|
|
|
27.12.2004 - 23:37
|
[ 1391 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Panorama sala 2004ê
Qeşmerok
 (© cidy/amude.com) | - Çileya paşîn
- Roviyê terî jêkirî Hamleto cerda xwe ya malî ya sala 2004ê eşkere dike:
Hatinên di salê de: Sipî/teqaud= 100.000 Skr
Hatinên di salê de: Reş/Banka Roj= 100.000 Skr
Deynên giştî: 500.000 Skr
Nisba zêdebûnê: 500%!!
- Pismamê wî helbestvanê mezin M. Xefîf ji aliyê xwe ve cerda xwe ya malî ya sala 2004ê eşkere dike:
Hatinên di salê de: Sipî/nîv teqaud= 50.000 Skr
Hatinên di salê de: Reş/nesb û ihtyal= 100.000 Skr
Deynên giştî: 400.000 Skr
Nisba zêdebûnê: 500%!!
Şibat
Mihemed Xefîf telefonî dektorê kurd “Hoşo”, yê ku li Elmanya dimîne, dike û hin pereyan ji bo dermankirina bavê xwe yê li welat jê dixwaze. (...)
Piştre, ji yekî mala Haco jî, ku li Nerwicê dimîne, pera dixwaze, ji ber diya wî li welat nexweş e. (...)
Ev pere û pereyên kovara ”Dejelname”, ya ku ji mêj ve hatiye rawestandin, bi xwe re dibe Surî, da ku zaveyê me yê ciwan bûka xwe Herînê bîne û meha hingivîn li Mesir û Tirkiyê biqedîne!!
Adar
Serhildana gelê me ya pîroz li Qamişloyê dest pê dike û li hemî bajarên kurdî li Suriyê belav dibe. (...)
Hin malperên kurdî hejmara şehîdan ewqasî bilind kir, te digot qey sîlahê kîmyawî hatibû bikarînîn.
Piştî vê hefteya kîmyawî, dektorê me yê newewî ”Mele Cewad” Hikumeta Xerbî Kurdistan ilan kir. (....) Hikumet ji 30 wezîran pêk tê. Lê ji ber tunebûna kesên ku karibin vî barê giran û pîroz hilgirin ser milên xwe, cenabê Serokê Cimhuriyetê ji bilî sê wezîran nekarî ti kesî din peyda ke!!
- Hemû malperên kurdî rûpelên xwe ji bo nûçeyên Serhildanê xesisandin, ji bilî malperên “Tirrrgêj” û “Afisssda”. Edîtorê Tirrrgêj.com nexwest xwe daxîne mistewa kolanan. (...) Lê wî çend helbest weşandin, xwedê giravî ji ber ew li ser Serhildanê ne; yek ji wan a helbestvanê munqered T. Xello û ya helbestvanê televizyonî L. Dêrokî: Kesekî ji xwendevanan cumlak jî ji helbestên wan ên şoreşgerî fêm nekir!!
- Li Stockholmê ji bo Serhildanê muzaherak çêbû. Ew balkêş bû, ne tenê ji ber ku bi hezaran hatibûn, lê belê ji ber helbestvanê kurd ”Selîmo”, yê ku bi erebî dinivîsîne, ji bo vê muzaherê çar rêz xesisandibûn, xelkên hazir ji ber wê çar seetan giriyan. (...) M. Xefîf, ji ber ku ew ”Selîmo” temam dike, ji bo muzahera Götheburg sê rêz hazir kiribûn, xelk sê seetan kenandin!!!
Pismamê wî Hamleto, qaşo helbestvanê me yê mezin e, xelkên ji Amûdê di wê muzahera Stockholmê de veciniqandin. Di wê muzaherê de, li ser zarokên Amûdê, yên ku bi sedan mirin, giriya. (...) Her yekî Amûdî rahişt bêrîkfona xwe û bi mervên xwe yên li Amûdê re ştexilî, da ku pirsa vê meczera mezin bikin: ”Na weleh, law. Rewş li bajarê me baş e. Me meczerak bi hêzên eminê re çêkir!” (...)
