|
|
23.08.2004 - 11:18
Xapandin û poşmanî & Xwediyê sola nû
Du pêkenok ji Yûnis Sofî Pembo - Amûdê
Yekî aşîtî çêlekeke wî ya pir xerab, diranketî û ziîf hebû, zabû û tenê kîlok şîr dida. Xwediyê wê jê aciz bû û xwest wê bifroşe. Cîranê wî şîret lê kir û jê re got: "Ger tu bixwazî pereyine baş ji bo wê bistînî, divê tu wê bidî delalekî xerbî, ji ber xerbî dizanin tiştan xweş bikin." Mêrik rahişt çêleka xwe û çû Qamişloyê cem delalekî xerbî. Yê delal pirsa eybên çêlekê kir. Xwedî got: "Hema giş eyb in: Ne şîr dide, ne diran mane û hestiyê wê derketine." Yê delal jê re got: "Baş e. Rûnê û îşê te ji tiştekî tune."
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
10.08.2004 - 16:03
"Ji pêş an ji paş de?"
amude.com
Li paytexta Swêdê Stockholm û di kurseke fêrkirina dîlanê bo ciwanên kurd de, keçekê xwest bizanibe bê ew gavên xwe bi pêş an bi paş ve bavêje; wê ji mamosteyê xwe yê dîlanê pirsî: "Apo, em ji pêş an ji paş de çêkin?" Mamosteyê ku bi zorê hişt ku ken zora wî nexe, bersiv da: "Hema çawa li xweşiya we were, wilo bikin."
» bixwîne..
|
|
-----------------------------------------------------------------------------------
|
|
|
|
|
|