www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
13.12.2004 - 22:48 [ 1416 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

WANTED

Qeşmerok

(Ring! Ring! Ring!)
- Ha heval! Her tişt li cem te di Paltalkê de hazir e?
* Belê. Her tişt wek ku te emir kir, mamoste Hamleto!
- Ez bi hêvî me ku gelek kes wê îşev beşdar bibin.
* Em bi xortan re bi telefonê ştexilîn û me email ji wan re şandin. Ew ji bo şerekî gerîla yê germ amade ne!
- Pir baş e. Ya giring ew e ku ew ji banka Apê Zêro xericîbin û xibreta wan di tehdîd, iptîzaz û gemarbûna ziman de hebe û..
* Ji vî alî ve, xema tiştekî nexwe! Û ji bo mesela yên di lîsteya “WANTED” de, me lîsteyek bi jimarên telefonên wan amade kiriye, û emê bi her yekî ji wan re biştexilin. Em tenê li bendî nîşanekê ji te ne.
- Baş e. Ya giring ew e, ku ew li pêşiya kesên beşdar wek kutlak piçûk xuya bikin, ku ti tesîra wan li ser Hevgirtina Rewşenbîran tune. Bi izina Xwedê emê hemû endaman bikişînin rêya hîdayetê û heca ji bo baka Apê Zêro..!
* Lê te tiştê herî giring ji bîr kir: Emê çawa telefona vînê ku navê xwe kiriye “Qeşmerok” peyda bikin?
- Yaho, bi rastî jî tu aşîtî yî! Eger me zanîba ev “Qeşmerok” kî ye, ma emê çima bela xwe bavêjin ser serên kesên din??
* Ok, û xwediyê malpera pîs..?!
- Ew ê heqîr!.. Ji xwe divê em îşev baş li ser wî birekizînin. Û tu, divê tu ji aliyê xwe ve heta ji te bê wî istifzaz bikî û gotinên gemarî bi wî re bi kar bînî û..
* Ez xebîr im, mamoste. Tewsiye ne lazim e.
- Yaw, tiştê herî giring ku divê em baş li ser birekizînin: Mesela namusê! Namusa xelkê bûye lîsk, yawww!
* Erê weleh, xebera te ye!
- Divê em wî rezîlê “Sîro”, bi çi şiklî be jî, bitirsînin. Divê em yekî peyda kin, ku wî îşev bi kêrê tehdîd bike..
* Bes mero bê ya rastî, mamoste, kesekî behsa namusa xelkê nekiriye, wek ku tu di meqalên “Bavê Qeşmerok” de dikî.
- Divê şuxul wilo be, yana fêde nake! Lê pir dext li ser min têne kirin, ji bo ez wan bikişînim. Dibêjin çi, di wan de îhane ji bo malbata Selîm Berekat, apê vî “Sîro”, heye..
* Ev Selîm Berekat îcar kî ye?? Em ji wî re jî îşev çend xortan ji bo tehdîdatan peyda bikin??
- Yaww, bi rastî jî tu cahil î: Selîm Berekat helbestvanekî kurd ê mezin e ku wek pismamê min M. Xefîf bi erebî dinivîsîne!
* Ahaa, hate bîra min: Pismamê te yê ku vî helbestvanî temam dike û ew helbestvan jî wî temam dike... Nema baş zanim!
- Bravo, niha te dest pê kir tu fêm bikî.
* Tew bira, pismamê te wê îşev di paltalkê de beşdar bibe?
- Na, ez bawer nakim. Ew pir meşxul e. Piştî ku helbesta wî ya binavûdeng careke din hate weşandin, ew niha gotinên straneke din a bi navê “Nameyek ji bin ava Göthenbourg” dinivîsîne. Ebdilhelîm Yûsiv wê vê carê vê stranê bêje!!
* Mamoste, bi rastî xort gazinan ji te dikin, ji ber te ta niha li ser serokê bankê helbestek jî nenivîsandiye û..
- Kuro ez veşartî dinivîsînim.. Ez helbestvankî suryalî me..
* Suryanî?!! Yaho tu ji bo van Suryanên .... dev ji eslê xwe berdidî?
- Bi rastî jî tu nezan î. Min got “suryalî”, û ev şêweyeke nûjen ji helbesta sofî ye. Yanî wek çawa Melayê Cizîrî li ser yarê dinivîsand û qesda wî Xwedê bû, ez jî nefsa tiştî dikim: Dema ez li ser “Naro” dinivîsînim, qesda min pîrozkirina Apê Zêro ye!!
* Bijîîîîîî!
- Baş e, baş.. Ka niha dev ji vê meselê berde. Niha bû dema şerê me. Ka em dev ji muqedîmatan berdin û hema yekser telefonî xwediyê malpera pîs bike..!

(....)

* Ha mamoste, te ev şeva me çawa dît? Li gorî dilê te bû?
- Şev baş, keko! Ezê herim rakevim. Ez ditirsim ku ez di xew de kabusê vî “Qeşmerok”ê han bibînim..!!

>> qeshmerok@amude.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000