Hamleto bi dengekî bilind qêriya: ”Yahooo, ez li ser şewata Sînema Amûdê diştexilim, a ku di sala 1960î de pêk hatibû”!!
Nîsan
- Li bajarê Sandvîken ê swêdî, civînek ji bo hevgirtina rewşenbîrên kurd ên surî çêdibe... Kî ji xeyrî Hamleto bi inîsyatîva hevgirtina qiwetên ji bo Serhildanê radibe??.. Lê pismamê wî Xefîfo bi hevalên xwe re diştexile û ji wan dixwaze ku hazir nebin û di guhên wan de pispisê dike: ”Bi şerefa min ev civîneke Apoçiyan e!!”...
- Gelek kes hazir bûn, rewşenbîr û gelekên ne rewşenbîr. Vanên dawî got ku ew muraqib in: ”Lê em şerîbê qedehê ne û hûnê ji me razî bin!!”..
- Hunermendê teşkîlî ”Şerîto” bû endamê Lecna Amadekar.. Û ji bo ku xortên bankê piştgiriya wî ji xwe û serokê bankê re misoger bikin, wan yekser ew ji kongir bir Brûksel, da ku hevpeyvînekê bide banka Roj…
Tu nabêjî yek ji Elmanya telefon dike û êrîşî vî „ Şerîto“ dike û wî bi nesb û ihtiyala li ser xelkê itîham dike. (…)
Pêşkêşkerê bernameyê ji yî temaşevan re got: “Hunermendê me yekî naskirî ye û va tu wî bi riyeke dibînî ku ji ya Da Vincî dirêjtir e.. Dibe ku ew nesabê tu behsa wî dikî, şexsekî din be, ku navê wî jî nefsa nav e û li Elmanya dijî!!”
Gulan/Hizêran
- Konferansa Diyaloga Demoqrat li Parîsê daxuyaniya xwe ya dawî derxist û tê de eşkere kir ku oposîsyon bû piştgirên hikumeta Suriyê, ji ber wan keşif kir ku munezimê konferansê Dr. Heysem Menaa xwarziyê Wezîrê Suriyê yê Derve Faruq el-Şeri e... û xwîn nabe av!!
- Du mêvanên wê konferansê yên kurd ji welat hatibûn û li Ewropa çend semînar dan û li ser Serhildanê ştexilîn. (...) Li Stockholmê û piştî ku semînar bi dawî hat, tu nabînî bê çawa yek radibe û protesto dike, ji ber ew berpirsê PPK (Partiya Pizzariya Kurdistan) e, ku li Uppsala dijî û nekarî di semînarê de hazir bibe. (...) Roja din, li ciyê komela Uppsala, wan herdu Kurdan tenê kesek dît: berpirsê PPK!!
Tîrmeh/Tebax
Cewê havînî li Ewropa navîn û ya bakur xerab bû, ne wek deh salên borî bû: ewir, baran, brûsk, bahoz û dereca germê di navbera 15-20 bû.. Tenê li bajarê Götheburg ê swêdî dereca heraretê di navbera 30-40 de bû: ji ber helbestên evînî yên di malpera “Tirrrgêj” de!!!
Îlon/Çiriya pêşin
- Kongireyê damezirandinê yê Yekîtiya Rewşenbîran (Avroja) tê amadekirin. (...)
Endamê Lecna Îdarî ya Amadekar “Şerîto” xwe rexne dike, ji ber ew çû hevpeyvîna di banka Roj de, bêyî ku hayê yên din jê bîne. (...)
Hamleto ji aliyê xwe ve dibêje, ku mişkîle besît e û soz dide ku hemû endamên Lecna Îdarî ya nû bibe wê bankê: “Kuroo, mane me navê xwe kir Avroja ji bo nêzîkî Roj be!!”..
- Piraniya endamên Lecna Îdarî ya nû alîgerên Hamleto ne: Herînê (bûka pismamê wî), Ferho (xwarziyê wî) û dido ji şila wî: Şerîto û Quto..
