|
|
05.10.2009 - 12:18
|
[ 2764 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Yekîtî dixwaze li dijî rêjîma Suriyê protesto bike - Elîko: Partiyên din naxwazin beşdar bibin
amude.com
 Fuad Elîko (ji erşîvê) | QAMIŞLO (amude.com) - Bi helkefta derbasbûna 47 salan di ser serjimartina awarte li Kurdistana Suriyê re wê hefteya bê li Qamişloyê çalakiyeke protestoyê pêk bê. Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê Fuad Elîko ji Malpera Amûdê re diyar kir ku ewê roja duşema bê xwenîşandanekê li dar xîne, da ku li dijî rêjîma Suriyê protesto bike. Elîko herweha got ku partiya wî dixwest ku partiyên kurdî yên din jî beşdarî vê çalakiyê bibin, "lê em 15 rojan li bendî bersiva wan man û wan dawî ji me re got ku ew naxwazin beşdar bibin". Di 05.10.1962ê de hikumeta Suriyê di rojekê de nasnameya surî ji bêtirî sed hezar welatiyên kurd stend û ew ta roja îro li wan venegerandiye.
Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê dixwest ku îroj çalakiya xwe ya protestoyê li dar xîne. Lê li gorî gotinên Fuad Elîko ji bo Malpera Amûdê Yekîtî û heyşt partiyên kurdî yên din li ser fikirîbû ku bi hevre bi çalakiyekê rabin. Elîko berdewam kir û got: "Partiyên din piştî 15 rojan bersiv da me û got ku ew naxwazin beşdarî vê çalakiyê bibin. Ji ber vê yekê em mecbur bûn ku em çalakiya xwe hefteyekê dereng bixin, da ku em bikaribin amadekariyeke baş jê re bikin."
Li ser pirsa bê ma çima hevalbendên wan, Partiya Azadî û Şepêla Pêşerojê, bi wan re beşdarî vê çalakiyê nabin, Fuad Elîko got ku Azadî nexwestiye û partiya wî nexwestiye bi Şepêla Pêşerojê re bi vî karî rabe, "çimkî ew li Ewropayê bi wê grûpa ku ji me cuda bûye, re kar dike û me ji wan re gotiye ku ger ew peywendiyên xwe bi wê grûpê re bgerdewam bike, em bi Şepêla Pêşerojê re nema kar dikin". Di van salên dawî de li Ewropayê komek ji kevneendamên Partiya Yekîtî bi navê partiyê çalakiyan pêk tînin tevî ku partiyê ev yek li qan qedexe kiriye.
Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Suriyê berî du rojan daxuyaniyek bi zimanê erebî belav kir, tê de nivîsandiye ku ji ber "berpirsyariya me ya dîrokî di paraztina gelê me yê kurd de û riswakirina berdewamkirina karê bi mersuma jimar 49 û encamên qanuna serjimartina awarte û siyaset û projeyên regezperest yên din û herweha ji bo daxwaza rakirina hemû van qanunên temyîzî û serbestberdana hemû girtinên nerînê û di pêşiya wan de girtiyên partiya me û ji bo çarersekirina Pirsa Kurdî ya neteweyî li Suriyê" ewê roja duşemê, 12.10.2009, seet 14.30, li dewara Hilêliyê li Qamişloyê protesto bike.
|
|
|
|
|
|