|
|
25.10.2009 - 23:42
|
[ 6172 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Dewleta Suriyê li 33 welatiyên kurd gilî dike
amude.com
BRÛKSEL (amude.com) - Bêtirî çar salan ji dagîrkirina balyozxaneya Suriyê li Brûkselê dewleta Suriyê diçe pêşiya dadgehê. Berî çend rojan dadgeheke li Brûkselê name ji ji sîûsê welatiyên kurd li Hollanda û Belcîkayê re şandin û ji wan xwest ku roja 29ê vê mehê li pêşiya wê amade bin. Li ser daxwaza dewleta Suriyê dadgeh wê careke din li ser bûyera balyozxaneya Suriyê raweste. Rojekê piştî ragihandina mirina Şêx Meeşuqê Xeznewî di yekê hizêrana 2005ê de dora 31 welatiyên kurd êrîşî balyozxaneya Suriyê li Brûkselê kir û li şûna ala Suriyê ya Kurdistanê hilda.
Dora seet sisiyê sibeha roja 02.06.2005ê çalakiyê dest pê kir. Bêtirî sî welatiyên kurd ji Hollanda û Belcîkayê berê xwe da Brûkselê û xwest bi dagîrkirina balyozxaneyê "kuştina Şêx Meeşuq el-Xeznewî ji aliyê rêjîma Suriyê ve protesto bikin", wek ku yekî beşdar hingî ji Malpera Amûdê re diyar kiribû. Di heman şevê de 33 kes hatin girtin û şeş rojan di zindanên belcîkî de man, piştre serbest hatin berdan.
Yek ji beşdarên çalakiya balyozxaneyê, ku naxwaze navê wî eşkere bibe, ji Malpera Amûdê re got ku dewleta Suriyê îdîa dike ku ew kesên ku hingî êrîşî balyozxaneya wê kiribû, "grûpeke ji çeteyan e, ku bi çekan êrîşî balyozxaneyê kiriye". Wî berdewam kir û got: "Ev gotin ne rast in. Dema me êrîş kir ti çek bi me re tune bûn." Li gorî wî, dewleta Suriyê dixwaze vê meselê ji asta siyasî derxe û "bixe asta tawanan".
|
|
|
|
|
|