Ew bi xwe bû. Piştî tercumê ew bû “Elena Lee”!!
- Bi rastî jî destpêkeke edebî ya serketî bû. Lê çi îşê vê çîrokê bi mesela me heye?
* Mesele bi xwe ji vir dest pê kir! Salekê piştî ku helbest hate weşandin û pere hatin stendin, hevala Maksî pêşniyaz kir ku ew helbestan di dîwanekê de kom bike. Rabû Maksî bi hêrs jê re got: “Ma ka pere ku ez wan çap bikim?! Û dûra çi fêda vê dîwanê heye??”
- Rast digot, ji ber wî ev tev ji bo pera kir.. Îcar çima ewê rabe wan di projekteke wilo de winda bike, û kesek ji Ewropiyan pirtûka stranên kurdî nakire û..
* Bêhna xwe fireh ke, keko. Jinikê ji hevalê me re got ku ewê qirûşekî jî nede; berevajî wê, dezgeheke edebî ku alîkariya nivîskaran dike, wê ji bo çapkirina pirtûkê qiyametek pere bidin wî... Û tiştî herî giring, dema ew 2 pirtûkan çap bike, wê mafê wî hebe ku bibe endamê Yekîtiya Nivîskarên EUistanê..
- Ahaa, mesele wilo yeee! Û niha ka ji min re bêje, bê çawa Kurdên me di vê yekîtiyê de bûn ên herî pir..
* Hevalê me Maksî dest pê kir ku xwe ji hevalên xwe yên berê dûr bixîne û hevaltiya Ewropiyan bike. Dema ku yekî Kurd didît, sînga xwe dinepixand û digot ku tiştê ku evê han di mehekê de distîne, ew di çend seetan ji stranbêjiyê, nivîsandin û tercumê de distîne..
- Nebêje ku wan dev ji karê xwe berda û dest bi weşandina helbestan di rojnameyan de kir?
* Belê, piraniya wan bi rastî jî ev yek kir! Wan ji hevdû re digot ku endamên Yekîtiya Nivîskarên EUistanê xwedî gelek imtiyazat in, ji pera bigir heta bêhnvedanên li welatên din heta xwevalakirina ji bo nivîsandinê û û û..
- Yanî rehmetî banka yekîtiya nivîskaran vala kir berî ku biçe banka Apê Zêro! Lê ka bêje, wî çawa ji wan re mesela endametiya yekîtiyê debirand?
* Bi rastî jî problêmeke zehmet bû. Piştî fikireke dirêj, wî hevalên xwe yên berê kom kirin û ji wa re got ku wî çareseriyek ji meselê re dîtiye: “Laaaw, ma yek ji we çîrokeke pîrka xwe û çend mewalên Cizrawiyan û çend metelokên pêşiyan nas nake? Wan di kitêbeke folqlorî de kom bike û xelas!!.. Laaw, ma tu çend navên kurdî yên kuran û çendên keçan nas nakî? Wan di kitêbeke Navên Kurdî de kom bike û xelas!!”
- Bi şeref, min niha bawer kir ku 60% ji endamên Yekîtiya Nıvîskarên EUistanê ji Kurdên me ne... Ez xizmeteke dawî ji te dixwazim: Ji min re bêje, bê çawa ez jî dikarim bibim endamê vê yekîtiyê!!
>> qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|