www.amude.com
   www.amude.com - rojnamevaniya bi kurdî   Deutsch


navête@amude.com

nav  
şifre  
» fermo emailekê çêke

Malpera Amûdê

» bike rûpela destpêkê
» bixîne favorîtên xwe

lêgerîn


kulîlka hefteyê


 
26.04.2009 - 13:54 [ 2513 caran hatiye xwendin ] [ çap bike ]
----------------------------------------------------------------------------------

Kurd1 sibe dest bi weşana fermî dike

amude.com


PARÎS (amude.com) - Piştî bêtirî ji salekê ji amadekariyan kanala televizyonê ya kurdî Kurd1 dest bi weşana xwe ya fermî dike. Kanalê diyar kir ku ewê sibe seet 18:00 (dema Amedê, seet 17:00 dema Parîsê) dawî li weşana testê bîne û dest bi weşana rojane bike. Kanala nû, ku navenda wê li Parîsê ye û nivîsgehên wê li Hewlêr, Stenbol, Amed û Stockholmê hene, bêtir film û bernameyên hunerî û yên li ser zimanê kurdî diweşîne. Instîtûya Kurdî ya Parîsê bi serokatiya Dr. Kendal Nezan xwediya Kurd1ê ye, ku beşek mezin ji fînansa xwe li Kurdistana Iraqê bi dest xistiye.

Di daxuyaniyekê de ji bo raya giştî Kurd1ê diyar dike ku ew kanaleke televizyonê ya "serbixwe û azad" e, ku armanca wê weşana çandî û perwerdeyî "ya ji bo hemû Kurdan e". Kurd1ê weşana xwe tenê bi zimanê kurdî dike û giraniya xwe dide zaravê kurmancî. Kurd1ê herweha eşkere kir ku wê bi şirketên navneteweyî re peyman girêdane û mafên weşanê yên filmên Hollywoodê mîna "Mêrxas", "Robîn Hood", "Serdema Qeşayê", "Konanê Çavsor", "Kulûbeya Telefonê", "Pismamê Min Vinny", "Gerdûna Meymûnan" û "Xwedê Yariyan Dikin" bi dest xistine û dê wan bi kurdî biweşîne. Ji bilî filmên biyanî kanala nû dê herweha filmên Yilmaz Güney û filmçêkerên din ên kurd jî pêşkêş bike.

Çendîn Kurd1 dibêje ku ew bi pereyên "sermayedarên serbixwe û rêxistinên çandî û civakî yên kurdî" tê fînanskirin, lê li gorî agahiyên ku Malpera Amûdê bi dest xistine, beşek mezin ji van pereyan ji cem desthilatdarên Kurdistana Iraqê hatiye.

Kurd1 li ser satelîta Hotbirdê, 13* Rojhilat (Frekans 12245/H), weşanê dike. Mirov herweha dikare di rêya malpera wê jî li programên wê temaşe bike. Di malperê de herweha kurtedanasîna programan û programa heftane peyda dibin.

www.kurd1.com
 
www.amude.com -  © 2000-2004 amude.com [ info@amude.com ]
destpêk | start: 26.09.2000