- Ji ber kêmbûna demê, Hamleto nekarî destura yekîtiyê binivîsîne. Îcar rabû nisxak erebî ji destura Yekîtiya Rewşenbîrên Filestînî anî... Û dîsa ji ber kêmbûna demê, destura Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd ta niha nehatiye weşandin, ji ber ta niha nehatiye tercumandin bo zimanê kurdî: Dema hevalê me Hamleto ji Euro û Dollaran e!!
- Iktîşafa ilmî ya giring a hevalê me “Rehîmo” bû, yê got ku Mesîh Îssa di çiyayên Celîl de hate selîbkirin, ne li bajarê Quds. Ta niha gelek reaksyon û ridud ji seranserî cîhanê tên: Komela Cuxrafî ya Melekî li Londonê nûnerê xwe şand Sandvîken û piştre Brûksel, da ku bi vî “Rehîmo” re li ser vê iktîşafa wî biştexile. (...)
Ji cezîra xwe Apê Zêro dibêje ku ew Mesîh Îssa yê nû ye, yê ku ji çiyayên Kurdistanê hatiye. (...) Apê Zêro dixwaze riya xwe dirêj bike ji bo bibe wek Mesîh, lê muhamiyên wî jê dixwazin ku vê yekê neke, ji ber destura Dewleta Tirk a kemalîst ilmanî ye û dirêjkirina riyan qebul nake!!
Çiriya paşin/Çileya pêşin
- Li jêr sernavê “Ji Adûmê ta Şaqimlokê: Kêf berdewam in!” eşîra “Rovînî” di nav çend welatên ewropî de geriyan û çend şahiyên bi destpêk, lê bê dawî çêkirin. (...) Mesrufa van şahiyan û şevên şeng ji kontoya Yekîtiya Rewşenbîran hate derxistin.
- Di malpereke kurdî de, hin rexne ji aliyê hin endamên Yekîtiya Rewşenbîran û herweha hin xwekişandin ji hinên din hatine weşandin. Wan teserufatên mafya Hamleto protesto kirin.. Vînê han bersiva van rexneyan da, dema ku li ser ekranên banka Roj derket û du harisên wî yên şexsî (boduyguard) Ferho û Selaho pê re: “Ev çi gotin in, kuro? Pîrebok û zarokên kolanan ji me kêm mabûn. Ev çi gotin in? Ev gotinên ser tenûran û pêşiya firnê nan in!!”
- Di banka ME de, şahiyên malbata “Rovînî” berdewam kir:
Herînê, Endama Lecna Îdarî ya Yekîtiya Rewşenbîran, li ser tecrubeya xwe ya helbestî ştexilî.. Piştî wê bi heftiyekê, zavê wê Xefîfo jî derket ser şaşê.. Li ser pirseke mufebrek ji aliyê pêşkêşkerê bernameyê “Helîmo” ve, wî got ku ew Selîmo temam dike û Herînê jî got ku ew Xefîfo temam dike!!
Şeva sersalê, seet 23:55
++ Xeber acil ++ Xeber acil ++ Xeber acil ++ Xeber acil ++
Niha xeberek giha Panorama sala 2004ê:
Teyara ku wefdê Yekîtiya Rewşenbîran digerand, li ser çiyayên Belcîka ket (û ne çiyayên Celîl wek ku hinek bawer dikin!)..
Dema ku ferîqa inqazê di nav teyara ketî de digeriya, sindoqa reş dît.. a “Helîmo”!!!
>> qeshmerok@amude.com
-----------
Têbînî:
Qeşmerok wê here sersala xwe li cem merivên xwe yên li welatê dûûûûr derbas bike. Ji ber ku email û faks û telefon û berîd û tiştek li wir tune (Xwedê ji wî welatî ne razî ye), nivîsa Qeşmerok a nû wê du hefteyên din bê weşandin. Hûn bimînin di nav qeşmeiyan de!
|
|
|
|
|