|
|
|
20.12.2004 - 02:05
|
[ 1391 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Felluca û Avroja
Qeşmerok
 (© Monte Wolverton/amude.com) | - Hemd û şukur ji Xwedê re ku me te dîsa bi xêr dît, ha. Ma exbarên nû cem te hene?
* Ji aliyê exbaran ve, hinên nû û hinên kevin hene. Yanî divê tu ji herdu nanan bixwî, ji ber ev demek e ku te xwe ji min qut kiribû.
- Ne mişkîle ye, keko. Em ji gund in û meda me fêrî xwarina nanê “ser tenuran bûye”!
* Balo ezê bi exbarên teze dest pê bikim, û ez bawer im ji te re muhim e bê mesela Yekîtiya Rewşenbîran (Avroja) û mişkîlên wê çawa bûye?
- Belê, ji kerema te re.
* Yaho şerek çêbû ji şerê li Felluca xerabtir bû!!
- Qesda te şerek bi terorîstan re ye..?
* Erê, brako. Tişt di meydana şer de wilo çêbûn: Şila “Hamleto el-Zerqawî” (Helîmo, Kerîmo, Miskîno,...) malperek bi navê “Tifffsho” vekiriye û tê de serjêkirina dijminên xwe yên xayin pêşkêş dikin!.. Û wekî din odak paltalkê di bin teserufa wan de ye, ku yek ji zilamên Apê Zêro wê îdare dike. Di vê odê de, ew itîhamatên xwe yên erzan û xeberên pîs û tehdîdatên ceban diweşînin!.. Û beriqandina suretan - wek solan - di televizyonên wan de ji bîr neke!!
- Bêhna fireh, yahoo! Her tiştî yeko yeko ji min re bêje, ne serhev, da ku serê min karibe wan bikişîne...
* Eslen ev serê te yê hişk nemre yek e di lîsteya WANTED a van terorîstan de, Qeşmeroko!
- Welee! Çima serê te yê nazik jî ne tê de ye, Hemokê?
* Keko, ez bi rastî ji te re bêjim, xortên bankê bi şev û bi roj di istinfarê de ne û ti karê wan tune, tenê dixwazin te bêdeng bikin..
- Çi îşê wan bi dengê min e, ji bona Xwedê? Ma ne besî me ye ku em zir-zira wan a di televizyon û paltalkan de tehmul dikin û..?!
* Dibêjin ku ti deng di ser dengê şer re bilindtir nabe! Û li Diyarbekir û Stenbolê bi muzaheratên protestoyê rabûn û lafîtên bi van gotinan bilind kirin: “Em bi birayên xwe li Felluca û Avroja re ne!!!”, “Bimire Emerîkî û Qeşmerokî!!””...
- Elah û ekber..!
* Heta bi Leyla Zana, yahoo.. Bala xwe bidê, dema istiqbala berpirsekî Yekîtiya Ewropa dike û wî dawetî xwarinekê dike, jê re dibêje: “Em Tirk di çêkirina xwarinê de jêhatî ne û ji mêvanan hez dikin... Lê hin mêvanên we li Ewropa, wek ev “Qeşmerok”, divê îqame negihê wî û hûn bera wî din”!!
- Wey mixabin... Min çiqasî ihtîrama vê jina cegerdar dikir. Ji xwe ewên ku li Diyarbekir û Stenbolê derketibûn muzaheratan, ma qey hiş di serê wan de nemaye?
* Ev çi pirs e, keko? Ma te ji bîr kiriye ku Apê Zêro tenê dîn û koran dihewîne, wek ewên ku di banka wî de kar dikin?!
- Bi Xwedê xebera te ye. Kesên ku piştgiriya terorîstên ku zarokên gelê wî dikujin, dike, ji xwe wê piştgiriya wan terorîstan jî bike, yên ku fermanan bi kuştina rewşenbîrên rast didin..
* Yaho, ji bo Xwedê vê rûniştina me nequlipîne xem û êş.. Kerem ke ev xebera kenokî li ser hevalê me Quto!.. Çûye li ser hemû dezgehên medyaya kurdî û ya cîhanî daxuyaniyek belav kiriye, sernivîsa wê dibêje: “Ez ne Qeşmerok im û ne jî Bavê Qeşmerok im”!!
- Hela helaaaa...!!
* Belê. Bi kurtî, di vê daxuyaniya xwe de dibêje, ku hevalên wî piştî xwendina “Qeşmerok” têkiliya wî kiriye û ew ji bo van meqalên saxir ku xwîna wî ya şêrîn û rihê wî yê sivik eşkere dikin, pîroz kiriye!.. Herweha wan ew nefispiçûkiya wî jî pîroz kiriye, ji ber wî di xeleka yekê de li ser xwe nivîsandiye!..
- Bi Xwedê xebera wan e! Ma ne tê gotin: Her mubdiek divê mutewadii be.
* Bi rastî jî ev Qutoyê han qimeta tewadiê ye!.. Ji ber ew di daxuyaniya xwe de spasiya wê baweriya mezin a di xwe de dike, û hema diçû û dihat û digot: “Ez ne Qeşmerok im! Ez wî nas dikim, lê ez niha nikarim navê wî bêjim”!!
- Baş e, em “Qeşmerok” nas dikin!.. Lê çi çîroka vî “Bavê Qeşmerok” e?
* Ev sernivîsa nivîsin gemarî ye, ku insan bi xwendina rêzekê ji wan diqurife. Ên ku wan dinivîsin jî, Helîmo û Hamleto Zerqawî ne.. Çîroka wan jî heye.
- Ez bi hêvî me ku ew ne wek çîrokên di “sendoqa” mewahibên edebî de bin?!
* Kekê hêja, çîrok bixwe ew e ku di hundirê şila malpera “Tirrrgêj!” de xîlafek çêbû, ji ber Quto li dijî weşandina gemara wan kesên ku min ji te re behsa wan kir, bû. Rabû yê rovî ji Miskîno (malpera “Tirrrgêj!” bi navê wî hatiye qeydkirin) xwest ku malpereke din bi navê “Tifffsho!” veke, ji bo ku bikin mezbela gemara xwe!!
- Çima em navê Hamleto nakin “roviyê terî jêkirî”!?
* Belê. Û ji bo vî karê wî, roviyê me hevpeyvîneke edebî di bernameya “Helîmo” ya di “Me tv” de ji bo Miskîno febrikand..
- Erê çi têkiliya Miskîno bi edeb û çandê heye?? Her kes wî nas dike ku gelekî dûrî van tiştan e û ixtîsasên wî bêtir di tiştin din de ye.. Xwedê rûyê wan reş bike ji bo vî karê han..
* Keko, wan ji hevalê me Quto (ji ber ew şivan e û xibîrê van tiştan e) xwest ku Miskîno bikişkişîne studyoyê, û di bernameyê de terîşa di hustê wî de bikişîne eger bike zir-zir!
- Aha, niha min fêm kir bê çima kerên di kolanan de beradayî erzan in!!
>> qeshmerok@amude.com
|
|
|
|
|