|
|
15.04.2009 - 11:00
|
[ 2571 caran hatiye xwendin ]
[ çap bike ]
|
----------------------------------------------------------------------------------
Di sînemayên Elmanyayê de filmek li ser Kurdan
amude.com
 Dîmenek ji filmê «Güneşi Gördüm - Min roj dît» (wêne: gunesigordum.com) |
BERLÎN (amude.com) - Vê hefteyekê filmek li ser Kurdan dikeve sînemayên Elmanyayê. Ji roja pêncşemê û pê ve mirov dikare dî sînema de li filmê «Güneşi Gördüm - Min roj dît» temaşe bike. Ev film behsa malbata kurd Altuns dike şerê di navbera dewleta tirk û PKK de dibe sedem ku welatê wê yê mîna cinetê bibe dojeh û malbat perçe-perçe bibe û li seranserî Ewropayê belav bibe. Beşek ji malbatê koçberî Stenbolê dibe, beşek din jî li Nerwicê dibe penaber. Derhêner Mahsun Kirmizigül di vê dramaya xwe de behsa çarenivîsa malbatekê dike ku ji bo bi milyonan Kurd nimûne ne, ku di 25 salên dawî de hatin mecburkirin ku ji welatê xwe birevin û koçberiyê biyaniyê bibin.
Filmê «Güneşi Gördüm - Min roj dît» bi zimanê tirkî û jêrenivîsên elmanî ye. Ew 120 deqeyan dirêj dike.
Mirov dikare li vê derê binere bê film li kîjan sînemayan tê nîş,andan:
www.kino.de/kinofilm/guenesi-goerduem-ich-sah-die-sonne/imkino/119398.html
|
|
|
|
|
|